Yekta Geylanî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
PowerBUL (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 98: Rêz 98:
{{Commonscat-b|Yekta Uzunoglu}}
{{Commonscat-b|Yekta Uzunoglu}}
* [http://yektauzunoglu.com/ku/jiyana-yekta-uzunoglu/ Otobiyografiya nivîskar Yekta Uzunoğlu]
* [http://yektauzunoglu.com/ku/jiyana-yekta-uzunoglu/ Otobiyografiya nivîskar Yekta Uzunoğlu]

[[Kategorî:Bijîşkên kurd]]
[[Kategorî:Kesên ji Farqînê]]
[[Kategorî:Jidayîkbûn 1953]]


دکتۆر یەکتا ئوزنئۆغڵو باس لە کاریگەری گواستنەوەی باڵیۆزخانەی ئەمەریکا بۆ ئۆرشەلیم دەکات
دکتۆر یەکتا ئوزنئۆغڵو باس لە کاریگەری گواستنەوەی باڵیۆزخانەی ئەمەریکا بۆ ئۆرشەلیم دەکات
Rêz 108: Rêz 104:
Yekta Uzunoglu Hilbijartinên Tirkîyê Dinirxîne
Yekta Uzunoglu Hilbijartinên Tirkîyê Dinirxîne
* [https://www.dengeamerika.com/a/yu_hilbijartin/4428315.html]
* [https://www.dengeamerika.com/a/yu_hilbijartin/4428315.html]

{{Portal bar|Jînenîgarî|Kurdistan|Tirkiye}}

[[Kategorî:Bijîşkên kurd]]
[[Kategorî:Kesên ji Farqînê]]
[[Kategorî:Jidayîkbûn 1953]]

Guhartoya 17:17, 19 hezîran 2018

Yekta Uzunoğlu
PîşeBijîşk, wergêr û peyamnêr
Malperyektauzunoglu.com
biguhêreBelge

Yekta Uzunoğlu ango Yekta Geylanî, bijîşk, wergêr û peyamnêrê kurd e ku di sala 1953an de li Farqîna Diyarbekirê hatiye dinyayê.

Jînenîgarî

Di sala 1971ê de diçe Parîsê. Bi bûrsa rewşenbîrê kurd Kamûran Alî Bedirxan Beg di navbera salên 1972 -1979an li Pragê di Zanîngeha Karl de beşa bijîşkiyê dixwîne. Dema ku Çekoslovakya ji aliyê Pakta Artêşa Varşovayê ve tê dagirkirin di berxwedanê de dibe çalakger û aktivîst.

Di sala 1975an da Yekta Uzunoğlu û pêşeweyê Partiya Jîyana Azadîya Kurdistanê PJAK ê Hecî Ehmedî bi ser konsolsoxaneya Swêde de digrin. Greva birçîbûnê organîze dikin. Di dewra Gûstav Hûsakê Stanîlîst da xwendakarên kurd radestî Sadam dikin. “Swêd welatekî bealî ye”.

Dr. Yekta Uzunoğlu bi navebeynakariya çapxaneya Araratê ya neqanûnî/ilegal nivîsên xwe û yê Dr. Joyce Blaû, bi zimanên cuda cuda çap dike. Çapxaneya Araratê yekem çapxaneya kurdî ye li Ewrûpa.

Dr. Yekta Uzunoğlu di dema ku li koleja bijîşkiyê dixwîne, xortekî li dijî komînîzmê ye. Di wê dewrê da bi serokê Komara Çekyayê Vaclav Havel re di nava rêxistina 77an de cîh digre û wê demê di nava çalakiyên siyasî de ye. Dema ku Vaclav Havel tê girtin, Dr. Yekta Uzunoğlu jî sirgûn dikin.

Herwiha piştre Dr. Yekta Uzunoğlu li Parîsê bi cîh dibe. 1982an lîsansa bilind û mastirê li ser nexweşiyên hundirîn dike.

Bi wezîrê berê yê Karên Derveyî yê Fransayê Bernard Kouchner û bi komek hevalan re Rêxistina Bijîşkên Sînornenas ava dike. Hikûmeta Fransayê Dr, Yekta Uzunoğlu layiqê Bûrsa Enstitûya Pasteur dibîne. Dr. Yekta Uzunoğlu piştî 5 mehan pispor / îhtîsasê, bi nameyekî spasdariya xwe ji hikûmeta Fransayê re dişîne û bûrs û hemû derfetên ku hikûmeta Fransayê jê re dabûn lê vedigerîne. Dr. Yekta Uzunoğlu, tevî hevalên xwe Doktorên Sînonernenas diçe Îranê, ji bo alîkariya şervanên Rojhilatê Kurdîstanê. Nexweşxaneyên sahra ava dike.

Dr. Yekta Uzunoğlu hemwelatiyê Tirkiyeyê bû. Ji ber parastina mafê mirovan û alîkariya însanî ya kurdan û mirovan di sala 1987ê de ji hemwelatiya Tirkiyeyê tê avêtin. Li Almanyayê xwediyê mafê statû ya penaberiyê ye. Di 1983an de Enstîtûya Kurdî ya Parîsê ava kiriye. 1983 - 1988 avakar û rêveberiya Enstîtûya Kurdî ya Bonnê kiriye. Herwiha Dr. Yekta Uzunoğlu di dema xwêndkariyê de mecbûr dimîne çend welatan biguherîne.

Dr. Yekta Uzunoğlu, bi 10 zimanan bi awayekî herikî diaxive. Piştî têkçûyina komînîzmê vedigere Pragê. 1990î li Çekoslovakya 17 şîrketan ava dike. Sala 1994an de dewleta kûr ya Çek û Tirk Dr. Yekta Uzunoğlu tûşî problem û arîşeyan dikin. Herwisa di sala 1994an de rastî êrîşên hemwelatiyên Tirkiyeyê tê. Li Çekoslovakyayê kesên hemwelatiyên Tirkiyeyê yên ku bi nasnameyên sexte dijîn êrîşî Dr. Yekta Uzunoğlu dikin. Ji vê êrîşê zindî difilite.

Bi hevkariya kesên neqanûnî/illegal ji aliyê polîsên Çekê ve tê girtin. Dr. Yekta Uzunoğlu ji 13ê îlona 1994an heta 1997an di zîndane da dimîne.

Rêxistina Efûyê ya Navndewletî aşkere dike ku Dr. Yekta Uzunoğlu bi awayekî dadmendî nehatiye darizandin û careke din doza lêpîrsînê dike.[1] Di sala 2007an de Serokkomarê Çekyayê Vaclav Havel, xwediyê xelata Osakarê Zdenek Sverak û 160 şexsiyetên navdar ji bo destekdayîna têkoşîna Dr. Yekta Uzunoğlu dest bi greva birçîbûnê dikin. Dozên dewleta kûr a Çekya li ser Dr. Yekta Uzunoğlu berdewam dikin. Tiştekî ku Dr. Yekta Uzunoğlu bê tawanbarkirin nayê ditîn û di 31ê tîrmeha 2007an de dosyeya Dr. Yekta Uzunoğlu paqij derdikeve. Dr. Yekta Uzunoğlu, dema di zîndanê de ye, rastî gelek mûameleyên xirab tê û zerarê dibîne. 56 dozên hiqûqî derbarê berpirsan de vedike. Dozên tazmînatê di sala 2010an de bi dawî dibin.

Yekta Uzunoğlu di dîroka hiqûqa Komara Çekyayê de tazmînata herî mezin bi dest dixe. Perê ku ji dewleta Çek wek tezmînat distîne dide xwendekarên kurd û wan li Çekya dide xwendin. Di sala 2006an de ji ber cesaretê Xeleta 77 ya herî bi prestîj (Frantîsek Krîegel) werdigre û dibe biyaniya yekem yê ku vê xelatê bi dest dixe. Yên uû komara dewleta kûr ya Çekya bi xwe dane jiyandin, di pirtûka bi navê "Îfade" de çap kiriye. Dr. Yekta Uzunoğlu di 21.01.2015an de di mala xwe da rastî êrîşa kuştinê hatiye. Lê bi zindî filîtiye. Kujer bi alîyê rêxistineke ku dixwazin Dr. Yekta Uzunoğlu bikujin ve hatiye organîzekirin. Doz hîna berdewam dike.

Nivîsên ji bo dewleta kûr û nivîsên medyayê bi zimanên cuda cuda di 2017an de di pirtûka bi navê "Hespê Troya yê îslamîstan di Komara Çek" de kom kiriye û bi zimanê çekî hatiye weşandin. Dr. Yekta Uzunoğlu hemwelatiyê Almanyayê ye. Bavê du keçan e, 3 zarokên wî hene. Li Pragê li Komara Çekya dijî. Bi tevahî 40 pirtûkan nivîsiye, wergerandiye û weşandiye.

2017 girtina Yekta Uzunoglu li Komara Çekî

Yekta Uzunoglu di 28ê nîsana 2017an de li Pragê bû. Dotira rojê ew bi biryara dadwerê serbest hat girtin. Li gorî xwe Uzunoğlu destpêşxeriya ji bo polîsên Tirk balyozxaneya li Pragê ye.[2] Dadgeha Ewlekariyê ya Komara Çek bi daxuyaniya 13ê Sibat 2018 de, di binê vê pelê de hatiye belavkirin: III. ÚS 1920/17, bi  devê kadî Prof. dr. JUDr. Jan Filip CSc. ragihand ku girtina Yekta Uzunoglu di 28ê çileya paşîna (2017) de dijî qanûna ewlekarîyê bû û komara çek mahkûm kir.[3]

Pirtûk

  • Îsa Diçe Qudisê, 1986[4]
  • Îsa can dide mirîya, 1986[5]
  • Yûnis, 1986[6]
  • Bi kurdî binivîsîne Hey lê, 1985[7]
  • Kovara Mizgîn – 1/83, 1983[8]
  • Kovara Mizgîn – 1/84, 1984[9]
  • Kovara Mizgîn – 1/85, 1985[10]
  • Yekta Uzunoglu: Láska u Kurdů; Země Kurdů; Legenda o Kurdech "(Kurd û eşq", "Erdên kurdan", "Dastana Kurdan"), di salên 1976-1979an de hatiye weşandin, (ji berga pêşîn)
  • Yekta Geylanî: Kurdische Alphabet ("Alfabeya kurdî"), Yekta Geylanî, Bonn 1982
  • Yekta Geylanî: Der kulturelle Völkermord an den Kurden in der Türkei ("Jenosîda çandî yê Kurdan ya li Tirkiye"), Yekta Geylanî, Bonn 1982
  • Yekta Geylanî; Thomas Bois: Kurdische Volksdichtung ("Helbestên gelêrî yên kurdan"), Kurdische Institut, Bonn 1986
  • Yekta Geylanî; D. N. MacKenzie: Kurdische Grammatik ("Rêzimana kurdî"), Kurdische Institut, Bonn 1986 - xebateke li ser berhemên Celadet Bedir Xan and Roger Lescott e.
  • Yekta Uzunoglu: Kurdská přísloví, ("gotinên pêşiyan yên kurdî"), Lidové noviny, Praha 1993
  • Ein Kurde im Mahlwerk des Übergangs. Ein Bericht aus Tschechien, 2007
  • Yekta Uzunoglu: Výpověď, ("Şahidî"), Akropolis, Praha 2008,
  • V.Klaus, I.Kočárník, K.Dyba, J.Zieleniec, J.Lux, Y. Uzunoglu and others: Ekonomické perspektivy ČR ("Perspektîfên aborî yên Komara Çek"), Meridian, Praha 1993

Gotarên

Çavkanî

  1. ^ http://www.pen-kurd.org/fransi/ali-kilic/yekta-nicole-borvo.html
  2. ^ http://www.kurdistana-bakur.com/modules.php?name=News&file=article&sid=9245
  3. ^ "Program jednání soudu - Ústavní soud". www.usoud.cz (bi çekî). Roja gihiştinê 27 nîsan 2018.
  4. ^ "Îsa Diçe Qudisê".
  5. ^ "Îsa can dide mirîya".
  6. ^ "Yûnis".
  7. ^ "bi kurdî binivîsîne Hey lê".
  8. ^ "1983 - Kovara Mizgîn - 1/83". Yekta Uzunoglu (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 27 nîsan 2018.
  9. ^ "1984 - Kovara Mizgîn - 1/84". Yekta Uzunoglu (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 27 nîsan 2018.
  10. ^ "Kovara Mizgîn - 1/85".

Girêdanên derve

دکتۆر یەکتا ئوزنئۆغڵو باس لە کاریگەری گواستنەوەی باڵیۆزخانەی ئەمەریکا بۆ ئۆرشەلیم دەکات

Yekta Uzunoglu Hilbijartinên Tirkîyê Dinirxîne