Dîroka Bakurê Kurdistanê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Rêz 241: Rêz 241:
Sait Elçi piştî kuştina Faîq Bucax bibû serokê PDK-Bakur. Ji ber zêdebûna bayên çepê li Tirkiyeyê nakokî di navbera herdu Seîdan de peyda bibû. Dr. Şivan [[Partiya Demokrat a Kurdistan li Tirkiyeyê]] ava kiribû û siyaseteke çepgiranetir dikir. Dr. Şivan ji ber givaşên tirkan li gel hevalên xwe Soro, Brûsk, Çeko û Reşo Zîlan li sala 1969ê çûbûn Başûrê Kurdistanê û li wir ji aliyê [[PDK]]ve kampek jê re hatibû ava kirin û li wir hem bijîşkî dikir hem jî xebatên sîyasî dikir.
Sait Elçi piştî kuştina Faîq Bucax bibû serokê PDK-Bakur. Ji ber zêdebûna bayên çepê li Tirkiyeyê nakokî di navbera herdu Seîdan de peyda bibû. Dr. Şivan [[Partiya Demokrat a Kurdistan li Tirkiyeyê]] ava kiribû û siyaseteke çepgiranetir dikir. Dr. Şivan ji ber givaşên tirkan li gel hevalên xwe Soro, Brûsk, Çeko û Reşo Zîlan li sala 1969ê çûbûn Başûrê Kurdistanê û li wir ji aliyê [[PDK]]ve kampek jê re hatibû ava kirin û li wir hem bijîşkî dikir hem jî xebatên sîyasî dikir.


1ê xizîrana 1971ê Sait Elçi ji zindana tirkan derdikeve û berê dide Başûrê Kurdistanê. Li Zaxoyê pêşwaziya wî Dr. Şivan dike. Lê paşî deng ji Sait Elçi dernakeve ku wenda bûye. [[PDK]] Iraq dest bi lêkolînê dike ku Sait Elçi ji aliyê Dr. Şivan û hevalên wî ve tê kuştin. Li ser vê Dr. Şivan û hevalên wî Çeko, Birûsk ji aliyê PDK Iraq ve tên înfaz kirin <ref>Türki Korkunun Antomisi, Irak Kürdistanı ve Etkileri, Zeyne Abidin Yaprak, Weşanên Doz 2005, r:123</ref>. Hêjayî dubarekirinê ye ku gelek teref li ser vê mijarê naaxivin. Bi taybetî jî destê tirkan di nav van kuştinan de heye, hêj nehatiye zanîn. Di encamê de PDKên bakur bêser dimînin. Şikestineke mezin di nav tevgera bakur de peyda dibe.
1ê xizîrana 1971ê Sait Elçi ji zindana tirkan derdikeve û berê dide Başûrê Kurdistanê. Li Zaxoyê pêşwaziya wî Dr. Şivan dike. Lê paşî deng ji Sait Elçi dernakeve ku wenda bûye. [[PDK]] Iraq dest bi lêkolînê dike ku Sait Elçi ji aliyê Dr. Şivan û hevalên wî ve tê kuştin. Hêjayî gotinê ye ku Dr. Şivan kuştina Seîd Elçî qebûl dike <ref>http://www.pdk-xoybun.com/modules/Content/print.php?pid=175</ref> Li ser vê Dr. Şivan û hevalên wî Çeko, Birûsk ji aliyê PDK Iraq ve tên înfaz kirin <ref>Türki Korkunun Antomisi, Irak Kürdistanı ve Etkileri, Zeyne Abidin Yaprak, Weşanên Doz 2005, r:123</ref>. Hêjayî dubarekirinê ye ku gelek teref li ser vê mijarê naaxivin. Bi taybetî jî destê tirkan di nav van kuştinan de heye, hêj nehatiye zanîn. Di encamê de PDKên bakur bêser dimînin. Şikestineke mezin di nav tevgera bakur de peyda dibe.


Ji bo vê mijarê gotinên [[Şakir Epözdemir]] gelek girîng in <ref>http://www.pdk-xoybun.com/modules/Content/print.php?pid=175</ref>
Ji bo vê mijarê gotinên [[Şakir Epözdemir]] gelek girîng in <ref>http://www.pdk-xoybun.com/modules/Content/print.php?pid=175</ref>

Guhartoya 10:27, 29 gulan 2020

Berî Osmaniyan

 Gotara bingehîn: Dîroka Kurdistanê

Serdema Osmaniyan

 Gotara bingehîn: Dîroka Kurdistana Osmaniyan

Piştî şerê cîhanî yê yekem

Hewlên rewşenbîrên kurd li Stenbolê

 Gotara bingehîn: Cemiyeta Tealiya Kurd
 Gotara bingehîn: Azadî (rêxistin)

Li Stenbolê: Hêj şerê cîhanî nû xelasbûyî, entellektuel û siyasetmedarên kurd li Stenbolê dest bi xebata kirin. Seyîd Ebdulqadir, Emîn Alî Bedirxan û gelek endamên ji malbata Bedîrxaniyan û Babaniyan bi hevra Cemiyeta Teawun û Tereqiya Kurd ava kirin. Her wisa endamên vê cemiyetê Cemiyeta Tealiya Kurd jî ava kirin. Li Helebê, Nisêbînê, Şirnexê, Cizîrê û li Mûsilê propagandayên xwe dikirin. Heta ku li navbera Zaxo û Cizîrê tevgerên leşkerî hebûn ku li dijî artêşa Osmaniyan û Kemalîstan şer bikin. Li vê herêmê rêvebirê van xebatan miftiyê Cizîrê bû [1]. Xebatên van kurdan berevajî Şêx Mehmûd û Simkoyê Şikak, tenê bikaranîna rêyên dîplomasiyê û çandê bûn. Bi vê helwestê li 7ê mijdara 1918ê de kovara Jînê weşandin. Navenda siyasetê ya kurdan li Stenbolê bi giştî li gel Osmaniyan û dewletên Ewropî hevdîtin dikir. Di encama hevdîtinê li gel Osmaniyan 1ê xizîrana 1919ê ev biryar hat girtin. Hêjayî gotinê ye ku di hevdîtinên li gel dewletên Ewropayî, serokê heyeta kurdan Şerîf Paşa[2]:

  1. Ji bo Kurdistanê otonomeke fireh
  2. Ji bo vê otonomê, amadekirina qanûnan
  3. Bicîhanînan qanûnan
  4. Kurdistan dê wek parçeyê Osmanîyan bimîne

Lê ev hevgirtina kurdên Stenbolê jî wek xwe nema, di nav van kurdan de fraksiyonên cuda cuda derketin. Seyîd Ebdulqadir û hevalên wî dixwast di nav Osmaniyan de bimînin û divê kurd alîkariya Osmaniyan bikin. Yanî otonomî di nav Osmaniyan de dixwastin. Serê fraksiyona din Emîn Alî Bedirxan bû ku wî jî diparast ku kurd bikevin di bin sîwana hêzeke mezin de, ne ya Osmaniyan de. Yanî mandateriya ingilîzan dixwastin. Di dawiyê de Emîn Alî Bedîrxan û endamên din yên malbata Bedirxaniyan Cemiyeta Teşkîlata İctimiyeya Kurd ava kirin. Memduh Selîm Beg jî Partiya Demokrata Kurd-1919 ava kir[3] .

  • Fraksiyonên rewşenbîrên kurd li Stenbolê ev bûn;
  1. Cudahîxwaz: Hewla van kesan ew bû ku Kurdistana Serbixwe ava bikin. Şerîf Paşa û Sireya Bedîrxan serkêşiya vê grûbê dikir. Ev grûbeke gelek biçûk bû di nav rewşenbîran de.
  2. Otonomxwaz: Hewla van kesan jî ew bû ku di nava Osmaniyan de herêmeke otonom ji bo kurdan were ava kirin. Serkêşên wê Seyîd Ebduqadir û hinek endamên malbata Bedîrxaniyan bûn. Lê ev grûb zêde nejiya û di nax xwe de bûn du parçe; Kesên piştgiriya Siltan Mihemedê 6emîn dikin ku serokê wan Seyîd Ebdulqadir bû. Kesên din jî serxwebûna Kurdistanê diparastin ku Emîn Alî Bedîrxan, Memduh Selîm, Ekrem Cemîlpaşa hwd. di nav de bûn.

Bi dûçûna çavkaniyekê li sala 1919ê partiyeke bi navê Partiya Demokratîk ya Neteweyî ya Kurdistanê ji Londrayê miraceet dike ku Brîtanya alîkariya kurdan bike. Ev miraceete ji layê katibê giştî Selîmbeylî hatiye kirin [4]. Lê em têkiliya vê partiyê û partiya Memduh Selîm niha nizanin.

Cemiyeta Tealiya Kurd li sala 1921ê ji aliyê Meclîsa tirkan ve hate girtin.

Hewlên Elîşêr Beg(tîrmeh 1920)

 Gotara bingehîn: Serhildana Qoçgiriyê

Li Dêrsim û Sêwazê li herêma kurdên qoçgirî li dijî Kemalîstan serhildan hate destpê kirin. Serhildêrên kurd bajarên Qoçgîr, Qenxal û Macîran bidest xistin û li Xozatê civiyan. Di encamê de li dijî Meclîsa Mezin ya Neteweyî ya Tirkiyeyê daxuyandin hate dan û ji meclîsê hate xwestin ku daxwazên miletê kurd bipejirînin. Lê tirkan ev daxwaz qebûl nekirin û dest bi şer kirin.

Heta xizîrana 1921ê şer berdewam bû. Alîşêr û 500 efserên kurd teslîmî tirkan bûn

Proseya parçebûna Kurdistanê

Peymana Sykes Pycot-16 gulan 1916

 Gotara bingehîn: Peymana Sykes Pycot

Bi destpêka şerê cîhanî yê yekem parçebûna Osmaniyan jî destpê kir û axa kurdan ket di bin dagirkeriya dewletên ewropiyan. Hêj şerê cîhanî yê yekem berdewam dikir, Brîtanyayê û Fransayê axa Osmanîyan bi hevpeymaneke veşartî ji xwe re parve kiribûn. Bi dûçûna vê hevpeymana veşartî ya bi navê Peymana Sykes Pycot; Rojhilata Navîn û Kurdistan di navbera van hêzên kolonyalîst bi erêkirina Cemiyeta Neteweyan hate parçe kirin. Bi dûçûna vê peymanê Libnan, Suriye û Rojavayê Kurdistanê ji bo mandateriya Fransayê ma. Li dijî vê Brîtanyayê jî li ser Iraq, Başûrê Kurdistanê, Filistîn û Urdunê mandaterî qezenc kir.

Parçebûna Kurdistana Osmaniyan bi awayeke fermî bi vê peymanê destpê kir. Piştî vê peymana proseya parçekirina Kurdistanê dewam dike. Ji ber kêmbûn û lihevnehatinên rêvebirên kurd, li her parçeyê Kurdistanê tevgerek hebû. Hinek tevger ji bo serxwebûna Kurdistanê, hinek ji bo salahiyeta Osmaniyan, hinek ji bo Brîtaniyan, hinek ji bo Rûsan, hinek ji bo eşîra xwe tevdigerîn. Di encamê de qedera Kurdistanê bi destê biyaniyan hate nivîsandin. Di navbera Fransa, Brîtanya û Rûsan de bû sê parçe.

Têkoşîna van hersê dewletan bi dûçûna vê planê rêvediçû. Lê ev peymaneke veşartî bû, heta ku rûsan li sala 1917ê nedaxuyandî kesê nedizanî.

Di proseyeke wiha de kurd jî betal neman. Berpirsiyarê kurdan li Ewropa Şerîf Paşa, têkiliyên dîplomatîkî dikir. Bi rêyên dîplomatîkî nameyek ji Brîtaniyan şand ku miletê kurd dixwaze li gel Brîtanyayê hevkariyê bike. Şerîf Paşa digot ku ew dikare bi hezaran kurdan bike leşker û li gel Brîtanyan bixebitin. Dixwast Kurdistan dibin rêvebirina prensekê Hînd de bibe, çûnkî Hînd jî wekî kurdan gelekê Aryanin [5].

12ê rêbendana 1918ê Sir Mark Sykes di manîfestoya xwe de diyar kir divê Mîrektiya Kurdistanê were ava kirin û navenda wê jî parêzgeha Mûsilê be. Şerîfê Mekeyê jî ev fikr pejirand [6]. Lê ev tenê wek fikr ma.

Peymana Agirbesê ya Mondrosê(30 cotmeh 1918)

Konferansa Aştiyê ya Parîsê(18-21 rêbendan 1920)

 Gotara bingehîn: Konferansa Aştiyê ya Parîsê

Di proseya van konferansan de gelek rûdan li Kurdistanê û hemî Rojhilata Navîn çêbûn. Ev konferans nêzî saleke berdewam kir û bi hinek peymanan bi dawî hat.

7ê gulana 1918ê İngilîzan Kerkûk dagir kir. Bi vê dagirkirinê jî Şêx Mehmûdê Berzencî li gel ingilîzan ket têkiliyan û van têkiliyan feydeya xwe da û li ser navê ingilîzan li heman salê bû waliyê Silêmanîyê [7].

Di proseya Konferansa Aştiyê ya Parîsê de hem Şerîf Paşa hem jî Seyîd Ebdulqadir têkiliyên dîplomatîk dikirin. Rêberên kurdan dijî parçekirina Kurdistanê bûn. Nedixwastin parçeyeke kurdan li Iraqê parçeyek li nav Osmaniyan bimîne. Serokê rêvebirina heyeta kurdan Seyîd Ebdulqadir jî wiha digot;

Şerîf Paşa digot Kurdistaneke xweser a di bin desthilata tirkan de gelek ji Kurdistaneke parçekirî çêtir e û ji serokê konferansê George Clemencau re nameyek şand[8].

Bi dûçûna Necat Ebdula di proseya Konferansa Aştiyê ya Parîsê de li Kurdistanê çar navendên jeopolîtîk hebûn [9]

  1. Navenda jeopolîtîk ya tevgera Kemalîstan li Bakurê Kurdistanê
  2. Navenda jeopolîtîk ya tevgera Bolşevîk
  3. Navenda jeopolîtîk ya artêşên Fransa û Brîtanyayê
  4. Navenda jeopolîtîk ya tevgera Ermeniyan

Ji bilî van navendên hêzên dîplomatîk û artêşî di konferansê de Îranê jî hewl dida ku hinek parçeyên Kurdistanê û Qefqasya bixe bin kontrola xwe. Îranê diparast ku li Kurdistanê gelekê misliman, nijad û zimanê wan jî fars dije. Diparast ku ev memleket di navbera Osmaniyan û Farsan de hate parve kirin [10]. Lord Curzon jî di vê derbarê de wiha dibêje;


Di nav van hêzên xwedî artêş û dîplomasî, şansê kurdan gelek kêm bû. Heyeta kurdan a li konferansê tenê xwediyê qabiliyetên dîplomatîk bûn. çi hêzên leşkerî li pişta van dîplomatên kurd nebû. Lêbelê ev xebatên dîplomatên kurd, feydeya xwe di Konferansa San Remoyê de dide û hêviyên serxwebûna Kurdistanê şîn dibin.

Konferansa San Remoyê(18-26 nîsan 1920)

 Gotara bingehîn: Konferansa San Remoyê

Konferansa San Remoyê, gelek li ser mijara kurdan sekinî. Her çend gelek biryarên têkildarî kurdan wergirtibin jî, gelek rexne li civaka kurd jî hate kirin. Lord Curzon digot ku şexsiyetek tine di nav kurdan de ku rêberiya kurdan bike, her wisa digot her kurd tenê berpirsiyaretiya eşîra xwe dike [11]

Di konferansê de têkildarî kurdan hindek biryar hatin wergirtin;

  1. Li rojhilatê çemê Feratê, li jêrî Ermenistanê û li bakurê Mezopotamyayê herêmeke otonom ji aliyê komîsyonekê ve were ava kirin. Ev herêm ji bo keldanî-asûriyan dê hinek temînatan bide
  2. Dewleta Osmanî dê xebatên vê komîsyonê qebûl bike
  3. Piştî destpêkirina peymanê de di salekê de eger Miletê Kurd bixwaze, dikare ser li Cemiyeta Neteweyan bide ji bo destxistina serxwebûnê. Tirkiye jî mecbûre ku mafê kurdan qebûl bike.
  4. Eger kurdên di parêzgeha Mûsilê de bixwazin dikarin tevlî Kurdistanê bibin, dewletên mitefiq li dijî vê yekê dernakevin [12].

Peymana Sevrê(20 gelawêj 1920)

 Gotara bingehîn: Peymana Sevrê

Di 20ê gelawêja 1920ê de di navbera dewletên hevalbendan û Osmanî de Peymana Sevrê hate destnîşan kirin. Ev peyman fermana parçekirina Dewleta Osmaniyan bû. Bi dûçûna vê peymanê dewletên hevalbend şert û mercên gelek şedîd danîn ber Osmaniyan. Hem ji layê axê ve hem jî ji layê aboriyê ve şertên giran hebûn.

  • Şertên Axê:
  1. Axa Ereban: Divê hemû axa ereban ji Osmaniyan were standin. Hîcaz dibe dewleteke serbixwe; Sûrî, Filistin û Mezopotamya jî dikeve bin mandateriyê de
  2. Axa Osmaniyan ya li Ewropayê:Heta Çatalcayê hemû divê bide Yewnanan
  3. Îzmîr û giravên li derdora wê dê bide Yewnanan, 12 giravan jî bide Îtaliyan
  4. Ermenistan: Dewleta Osmaniyan, serxwebûna Ermenistanê dipejirîne û hakemtiya Wilson qebûl dike
  5. Kurdistan:Dewleta Osmaniyan otonoma Kurdistanê ya li rojhilatê Feratê dipejirîne.
  • Şertên desthilatê
  1. Kêmkirina leşkerên artêşa Osmaniyan
  2. Aboriya Osmaniyan dê di bin kontrola komîsyona hevabendan de be
  3. Kapîtolasyon dê berdewam bikin
  4. Dewleta Osmaniyan hemû mafên minorîteyan dê biparêze

Peymana Sevrê di dîroka Kurdistanê de xwedî nirxeke gelek bilind. Her çend ev biryar bêpratîk bin jî, ji bo globalîzasyona mafên Kurdistanê pêngaveke mezin e. Heta Peymana Sevrê jî kurdan dîplomasiyeke mezin birêvebir. Lê wek berê me gotî, nebûna hêzên leşkerî yên girêdayî hev, ev hewla dîplomatên kurd dixist xeterê. Jixwe kêmasiya vê di peymanên din de dê were dîtin.

Her çend li konferansan de biryarên wiha bên girtin jî, li Anatolyayê jî berxwedana hêzên Kemalîst mezin dibû. Di hidûdê Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê şerê Tirkiyeyê li dijî Fransayê sekinî. Fransa li dijî Sevrê poşmaniya xwe qebul kir û li gel Tirkiyeya kemalîst pêkhat. Jixwe piştî Fransayê dewletên din jî hêdî hêdî destnîşanên xwe vekêşan. Necat Ebdula li ser helwesta Fransayê wiha dibêje;

Konferansa Lozanê(11 mijdar 1922-24 tîrmeh 1923

Berî konferansê li ser Mûsilê şerekê dijwar hebû di navbera ingilîzan û tirkan de. Xwediyên herêmê miletê kurd ji ber parçebûna eşîrî, carna li gel tirkan, carna jî li gel ingilîzan tevdigerîn. Bi destpêka konferansê şer sekinîn û hewlên dîplomatîkî destpê kirin

Peymana Lozanê(23 tîrmeh 1923)

 Gotara bingehîn: Peymana Lozanê

Konferansên li Lozanê 8 mehan berdewam kir. Piştî têkçûna hêzên ewropayî dijî tirkan, Peymana Sevrê pûç bû. Berevajî peymana Sevrê, peyva kurd jî di Lozanê de derbas nabe. Tirk bi xwebaweriyeke mezin rûniştin li ser maseyên Lozanê. Di encamê de 24ê tîrmeha 1923yê de di navbera van dewletan û Tirkiyeyê de Peymana Lozanê hate destnîşan kirin. Bi dûçûna madeya 3yê ya vê peymanê, di 9 mehan de diviyabû sinorê Tirkiye û Iraqê were kifş kirin. Eger di 9 mehan de ev pirsgirêk neyê çareser kirin, Cemiyeta Neteweyan dê vê pirsgirêkê çareser bike. Di navbera tirkan û dewletên din de sê mijar mabûn ku nehatin çareser kirin.

Ji bilî van her sê mijaran êdî Kurdistan bi awayekî fermî bû çar parçe;

  1. Bakurê Kurdistanê di bin kontrola Tirkiyeyê de
  2. Başûrê Kurdistanê di bin mandateriya İngilîzan de
  3. Rojavayê Kurdistanê di bin mandateriya Fransayiyan de
  4. Rojhilatê Kurdistanê di bin kontrola Îranê de

Konferansa Xalîcê

19 gulana 1924ê li Stenbolê Tirkiye û Brîtanya rûniştin ku pirsgirêka Mûsilê çareser bikin. Lê pirsgirêk çareser nabe û rê ji bo çareseriya Cemiyeta Neteweyan vedibe.

Li Cemiyeta Neteweyan

6ê gelawêja 1924ê hikûmeta Brîtanyayê ji bo çareserkirina Mûsilê miraceeta Cemiyeta Neteweyan dike. Cemiyeta Neteweyan bi navê Xeta Brûkselê hidûdên van herdu dewletan kifş dike.

Peymana Enqereyê(1926)

Li sala 1926ê de Iraq, Tirkiye û Brîtanya peymanekê destnîşan dikin. Bi dûçûna wê peymanê hidûdê Tirkiye û Iraqê aşkera dibe.

Bi vê peymanê parçebûna Kurdistanê temam bû. Êdî li her parçeyê Kurdistanê siyaseteke cûda tê meşandin. Lê bersiva hemû kurdan eynî ye; Serhildan

Hewlên Mustafa Kemal

 Gotara bingehîn: Kongreya Erzîromê
 Gotara bingehîn: Kongreya Sêwasê
 Gotara bingehîn: Şerê Rizgariya Tirkiyeyê

Piştî şerê cîhanî bidawî hat, Mustafa Kemal Atatürk û gelek efserên din yên artêşa Osmaniyan çûn Anatolyayê ji bo birêxistina gelê Anatolya. Pêşiyê li Erzeromê li 23 tîrmeh-5 gelawêja 1919ê kongreyek lidarxist. Ji 5 parêzgehên kurd 58 nûner tevlî vê kongreyê bûn, ji van nûneran 22 kurd bûn[13]. Paşî di navbera 4-11 îlona 1919ê de jî li Sêwazê kongreyek lidarxist. Gelek nûnerên kurd hatin vê kongreyê jî. Hêjayî gotinê ye ku hemû bajarên kurd tevlî van kongreyan nebûn. Mustafa Kemal tehdîda ermeniyan li ser kurdan baş bikaranî. Eşîrên kurd ji ber tirsa avabûna dewleta ermenî, piştgiriya Mustafa Kemal kirin. Ev eşîrên kurd ne tenê di meseleya ermenan de hatin bikaranîn, her wiha li dijî navenda sîyaseta kurd ya Stenbolê jî dijbertî dikir. Ji konferasnên ewropayiyan re name dişandin ku naxwazin dewleteke serbixwe ya kurd were ava kirin [14]. Mustafa Kemal Atatürk hêj neçûye Sêwazê, nameyekê ji van serok eşîran dişîne; Hecî Mûsa Begê Motkîyî, Şêx Ebdulbakî Efendîyê Kufrevîzade yê Bedlîsê, Ebdurehmanê Şirnexê, Umerê Derşevî, Resul Axa, Sadulah Efendî, Şêx Mehmûdê Mûşaşê, Şêx Ziyaedînê Norşînî, Cemîlê Çetoyê Garzanî. Di van nameyan de Mustafa Kemal demagojiya îslamî dike û bi tehdîda avabûna dewleteke ermenî, dixwaze kurdan qanî bike[15]. Her wisa piştgiriya girtina rêxistinên kurd dike û bang dike ku herkes tevlî Kuvayî Milliyeyê bin. Di van wextan de li dijî Mustafa Kemal jî xebat hene; Waliyê Elazîzê Alî Galip Beg, ji bedirxaniyan Mutaserrif Xelîl Beg bi piştgiriya Binbaşi Noel dixwazin êrîş bibin ser Kongreya Sêwazê. Lê biserneketin. [16].

Mustafa Kemal Atatürk 3yê berfanbara 1920ê li gel Bolşevîkan Peymana Gumruyê destnîşan kir. Bi vê peymanê Qers, Erdêxan û Artvin bûn milkê tirkan. Her wiha tehdîda ermenan bi vê peymanê ji holê rabû. Li gel Îtalyayê jî peymanek li sala 1921ê destnîşan kir ku di encamê de Îtalya ji Rojavayê Anatolyayê derket. Her wiha li gel Fransayê jî 20ê cotmeha 1921êde Peymana Enqereyê destnîşan kir ku sinorê Suriye û yê Tirkiyeyê aşkera bû. Her wiha sinorek kişandin di navbera Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de. Ev peymana li gel Fransayê tê wê wateyê ku Fransa dê dest ji Peymana Sevrê vekêşe û hêvîyên Kurdistana Serbixwe dê pûç bibin. 11 mijdara 1922yê jî şerê li gel İngilîzan sekinî. İngilîz mecbûr man ku li gel Hikûmeta Enqereyê pêk bihên. Şerê Rizgariya Tirkiyeyê gihişt armanca xwe û sinorên Tirkiyeya modern kifş kirin. Êdî rê li ber van hêzan vebû ku biçin Lozanê.

Avabûna Tirkiyeyê(29 cotmeh 1923)

 Gotara bingehîn: Tirkiye

Kongreya yekem ya Azadiyê(adar 1924)

 Gotara bingehîn: Azadî (rêxistin)

Serhildana Elkê(3 îlon 1924)

 Gotara bingehîn: Serhildana Elkê

Serhildana Elkê ji ber xeletiyên teknîkî berî serhildana Şêx Seîd destpê kir. Lê diviyabû bi serhildana Şêx Seîd hevdem destpê bike

Serhildana Şêx Seîdê Pîranî(13 reşemeh 1925)

Serhildana Raman û Reşkotan(1925)

 Gotara bingehîn: Serhildana Raman û Reşkotan


Serhildana Mala Eliyê Ûnis

 Gotara bingehîn: Serhildana Mala Eliyê Ûnis

Avabûna Xoybûn

 Gotara bingehîn: Xoybûn

Serhildanên Agiriyê(1926-1930)

 Gotara bingehîn: Komara Agiriyê
 Gotara bingehîn: Serhildanên Agiriyê
 Gotara bingehîn: Serhildana Agiriyê ya yekem
 Gotara bingehîn: Serhildana Agiriyê ya duyem
 Gotara bingehîn: Serhildana Agiriyê ya sêyem

Serhildana Motkiyê(1927)

 Gotara bingehîn: Serhildana Motkiyê

Komkujiya Zîlanê(1930)

 Gotara bingehîn: Komkujiya Zîlanê 1930

Serhildana Oremarê(1930)

 Gotara bingehîn: Serhildana Oremarê

Serhildana Stewrê(26 gulan 1930)

 Gotara bingehîn: Berxwedana Stewrê
 Gotara bingehîn: Serhildana Stewrê

Serhildana Seyîdan û Berazan(tîrmeh 1930)

 Gotara bingehîn: Serhildana Seyîdan û Berazan

Serhildana Bûbanan(1934-1935)

 Gotara bingehîn: Serhildana Bûbanan

Serhildana Dêrsimê(1937-1938)

 Gotara bingehîn: Serhildana Dêrsimê

Komkujiya Dêrsimê 1938

 Gotara bingehîn: Komkûjiya Dêrsimê

Komkujiya Qerqeliyê 1943

 Gotara bingehîn: Komkujiya Qerqeliyê 1943
 Gotara bingehîn: Bûyera Sî û Sê Guleyan

Mustafa Muğlalı bi hêceta qaçaxçîtiyê 33 kurdan bêyî dozvekirin înfaz dike. Li ser vê ev bûyer belav dibe û Mustafa Muğlalı tê girtin û zindanê de li sala 1951ê dimire.

Li sala 1997ê Sererkana Tirkiyeyê peykerê Mustafa Muğlalı li hewşa sererkaniyê diçikilîne û honure dike. Her wisa li 2004ê jî navê Mustafa Muğlalı didin qereqoleke tirk li herêma Qerqeliya Wanê [17]

Bêdengî (1938-1959)

Piştî Serhildana Dêrsimê bêdengiyeke mezin dikeve ser Kurdistanê. Rêxistinên kurda tine ne. Navên kurd, kurdî û kurdistan ji aliyê dewleta tirk ve hatine qedexe kirin. Lê di vî bêdengiya kûr de, bi veşartî hinek xebat jî dihatin kirin.

Li sala 1942yê Mistefa Remzî Bucax, Faîq Bucax û Ziya Şerefhanoğlu ji bo ku xwendevanên kurd li hev bicivin, Civîngeha Xwendevanan ya Feratê ava kirin. Di heman salê de van hersêyan kovara Hêvî 1942 (kovar)ê didamezrînin. Bi navê Cemiyeta Rizgariya Kurdan jî rêxistinekê ava dikin [18]

Li sala 1958ê Musa Anter rojnameya İleri Yurt ava dike. Di vê rojnameyê de bi navê Qimil helbesteke kurmancî dinivîse. Musa Anter binçav dibe, piştî demek din serbest berdidin. Lê bi Doza 49an dîsa tê girtin. Qimil her çend helbestek be jî, dibe nîşaneyeke kurdan ya hişyarbûnê.

Li ser hişyarbûna gelê bakur Dr. Şivan wiha dibêje;

Doza 49an (17 berfanbar 1959-...)

 Gotara bingehîn: Doza 49an

Bûyera 49an piştî şerê cîhanî yê yekem hişyarbûna kurdên bakur ya yekem e ku piştî vê hişyarbûnê hereketên kurd derketin. Bi serkeftina Mela Mistefa Barzanî li Başûrê Kurdistanê tesîreke mezin hem li Tirkiyeyê kir hem li Bakurê Kurdistanê kir.

Piştî derbeya leşkerî ya Ebdulkerîm Qasim li Iraqê, bi banga Ebdulkerîm Qasim, Mela Mistefa ji Sovyetan vegerî welat. Wî wextî li Mûsilê û Kerkûkê tevlîhevî çêbû ku Ebdulkerîm Qasim nedikarî çareser bike û alîkarî ji Barzanî xwast. Barzanî bi pêşmergeyên xwe ve beşdarî van şeran bû û di vemirandina van serhildanan de alîkariya Iraqê kir. Di encamê de gelek tirkmen jî hatin kuşin. Ev jî bû sedema nerazîbûnên Tirkiyeyê.

Bûyera 49an girtina 50 xwendevanên kurd e ku kurdên sosyalîst, dîndar, burjuva, demokrat.. hwd yanî her cure kurd di nav vê bûyerê de hebûn. Jixwe piştî vê bûyera û bi derbeya leşkerî li Tirkiyeyê hereketên kurd jinûve şînbûn. Piştî derbeya leşkerî gelek fraksiyonên kurd derketn holê. Em dikarin bibêjin ku tovê fikrî yê hemû hereketên Bakurê Kurdistanê girtina van 50 rewşenbîrên kurd bû. Her wisa piştî şerê cîhanî yê duyem sîstema polîtîk ya dinyayê guheri. Di navbera DYA û Sovyetan de şerê sar destpê kir. Jixwe vî şerî gelek tesîr li kurdan jî kir û para xwe ji vî şerî wergirt. Hêjayî gotinê ye ku Mehmet Emin Batu xwendevanek bû di nav van 50 kesan de. Li zindanê de mirî û 49 kes man. Ji ber vê navê vê bûyerê bi 49 kesan tê zanîn.

Kampa Sêwazê (1 xizîran 1960)

 Gotara bingehîn: Kampa Sêwazê

1 xizîrana 1960 ji aliyê efserên kudetayê 485 kurd birin Kampa Sêwazê. Vegera Barzanî bo Iraqê tirsek mezin xistibû nav dilê dewleta tirkan de. Ji çepê jî ji rastê jî kurd ji ber sedemên kurdbûnê dihatin binçav kirin û girtin.

Piştî kudetaya 27 gulanê

Vekirina dibistanên asîmîlasyonê(6 rêbendan 1961)

Di destpêkê de li Bakurê Kurdistanê 19 YİBO(dibistanên asîmîlasyonê) hatin vekirin. Paşî dîsa bi gelemperî li Kurdistanê jimara van dibistanan gihişt 50an [20]. Li van dibistanan de bi giştî kurdên hejar ji malbatên xwe dûr xwendina xwe dikir. Armanc ew bû ku van zarokan ji malbatê dûr bixin û bi çand, nêrîn û zimanekê nû perwerde bikin.

Guherandina navên kurdî

Piştî kudetaya 27ê gulanê nav guherandineke mezin hate destpê kirin ku navê çiya, newal, gund hwd hemû hatin tirkîkirin.

Binçavkirina 23 rewşenbîrên kurd(1963)

 Gotara bingehîn: Doza 23yan

Musa Anter, Yaşar Kaya, Medet Serhat û Ergün Koyuncu bihevra kovara Deng derdixin. Du hejmar tê weşandin, di amadebûna weşana hejmara sêyê de nivîskar tên girtin. Doğan Kılıç Şihhesenanlı jî kovareke bi zazakî Roja Newe derdixe. Ew û grûba wî jî hem ji ber vê hem ji ber têkiliyên wî li gel Nûrî Dêrsimî tên girtin. Edip Karahan bi navê Dicle-Fırat kovarekê derdixe. Bi giştî 23 rewşenbîrên kurd tên girtin. Li nav van 8 xwendekarên başûrî û yek jî yê rojhilatî heye bi tohmeta avakirina Kurdistanê li gel kurdên Tirkiyeyê hatibûn girtin.

Avabûnê PDK-Bakur (1965)

PDK-Bakur li sala 1965ê ji aliyê Faîq Bucax, Ömer Turhan, Sait Elçi û Fehmî Begê Lîceyê tê damezrandin. Faîq Bucax li sala 5 tîrmeha 1966ê tê kuştin. Sait Elçi şûna wî dibe sekreterê giştî yê PDK-Bakur. Sait Elçi li sala 1968ê ji aliyê dewleta tirkan bi hêceta kurdayetîyê tê girtin. Reşemeha sala 1969ê tehliye dibe û berê xwe dide Başûrê Kurdistanê. Lê li vir ji ber nakokiyan ji aliyê Dr. Şivan(Sait Kırmızıtoprak) tê kuştin [21]

Dr. Şivan jî li sala 1970ê bi navê Partiya Demokrat a Kurdistan li Tirkiyeyê ava dike.

Kuştina herdu Seîdan

Sait Elçi piştî kuştina Faîq Bucax bibû serokê PDK-Bakur. Ji ber zêdebûna bayên çepê li Tirkiyeyê nakokî di navbera herdu Seîdan de peyda bibû. Dr. Şivan Partiya Demokrat a Kurdistan li Tirkiyeyê ava kiribû û siyaseteke çepgiranetir dikir. Dr. Şivan ji ber givaşên tirkan li gel hevalên xwe Soro, Brûsk, Çeko û Reşo Zîlan li sala 1969ê çûbûn Başûrê Kurdistanê û li wir ji aliyê PDKve kampek jê re hatibû ava kirin û li wir hem bijîşkî dikir hem jî xebatên sîyasî dikir.

1ê xizîrana 1971ê Sait Elçi ji zindana tirkan derdikeve û berê dide Başûrê Kurdistanê. Li Zaxoyê pêşwaziya wî Dr. Şivan dike. Lê paşî deng ji Sait Elçi dernakeve ku wenda bûye. PDK Iraq dest bi lêkolînê dike ku Sait Elçi ji aliyê Dr. Şivan û hevalên wî ve tê kuştin. Hêjayî gotinê ye ku Dr. Şivan kuştina Seîd Elçî qebûl dike [22] Li ser vê Dr. Şivan û hevalên wî Çeko, Birûsk ji aliyê PDK Iraq ve tên înfaz kirin [23]. Hêjayî dubarekirinê ye ku gelek teref li ser vê mijarê naaxivin. Bi taybetî jî destê tirkan di nav van kuştinan de heye, hêj nehatiye zanîn. Di encamê de PDKên bakur bêser dimînin. Şikestineke mezin di nav tevgera bakur de peyda dibe.

Ji bo vê mijarê gotinên Şakir Epözdemir gelek girîng in [24]

Hindek bûyerên din

  • Li gulana 1966ê xwendevanên Bedlisî kovareke bi navê Hawar derxistin
  • 4 tîrmeha 1966yê Faîq Bucax hate kuştin
  • Hikûmeta Tirkiyeyê anîna plak, kaset û pirtûkan ji derveyî welat qedexe kir
  • 16ê îlona 1967ê Mîtîngên Rojhilatê ya yekem li Amedê hate lidarxistin. 24ê îlonê li Farqînê, 1ê cotmehê li Siwêregê, 8ê cotmehê li Batmanê, 15ê cotmehê li Dêrsimê û 22 cotmehê jî li Agirîyê hate lidarxistin
  • 27ê rêbendana 1968ê 11 rêvebirên PDK-T li Amedê hatin girtin
  • Parêzgarê Mêrdînê daxuyand ku 200 komandoyên tirk li rojhilatê Tirkiyeyê dest bi nêçîra eşqiyayan kir [25]
  • Li sala 1978ê Artêşa Tirkiyeyê li Geverê tetbîqetek bi navê Kanatlı Jandarma 78, li herêma Cizîr û nisêbînê jî tetbîqeta bi navê Gürman 78 lidar xist. Wî wextî kurdan bertekên tund nîşanî van tetbîqetan da [26]

Avabûna Civîngehên Çandî yên Şoreşgerê Rojhilat(1969)

Avabûna PKKê

 Gotara bingehîn: Partiya Karkerên Kurdistanê
 Gotara bingehîn: Şerê PKK û Tirkiyê
 Gotara bingehîn: 15ê tebaxa 1984an

Pêngava 15ê Tebaxê

PKKê bi êrîşên Şemzînan û Erûhê dest bi çalakiyên xwe yên leşkerî kir.

Komkujiya Gurgumê

 Gotara bingehîn: Komkujiya Gurgumê

Komkujiya Qilabanê 2011

 Gotara bingehîn: Komkujiya Qilabanê 2011

Komkujiya Pirsûsê

 Gotara bingehîn: Komkujiya Pirsûsê 2015

Her wisa binêre

Pirtûk

  • Sivas Kampı (27 Mayıs'ın Öteki Yüzü), Nevzat Çiçek

Kronolojîya dîroka Bakurê Kurdistanê, 1908-1923

Çavkanî

  1. ^ Musul Komplosu, Mim Kemal Öke, Weşanên Irfan, 2012, r:84
  2. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:371
  3. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:373
  4. ^ Musul Komplosu, Mim Kemal Öke, Weşanên Irfan, 2012, r:135
  5. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:336
  6. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:350
  7. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:339
  8. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:351
  9. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:353
  10. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:376
  11. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:361
  12. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:362
  13. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:442
  14. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:442
  15. ^ Musul Komplosu, Mim Kemal Oke, WeşAna Îrfan, 2012, r:139
  16. ^ Musul Komplosu, Mim Kemal Oke, WeşAna Îrfan, 2012, r:141
  17. ^ Türki Korkunun Antomisi, Irak Kürdistanı ve Etkileri, Zeyne Abidin Yaprak, Weşanên Doz 2005, r:180
  18. ^ Yirmiüç Kürt Aydını, Yaşar Kaya, Weşanên Avestayê, r:73
  19. ^ Türki Korkunun Antomisi, Irak Kürdistanı ve Etkileri, Zeyne Abidin Yaprak, Weşanên Doz 2005, r:194
  20. ^ Türki Korkunun Antomisi, Irak Kürdistanı ve Etkileri, Zeyne Abidin Yaprak, Weşanên Doz 2005, r:193
  21. ^ Yirmiüç Kürt Aydını, Yaşar Kaya, Weşanên Avestayê, r:98
  22. ^ http://www.pdk-xoybun.com/modules/Content/print.php?pid=175
  23. ^ Türki Korkunun Antomisi, Irak Kürdistanı ve Etkileri, Zeyne Abidin Yaprak, Weşanên Doz 2005, r:123
  24. ^ http://www.pdk-xoybun.com/modules/Content/print.php?pid=175
  25. ^ Türki Korkunun Antomisi, Irak Kürdistanı ve Etkileri, Zeyne Abidin Yaprak, Weşanên Doz 2005, r:197
  26. ^ https://www.yuksekovahaber.com.tr/haber/kanatli-j-78-tatbikati-26343.htm