Müslüm Aslan: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Kurteya guhartinê tine |
Kurteya guhartinê tine |
||
Rêz 78: | Rêz 78: | ||
[[Kategorî:Mêr]] |
[[Kategorî:Mêr]] |
||
[[Kategorî:Jidayîkbûn 1974]] |
[[Kategorî:Jidayîkbûn 1974]] |
||
[[Kategorî:Kürt yazarlar]] |
Guhartoya 09:32, 6 gulan 2019
Müslüm Aslan | |
---|---|
Pîşe | Nivîskar Helbestvan |
biguhêre |
Müslüm Aslan helbestvanekî Kurd e lê sê pirtûkên xwe bi zimanê tirkî nîvisandine. Ew di sala 1974'an de li Nisébîné kû navçe ya Mêrdînê ye hatiye dinyayê. Dibistana xwe ya seretayî û ya navîn li Nisêbîne dixwîne û di salên 1990 î de jî li Nisêbînê diçe lîseyê.Di wan salan de li heremê tevgera siyasî xurtir dibe. Gelek kes tên girtin, kuştin û gelek kes jî tevlî refên şoreşgeriyê dibin. Tu bikî nekî ev rewş bandorekê li Müslüm Aslan dike.
Di sala 1991ê de hate girtin ji ber siyasetê, 10 sala di girtîgeha Amedê de ma.[1] Endamê PENa Kurd û Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê ye.
Di despêkirina nivîsandinê ya Müslüm Aslan de tesîra bapîrê wî gelekî heye. Hezkirina bapîrê wî ya li hember Cegerxwîn û ji dil û can xwendina helbestên Cegerxwîn dike ku Müslüm Aslan berê xwe bide nivîsandinê. Di girtîgehê de jî bêtir helbestan dinivîsîne. Û helbestên wî yên yekem di kovara Hawarê de ya ku di dema Mazlum Doğan û Ferhat Kurtay de di girtîgehê de dest bi weşanê kiribû, ji aliyê girtiya weşana wé berdewam dikirin de diweşe.
Di sala 2001ê ji girtîgehê derdikeve. Di 2002an de di Kovara Ütopyayê de berpirsiyariya wêşanê kiriye.
Di sala [[2004]an li Nisébîn bi navé Roza Kültür ve Sanatevi[2] mala çandé vekirin. Du Kovar derxistin. Dem Dergisi, û Nûbîn.[3] Mixabin ev xebat ji ber şert û mercan temen kin bu.
Helbest, nivîs û ceribînên wî di kovarên weke Güney Dergisi, Ütopya, Yaratı, Hayal Dergisi, Tîgrîs, Kovara W, Tîroj û gelek kovar û rojnameyên dîtir de hatiye weşandin.
Arjen Arî di pirtûka xwe ya ku bi navê Bakûrê Helbestê / Antolojiya Helbesta Bakûr[4] de di weke gellek helbestvanan cîh daye Müslüm Aslan jî. Nivîskar,helbestvan Müslüm Aslan, li ser muzîka kurdî jî xebat kiriye, serêşandiye.[5]
Helbesté wî yén ji bo strana hatine nivisandin ji aliyé Diljen Ronî û Raperîn muzîk ji wan re hatine çékirin,gotin.
Berhem
- Ayna (2013), Weşanên J&J Stembol, ISBN 97500006-3-3;
- Ru (2008) û (2011), Weşanên BK, Îzmîr;
- Nehirler Zindanlara dökülür (2013), Weşanên Esmer.
Girédanén Derve
- Kitap İmza - Müslüm ASLAN
- Muzik:Raperin Helbest:(Diwestim) - Müslüm ASLAN
- Muzik:Raperin Helbest:(Dema Barané) - Müslüm ASLAN
- Muzik:Raperin Helbest:(Wé Şevé) - Müslüm ASLAN
- Muzik:Raperin Helbest:(Payîz) - Müslüm ASLAN
- Muzik:Raperin Helbest:(Dilé Avé) - Müslüm ASLAN
- Muzik:Raperin Helbest:(Tiştekî béje) - Müslüm ASLAN
- Muzik:Raperin Helbest:(Neqed) - Müslüm ASLAN
- Muzik:Raperin Helbest:(Sitrana Ba) - Müslüm ASLAN
- Muzik:Raperin Helbest:(Nepirse) - Müslüm ASLAN
- Muzik:Raperin Helbest:(Şikestim) - Müslüm ASLAN
- Muzik:Raperin Helbest:(Kobané) - Müslüm ASLAN
- Muzik:Müslüm Aslan-Diljen Roni Helbest:(Tu Di çû) - Müslüm ASLAN
- Muzik:Müslüm Aslan-Diljen Roni Helbest:(Zivistan) - Müslüm ASLAN
- Helbest:(Li Te Difikirim) - Müslüm ASLAN
- Helbest:(Xatirén Çiya) - Müslüm ASLAN
- Helbest:(Te min Fém Nekir) - Müslüm ASLAN
- Helbest:(Nizanim) - Müslüm ASLAN
- Şirove: Hasan Tercan Helbest:(Mérxaso) - Müslüm ASLAN
- Muzik: Diljen Roni Helbest:(Xeydok) - Müslüm ASLAN
- Muzik: Diljen Roni Helbest:(Evina Winda) - Müslüm ASLAN
- Muzik: Diljen Roni Helbest:(Derya) - Müslüm ASLAN