Karantînakirina Hubeiyê 2020: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 4: Rêz 4:
'''Karantînaya Hubeiyê''' di 23ê [[kanûna paşîn]] a 2020an de hikûmeta [[Çîn|Komara Gel a Çînê]] biryara karantînakirina xelkê [[bajar]]ê [[Wuhan]]ê û çend bajarên din ên [[parêzgeh]]a [[Hubei]]yê dide ji bona ku belavbûna koronavîrusa [[Nexweşîna Koronavîrusê 2019|Covid-19]] bê kontrolkirin. Ev bûyer bi gelemperî di çapemeniyê de wekî "Karantînaya Wuhanê" (bi ([[Zimanê çînî|çînî]]: 武汉 封 城, ''Wǔhàn fēng chéng'') hate binavkirin. Karantîna ji 23ê kanûna paşîn heya 8ê nîsana 2020an berdewam bû.
'''Karantînaya Hubeiyê''' di 23ê [[kanûna paşîn]] a 2020an de hikûmeta [[Çîn|Komara Gel a Çînê]] biryara karantînakirina xelkê [[bajar]]ê [[Wuhan]]ê û çend bajarên din ên [[parêzgeh]]a [[Hubei]]yê dide ji bona ku belavbûna koronavîrusa [[Nexweşîna Koronavîrusê 2019|Covid-19]] bê kontrolkirin. Ev bûyer bi gelemperî di çapemeniyê de wekî "Karantînaya Wuhanê" (bi ([[Zimanê çînî|çînî]]: 武汉 封 城, ''Wǔhàn fēng chéng'') hate binavkirin. Karantîna ji 23ê kanûna paşîn heya 8ê nîsana 2020an berdewam bû.


[[Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê]] (WHO) vê tevgerê wekî "di dîroka tenduristiya giştî de bêhempa" bi nav kir. Hikûmeta Çînê di 23ê kanûna paşîn a 2020an de ji bo pêşîgirtina li belavbûna koronavîrusa Covid-19 ya ku di sala 2019an de derkete holê, li bajêr dorgirtin/tecrîd pêk anî. Wekî din, firînên navneteweyî yên bo bajêr jî hatin betalkirin. [[Nexweşxane]] di nava [[hefte]]<nowiki/>yekê de li bajêr hatine çêkirin û [[aborî]]<nowiki/>ya bajêr hat sekinandin. Hikûmeta Çînê [[derman]] û maske belav kirin û piraniya welatan welatiyên xwe ji bajêr vekişandin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê asta xetereyê di herêmî de wekî "pir zêde" destnîşan kir. Piştî ku belavbûna Covid-19 di asta welat de zêde bû, gelek bajarên din ji bilî Wuhan hatin karantînakirin û tîmên tenduristî ber bi herêmê ve hatin rêvekirin. Veguhestina giştî hate sekinandin.
[[Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê]] (WHO) vê tevgerê wekî "di dîroka tenduristiya giştî de bêhempa" bi nav kir. Hikûmeta Çînê di 23ê kanûna paşîn a 2020an de ji bo pêşîgirtina li belavbûna koronavîrusa Covid-19 ya ku di sala 2019an de derketibû holê, li bajêr dorgirtin/tecrîd pêk anî. Wekî din, firînên navneteweyî yên bo bajêr jî hatin betalkirin. [[Nexweşxane]] di nava [[hefte]]<nowiki/>yekê de li bajêr hatine çêkirin û [[aborî]]<nowiki/>ya bajêr hat sekinandin. Hikûmeta Çînê [[derman]] û maske belav kirin û piraniya welatan welatiyên xwe ji bajêr vekişandin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê asta xetereyê di herêmî de wekî "pir zêde" destnîşan kir. Piştî ku belavbûna Covid-19 di asta welat de zêde bû, gelek bajarên din ji bilî Wuhan hatin karantînakirin û tîmên tenduristî ber bi herêmê ve hatin rêvekirin. Veguhestina giştî hate sekinandin.


Bajar di 8ê nîsana 2020an de ji karantînayê hate derxistin.
Bajar di 8ê nîsana 2020an de ji karantînayê hate derxistin.

Guhartoya 08:15, 17 nîsan 2020

Hemwelatiyên Wuhanê pêşiya karanînayê û girtina dikanan li peya xwarinê digerin.

Karantînaya Hubeiyê di 23ê kanûna paşîn a 2020an de hikûmeta Komara Gel a Çînê biryara karantînakirina xelkê bajarê Wuhanê û çend bajarên din ên parêzgeha Hubeiyê dide ji bona ku belavbûna koronavîrusa Covid-19 bê kontrolkirin. Ev bûyer bi gelemperî di çapemeniyê de wekî "Karantînaya Wuhanê" (bi (çînî: 武汉 封 城, Wǔhàn fēng chéng) hate binavkirin. Karantîna ji 23ê kanûna paşîn heya 8ê nîsana 2020an berdewam bû.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) vê tevgerê wekî "di dîroka tenduristiya giştî de bêhempa" bi nav kir. Hikûmeta Çînê di 23ê kanûna paşîn a 2020an de ji bo pêşîgirtina li belavbûna koronavîrusa Covid-19 ya ku di sala 2019an de derketibû holê, li bajêr dorgirtin/tecrîd pêk anî. Wekî din, firînên navneteweyî yên bo bajêr jî hatin betalkirin. Nexweşxane di nava hefteyekê de li bajêr hatine çêkirin û aborîya bajêr hat sekinandin. Hikûmeta Çînê derman û maske belav kirin û piraniya welatan welatiyên xwe ji bajêr vekişandin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê asta xetereyê di herêmî de wekî "pir zêde" destnîşan kir. Piştî ku belavbûna Covid-19 di asta welat de zêde bû, gelek bajarên din ji bilî Wuhan hatin karantînakirin û tîmên tenduristî ber bi herêmê ve hatin rêvekirin. Veguhestina giştî hate sekinandin.

Bajar di 8ê nîsana 2020an de ji karantînayê hate derxistin.

Karantîna

Di nîvê kanûna pêşîn a 2019an de, komeleyek mirovan, ku piraniya wan têkiliyek bi Sûkê xwiraka deryayî yê Huananê li Wuhan re hebû, ji sedemek nenas a pneumonia nexweş ketin. Zanyarên Çînê pişt re ev pneumonia bi koronavîruseke nû ya bi navê 2019-nCoV girêdan.

Di 10 kanûna paşîn a 2020an de hat ragihandin ku yekem bûyera mirinê û 41 enfeksiyonên klînîkî ku ji ber koronavîrusa nû ve hatine piştrastkirin.

Heya 22ê kanûna paşîn a 2020an koronavîrusê nû li bajarên mezin û parêzgehên Çînê belav bû. 571 bûyerên piştrast û 17 mirina hatine ragihandin. Di nav de Hong Kong, Macau, Taywan, Taylenda, Japon, Koreya Başûr, Singapûr, DYA û Kanada jî tê da, bûyerên pejirandî li herêm û welatên din hatine ragihandin.

Di 23ê kanûna paşîn a 2020an de, demjimêr 02:00 de, rayedaran, niştecîhên Wuhan agahdarkir ku hemî veguhastina giştî, di nav de otobus, rêwîtî, firîn û karûbarên rêwîtiyê heye, ji 10ê sibehê ve bêne rawestandin.

Balafirgeha Wuhan, îstasyona trêna Wuhanê û metroya Wuhan bi tevahî hate girtin. Di heman demê de derketina ji bajêr hate qedexekirin. Agahî bû sedema koçberiyê ji Wuhanê. Tê texmînkirin ku 300.000 kes tenê bi trenê ji Wuhanê (beriya tecrîda demjimara 10ê sibehê) derketiye. Piştî nîvro roja 23ê kanûna paşîn, rayedaran dest bi girtina hîn rê yên sereke yên Wuhan kirin. Qedexe du roj berî festîvala herî giring a welat, Sala Nû ya Çînê, dest pê kir.

Pişt re li bajarên Huanggang û Ezhou jî, ku cîranên Wuhanê ne, veguhaztina giştî hat sekinandin. Ji 24ê kanûna paşîn pê de , li bajarên Hubeiyê, li Huangshi, Chibi, Jingzhou, Yichang, Xiaogan, Jingmen, Zhijiang, Qianjiang, Xiantao, Xianning, Dangyang û Enshi qedexeyên rêwîtiyê hate ragihandin. Hêjmara kesên ku ji vê qedexeyê bandor bûne gîşte 40 milyonî.

Kartêkirina karantînayê li ser siyaset û aborî

Di derbarê koçberiya Wuhan ya beriya tecrîdê de nerazîbûnên hêrs li Weiboyê hat destnîşankirin. Hemwelatî yên bajarên din tirsiyan ku ev yek bibe sedema belavbûna koronavîrusên nû li bajarên wan. Hin mirovên li Wuhan ji xilasbuna xwarin û dermanan xem kirin.

Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê karantînaya Wuhanê wekî "bêkêmasî" pênase kir û got "ev nîşan dide ku rayedar ji bo pêşîgirtina ji belavbûna vîrusê çawa berpirsiyar in". Lêbelê, WHO diyar kir ku tevger ne pêşnîyara WHO ye û pêwiste rayedar li bendê bin ka tecrîd çiqas bi bandor e. WHO diyar kir ku karantînaya bajarekî wusa "ji bo zanistiyê tiştekî nû ye."

Îndeksa CSI 300 ya borseya Shanghai û Shenzhenê 3% zirar kir.

Çavkanî


*https://www.reuters.com/article/us-china-health-who-idUSKBN1ZM1G9

*https://www.nytimes.com/2020/01/10/world/asia/china-virus-wuhan-death.html

*https://www.bbc.com/news/world-asia-china-51217455

*https://www.cnn.com/2020/01/23/china/wuhan-coronavirus-update-intl-hnk/index.html

*https://economictimes.indiatimes.com/markets/stocks/news/china-stocks-slump-3-on-wuhan-lockdown-over-virus-outbreak/articleshow/73548510.cms

*https://www.nytimes.com/2020/01/22/world/asia/coronavirus-quarantines-history.html