Ecîn: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Addbot (gotûbêj | beşdarî)
B Bot: 5 girêdanên înterwîkiyê ên ku niha li ser Wikidatayê ne, jê bibe
EmrahÖ (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1: Rêz 1:
[[Wêne:I kofte ile sahur.jpg|thumb|right|305px|Ecîn, kutilka Rihayê, çîk]]
[[Wêne:I kofte ile sahur.jpg|thumb|right|305px|Ecîn, kutilka Rihayê, çîk]]


'''Ecîn''', '''çîk''', '''kutilka Rihayê''', '''kufteya çîkê''', cure xwarineke ji koma xwarinên [[riz]] û [[savar]]ê ye. Bi bandora tirkî, niha kurd jî êdî jê re ''çîg kofte'' (''çîkufte'') dibêjin.
'''Ecîn''', '''çîk''', '''kutilka Rihayê''', '''kufteya çîkê''', '''çîgê goşt''', cure xwarineke ji koma xwarinên [[riz]] û [[savar]]ê ye. Bi bandora tirkî, niha kurd jî êdî jê re ''çîg kofte'' (''çîkufte'') dibêjin.


== Xwarineke suryaniyan e? ==
== Xwarineke suryaniyan e? ==

Guhartoya 13:44, 13 sibat 2019

Ecîn, kutilka Rihayê, çîk

Ecîn, çîk, kutilka Rihayê, kufteya çîkê, çîgê goşt, cure xwarineke ji koma xwarinên riz û savarê ye. Bi bandora tirkî, niha kurd jî êdî jê re çîg kofte (çîkufte) dibêjin.

Xwarineke suryaniyan e?

Li ser dîroka xwarinên kurdî, kêm lêkolîn hatine kirin. Pêjgeha kurd û gelên cîran tevlîhev bûne, bandor li hevûdu kirine. Bi texmînî ev ecîn, ji gelê cîran asûriyan (suryanî) belav bûye, xwarineke pêjgeha asûrî ye.

Berkelî

Berkelî ji bo xwarina heşt kesan hatiye hesabkirin.

  • 1 serî sîr
  • 2 serî pîvaz
  • 10 ta pîvaza heşîn
  • Nîvê lîmonek
  • 4 stegan (qedeha avê) savara kufteyê
  • Kevçiyek îsota reş
  • Nîv kg goştê bêrûn ê kutayî û hêrayî
  • 6 kevçî îsota hişkkirî
  • Pirnagek (demet, qevçe, baq) bexdenûs
  • Kevçiyek merge (ava firingiyan, ava bacanan)

Çêkirin

Bexdenûs û tayên pîvazê bo bikaranînê tên ristekirin, hûrkirin. Teşt tê danîn û îsota hişkkirî, xwê, îsota reş, merge, serîpîvaza tîkekirî, sîra kutayî û goştê dixinê. Bi hêza tiliyan baş tê strîn.

Paşê savar kulm bi kulm dikeve navê û bêî sekinandinê tê strîn. Av nakevê ku têkel bi ava xwe kewa xwe bigire lê hin kes avê jî didilopînînê. Heya savar wekî hevîrê nerm bû strandin didome.


Piştre têkela berê hatibû amadekirin a ji bexdenûs û pîvazê tevlî dibe û dîsa tê strîn. Kutîlk tên çêkirin û wan radixin ser destexaneyê. Dora destexaneyê şelên xiyarê, pirpar, kahû, pûjan û tevrik (tivir) û li ser daxwazê kûpikên biharbêhnê (biharat) tên danîn.

Pirranî bi dewê dixwin. Kutîlka Rihayê ne tenê li Rihayê navdar e, li Dîlok, herêma Tolhildanê û li Amedê jî pirr tê xwarin.