Îslam: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1: Rêz 1:
{{Îslam3}}
{{Îslam}}
'''Îslam''', '''îslamiyet''' an jî '''misilmantî''' ({{bi-ar|إسلام|îslām}}) navê dîn û ayîneke [[yekxwedayî]] ya [[Îbrahîm]]î ye, ku pirtûka wê ya pîroz [[Quran]] e. Li gorî baweriya îslamê Quran gotina [[Xwedê]] ye û ji ber vê hindê nehatiye guherandin. Li gorî îslamê pirtûkên [[Încîl]], [[Tewrat]] û [[Zebûr]] jî ji hêla Xwedê ve hatine şandin, lê ew, bi destê mirovan hatine guherandin<ref>http://www.hakikat.com/dergi/88/bsyz8822.html</ref>. ''[[Sunet]]'' yanê kirin û gotinên [[Muhemmed]] jî di jiyana bawermendên [[misilman]] de rolek girîng dilîzin. Piraniya [[hadîs]]an di pirtûkên [[Sehîhî Muslîm|Muslîm]], [[Sunenî Tîrmîzî|Tîrmîzî]] û [[Sehîhî Buxarî]] de hatine komkirin.
'''Îslam''', '''îslamiyet''' an jî '''misilmantî''' ({{bi-ar|إسلام|îslām}}) navê dîn û ayîneke [[yekxwedayî]] ya [[Îbrahîm]]î ye, ku pirtûka wê ya pîroz [[Quran]] e. Li gorî baweriya îslamê Quran gotina [[Xwedê]] ye û ji ber vê hindê nehatiye guherandin. Li gorî îslamê pirtûkên [[Încîl]], [[Tewrat]] û [[Zebûr]] jî ji hêla Xwedê ve hatine şandin, lê ew, bi destê mirovan hatine guherandin<ref>http://www.hakikat.com/dergi/88/bsyz8822.html</ref>. ''[[Sunet]]'' yanê kirin û gotinên [[Muhemmed]] jî di jiyana bawermendên [[misilman]] de rolek girîng dilîzin. Piraniya [[hadîs]]an di pirtûkên [[Sehîhî Muslîm|Muslîm]], [[Sunenî Tîrmîzî|Tîrmîzî]] û [[Sehîhî Buxarî]] de hatine komkirin.



Guhartoya 11:07, 29 kanûna pêşîn 2019

Îslam, îslamiyet an jî misilmantî (bi erebî: إسلام‎, lat. îslām) navê dîn û ayîneke yekxwedayî ya Îbrahîmî ye, ku pirtûka wê ya pîroz Quran e. Li gorî baweriya îslamê Quran gotina Xwedê ye û ji ber vê hindê nehatiye guherandin. Li gorî îslamê pirtûkên Încîl, Tewrat û Zebûr jî ji hêla Xwedê ve hatine şandin, lê ew, bi destê mirovan hatine guherandin[1]. Sunet yanê kirin û gotinên Muhemmed jî di jiyana bawermendên misilman de rolek girîng dilîzin. Piraniya hadîsan di pirtûkên Muslîm, Tîrmîzî û Sehîhî Buxarî de hatine komkirin.

Hejmara bawermendên îslamê li cîhanê 1.62 milyar kes e.[2][3]

Wateya bêjeya Îslam

Rehê bêjeya Îslam xwediyê du wateyan e;

Destpêka îslamê

 Gotara bingehîn: Dîroka îslamê

Muhemmed Pêxember di sala 570'an de li bajarê Meke li Erebistana Siyûdî ya îro hatiye dinê. Di 40 saliya xwe ango di sala 610'an de Cebraîl ayetên yekem yên Quranê ji wî re anî. Ji wê rojê şûn de di navbera 23 salan de ji Pêxember Muhemmed re hemû Quran ayet bi ayet tê. Îslam dînê Xwedê ya dawî û neguhertî ye û ji ber vê yekê misilman xwe mîna warîsên Mesihî û Mûseviyan dibînin. Muhemmed Pêxemberê dawî yê cîhanê ye û bi vî avayî muhira hemû pêxemberên li berî xwe ye. Misilman hemû pêxemberên ku di Încîl û Tewrat ê de tên navdan wekî pêxemberên Xwedê nas dikin û hurmetê nîşanê wan didin.[5]

Bingehiyên dînê Îslamê

Pênc mercên Îslamê

Bêjeya şehadetê

 Gotara bingehîn: Şehadet
  • Ez şehadetî dikim ku ji bilî Xwedê qet xuda/Îlahekî din tune û Muhemmed resûlê Xwedê ye.
  • Erebîya wî : لا اله الا الله محمد رسول الله
Eşhed bi erebî

,

Dewletên Îslamî

Di gora Îslamê, gava ku mirovek bixwezî bibe Misliman, bese tenê vî şehadetê ji dil û can yanê bi niyetekî rast li ba du Misilmanan bibêje. Herweha va hevoka şehadetê di guhên zarokên, ku yên nu hatine dinê, û di guhên mirovên ku êdî dimirin de jî tê gotin. Bêjeya şehadetê di jiyana Mislimanan de cîhekî bilind digirî. Her Misliman roj bi roj di nimêj û banga nimêj de şehadetê tinîn. Lêbelê divê rind bê zanîn, meriv hema devkî vê gotinê bêje, wateya wê nizanibe û jiyana xwe li gor emir û fermanê Xwedayê Mezin rêvenebe nabe misliman. Belkî xwe dixapîne.

Di serî deberya her tiştî seba merivek bibe misliman gotî birêk û pêk wateya La îlahe Îlahe Îllallahê baş hîn be. Peyre bi dil û can vê gotinê bêje û pêwîstiyê wê pêk bîne. Seba em vê rin hîn bin emê neçar vê mijarê hinekî dirêj bikin.

Nimêjkirin

  • Nimêj ji bona Misilmanan ferd e.
Mizgeft cîhê ku misilman tê de nimêj dikin, Mizgefta Selimiyeyê

Misilman di rokî de pênc caran nimêja ferd dikin. Her nimêj demekî xwe heye û bangevan di wan deman de mirovan bangê nimêj dike: nimêja sibêh, nimêja nîvro, nimêja berê êvarê, nimêja êvarê û nimêja şevê. Li gori ve sise nimej bi şev u dido bi rone. Di berê nimêjê de bi avê destnimêj tê girtin. Lê gava ku av nebe an newe dîtin, mirov dikare bi ax û xaliyê jî destnimêj bigirî. Mirovên rêwî yan jî nexweş dikanin wekî rehetiyekek çend nimêjên xwe bi hevra yan jî dûra dû tengasiyê an bi kurtî bikin. Li roja îniyan, nimêja îniyê di mizgeftan de bi cemaetê tê kirin û xutbe tê xwendin. Di cejnên dînî de jî, wekî cejna Remezanê û Qurbanê, nimêja cejnê tê kirin û piştî nimêjê mirov cejnên hevûdin bimbarek u pîroz dikin. Her weha wek mînak çend nimêjên din jî hene: nimêja li ser miriyan, nimeja diyariya mizgefte, nimêja terawiha, nimeja piştî rojhelat, nimeja tezbîha, sineten ratibe nimêjên ferd, sunnete nimêja witir û nimêja sinneta destnimêj.[6]

Dayîna Zekatê

Zekat salê de carekî di hêla mirovên bawermend de ji bona belengazan, nexweşan, bêkesan û mirovên din yên hêwceyî tê dayin. Dayina zekatê girêdayiya dewlemendiya mirovan e.

Rojiya Remezanê

Li gora Îslamê rojî di meha Remezanê de tê girtin. Ji ber ku mehên erebî di gora hîvê tên hesaw kirin, dema meha Remezan ê her sal cuda ye. Di vî meha de mirov her roj ji berbangê hettanî roj çû ava yanê êvarê ne tiştekî dixun ne jî vedixun. Ji bona ku di rojanê birçî nebin, pirraniya mirovan şev re dibin paşîvê û zikê xwe têr dikin. Rojiya Remezan ê bi cejnekî mezin tê dawîkirin.

Çûyîna Hecê

Kabe li Îslamê ew lazime ku her misilman biçe mala Xwedê bo hecê

Di gora Îslam ê gerê her Misilman di jiyana xwe de carekî here hec. Hec bi ziyaret kirina Kabe yê li bajarê Meke yê li welatê Erebistana Siyûdî ê tê şindê. Lêbelê hec girêdayiya dewlemendî û tenduristi ya mirovan e. Ji bona mirovên belengaz û nexweş hec ne mecbûr e. Ji mirovên ku çûne hec hecî tê gotin. Di hec de bawermend li dor Kabê digerin, rojekî li ser tipikê Erafatê disekinin, di navbera herdû tipikên bi nav Sefa û Merwe baz didin, qurbanan dikin û wekî sembolekî Şeytan kevir dikin.

Her şeş şertên baweriyê

Di Quran a Pîroz de ji bona van şertan baweriyê re aha tê gotin: "Gellê bawermend! Hûn bi Xwedê û Pêxemberê wî re û bi vê pirtûka re, ku wî ji Pêxemberê xwe re şandiye û bi wî pirtûka re ku wî hina berê şandî bû, bawer bikin. Û kîjan mirov bi Xwedê re û bi feriştên wî re û bi pirtûkên wî re û bi Pêxemberên wî re û bi roja dawiyê bawerî neke, ew di wundabûnekî dûr de wunda buye." Sûre ya Nîsa 4/136

Û di hadîsa Muhemmed de jî aha tê gotin: "Bawerî ji van mercan pêk tê: Bi Xwedê û feriştên wî, bi pirtûk û Pêxemberên wî, bi roja dawî û qederê bawer bike."

  • Bawerî bi Xwedê re

Xwedê afirandêr, reb û xwediyê hemû tiştan e. Hemû tişt girêdayî Wî ne, lê Ew girêdayî tu tiştî nînê. Bawerî ji mezintiya Xwedê re. Tenê ji Wî re perestî tê kirin û tenê ji Wî alîkarî tê xwestin. Ji yêkbûna Xwedê re bawerî. Ji bilî Xwedê qet xuda/Îlahên din tunin. Ew ne hatiye dinê ne jî yekik aniye dinê.

Ferişte yek ji qûl/bendên Xwedê ne û ji nûrê hatine afirandin. Mirov wan nikarin bi çavan bibînin, lêbelê ew me dibînin. Vatiniya feriştan perestina û cîh anîna fermanên Xwedê ye. Wekî hemû dînên semîtîk di Îslamê de jî çar feriştên mezin hene: Cebraîl ji hêla Xwedê de wahiyê ji pêxemberan re tîne, Mîkaîl gerdûnê birêve dibe, Îsrafîl di roja heşir û meşirê pifê sûrê dike û feriştê mirinê bi nav Azraîl rihê mirovan digirî.

Xweda yê Dilovan li her demê ji pêxemberên xwe re pirtûk û rûpelên pîroz şandiye. Bi van pirtûk û rûpelan Xwedê ji mirovan re fermanên xwe agahdar kiriye. Pirtûk û rûpelên ku em dizanin vana ne:

a) Tewrat, ji Mûsa re hatiye şandin û pirtûka pîroz yê Zarokên Îsraîlê.

b) Încîl, ji Îsa re hatiye wahiy kirin û pirtûka pîroz yê îsewîyan.

c) Zebûr a Davût

d) Rûpelên Îbrahîm

e) û pirtûka pîroz yê herî dawî bi nav Qurana Pîroz e ku ji pêxemberê dawî Mihemed re hatiye şandin. Êdî li gora Îslam ê li hettanî roja qiyametê qet pêxember û pirtûk jî nayên şandin.

  • Bi hemû Pêxemberên wî re

Xwedê li her demê ji mirovan re pêxember şandine. Pêxember ê yekemîn Adem e û yê herî dawî Muhemmed Pêxember e. Di Îslam ê de pêxember jî tenê mirovin, lê hinek pêxember bi destûra Xwedê ji bona mirovan re mucize hene. Îsa Pêxember nexweş pak dikirin û mirî sax dikirin. Xwedê bi hezkirina xwe şiv/çoyê di destê Mûsa Pêxember kiriye mar û behra mirî kiriye du parçe. Li gora zanayên Misilmanan Xwedê hemû bi hevra 120 hezar pêxember şandine û pirraniya van pêxemberan di hêla gellê xwe de hatine kuştin.

  • Bi roja dawiyê (Roja Axretê) re

Roja Exerê roja dawî yê cîhanê ye. Di wî rojê Xwedê hemû mirovan ji gorê dîsa bi zindî derdixinî û wan li derekî kom dike. Ew Xwedê yê ku cara yêkemin mîrov ji tune bûne afirand, di cara duyemin de jî dikanî wan zindî bike. Roja Exerê Xwedê li ser buyeroja mirovan biryar dide û bihûşt (Cennet) û dojeh (Cehnime)tên eşqere kirin. Herweha pejirandina ji roja dawiyê re yêk ji şeş şertên baweriyê yên Îslam ê ye.

  • Bi [qederê] re

Bawerî ji zanayina bêdawî û hîkmeta Xwedê re. Gerdûn bi daxwaza Xwedê hatiye afirandin û ji ber vê yekê Xwedê hemû tiştên di gerdûnê de dizane û hemû tişt li ba Wî hatiye nivisîn. Bê daxwaz û ferman û afirandina Wî qet tiştek çê nabe û nayê holê.

Çend aliyên dînê îslamê

Mezheb di Îslamê

Sunî

Di dirokê de dînê îslam ê di çend aliyan va ji hev cihê buye. Di roja îro de 90% ji hemû misilmanan sunî ne. Lêbelê sunî bi xwe ji di hêla çend mezheban de belav bûne. Navê mezhebên sunî henefî, malikî, henbelî û şafî ne. Di nav vana de jî mezheba henefî ya herî mezin e. Pirraniya kurdan xwe wekî şafî dihesibinin, lê yên henefî jî hene. Wehabî bi xwe ji aliyekî henbeliyan re tê gotin, ji ber ku ewna mezheba henbelî hinekî cûda şîrove dikin.

Şiî

Şiî bi pirraniya piştvanên xwe di îslamê de yên duyem in. Mîna suniyan çend aliyên şiiyan jî hene: îmamî bi piranî li welatê Îran, Iraq, Bahreyn û Libnan ê dijin. Dûra îsmaîlî jî hene û li dewleta Hindistan, Pakistan, Afxanistan û Tacîkistanê dijin. Zaîdî jî yek ji komala şiiyan in û tenê li welatê Yemenê tên ditin.

Xaricî

Xaricî di roja îro de komala yê herî piçûk ê dînê îslam ê ne. Tenê aliyekî xariciyan bi nav îbadî hetanî roja îro hatiye. Xaricî tenê li başûrê Cezayêr ê, Omanê û Cerbayê hene.

Elewîtî

Navê baweriyeke dînî li Kurdistan, Anatoliya û Rojhilata Navîn e. Ji navê pismamê pêxemberê dînê îslamê Muhemmed ji Elî navê xwe digire.

Wateya dînê Îslamê

Gerdûna ku em tê de dijîn bi sazûmaniyekî hatiye çêkirin. Di navbera hemû tiştên, ku di vê gerdûnê de cîh digrin de, nizamek heye. Hemû tişt bi avayekî bêkêmasî şinda xwe di vî pilana mezin de digirin. Roj, heyv, stêrk û tiştên ku em dibînin yan jî hina nabinin ji vî destûra Xwedê re teslîm bûne.

B-ism-Illahî-r-Rehmanîr-Rehîm
"Me asîman û zemîn û tiştên ku di nav wan herduyan de ne bi dadvanî û ji bo demekî navdayî afirandiye" (Qurana Pîroz, Sûreya Ehqaf: 46/3)

Ji xêncî mirovan, hemû gerdûn ji destûra Xwedê re bi dil an jî bê dil îte'et dikin. Bê şik ev bêkêmasiya gerdûnê ji radestiyê pêk tê. Bi vî avayî Îslam ji mirovê yekemin Hz. Adem heta pêxemberê dawî Muhemmed navê hemû dînên xwedayî ye.

B-ism-Illahî-r-Rehmanîr-Rehîm
"Di roja îro de min ji we re, dînê we pêk aniye û min qenciyên xwe ji we re paşî anî û min ji bo we dînê bi navê Îslam hilbijartiye" (Quran a Pîroz, Sûreya Maîde: 5/3)

"Me ji her Pêxemberî berî te şandiye re herdem wiha wahiy kiriye: Qet xudayekî din ji pêştirê min tunin, êdî hûn ji min re perestî bikin." (Sûreya Enbiya: 21/25)

Lêbelê di piştî derketina rastiyê, teslîm bûn dîsa di destê mirovan de ye. Di dirokê de gellek komal ji bo înkariya xwe hatine tunekirin.

B-ism-Illahî-r-Rehmanîr-Rehîm
"Me qet welatek bê hişyardarekî tune nekiriye. Ew hatine hişyar kirin. Bi rastî em ne sîtemkar in." (Sûreya Şûera: 26:208-209)

Li gor dînê îslamê an mirov wekî ku Xwedê ji wan dixwaze radest dibin, bawer dikin an jî rik dikin, li dû hewesên xwe diçin û dijî Xwedê derkevin. Lê her çendî mirovahî teral û bedbîn be jî ev banga Yezdanî heya roja dawiyê wê berdewam bike. Wê hinek bawerbikin û hinek jî înkar bikin. Lewra Xwedê Teala jî azadiya bawerkirin û înkarkirinê daye eşrefê mexluqan.

Cejn û rojên girîng yên Îslamê

Gelheya bisilmanan ya li gorî Welatan

Kurd û îslamiyet

Hevnasbûna gelê kurd bi îslamê re digîhîje dema Muhemmed pêxember.
Zozan, Cabanê Kurdî û kurê wî Meymûn el-Kurdî di dema Muhemmed de bûne misilman ev hersê kurd sehabeyên Mihemed bûn.[7][8] Li gorî nivîskarê kurd Îbrahîm Sediyanî Zozan pêşiya hemiyan bûye misilman. Ango yekemîn misilmana kurdan Zozan e.[9]

Li gorî hin çavkaniyan ji Cizîrê jî kurd çûne Erebistana Siyûdî li wê derê bûne misilman.[10] Lê piraniya kurdan di dema Omer de di navbera salên 637-642an de bûne misilman.

Pendên kurdî li ser dînê îslamê


Zeynelabidin Zinar jî dibêje;

Çavkanî

  1. ^ http://www.hakikat.com/dergi/88/bsyz8822.html
  2. ^ [http://www.pewforum.org/The-Future-of-the-Global-Muslim-Population.aspx
  3. ^ The List: The World's Fastest-Growing Religions
  4. ^ http://www.tarihbilimi.gen.tr/makale/islamiyetin-kelime-ve-terim-anlamlari/
  5. ^ Salih Suruç, Allah'ın Elçisi Hz. Muhammed'in Hayatı, Timaş Yayınları 2012
  6. ^ Ömer Seyfeddin, İlk Namaz, Timas Yayinlari, 2011, ISBN 9799753628623
  7. ^ http://www.risaleajans.com/islam/kurtler-yuzlerce-alim-ve-komutan-yetistirdi
  8. ^ Alûsî, Ruhu'l Meanî
  9. ^ http://m.bismilhaber.com/kurt-sahabeler-6276h.htm
  10. ^ Adnan Demircan, Kürtler ( Tarih )
  11. ^ Mehfûzê Mele Silêman (1993). 4000 pendê kurdî. Qamişlo.
  12. ^ Mehfûzê Mele Silêman (1993). 4000 pendê kurdî}}. Qamişlo.

Girêdanên derve