Helbest: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Min ji bo peyva erebî edebyat peyva resen wêje nivîsand. Her wiha min hinek peyv bi zarava standart kir.
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 1: Rêz 1:
{{Wêje}}
{{Wêje}}
'''Helbest''' an jî '''şiîr''' di [[Wêje|wêjeyê]] de beşek girîng e; ku di [[wêjeya kurdî]] de beşa herî girîng e. Gor fikrên ekseriyetê li serê erdê destpêka edebiyatê bi helbestê bûye; ango berhema edebiyatê ya yekem helbest e<ref>Strachan, John R; Terry, Richard, G (2000).Poetry: an introduction. Edinburgh University Press. s. 119. ISBN 978-0-8147-9797-6</ref>.
'''Helbest''' an jî '''şiîr''' di [[Wêje|wêjeyê]] de beşek girîng e; ku di [[wêjeya kurdî]] de beşa herî girîng e. Gor fikrên ekseriyetê li serê erdê destpêka wêjeyê bi helbestê bûye; ango berhema wêjeyê ya yekem helbest e<ref>Strachan, John R; Terry, Richard, G (2000).Poetry: an introduction. Edinburgh University Press. s. 119. ISBN 978-0-8147-9797-6</ref>.

==Helbest çi ye?==
==Helbest çi ye?==
Helbest, hunera derbirîna tecrûbeya dilînî û hiş, bi lêhûrbûn û ji dervê awayên ji rêzê, wateyên ziman, [[deng]] û lêdanan bi pergaleke belî dixebitîne ye. Bi corekî din helbest şêweyek vegotina [[wêje]]yî<ref group="Nîşe">edebî</ref> ye ku bi sembolên dewlemend, bi peyvên birîtm û bi dengên ahangdar tê hûnandin. Lê dîsa jî tarîfeka ku herkes li ser ittîfak bike tune ye.
Helbest, hunera derbirîna tecrûbeya dilînî û hiş, bi lêhûrbûn û ji dervê awayên ji rêzê, wateyên ziman, [[deng]] û lêdanan bi pergaleke belî dixebitîne ye. Bi corekî din helbest şêweyek vegotina [[wêje]]yî<ref group="Nîşe">edebî</ref> ye ku bi sembolên dewlemend, bi peyvên birîtm û bi dengên ahengdar tê hûnandin. Lê dîsa jî tarîfeka ku herkes li ser ittîfak bike tune ye.

Di helbestê de bibîrxistin, [[nîgaş]]<ref group="Nîşe">xeyal</ref>, sehek, feraset cihên girîng digirin. Vegotin<ref group="Nîşe">îfade</ref> zêdetir porkirî ye, [[bilêvkirin]] zêdetir bi muzîkî û bi tesîr e, hest zêdetir li pêş û hêzdar e. Hesteyên derûnî, rindîyek bandorker, nagihaniyek bi sir heye. Pêwendîyên di navbera peyiv û deng de bi awazî<ref group="Nîşe">melodîk</ref> e. Helbest heqîqetê bi tehayûlan bilêv dike û li ba her xwendevanekî curecur bandor, întîba û bibîrxistanan derdixe holê. Di helbestan de ruhek heye ku xwendewanên xwe curecur dorpeç dike. Di navbera helbest, stran, muzîk û govend de pêwendîyek zexm heye.

Rêz 11: Rêz 11:

==Çima Helbest?==
==Çima Helbest?==
Nivisa kek Berken Bereh a di Kovara Nûbihar de bi navê “Helbest cihê sitarê ye".<ref>Kovara Nûbihar 135, Stembol, Bihar 2016, Rûpel 4</ref> "hat weșandin di derheqê helbestê de zaf agahîyên balkêș dihewîne. Beșek nivisê erkên helbestê wusa tîne ziman:
Nivisa kek Berken Bereh a di Kovara Nûbihar de bi navê “Helbest cihê sitarê ye".<ref>Kovara Nûbihar 135, Stembol, Bihar 2016, Rûpel 4</ref> "hat weșandin di derheqê helbestê de zaf agahîyên balkêș dihewîne. Beșek nivisê erkên helbestê wisa tîne ziman:

„Her çi qasî jiyana me ji ber metirsiyên ewlehî û aboriyê bi xem û qesewetê hatibe dorpêçkirin jî jiyan bi awayekî didome. Di vê jiyana nîvço de em hewl didin ku xwe biparêzin û jiyana xwe watedartir bikin. Bêguman „gotin“ nikare rê li ber van neçêyiyan bigire. Lê qet nebe bi „gotin“eke jidil em hem xwe ji neçêyiyan dûr dixin him jî ruh û giyanê xwe ji gemariya her kêlîk dixwaze jiyana li me bike dojeh diparêzin, Ji roja roj ta îro ew hewldan bi avayekî didome.

Guhartoya 22:46, 1 kanûna paşîn 2019

Helbest an jî şiîr di wêjeyê de beşek girîng e; ku di wêjeya kurdî de beşa herî girîng e. Gor fikrên ekseriyetê li serê erdê destpêka wêjeyê bi helbestê bûye; ango berhema wêjeyê ya yekem helbest e[1].

Helbest çi ye?

Helbest, hunera derbirîna tecrûbeya dilînî û hiş, bi lêhûrbûn û ji dervê awayên ji rêzê, wateyên ziman, deng û lêdanan bi pergaleke belî dixebitîne ye. Bi corekî din helbest şêweyek vegotina wêjeyî[Nîşe 1] ye ku bi sembolên dewlemend, bi peyvên birîtm û bi dengên ahengdar tê hûnandin. Lê dîsa jî tarîfeka ku herkes li ser ittîfak bike tune ye.

Di helbestê de bibîrxistin, nîgaş[Nîşe 2], sehek, feraset cihên girîng digirin. Vegotin[Nîşe 3] zêdetir porkirî ye, bilêvkirin zêdetir bi muzîkî û bi tesîr e, hest zêdetir li pêş û hêzdar e. Hesteyên derûnî, rindîyek bandorker, nagihaniyek bi sir heye. Pêwendîyên di navbera peyiv û deng de bi awazî[Nîşe 4] e. Helbest heqîqetê bi tehayûlan bilêv dike û li ba her xwendevanekî curecur bandor, întîba û bibîrxistanan derdixe holê. Di helbestan de ruhek heye ku xwendewanên xwe curecur dorpeç dike. Di navbera helbest, stran, muzîk û govend de pêwendîyek zexm heye.

Di pêșketina ziman de helbest xwedî rolek girîng e. Di helbestê de peyîv dikare bi çend wateyan were fêmkirin. Bi vê șiklê her xwendewan û guhdar gor xwe ji helbestê maneyan hildigire, hestgerm dibe, ango helbestê di xeyala xwe de dineqșîne û ji nû ve watedar dike. Helbestvanê Tirk (eslê xwe ereb e) Ahmet Hașîm helbestê lîsana di navbera peyîv û mûzîkê de, zêdetir nêzikî mûzîkê ye dihesibîne. Gor wî maneya helbestê ya herî baș, ê ku di xeyalên xwendewan û guhdar de tê neqișandin e.[2]

Çima Helbest?

Nivisa kek Berken Bereh a di Kovara Nûbihar de bi navê “Helbest cihê sitarê ye".[3] "hat weșandin di derheqê helbestê de zaf agahîyên balkêș dihewîne. Beșek nivisê erkên helbestê wisa tîne ziman:

„Her çi qasî jiyana me ji ber metirsiyên ewlehî û aboriyê bi xem û qesewetê hatibe dorpêçkirin jî jiyan bi awayekî didome. Di vê jiyana nîvço de em hewl didin ku xwe biparêzin û jiyana xwe watedartir bikin. Bêguman „gotin“ nikare rê li ber van neçêyiyan bigire. Lê qet nebe bi „gotin“eke jidil em hem xwe ji neçêyiyan dûr dixin him jî ruh û giyanê xwe ji gemariya her kêlîk dixwaze jiyana li me bike dojeh diparêzin, Ji roja roj ta îro ew hewldan bi avayekî didome.

Ger lu’luê mensûr ji nezmê dixwazî Wer și’rê Mele bîn, te bi Șîrazî çi hacet / Meleyê Cizîrî

Ev beyta li jor bi me dide zanîn ku și’r ne tenê vegotineke ciwakariyê ye an belaxat e. Herwiha ne ragihandina fikr, hizr an ramanekê ye. Și’r di heman demê de sekneke li hember jiyanê ye. Hewldan û rêwitiya ber bi ruh û giyanî ye. Têgihîștin, nasîn û duristkirina têkiliya di navbera „heyîn“ û „hebûn“ê de ye. Ev çalakiya hiș û dilî li ser rastiya heqîqetê bilind dibe. Lê ne rastiyê, ji bo bidestxweveanîna rastiyê rê û rêçikên wê șanî me dide.

Helbest karê ponijîneke xwerî ye. Ew, hêlên me yên herî mirovane dipelîne û hebûna me ya li vê dinyayê watedartir dike. Bi saya wê em xwe û derûniya xwe dinasin û di atmosfereke aram da dijîn. Helbest, ew tișta ku em dihizirin, lê em nikarin vebêjin e. Ew cihê sitarê ye, me ji xir û cir û kul û belayan diparêze. Dengê bêdengiya me, bendergeha neçariya me ye.

Helbest neynikeke ku em bi wê pergî xwe tên. Vêca kesê bi avayek ciddî li xwe mêze bike û hay ji jiyana xwe hebe, dê hewqasî nirx û rûmetê bide helbestê jî. Rabûn û rûniștineke nelirê, herwiha nîșaneya jiyana me ya tevlihev û girîft e jî.“

Kesên ku helbestan dinivisînin re jî helbestvan an jî şaîr tê gotin.

Cureyên helbestê

Helbesta epîk

Helbestên ku mijara wan qehremanî û serborî, dikevin beşa helbesta epîk. Minaka helbesta epîk ya herî pêşî Destana Gilgamêş e. Der birina hesta xwe bi ziman an ku bi nivîs jê re dibêjin helbest. Her neteweyek ji xwe xwediyê helbestan e. Helbestên sê xişte anku sê qadeyên xasmaniu û taybei ye kurdan in[çavkanî hewce ye].

Helbesta lîrîk

Helbestên ku hestên gel ên hevpar weke kêf û êşê yan jî hestên takekesî weke evîn, cudahî û bêrîkirinê digirin nava xwe, helbestên lîrîk in. Ji ber ku helbestên bi vî rengî dema Yewnana kevin bi sazamûreke bi navê lîr dihatin xwendin, navê vî cureyê helbestê bûye helbesta lîrîk[çavkanî hewce ye].

Helbesta dîdaktîk

Ev cureyê helbestê bi armanca dersdayînekê tên nivîsandin. Herwiha ji hestyariyê dûr in. Di helbesta dîdaktîk de, armanc ew e ku ramanekî, an jî pend, şîret û zanînekê bidin mirov. Helbesta dîdaktîk hînker e[çavkanî hewce ye].

Helbesta felsefî

Helbestên bi têgînên felsefî hatine hûnandin ku wateyeke xwe ya kûr hene, bi navê helbestên felsefî tên bi navkirin[çavkanî hewce ye].

Helbesta dramatîk

Mijarên ku heyecan û xemgîniyê didin mirov bi şêweya şano ango bi şêweya dram, trajedî û komedî tên nivîsîn, ev jî bi navê helbestên dramatîk tên bi navkirin[çavkanî hewce ye].

Lîsteya pirtûkên helbestan

Çavkanî

  1. ^ Strachan, John R; Terry, Richard, G (2000).Poetry: an introduction. Edinburgh University Press. s. 119. ISBN 978-0-8147-9797-6
  2. ^ Hayati Baki: Șiir ve Hakikat. Ankara 2015, Rûpel 26
  3. ^ Kovara Nûbihar 135, Stembol, Bihar 2016, Rûpel 4

Nîşe

  1. ^ edebî
  2. ^ xeyal
  3. ^ îfade
  4. ^ melodîk