Nexweşiya Koronayê 2019-2020: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
KurdoChali (gotûbêj | beşdarî)
Rûpela nû: "'''Nekovî-19''' an '''Covid-19''' nesaxîeka vîrûsî ye ko bi sedema hewdana bi vîrûsa SAR-CoV-2ê peyda dibe. Ev nesaxî sed..."
 
B HC: Zêdekirina Kategorî:Nexweşî
Rêz 11: Rêz 11:
== Xweparastin ==
== Xweparastin ==
Rêya herî baş ya xweparastinê xwedûrgiritna ji peşikên ava dev û difinê û koxika kesên tûşbûyî ye. Bi karînana [[demamk]] anko maskan dikare piçekê pêşîyê li ber belavbûna nesaxîyê bigire, nemaze heker kesên tûşbûyî wê bi kar biînin. Şuştina destan ya zûbizû û xwedûrgirtina ji cihên ko xelik zêde lê hene rêya herî baş e.
Rêya herî baş ya xweparastinê xwedûrgiritna ji peşikên ava dev û difinê û koxika kesên tûşbûyî ye. Bi karînana [[demamk]] anko maskan dikare piçekê pêşîyê li ber belavbûna nesaxîyê bigire, nemaze heker kesên tûşbûyî wê bi kar biînin. Şuştina destan ya zûbizû û xwedûrgirtina ji cihên ko xelik zêde lê hene rêya herî baş e.

[[Kategorî:Nexweşî]]

Guhartoya 12:14, 29 sibat 2020

Nekovî-19 an Covid-19 nesaxîeka vîrûsî ye ko bi sedema hewdana bi vîrûsa SAR-CoV-2ê peyda dibe. Ev nesaxî sedema peydabûna pejîkekê li sala 2019ê ye ko ji welatê Çînê dest pê bûye û heta niha li zêdetir ji 30 welatên Cihanê belav bûye. Ev vîrûs bi rengekê serekî koendama pişîyê tûş dike û li goreyê zanyarên heyî, dikare bi rêya peşikên ko ji koendama pişîyê ya kesên nesax derdikevin û li derdorê belav dibin kesên sax jî tûş bikin. Ji dema wergirtina vîrûsê heta peydabûna nîşanên nesaxîyê dikare 2 heta 14 roj derbaz bibin. Ev nesaxî ji bo cara pêşîn li Çînê hat dîtin, lê heta niha jî jêdera vîrûsê cihê gumanê ye. HIndek ji salixên destpêkê amaje dida ko ji çekçekûlan derbazî mirovan bûbû. Lê salixên paştir behsa coreyekê mûrîxweran dikir. Jêdera pêşîn her çi bûbe, niha êdî vîrûsa şîyana wê heye ko ji mirovekî derbazî yê dî bûbe û tirsa wê heye ko ji pejîkeka xwecihî bibe panpejîkeka cihanî. Gelek welatan ji tirsa veguhastina wê vîrûsê firrîna balafirên rêvîngan ji Çînê û ber bi Çînê rawestandine.

Sedema Nesaxîyê

Ev nesaxîya nekovî-19 (COVÎD-19) ji egerê vîrûsa SARS-CoV-2ê ko yek ji vîrûsên nêzîkî vîrûsa nesaxîya SARSê ye peyda dibe. Vîrûs ser bi destekeka vîrûsan in ko jê ra dibêjin Koronavîrûs. Ew vîrûs balindeyan û memikdaran tûş dikin.

Nîşan û Berjengên Nesaxîyê

Ev nesaxî bi rengekê serekî nesaxîyeka koendama pişyê ye û li destpêkê dikare xwe wekî nesaxîya persîvê nîşa bide. Lê di kesên berataf da, rewşa nesaxî dikare gelek zû ber bi xirabbûnê biçe û bibe sedema bertengîya pişîyê ya demildest û rawestîyana gurçikan û mirinê. Kesê ko vîrûsa nesaxîyê werdigire dikare heta 14 rojan bê nîşanên nesaxîyê be. Li destpêkê nesaxî wekî tayê anko zêdebûna germî ya laşî, koxik û behntengîyê xwe nîşa dide. Nîşanên edetîyên persîvê (wekî hatinexwara avê ji difinê anko pozê, û bêhnişîn) ne berbelav e. Kêmtir ji 4 ji sedê ji nesaxan jî tûşî zikçûnê dibin.

Xweparastin

Rêya herî baş ya xweparastinê xwedûrgiritna ji peşikên ava dev û difinê û koxika kesên tûşbûyî ye. Bi karînana demamk anko maskan dikare piçekê pêşîyê li ber belavbûna nesaxîyê bigire, nemaze heker kesên tûşbûyî wê bi kar biînin. Şuştina destan ya zûbizû û xwedûrgirtina ji cihên ko xelik zêde lê hene rêya herî baş e.