Hekarî (parêzgeh): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Rêz 12: Rêz 12:
| Serbajar = [[Colemêrg]]
| Serbajar = [[Colemêrg]]
| Walî =
| Walî =
| Gelhe = 258.590 <!--- GELHE û ERDNÎGAR ------->
| Gelhe = 286.470 <!--- GELHE û ERDNÎGAR ------->
| Gelhe_sal = [[2008]]
| Gelhe_sal = [[2018]]
| Gelhê_bajaran =
| Gelhê_bajaran =
| Gelhê_gundan =
| Gelhê_gundan =

Guhartoya 15:07, 21 nîsan 2019

Parêzgeha Hekarîyê
Hakkari
Koda parêzgehê: 30
Nexşeya navçeyan
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Serbajar Colemêrg
Demografî û erdnîgarî
Gelhe (2018) 286.470 kes
Rûerd 7.121 km2
Berbelavî 36,3 kes/km2
Binebeş
Hejmara navçeyan 4 navçe
Hejmara bajarokan 8 bajarok
Hejmara gundan 130 gund
Agahiyên din
Dem UTC+2
Koda telefonê (+90) 438

Hekarî (bi tirkî: Hakkari) navê parêzgeheke bakurê Kurdistanê ye. Navendê vê parêzgehê bajarê Colemêrgê ye.

Dîrok

Herêma Hekarî bi mîrektiya meşhûr bûye û di dîrokê de gelek şaristan dîtîne. Berî ku Osmanî bikevin nav herêma Hekarî, Hekarî di bin destê mîran da bû û carna selcukiyan, aqqoyunliyan û sefewiyan hikûm li ser mîrên Hekarî dikirin. Herêma Hekarî bi dûçûna Martin Van Bruinessen, Wana niha û Bakurê Îraqê dihundirîne[1]. Mîrên Hekarî xwe wek neviyên Ebbasiyan didene nasîn û niha jî li Colemêrgê bermayiyên wan mayîn e.

Dema Tîmûrleng êrîş dibe ser herêma Hekaryan, Mîr Êzdîn Şêr berxwedaneke mezin nîşan dide. Lê ji ber bêexlaqiya şerê mongolan dijî kesên sivîl, Mîr Êzdîn Şer serê xwe li dijî Tîmurlenk ditewîne. Lê piştî Tîmurlenk destilatê teslîmî Êzdîn Şêr dike, vedigere. Paşî Aqqoyunî êrîşê dibin ser mîrektiya Hekaryanê. Aqqoyunliyan bi alikariya eşîreteke bi navê Dombilî ku ji eslê ji Cizîrê ne û Kurd in, Mîrê Hekaryanê kuşt û herêm teslîmî Dombiliyan kir. Herêma rojhilatê Hekaryanê dane begên Mehmudiyan. Serokê Mehmudiyan Şêx Mehmûd bû û ji eşîrên kurdan pêk dihat ev herêm.

Asaduddîn ku ji binemala mîrên Hekaryanê bû û li Misirê ji bo Memlûkan dixebitî. Asaduddîn bi rêya Asûriyên bazirgan ku di navbera her du herêman de ticaretê dikin, hate Hekaryanê û bi alikariya Asuriyan herêma Hekaryan ji Dombiliyan paqij kir. Dombilî paşî direvin û diçin bi desthilata Sefewiyan li devera Xoyê dijîn[2]..

Piştî Asaduddîn, kurê wî Zahid Beg bû desthilatê nû li herêmê. Wî jî dixebit ku herêma mayî ku di destê Mehmudiyan bistîne û bixe nav axa Hekaryanê de. Piştî Zahid Beg mirî axa herêma Hekaryanê bû du parçe. Yek parçe ji Westanê pêkdihat ya din jî ji Colemêrgê pêkdihat. Rêvebirina van her du deveran de destê her du kurên Zahid Beg; Sayd Mihemed û Melîk Beg de bû. Kurê Melîk Beg, Zeynel Beg li dijî bavê xwe serî hilda û serkeft. Lê bavê wî Melîk Beg ji Colemêrgê reviya û çû Westanê li cem brayê xwe Sayd Mihemed. Sayd Mihemed piştî vê bûyerê bi alikariya eşîra Pinyanişîyan êrîş dibe ser Zeynel Beg û ji Colemêrgê derdixîne.

Ev mîrektî wî wextî li ser kaxezê her çend girêdayî Osmaniyan bin jî, wek dewleteke serbixwe tevdigeryan. Jixwe li gel Sefewiyan hevdîtin dikirin. Jixwe Waliyê Wanê Îskender Paşa yê Osmaniyan ji vê rewşê gelek nerazî bû. Ji ber vê nerazîbûnê Îskender Paşa ji Mehmudiyan alikariyê dixwaze û Sayd Mihemed digirin û îdam dikin[3]. Piştî îdamkirina Sayd Mihemed, brazayê wî Zeynel Beg anîn Hekaryan û bû mîrê nû.

Gelhe

Sal 1965 1970 1975 1980 1985 1990 2000 2007 2008 2009 2010 2011 2012 2013 2014 2015
Hejmara bajêr 14.132 20.794 30.332 44.118 55.563 71.099 139.455 136.124 143.225 141.632 136.050 153.860 156.109 149.217 150.779 152.790
Hejmaragundan 69.805 81.518 95.704 111.345 127.082 101.380 97.126 110.345 115.365 115.129 115.252 118.305 123.873 123.824 125.508 125.985
Kom 83.937 102.312 126.036 155.46 182.645 172.479 236.581 246.469 258.590 256.761 251.302 272.165 279.982 273.041 276.287 278.775
Çavkanî: TÜİK

Eşîrên Herêmê

Erdnigarî

Navçe

Çavkanî

  1. ^ Ağa,Şeyh,Devlet-Martin Van Bruinessen, r:221
  2. ^ Ağa,Şeyh,Devlet-Martin Van Bruinessen, r:224
  3. ^ Ağa,Şeyh,Devlet-Martin Van Bruinessen, r:221

Bîblîografî

  • Harita Umum Müdürlügü 1:800,000 (1934).
  • "Köylerimizin adlari" (1928).
  • Vital Cuinet (1891/2001). "La Turquie d'Asie".
  • Xefur, Ebdulla (Abdulla Ghafor) (2000/2001). Kurdistan - Dabeşî Kargêrî Terrîtorî 1927-1997.
  • Xefur, Ebdulla (Abdulla Ghafor) (2001). Kurdistan - Rûpêw û jimarey danîştuwan.