Sedam Huseyn: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 27: Rêz 27:


[[Kategorî:Siyasetmedarên Iraqê|Huseyîn, Sedam]]
[[Kategorî:Siyasetmedarên Iraqê|Huseyîn, Sedam]]
[[Kategorî:Kesên hatine dardekirin]]

Guhartoya 08:08, 20 adar 2020

Wêne:Iraq Saddam Hussein.jpg
Sedam Huseyn di salên 1990-î de
Sedam Huseyn li dadgehê

Sedam Huseyn Ebdelmecîd el-Tikrîtî an bi kurdtasî Sedam Huseyn (bi erebî: صدام حسين عبد المجيد التكريتي, Ṣaddām Ḥusayn ʿAbd al-Majīd al-Tikrītī) di sala 1937'an de li bajarê Tikrîtê ji malbateke xizan hate dinê.

Piştî mirina bavê xwe, ji aliyê dayika xwe û hizmên xwe ve hate mezin kirin. Sedam di ciwaniya xwe de beşdarî nava refên Partiya Ba'sê bû. Ba's wê demê li hemberî emperyalizmê derdiket û azadî û serxwebûna netewî diparast [çavkanî hewce ye]. Sedam di sala 1956'an de li hemberî desthilatdariyê derbeyek kir lê ev derbe bi ser neket. Piştî vê yekê Sedam bi sûcdariya ku dê Serokwezir Abdul Kerîm Hassam bikûje ji Îraqê reviya. Di sala 1963'an de li Îraqê Partiya Ba'sê bi ser ket û ew jî wegeriya Iraqê. Wê demê bi xwarziya xwe Sacîdeyê re zevicî û jê sê 3 heb keç bû bavê 5 zarokan. Piştî demekê di navbera partiyê û Sedam de nakokî derketin û ew hate girtin. 1968'an de derbeyeke din hate kirin û bi vê derbeyê re ji girtîgehê derket. Pişt re kete nava Lijneya Konseya Şoreşê ya Ba'sê. Di sala 1979'an de bi darbeyekê desthilatdarî bi dest xist û muxalîfên xwe perçiqand. Sedam Huseyn pergaleke zordest afirand û ew bi îstihbaratê xwe xurt kir.

Sedam di 16'ê adara 1988'an de li hemberî kurdan, li bajarê Helebceyê komkujiyeke mezin pêk anî û bi bombeyên kîmyawî pênc hezar kurd kuştin.

Di sala 1980'yî de Îraqê bi Îranê re şer îlan kir û hêzên Sedam herema avî ya Şetelereb bi dest xistin. Şerê di navbera Îran û Îraqê de 8 salan dom kir û bi sedhezaran kesî di vî şerî de jiyana xwe ji dest da. Dema ku şer bi dawî bû herdu alî jî di cîhê xwe yên dest pêkê de bûn. Piştre Sedam di 2'yê gelawêja 1990'î de Kuweyt dagir kir. Li ser wê yekê gelek welatên cihanê bi pêşengiya DYA'yê li dijî Îraqê şer îlan kirin. Di 16'ê berfanbara 1990'î de li ser Îraqê bombe bariyan. Şer heya 27'ê reşemiya 1991'an domiya. Piştî bûyerên 11'ê Rêzberê dîsa çaw zivirîn ser Sedam Huseyn. Di dawiyê de DYA û Îngiltereê di avrêla 2003'an de, bi angaşta çekên nukleer careke din li dijî Îraqê dest bi şer kirin. Hêzên koalîsyonê, di 10 avrêlê de ketin paytexta Iraqê Bexdayê û peykerê Sedam Huseyn ê li navenda bajêr anîn xwar. Ev roj ji bo gelên li Îraqê wekî destpêkeke nû hate nirxandin. Di serî de gelê kurd, gelên Îraqî rabûn ser piyan û têkçûna pergala Sedam pîroz kirin.

Bi têkçûna dîktatore Sedam Huseyn re, berhemên desthilatdariya wî yek bi yek derketin holê; li çar hêlên Îraqê goristanên tomerî û wêneyên wahşetê yên desthilatdariya Sedam yek bi yek derketin holê.

Piştî şer êrîşên li hemberî hêzên DYA'yê zêde bibûn û hate îdîakirin ku êrîş ji aliyê Sedam ve têne organîze kirin.

Darizandin û dardekirin

Dadgeha ya Sedam Huseyn û heft mirovên din ji bo nijadkujîyên kurdên Helebce, kuştinên bajarê Dûceyl û paş raperandina şîyên 1991an re, li 19'ê kewçêrê 2005an de dest pê kir. Sedam 5'ê sermawezê 2006an de ji aliya dadgehê bi cezayê mirinê hat ceza kirin.

Cezaya Sedam Huseyn di 26'ê berfanbarê 2006an de hat pejirandin. Di 30'ê berfanbarê2006'an de jî, bi sibê re di saet şeşan de hat îdam kirin.

Galerî

Girêdanên derve