Qereyazî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
WîkîBot (gotûbêj | beşdarî)
B →‎Mijarên têkildar: Bot: Binêre jî → Mijarên têkildar
B Sererastkirina peyva başûr
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 34: Rêz 34:


== Erdnîgarî ==
== Erdnîgarî ==
Navçeyek li [[Başur]] - [[Rojhelat]]ê Erzîromê ye. Qereyazî gelekî bilind e û deşt û zozan li Qereyaziyê kem in. [[Çiya Gewrk]] (2.900 m) li başûrê Qereyaziyê e.
Navçeyek li [[Başûr]] - [[Rojhelat]]ê Erzîromê ye. Qereyazî gelekî bilind e û deşt û zozan li Qereyaziyê kem in. [[Çiya Gewrk]] (2.900 m) li başûrê Qereyaziyê e.


== Dîrok ==
== Dîrok ==

Guhartoya 07:07, 5 hezîran 2019

Navçeya Qereyaziyê
Karayazı
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Erzîrom (parêzgeh)
Serbajar Qereyazî
Qeymeqam Ahmet Gencer

Hejmara nahiyan 3 nahiye
Hejmara bajarokan 1 bajarok
Hejmara gundan 70 gund

Gelhe (2011) 32.664[1] kes
Rûerd 2.372 km2
Berbelavî 14,2 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2011) 4.784 kes
Koordînat 39°42′5″Bk 42°8′35″Rh / 39.70139°Bk 42.14306°Rh / 39.70139; 42.14306
Bilindayî 2.280 m
Koda postayê 25830
Koda telefonê (+90) 442
Qereyazî li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Qereyazî
Qereyazî
Qereyazî (Tirkiye)

Bêraqdar an Qereyazî an jî Qeza (bi tirkî: Karayazı) navçeyêke Erziromê ye. Xelkê herêmî Qeza dibêje.

Erdnîgarî

Navçeyek li Başûr - Rojhelatê Erzîromê ye. Qereyazî gelekî bilind e û deşt û zozan li Qereyaziyê kem in. Çiya Gewrk (2.900 m) li başûrê Qereyaziyê e.

Dîrok

Qereyazî li welate Serhedê herêmeke dirokî ye. Darazê Urartu, Med, Pers, Bîzans, Ermenî, Ereb, Selçûqî, Osmanî û Rusa li ser derbaz bûye. Li nêzikî gundê Beyro mixareya Cunî nişan dide ku Tirkên Oxiz (Oğuz) demeki kin lê mane. Li dema Osmanîliye da nave Qereyazî bi serhildanan hatiye bîhîstin. Li ser şerê gundê Hespreş (bi tirkî: Üzengili) klamên dengbêja hene.

Li herême eşirên Zirkan, Cemaldînî, Banoki Dimilî, Berazî (Êzîdî) û Sipkan (Êzîdî) pir in. Eşîrên Qereyaziyê demekî li ser navê Zirkî/Zirkan Konfedere bûne. Piranîya wan cejna dikin ku eslê xwe Zirkî ne. Axaye Zirikan Keremê Qolaxasî ji herêma Goksiyê, dema koçrevîye Ermeniyan de bi hengên Hamidiyên be parastina herême kirîye û paşe bi axayên hesenan be, di serhildana hesenan de hatîye şehîdkirin. Navê Qereyaziyê yek ji bi nave Rêbiraya te zanin. Demeki je re gotine Rêbira Bajer . Serhildana Elîcan jî li herêma Qereyaziyê û Dûtaxê tekîyaye. Li herême gelekî mezel û vexuyên Ermenîyanen din hene. Tê zanîn ku li herême pêşiya sed salan gelekî Ermenî jî dijîyan. Piştî koçberkirina Ermeniyan zehf eşîrên Kurdan, ên ji Çewlîgê û Qersê hatine Qereyaziyê û di şûna Ermeniyan de bi cîh û war bûne.

Demografî

Serjimarê navçeyê niha nêzî 34.000 e, ji wan qasî 5 .000 kes li bajerê Qereyaziyê dijî. Gelê herême hemû Kurd in û bi Zaravayê Kurmancî qise dikin.

Kurdên herême hemû Misilmanê Sunnî ne, têne di gundê Gazbêlê de 5-6 malbatên Kurdên Elewî ango Zerdeştîtî hene.

Aborî

Gelê herême bi zêdeyî Cotkarin, belê xwedîkirina pez û devar jî xwedî cîhekî girînge li herême. Berkêşana hingiv li Qereyaziyê heye. Hingivê Qereyaziyê li Kurdistan û Tirkiyeyê bi nav û deng e.

Çand û huner

Ji Qereyaziyê gelek dengbêj derketine. Evdalê Zeynikê, Bedrane Reso, Şakiro, Mihemedê Canşa ji wana çend havin. Evdalê Zeynikê ji gunde Qanciyan (bi tirkî: Selenli) bû.

Mijarên têkildar

Girêdanên derve

Çavkanî