Gansu: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Kurteya guhartinê tine |
Kurteya guhartinê tine |
||
Rêz 40: | Rêz 40: | ||
{{Şablon:Gansu}} |
{{Şablon:Gansu}} |
||
{{ |
{{Beşên îdarî yên asta parêzgeh ên Çîn'ê}} |
||
[[Kategorî:Çîn]] |
[[Kategorî:Çîn]] |
Guhartoya 08:38, 20 nîsan 2020
Gansu (Çînî: 甘肃 / 甘肅; pinyin: Gānsù) parêzgeheke Çîn e. Ji ber ku korîdorek teng bû, ew ji bo sedsalan wekî derî di navbera herêma Huanghe ya jor (çemê Zer) û deverên rojavayê Çînê re xizmet kir.
Serbajarê parêzgehê Lanzhou ye, rûerdê parêzgehê 454.000 km² ye, hejmara niştecîhan 26.190.000 (2004) kes e.
Dîrok
Gansu di xanedana Qin (221-206 B.Z.) da tevlî axa Çînê bû. Marco Polo ji vir ra ketîye Çînê û gelek kesan serdana vê deverê kirîye. Navê Gansu ji navên deverên Ganzhou û Suzhou di dema xanedana Yuan de hate afirandin (1206-1368). Ji 1644-an heta 1911-an, ew di bin rêveberiya xanedana Qing (Manchu) da ma. Zuo Zongtang (1812-1885), yek ji serwerên herî navdarê vê serdemê, piştî serhildanên Taiping û misilmanan (1862-1877), nêzîkî 50 salî demeke aşîtî/aramî pêk anî. Di sala 1920-an da, yek ji erdhêja herî mezîn ya cîhanê , li vir pêk hat. Li rojhilatê Gansuyê erdheja bi mezinahiya 8,6 qewimî. Nêzîkî 200.000-250.000 kesan jîyana xwe ji dest da û pir bajar û bajarok hilweşîya.
Xweza
Taybetmendiya herî berbiçav a bingeha xwezayî di Gansu da plato ne. Gansu ya rojhilat, navenda erdhejê ya Çînê ye. Li Gansu, di navbera havîn û zivistanê de cûdahiyên germê yên mezin hene.
Demografî
Piraniya nifûsa Çînî (Han) (92%) ne. Di nav gelan de civakên Mongol, Tirk û Tîbetî jî hene.
Aborî
Pembo, rûnê felq, zebeş, garis hilberên bazirganî yên çandinî yên sereke ne. Lêbelê, aboriya Gansu bi piranî li ser bingeha maden derxistinê ye. Neft, komir û hesin tê derxistin.
Parêzgeh li Çînê navendek hêza atomî/nukleer ê ye.
Galerî
Çavkanî
https://tr.wikipedia.org/wiki/Gansu https://en.wikipedia.org/wiki/Gansu