Tirkiye: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Kurteya guhartinê tine |
Kurteya guhartinê tine |
||
Rêz 12: | Rêz 12: | ||
| cîh_sernav = |
| cîh_sernav = |
||
| zimanên_fermî = [[Tirkî]] |
| zimanên_fermî = [[Tirkî]] |
||
| zimanên_tev = [[Zimanê abazayî|Abazayî]], [[Zimanê abxazî|abxazî]], [[Zimanê adigeyî|adigeyî]], [[Zimanê erebî|erebî]], [[Zimanê albanî|albanî]], [[Zimanê avarî|avarî]], [[Zimanê azerbaycanî|azerbaycanî]], [[Zimanê bosnî|bosnî]], [[Zimanê pomakî|pomakî]], [[Zimanê romanî|romanî]], [[Zimanê ermenî|ermanî]], [[Zimanê gurcî|gurcî]], [[hamşenî]], [[hertevînî]], [[kabardinî]], [[Zimanê qazaxî|qazaxî]], [[Zimanê qirgizî|qirgizî]], [[tatariya Qirimê]], [[Zimanê kurdî|kurdî]], [[spaniya Cihûyan]], [[Zimanê lazî|lazî]], [[Zimanê osetî|osetî]], [[Zimanê ûzbêkî|ûzbêkî]], [[Yewnaniya Pontosê|pontî/pontosî - yewnaniya Trabzonê]], [[Zimanê yewnanî|yewnanî]], [[suryanî]], [[Zimanê tirkmanî|tirkmanî]], [[Zimanê uygurî|uygurî]] {{Çavk}} |
| zimanên_tev = [[Zimanê abazayî|Abazayî]], [[Zimanê abxazî|abxazî]], [[Zimanê adigeyî|adigeyî]], [[Zimanê erebî|erebî]], [[Zimanê albanî|albanî]], [[Zimanê avarî|avarî]], [[Zimanê azerbaycanî|azerbaycanî]], [[Zimanê bosnî|bosnî]], [[Zimanê pomakî|pomakî]], [[Zimanê romanî|romanî]], [[Zimanê ermenî|ermanî]], [[Zimanê gurcî|gurcî]], [[hamşenî]], [[hertevînî]], [[Zimanên kabardinî|kabardinî]], [[Zimanê qazaxî|qazaxî]], [[Zimanê qirgizî|qirgizî]], [[tatariya Qirimê]], [[Zimanê kurdî|kurdî]], [[spaniya Cihûyan]], [[Zimanê lazî|lazî]], [[Zimanê osetî|osetî]], [[Zimanê ûzbêkî|ûzbêkî]], [[Yewnaniya Pontosê|pontî/pontosî - yewnaniya Trabzonê]], [[Zimanê yewnanî|yewnanî]], [[suryanî]], [[Zimanê tirkmanî|tirkmanî]], [[Zimanê uygurî|uygurî]] {{Çavk}} |
||
| paytext = [[Enqere]] |
| paytext = [[Enqere]] |
||
| koordînat_paytext = {{Koord|39|55|N|32|50|E|type:country}} |
| koordînat_paytext = {{Koord|39|55|N|32|50|E|type:country}} |
Guhartoya 14:15, 13 sibat 2019
Türkiye | ||||||
Türkiye Cumhuriyeti | ||||||
Komara Tirkiyeyê yan jî Dûgela Romê | ||||||
| ||||||
Gotina netewî: Egemenlik, kayıtsız şartsız Milletindir[1] | ||||||
Sirûda netewî: İstiklal Marşı Sirûda Îstiqlalê | ||||||
Zimanên fermî | Tirkî
| |||||
Zimanên nefermî | Abazayî, abxazî, adigeyî, erebî, albanî, avarî, azerbaycanî, bosnî, pomakî, romanî, ermanî, gurcî, hamşenî, hertevînî, kabardinî, qazaxî, qirgizî, tatariya Qirimê, kurdî, spaniya Cihûyan, lazî, osetî, ûzbêkî, pontî/pontosî - yewnaniya Trabzonê, yewnanî, suryanî, tirkmanî, uygurî[çavkanî hewce ye] | |||||
Paytext | Enqere 39°55′Bk 32°50′Rh / 39.917°Bk 32.833°Rh | |||||
Bajarê mezin | Stembol | |||||
Sîstema siyasî | Komar | |||||
- Serekcumhûr | Recep Tayyip Erdoğan | |||||
Rûerd - Giştî - Av (%) |
783.562 km2 1.3 | |||||
Gelhe - Giştî (2016) - Berbelavî |
79.814.871[2] kes 102 kes/km2 | |||||
Serxwebûn | 29'ê kewçêrê 1923 | |||||
Dirav | Türk Lirası (Lîraya Tirkî) | |||||
Dem | UTC+2 | |||||
Nîşana înternetê | .tr | |||||
Koda telefonê | +90 | |||||
Tirkiye, Turkiya an jî Komara Tirkiyeyê (navê fermî bi tirkî: Türkiye Cumhuriyeti) an jî weke ku di nav kurdan tê binavkirin Dûgela Romê an jî Romistan, welatekî Ewropayî-Asyayî ye ku li nîvgizirta Anatoliyayê li başûrê rohavaya Asyayê heta nîvgizirta Balkanê li başûrê rojhilata Ewropayê dikeve ye.
Tixûbên Tirkiyeyê bi heşt welatan re hene: Bulgaristan li bakurê rojavayê, Yewnanistan li rojavayê, Gurcistan li bakurê rojhilatê, Ermenistan, Îran û Komara Azerbaycanê li rojhilatê, Iraq û Sûriye li başûrê rojhilat û başûrê wê dikevin. Ew bi Deryaya Navîn li başûrê, Deryaya Egeyê li rojavayê û Deryaya Reş li bakurê tê dorpêç kirin. Deryaya Marmara jî li navbera xakên Tirkiyeyê dikeve. Ev derya wekî sînorê parzemîna Ewropayê û Asyayê tê hesibandin û bi vî awayî Tirkiyê welatekê du-parzemînî ye.
Etîmolojî
Xanedaniya tirkan a ewil mavîna salên 552-744 li herêma Asyaya Navendî û Çînê bi navê xanedaniya Goktirkan (bi tirkî: Göktürk Kağanlığı) hatiye damezirandin. Navê "Türk" bi şeklê ku hiro tê bakaranîn cara yekem li ser nivîskek a di heyna Göktürkan de derbas dibe. Çîniyan di wê serdemê de navê tirkan wek Tūjué bikartînin. Dîrokvan İlber Ortaylı (bixwîne: Îlber Ortayli) li nivêsarekî xwe de diyar dike ku tucar û dîplomatên Cenevîzî û Venedîkî di sedsala 12'emîn de Tirkiye wek Turchia û Turkmenia şayesandine. Ji bilî vê navê Tirkiye cara pêşîn di sala 1190'î de di çavkaniyek nivêskî de, di weqayînameya Seferên Xaçperestan derbas dibe.[çavkanî hewce ye] Abdulhaluk Çay diyar dike ku şayesandinê Turchia kevntir e û tebîrê Turchia cara pêşîn di sedsala 6'emîn de di çavkaniyên Bîzansê de tê rast lê hatin û dibêje "Va tebîra di sedsalên 9'emîn û 10'emîn de seî qada ku di mavîna çemê Volgayê heta Ewrûpaya Navendî de dimîne hatiye bikaranîn."[çavkanî hewce ye] Hew diyar dike ku va bikaranîna di herêma Qefqazyayê seî Kaẍantiya Hazar wek Tirkiyeya Rohhelat, seî dûgela macar bi aliyê Xanedaniya Arpadê hatiye damezirandin jî bi şeklê Tirkiyeya Rohava bûye û heman tebîr ji sedsala 12'emîn pê ve seî Anadolyayê hatiye bikaranîn. Di tarîxê de di sedsalên 13'emîn û 14'emîn de Memlûkên Misrê jî navê Tirkiye bikaranîne: "ed-devlet üt Türkiya" (1250-1387)[çavkanî hewce ye] Di Dewleta Osmanî de heta sedsala 19'emîn de navê Tirkiye nedihat bikaranîn; Navên Devlet-i Âliyye (bixwîne: Dewlet-î Alîyye), Devlet-i Osmaniye (bixwîne: Dewlet-î Osmanîye), Memalik-i Şahane (bixwîne: Memalîk-î Şahane), Diyar-ı Rum (bixwîne: Dîyar-i Rum) hatin bikaranîn. Feqet tê zanîn ku li derveyî welêt car caran li şûna Împeratoriya Osmanî navê Tirkiye hatiye bakaranîn. Xerîteyên ku di wê heynê de bi zimanên biyanî hatine çêkirin vî rewşê diyar dikin. Paşînga nav Jön Türkan şûna Osmaniye (bixwîne: Osmanîye) navên mîna Türkistan (bixwîne: Tûrkîstan), Türkeli (bixwîne: Tûrkelî), Türkili (bixwîne: Tûrkîlî) hatine pêşniyaz kirin lê ji ber ku di Asyaya Nevendî de herêmekê bi navê Türkistan heye ew yek nehatiye pejirandin. Di makezagonê de (1921) navê "Türkiye" hatiye nivêsandin û bi îlankirina cumhûriyetê di sala 1923'î de navê dewletê wek Türkiye Cumhuriyeti (bi kurdî: Komara Tirkiyeyê) misoger bû.
Dîrok
Tirkiye li ser mîrata Împeratoriya Osmanî hatiye avakirin. Mustafa Kemal Atatürk ê ku leşkerekî Osmanî bû, piştî ku ji alî padîşahê Osmanî ve hate peywirkirin derkete gera Anatoliya û êlên kurdan anî ser hev, bi wan re peyman li dar xist.
Komara Tirkiyeyê di 1923'an de hatiye avakirin û serekcimhûrka wê yê yekem jî Mustafa Kemal Atatürk e.
Tirkiyeyê 70 salan qedexe kir û di makezagona xwe de destûr neda tu zimanên li ser Anatoliya û Mezopotamyayê.
Olên Tirkiyeyê
Derbarê ayîna gelê Tirkiyeyê de 96,1% misilmanên (80% suni û 20% elewî) ne; 0,6% jî xiristiyan û 3,2% ateîst û agnostîk in. [3]
Gelên Tirkiyeyê
Li Tirkiyeyê 70% Tirk, 20% Kurd, 2% Çerkez, 2% Bosnî[4] , 1,5% Ereb, 1% Alban, 0,5% Laz, 0,1% Gurcî û gelek gelên din wek Ermenî/Hemşînî, Bulgar/Pomak, Suryanî, Çaçan, Yewnan/Pontî, Tirkên Cihû û Roman
Cografya
Bajarên Komara Tirkiyeyê
dirbesie seryi
Galerî
-
Meydana Kizilayê, li Enqerê
-
Meydana Taksîmê, li Stembolê
-
Perava Îzmîrê
-
Alanya
-
Pamukkale
-
Sûlava Manavgatê
-
Mizgefta Selimiye, li Edîrnê
-
Derwêşên zivîrok, li Qonyayê
-
Bodrum
-
Muzeya Ayasofyayê