Xane: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 4: Rêz 4:
Ev pêkhate li [[Bakurê Kurdistanê]] wekî [[şane]] bi nav dibe, lê li Başûr terma "şane" ji bo koma xane ([[tavînek]], ''tissue'') tê bikaranîn. Ango şane gelek xaneyan li xwe digre. Ji ber ku bi salan e di dibistanên Başûr de ji boy ''cell'' terma xane tê bikaranîn û ji boy tavînek jî terma şane tên bikaranîn, a baş ew e ku kurdên Bakur jî terma xaneyê bi kar bîne.
Ev pêkhate li [[Bakurê Kurdistanê]] wekî [[şane]] bi nav dibe, lê li Başûr terma "şane" ji bo koma xane ([[tavînek]], ''tissue'') tê bikaranîn. Ango şane gelek xaneyan li xwe digre. Ji ber ku bi salan e di dibistanên Başûr de ji boy ''cell'' terma xane tê bikaranîn û ji boy tavînek jî terma şane tên bikaranîn, a baş ew e ku kurdên Bakur jî terma xaneyê bi kar bîne.


[[Xane]] yekeya bingehîn a zîndewer e. Ango tiştekî zîndewer be, herî kêm xwediyê xaneyek e. Ji ber ku piraniya xaneyan pir piçûk in, bi çavê tazî nayên dîtin. Ji bo dîtina xaneyan [[mîkroskob]] tên şixulandinê. Jixwe mirovahî jî, piştê çêkirin û xebitandina mîkroskobê ji hebûna xaneyê hayîdar bû.
Xane yekeya bingehîn a zîndewer e. Ango tiştekî zîndewer be, herî kêm xwediyê xaneyek e. Ji ber ku piraniya xaneyan pir piçûk in, bi çavê tazî nayên dîtin. Ji bo dîtina xaneyan [[mîkroskob]] tên şixulandinê. Jixwe mirovahî jî, piştê çêkirin û xebitandina mîkroskobê ji hebûna xaneyê hayîdar bû.


== Dîroka kifşa xaneyê ==
== Dîroka kifşa xaneyê ==

Guhartoya 16:26, 31 kanûna paşîn 2019

Endamokên xaneya eukaryotî:
(1) Dendikok
(2) Dendik
(3) Rîbozom
(4) Vezîkul
(5) Retîkûlûma endoplazmî ya girûzî
(6) Heybera Golgî
(7) kakûtê xaneyê
(8) Retîkûlûma endoplazmî ya hilû
(9) Mîtokondrî
(10) Vakuol
(11) Sîtoplazma
(12) Lîzozom
(13) Sentrîol

Xane yekeya bingehîn a zîndewer e.

Ev pêkhate li Bakurê Kurdistanê wekî şane bi nav dibe, lê li Başûr terma "şane" ji bo koma xane (tavînek, tissue) tê bikaranîn. Ango şane gelek xaneyan li xwe digre. Ji ber ku bi salan e di dibistanên Başûr de ji boy cell terma xane tê bikaranîn û ji boy tavînek jî terma şane tên bikaranîn, a baş ew e ku kurdên Bakur jî terma xaneyê bi kar bîne.

Xane yekeya bingehîn a zîndewer e. Ango tiştekî zîndewer be, herî kêm xwediyê xaneyek e. Ji ber ku piraniya xaneyan pir piçûk in, bi çavê tazî nayên dîtin. Ji bo dîtina xaneyan mîkroskob tên şixulandinê. Jixwe mirovahî jî, piştê çêkirin û xebitandina mîkroskobê ji hebûna xaneyê hayîdar bû.

Dîroka kifşa xaneyê

Mîkoskoba Robert Hook

Zanyarê brîtanî Robert Hook di sala 1665an de, cara ewilî ji bo xane terma cell bi kar anî. Cell bi îngîlîzî tê wateya malik an ji odeya biçûk. Her çiqas Robert Hook tiştên di bin mîkroskobê dîtibû wekî xane (cell) bi nav kiribû jî, a rast ew ne xane bûn, lê çavikên vala bûn. Ji ber ku xaneyên Hook ne zindî bûn, Hook tenê dîwarên xaneyan ku ji selulozê çê bûyî dîtibû.

Antonie van Leeuwenhoek (1632–1723) zanyarek Holandî bû. Ê ku cara yekem hebûna bakterî û zîndewerên hûrik û yekxaneyî bi mîkroskobê dîtiye Leeuwenhoek e. Ev zanyar bi qasî 500 heb mîkroskob çê kir. Mîkroskobên wî, tiştan bi qandî 250 caran mezintir dikir. Di dîroka zîndezanî (biyolojî) de mîkrobiyologê pêşîn Leeuwenhoek e. Xebatên wî di pirtûka bi navê ajalokan (animalcules) hatibû weşandin.

Ji ser xebatên Robert Hook û Antonie Van Leeuwenhoek nêzik ê 200 salan paşê, Riweknasê (zanyarê botanîk) alman, Mathias Jakob Schleiden (1804-1881) di sala 1838e de daxuyand ku hemû riwek ji xaneyan pêk tê. Salek bi şûn de, sala 1839an de zanyarê alman, Theodor Schwann (1810-1882) ragihand ku hemû ajal ji xaneyan çê bû ne. Her ku zanînên der barê xaneyê zêde bûn zanyaran teoriya xaneyê derpêş kirin. Di serî de ev teorî ji 4 bendan pêk dihat. Lê gava ku derheqê xaneyê de sal bi sal zanînên nû kombûn, Teoriya Xaneyê jî guherî û hîn bendên nû lê hatin zêdekirin.

Teoriya xaneyê

Zanyarê birîtanî Robert Hook di sala 1665an, cara ewilî ji bo xane terma cell bi kar anî
  1. Her zîndewer herî kêm ji xaneyek çi dibe.
  2. Hemû xaneyên nû, ji dabeşbûna xaneyên berê çê dibin.
  3. Xane yekeya binyatî ye zîndewran e ku tê de hemû karên zindewariye tên bi rê ve birin.
  4. Çalakbûna zîndewer, girêdayî çalakbûna hemû xaneyên xweser ên di laşê zîndewer de ne.
  5. Di hundirê xaneyê de ji bo metabolîzmayê enerjî tê guhertin.
  6. Di nav sîtoplazmaya xane, an ji di hundirê dendikê xaneyê de ADN (Asîda deoksirîbonukleî) heye.
  7. Zanyariya rakendî (genetîk) bi riya kromozoman (ADN û proteîn) derbasî xaneya nû dibe.
  8. Bi gelemperî, pêkhateya kîmyayî a hemû xaneyan wekhev in

Taybetmendiyên hevbeş yên xaneyan

Piraniya xaneyan ewqas biçûk in ku bi çavên tazî nayên dîtin. Xaneya herî gir, a hêştirme ye. Ev balinde ji hemû balinde yên din girtir e. Hêka wê bi qasî du kîlogram e. Ji ber ku hêka hêştirme ji xaneyek pêk tê xaneya wê jî girantirîn û mezintirîn xaneyên gerdûnê ye. Her çiqas, xaneyên ajalan, xaneyên riwekan û xaneya bakteriyan ne dişibin hevdu û ji hev cuda bixuye ji, hemû xaneyan xwediyê hinek binyadên hevbeş in.

  • Hemû xaneyan bi parzûnek dorpêçkiriye.
  • Di hundirê her xaneyek de sîtoplazma heye.
  • Endamok a binavê rîbozom di hemû xaneyan de heye.
  • Di nav sîtoplazmayê an ji di hundirê dendikê hemû xaneyan de Asîdên nukleî, ADN (Asîda deoksîrîbonukleî) û ARN (Asîda rîbonukleî) hene

Cureyên xaneyan

Li gor hebûn an jî tunebûna dendikê, du birr (cure) xane heye.

  1. Xaneya prokaryotî(Xaneya navik destpêkî)
  2. Xaneya eukaryotî(Xaneya navik dirustî)
Xaneya Prokaryotî

Xaneya prokaryotî (xaneya navik destpêkî)

Hemû bakterî û arkebakteriyan xwediyê xaneya prokaryotî ne. Di zimanê Greek de wateya pro, pêşî, wateya karyon ji dendik e. Xaneya bê dendik wek prokaryotî tê bi nav kirin. Zîndewerên bi xaneya prokaryotî, yekxaneyî ne. Ango tu zîndewerên firexaneyî, prokaryotî nîn in. Di xaneyên prokaryotî da xeynî rîbozom tu endamok tune ye. Reaksiyonên biyokîmyayî di nav sîtoplazmayê de çê dibin. Ji ber ku xaneyên prokaryotî bê dendik in, asîdên nukleî, ADN û ARN li nav sîtoplazmayê de cih digirin. Xaneyên prokaryotî ji ên eukaryotiyan piçûktir in.

Xaneya Eukaryotî

Xaneya eukaryotî (xaneya navik dirustî)

Zîndeweren ji cîhana protîstan, cîhana fungusan, cîhana riwekan û cîhana ajalan, hemû eukaryotî ne. Di xaneyên eukaryotî de dendik heye û endamok bi parzûn dorpêç kirî di nav sîtoplazmayê de cih digrin. Hemû ajal û riwek firexaneyî (multicellular) ne û xaneyên wan xaneyên eukaryotî ne. Hin endamên cîhana protîstan yekxaneyî ne. Wek mînak amîb, euglena û paramesyûm. Lê hinek endamên protîstan firexaneyî ne. Wekî mînak kevzên avê û koloniya volvoxê.

Hinek cureyên fungusan yekxaneyî ne, lê piraniya wan firexaneyî ne. Fungusê kufik, fungusê meya, fungusê jengê yekxaneyî ne. Karok (qarçik) ên bi kumik firexaneyî ne.

Xaneya eukaryotî ji derve ber bi hundir, ji sê beşan pêk tê

Çavkanî

Girêdanên derve

Ji boy wêneya Xaneya eukaryotî lînkê bitikîne