Manîfestoya Komunîstî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 34: Rêz 34:
* [http://www.vulture-bookz.de/marx/archive/volltext/Marx-Engels_1848--90~Das_Kommunistische_Manifest.html Teksta orjînal bi hin zimanên din ve]
* [http://www.vulture-bookz.de/marx/archive/volltext/Marx-Engels_1848--90~Das_Kommunistische_Manifest.html Teksta orjînal bi hin zimanên din ve]
* [http://librivox.org/manifest-der-kommunistischen-partei-von-karl-marx-und-friedrich-engels/ wek mp3 bo guhdane ser]
* [http://librivox.org/manifest-der-kommunistischen-partei-von-karl-marx-und-friedrich-engels/ wek mp3 bo guhdane ser]
* http://diyarname.com/news.php?Idx=4679


== Çavkanî ==
== Çavkanî ==

Guhartoya 11:00, 15 nîsan 2018

Pirtûka Manîfesto

Manîfestoya Komunîstî (almanî: Das Manifest der Kommunistischen Partei an jî tenê Das Kommunistische Manifest) ew manîfestoya ko ji hêla Karl Marx û Friedrich Engels di sala 1847'an de li Londonê bi daxwaza yekîtiya Komunîstan re hatibû nivisîn. Ew di 1848'an di dema Şoreşa Şibatê de li London û Fransayê dema Şoreşê Adarê jî li welatên din belav bû.

Çapa Pêşin û Çapên bi Zimanên din

Bingehên program û lênêrîna jiyanêyê Marx û Engelsê ko paşê bi gelemperî wek Marksîzm hat zanîn di vê manîfestoyê de hatibû rave kirin. Di rûpela destpêkê manîfestoyê de navê Marx û Engels tev şûn digirin. Lê di 1883'an de di pêşgota çapa Elmanî de Engels wiha dinivise: "Fikrên bingehên ko di manîfesto de serwer ditînî... bitenê û bitûnî eyda Marx in."

Karl Marx

Çapa Manîfestoya pêşinê ko bi rengekî keska tîr, di 1848'an li Londonê hatibû çap kirin. Ew çapa bi zimanê almanî bû. Wergera wêyê îngîlîzî ji hêla Helen MacFarlane di 1850'î de hat kirin. Ew navbera 1872'an de heta 1893'an bi pêşgotinên cida yên ko hin zimanên din hat çap kirin: Di 1871'an de bi fikrên Marx û Engels ên li ser Komûna Parîsê, di 1882'an de bi pêşgotinekê ji nû ve bi rûsî, bi Marx di 1883'an de mir re jî, 1890'an de bi pêşgotinên Engels almanî, 1892'an de bi zimanê polonî, 1893'an de jî bi îtalyanî hat çap kirin.

Manîfesto bi peyvên ko komunîzmê dişibîne şevreşkekê dest pê dike „Şevreşkek li Ewropayê digerê – Şevreşka Komunîzmê. Hêzên Ewropayê kevin bo ko vê şevreşkê def bikin hevlabendîyekê pîroz pêkanîn: Papa û çar, Metternich û Guizot, radîkalên fransî û ajanên polîsê almanê..." Ew bi bangê navdar jî xelas dibe: „Prolêterên hemû welatan, yekbin!“.

Ew manîfestoya 30 rûpelan ji çar beşan pêk tê.

Beşa pêşin: Birjûva û Proleterya

Marx û Engels di va beşa manîfestoyê de pêşketinên cîvakîyên heta wê çaxê wek têkoşîna çînan salix didi. Heta niha Azad û Sklav, Patrîsyan û Pleb, Baron û serf... Gorî Marx û Engels jî niha ew têkoşîna çînan peresendîye têkoşîna navbera birjûva û proleteran.

Friedrich Engels

Beşa duyem: Proletar û Komunîst

Gorî Marx Komunîst Partî ne li hembera tu partiyên karkeran e. Gorî Marx û Engels Komûnîst bo ra kirina milkên şexsî têkoşînê dikine. Dîsa gorî Manîfestoyê Komunîstan tu welat tune ne û hemû komûnîst di çîna proleterê de ne.

Beşa sêyem: Lîteratûra Komunîzm û sosyalîzm

Di vê beşê de Marx û Engels beşên Komunîzm û Sosyalîzm û merhaleyên wan salix didin.

Beşa çaram: Şûna Komunîst Partî di li hembera Partiyên hember de

Di vê beşê de Marx û Engels li hin welatên dijên tevgerên komunîstan û rewşê wan salix didin.

Banga navdara Manîfestoyê Prolêterên hemû welatan, yekbin!, li ser tirba Karl Marx li Londonê

Girêdanên Derve

Çavkanî