Nexweşiya Koronayê 2019-2020: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
B MikaelF navê Nekovî-19 weke Vîrûsa Korona guherand
(Cudahî nîne)

Guhartoya 09:09, 1 adar 2020

Covid-19, Koronavîrûs an jî vîrûsa Korona nesaxiyeka vîrûsî ye ko bi sedema hewdana bi vîrûsa SAR-CoV-2ê peyda dibe. Ev nesaxî sedema peydabûna pejîkekê li sala 2019ê ye ko ji welatê Çînê dest pê bûye û heta niha li zêdetir ji 30 welatên cîhanê belav bûye. Ev vîrûs bi rengekê serekî koendama pişiyê tûş dike û li goreyê zanyarên heyî, dikare bi rêya peşikên ko ji koendama pişiyê ya kesên nesax derdikevin û li derdorê belav dibin kesên sax jî tûş bikin. Ji dema wergirtina vîrûsê heta peydabûna nîşanên nesaxiyê dikare 2 heta 14 roj derbaz bibin.

Ev nesaxî ji bo cara pêşîn li Çînê hat dîtin, lê heta niha jî jêdera vîrûsê cihê gumanê ye. Hindek ji salixên destpêkê amaje dida ko ji çekçekûlan derbazî mirovan bûbû. Lê salixên paştir behsa coreyekê mûrîxweran dikir. Jêdera pêşîn her çi bûbe, niha êdî vîrûsa şîyana wê heye ko ji mirovekî derbazî yê dî bûbe û tirsa wê heye ko ji pejîkeka xwecihî bibe panpejîkeka cihanî. Gelek welatan ji tirsa veguhastina wê vîrûsê firrîna balafirên rêvîngan ji Çînê û ber bi Çînê rawestandine.

Sedema nesaxiyê

Ev nesaxiya Covid-19 ji egerê vîrûsa SARS-CoV-2ê ko yek ji vîrûsên nêzîkî vîrûsa nesaxiya SARSê ye peyda dibe. Vîrûs ser bi destekeka vîrûsan in ko jê ra dibêjin koronavîrûs. Ew vîrûs balindeyan û memikdaran tûş dikin.

Nîşan û berjengên nesaxiyê

Ev nesaxî bi rengekê serekî nesaxiyeka koendama pişyê ye û li destpêkê dikare xwe wekî nesaxiya persîvê nîşa bide. Lê di kesên berataf da, rewşa nesaxî dikare gelek zû ber bi xirabbûnê biçe û bibe sedema bertengîya pişîyê ya demildest û rawestiyana gurçikan û mirinê.

Kesê ko vîrûsa nesaxiyê werdigire dikare heta 14 rojan bê nîşanên nesaxiyê be. Li destpêkê nesaxî wekî tayê anko zêdebûna germî ya laşî, koxik û behntengîyê xwe nîşa dide. Nîşanên edetîyên persîvê (wekî hatinexwara avê ji difinê anko pozê, û bêhnişîn) ne berbelav e. Kêmtir ji 4 ji sedê ji nesaxan jî tûşî zikçûnê dibin.

Xweparastin

Rêya herî baş ya xweparastinê xwedûrgiritna ji peşikên ava dev û difinê û koxika kesên tûşbûyî ye. Bi karînana demamk anko maskan dikare piçekê pêşiyê li ber belavbûna nesaxiyê bigire, nemaze heker kesên tûşbûyî wê bi kar biînin. Şuştina destan ya zûbizû û xwedûrgirtina ji cihên ko xelik zêde lê hene rêya herî baş e.

Çavkanî