Huseynê Mukriyanî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 26: Rêz 26:
Jiyana wî ya rewşenbîrî û rojnamevanî di sala 1917’an da di gel [[Mihemed Mihrî]], bi belavkirina [[Kurdistan (rojname)|Rojnameya Kurdistan]]ê dest pê kir. Wî nêzîkî salekî ev rojname li [[Stenbol]]ê belav kir.
Jiyana wî ya rewşenbîrî û rojnamevanî di sala 1917’an da di gel [[Mihemed Mihrî]], bi belavkirina [[Kurdistan (rojname)|Rojnameya Kurdistan]]ê dest pê kir. Wî nêzîkî salekî ev rojname li [[Stenbol]]ê belav kir.


Wî berhemên edebî û dîrokî nivîsî û bi xwe çap kir. Wî di navbera salên 1925 heta 1947'an da, 18 [[pirtûk]]ên çap kirin ku piraniya wan li ser dîroka kurd û Kurdistanê bûn û xwedanê zanyariyên bi nirx in.
Wî berhemên [[Wêje|wêjeyî]] û dîrokî nivîsî û bi xwe çap kir. Wî di navbera salên 1925 heta 1947'an da, 18 [[pirtûk]]ên çap kirin ku piraniya wan li ser dîroka kurd û Kurdistanê bûn û xwedanê zanyariyên bi nirx in.


Ew di nav kurdan de yekemîn kes e ku, [[çapxane]] ji bo [[ziman]], [[dîrok]] û [[Wêjeya kurdî]] damêzrand. Wî di sala 1915'an da li [[bajar]]ê [[Heleb]]ê çapxanek damezrand. Li wê derê piştevanî da [[Serhildana Şêx Seîdê Pîranê]]. Di encamê da desthelatdarên wê çaxê, li Helebê ew aciz kirin. Damaw Husênê Mukriyanî ser van bûyeran, di sala 1925'an da çapxana xwe bir [[Kurdistana Başûr]] û li bajêrê [[Rewandiz]]ê damêzrand
Ew di nav kurdan de yekemîn kes e ku, [[çapxane]] ji bo [[ziman]], [[dîrok]] û [[Wêjeya kurdî]] damêzrand. Wî di sala 1915'an da li [[bajar]]ê [[Heleb]]ê çapxanek damezrand. Li wê derê piştevanî da [[Serhildana Şêx Seîdê Pîranê]]. Di encamê da desthelatdarên wê çaxê, li Helebê ew aciz kirin. Damaw Husênê Mukriyanî ser van bûyeran, di sala 1925'an da çapxana xwe bir [[Kurdistana Başûr]] û li bajêrê [[Rewandiz]]ê damêzrand

Guhartoya 15:04, 21 hezîran 2019

Husênê Mukriyanî
Husênê Mukriyanî
PîşeDîrokzan
biguhêreBelge

Damaw Husênê Mukriyanî yan Husên Hûznî Mukriyanî yan jî Damawî Mukriyanî (12’ê îlona 1883'an, li gundê boxdekendî bokanê - 20’ê îlona 1948'an, li Bexdadê) dîrokzan û rojnamevanekî kurd e. Navê temam yê Damaw Husênê Mukrîyanî, Seyîd Husênê kurê Seyîd Ebdulletîf kurê Şêx Îsmaîl e. Di 12 saliya xwe da çû Merax, Tewrêz û Yerewanê. Pişt ra, 12 sala bi kincên afxanî, ji bo komkirin û tomarkirina dîroka kurd, li hemû Kurdistan û welatên derva (Misir, Libnan, Hîcaz, Fransa, hwd) geriya.

Jiyana wî ya rewşenbîrî û rojnamevanî di sala 1917’an da di gel Mihemed Mihrî, bi belavkirina Rojnameya Kurdistanê dest pê kir. Wî nêzîkî salekî ev rojname li Stenbolê belav kir.

Wî berhemên wêjeyî û dîrokî nivîsî û bi xwe çap kir. Wî di navbera salên 1925 heta 1947'an da, 18 pirtûkên çap kirin ku piraniya wan li ser dîroka kurd û Kurdistanê bûn û xwedanê zanyariyên bi nirx in.

Ew di nav kurdan de yekemîn kes e ku, çapxane ji bo ziman, dîrok û Wêjeya kurdî damêzrand. Wî di sala 1915'an da li bajarê Helebê çapxanek damezrand. Li wê derê piştevanî da Serhildana Şêx Seîdê Pîranê. Di encamê da desthelatdarên wê çaxê, li Helebê ew aciz kirin. Damaw Husênê Mukriyanî ser van bûyeran, di sala 1925'an da çapxana xwe bir Kurdistana Başûr û li bajêrê Rewandizê damêzrand

Di 25’ê Gulana 1926'an da li Rewandizê yekemîn hejmara kovara "Zarî Kurmancî" derxist. Di navbera salên 1926 û 1932’an da kovara Zarî Kurmancî çap kir. Ji vê kovarê 24 hejmar belav kir.

Di sala 1934’an da li Silêmaniyê di gel Pîremêrd, Rojnameya Jiyan belav kir.

Di sala 1935-1936’an da li Hewlêrê di gel parêzer Şît Mistefa, Kovara Ronakî belav kir

Di navbera salên 1942-1946’an da rolê serekî di nivîskariya kovara Dengî Gêtî Tazeda girt.

Di roja 20’ê îlona 1948’an da li bajarê Bexdadê jiyana xwe ji dest da. Termê wî li bajarê Hewlêrê di Goristana Îmam Mihemed da hat veşartin.

Berhem

  • Gevherê Yekane Heleb 1914
  • Mêrgeya Dilan Heleb 1920
  • Xunçeyî Biharistan Heleb 1925
  • Pêşkevtin Revandiz 1927
  • Avirekî Paşev Revandiz
  • Mêjûyî hukimdaranî Baban Revandiz 1931
  • Navdaranî kurd Revandiz 1931
  • Mîranî Soran Revandiz 1935
  • Şahenşahanî kurdî Zend 1936
  • Kurd û Nadirşahî Hevşar 1936
  • Kurdistanî Mokriyan Revandiz 1938
  • Be kurtî hekayetî dîrokî rojnamekan da 1947

Dîsa jî kitêbê Mamosta Seyid Hosên Hoznî veko :

  • Eilamî Kurd
  • Tarîxî Baramî Çûbîn
  • Tarîxî Kurdistan III
  • Mêjûyî Koyê
  • Sablax (Mehabad) û Şêx Obeydollahê Nehriyê
  • Selaheddînê Eyûbî li mêjû da
  • Neteveyê kurd
  • Elmiretolakise li tarîx Şarezor û Meşahîroha
  • Mêjûyî Aşoriyekan
  • Caf û Dizlî li mêjû da
  • Simko û Seyid Tahayê Şemzînan
  • Mêjûyî Hewlêr
  • Mêjûyî Şarî Kerkûk
  • Mîranî kurd le Îraq da
  • Îmadiyê. Behdînan,Êzidî û Baban
  • Kurd û serfirazî
  • Kurdistan le şerekanî cengî cihanî yekom da

Çavkanî