Rûkeşeşane: Cudahiya di navbera guhartoyan de
B Zindewerzani navê Rûkeşeşane guherand û kir Tevineka serrûyî |
B Zindewerzani navê Tevineka serrûyî weke Rûkeşe şane guherand |
(Cudahî nîne)
|
Guhartoya 08:52, 31 kanûna paşîn 2019
Tevineka serrûyî | |
---|---|
Cureyên tevineka serrûyî |
Tevineka serrûyî an epîtel (bi inglîzî: Epithelium) corek ji çar corên sereke yên tevineka mirov û ajalan. Ev tevinek li serrûyî laş û kortên laş û gelek toşbiyan peyda dibe. Gelek erkên wê hene, wek parastin, derrijîn (secretion) û wergirtin. Tevineka serrûyî du cemserê wê hene, alî derve sergeh e û alî hindirr bingeh e.
Pêkhatin
Şaneyên tevineka serrûyî bi hevdu xurt girêdane bi rêyê (tight junctions), (cap junctions) û (desmosomes), û bi betana bingehî (basement membrane) girêdane bi rêyê (Hemidesmosomes).
Cureyên tevineka serrûyî
Tevineka serrûyî li gora şêweyê û qatên şaneyên serrûyî cuda dibe.Corên wê ev in:
- Tevineka serrûyî ya yekqatê pan (Simple squamous)
- Tevineka serrûyî ya yekqatê çargoşeyî (Simple cuboidal)
- Tevineka serrûyî ya yekqatê bilind (Simple columnar)
- Tevineka serrûyî ya pirqorra bilind (Pseudostratified columnar)
- Tevineka serrûyî ya pirqatê çargoşeyî (Stratified cuboidal)
- Tevineka serrûyî ya pirqatê pan (Stratified squamous)
- Tevineka serrûyî ya guherrok (Transitional)