Cudahiya di navbera guhertoyên "Koendama demarê" de

Jump to navigation Jump to search
635 bayt lê hatin zêdekirin ,  berî 1 salê
B
kurteya guhartinê tune ye
B
B
[[Wêne:Koendamademarê ku.png|thumb|415x415px|Koendama demarê ya mirovan]]
Ji bilî isfencên deryayê, hemû ajal xwediyê koendama damrê ye<ref name="McGraw-Hill"> Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.</ref>. Koendama demarê ya şîrdaran(guhandar) ya herî aloz e.Hemû zîndewer dikarin ji guherînên nav laşê wan an jî yên li hawîrdora wan rû dide pê bihesin. Mirov jî bi alîkariya koendama demarê hay ji hawirdora xwe dibe. Ji xeynî wî, endam û [[Şane (biyolojî)|şaneyên]] laş jî bi navbeynkariya koendama demarê bi hev re di nav têkiliyêde ne. Koendama demar ragihandinan ji beşek laş ber bi beşa din a laş ve diguhêzîne, bi vî awayê çalakiyên mirov rêk dixe<ref name="VILLEE"> Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.</ref>. Koendama demarê guherînên hawirdorê yên li ser laşê mirov de bandordar in tespît dike, guherîn ji aliyê koendama demarê ve tê analîzkirin paşê bi gelemperî bi alîkariya koendama [[Hormon|hormonan]], li dij guherînê bersîva laş ava dike<ref name=" Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.</ref>. Guherînên wekî ronahî, germahî, deng, bêhn û livîn guherînên hawîrdorî ne. Guherînên li rêjeya [[Dilê mirov|dillêdanê]], li rejaya oksîjena nav [[Xwîn|xwînê]], li leza heriskirinê, li leza henasedanê hwd. mînak in ji boy guherînên li nav laş. Çav, guh,ziman, difin û pestê(çerm) mirov hestewergir lixwe digire. Mirov bi alîkariya van wergiran pê kartekirên hawirdorê dihese. Kartêkir ne tenê ji derveyî laş lê dibe ko di nav laş de jî peyda bibe. Wekî mînak, zêdebûna karbonadîoksîda xwînê, an jî zêdebûna pileya [[Ta (biyolojî)|germahiya laş]] (ta) .Bi kurtasî; Kontrola çalakiyên hizirî (bîr û hiş) û laşî ji aliyê koendema demar ve tê bi rêvebirîn. Koendama demar (Demarekoendam) li dij guherînan, hevsengiya navekî ya laş diparêze. Di jiyana rojane de, mirov çi ji nava laş, çi jî ji hawirdorê gellek kartêkir û hêst digire, piştê nîrxandinê, berteka demarekoendamê bi bersivek guncaw, bi navbeynkariya [[masûlke]] û [[Rijên|rijênan]] tê nîşankirin. Bertek dibe ko bi hemdê mirov be, li hin caran bertekên bêhemd jî çê dibe, [[refleks]] bertekên wisa ne.
 
=== Demarexane ===
{{Gotara bingehîn|Demarexane}}
[[Wêne:Neuron ku.svg|thumb|276x276px|Xaneya nimûne ya demarexaneyê]]
Demarexane (bi îngilîzî: ''nerve cell'', ''neuron'') kartêkir werdigire ji derve û hundirê laş. Kartêkir di demarexaneyê de bi şêwêyê elektrîkî û kîmyayî tê şandin ji boy xaneyên din. Demarexane ji sê beşên sereke pêk tê; laşê xaneyê, [[dendrît]](liq û pop) û [[tewere]]. Laşê demarexaneyê [[navik]] û [[Endamok|endamokan]] lixwe digire. Dendrît niçikên mîna liqên darê ne, ji laşê xaneyê ber bi derve dirêj dibin. Ji hawirdorê an jî ji demarexaneyêk din bi navbeynkariya dendirîdan kartêkir tên girtin û ber bi laşê demarexaneyê ve bi şêweyê elektrîkî tên şandin. Ji laşê xaneyê niçikek derdikeve, ew ji dendrîdan dirêjtir e û wekî tewere tê navkirin. Tewere demareragîhandinan(sînyal) vediguhêzîne dûrê laşê xaneyê. Demarexane girîng e ji boy girtin û ragihandina kartêkiran. Demarexane li gor erkên xwe an jî li gor pêkhate û şêweyên xwe tên polênkirin.
Demarexane li gor erkên xwe an jî li gor pêkhate û şêweyên xwe tên polênkirin.
 
==== Cureyên demarexane li gor pêkhate û şêweyê wan ====
 
==== Anatomiya demarexaneyê ====
Li gor şewe û erkên xwe gellek cureyên demarexane heye, lê hemû demarexane sê pêkhateyên hevbeş lixwe digirin; laşê xaneyê, dendrît (liq û pop) û tewere. [[Navik]] û piraniya [[Endamok|endamokên]] demarexaneyê di laşê xaneyê de cih digirin. Beşa herî gewre ya demarexaneyê laşê xaneyê ye. Ji sîtoplazmaya demarexaneyê niçikên kin ber bi derve dirêj dibin, van niçikên sîtoplazmayê wekî dendrît tê navkirin<ref name="VILLEE"/>. Dendrît ji [[Hestewergir|hestewergiran]] an jî ji demarexaneyên din kartêkir (demareragîhandin) werdigire. Kartêkir bi şêweyê erkê kar ji dendrîdan derbasî tewereyê dibe. Tewere jî mîna dendrîdan ji niçikê sîtoplazmayê pêk te, lê tewere ji dendrîdan gellek dirêjtir e. Di laşê mirov de hin tewere hene ko dirêjiya wan ji metreyek zêdetir e. Bi gelemperî demarexane yek tewereyek lixwe digirin. Tewere demareragîhandinê ji laşê xaneyê diguhêzîne ber bi xaneyek din. Ango dendrît kartêkirên ji derdora demarexaneyê ber bi laşê demarexaneyê ve dişîne, tewere jî kartêkiran bi şêweyê elektrîkî diguhêzîne dûrê laşê xaneyê. Di nav sîtoplazmaya tewereyê de hin endamok jî hene, [[mîtokondrî]] yek ji wan endamokan e. Tewere hin caran wekî rîşalê demar([[demarerîşal]]) jî tê navkirn. Demar (bi îngilîzî:''nerve'') ji gurzê tewereyan, ango ji gurzê demarerîşlan pêk tê. [[Parzûna xaneyê|Parzûna]] hinek tewereyan tazî ye, lê bi gelemperî demarexaneyên navê û yên livînê bi xaneyên glîa pêçayî ne. Xaneya Schwann û xaneya olîgodendrosîd mînak in ji boy xaneyên glîa. Parzûna xaneyên glîa, madeyek bi navê maylîn lixwe digirin. Maylîn madeyek [[Lîpîd|çewrî]] ye û bi rengê xwe spî ye<ref name="VILLEE"/>. Pêçanên xaneyên Schwann li ser tewereyê bergek ava dike, ev berg wekî bergê maylînî tê navkirin<ref name="OpenStax, Biology"> Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,</ref>. Xaneyên Schwann tewereyên demarexaneyên demarekoendama çêwe dipêçinin, herwisa olîgodendrosîd jî tewereyên demarexaneyên demarekoendama navendî dipêçînin. Bergê maylînî tewereyan ji hev cuda dike û guhêztina erkê kar leztir dike. Di navbera bergê maylînî yên xaneyên Schwann de hin valahî dimîne, ango xanyen Schwann bi navber rêz dibin li ser tewereyê. Navbera herdu bergê maylînî wekî girêya Ranvier tê navkirin<ref name="VILLEE"/>. Kotahiya tewereyê liqdar e. Serê van liqan wekî [[tewerekotahî]] an jî demarekotahî tê navkirin. Tewerekotahî bi xaneyên din ve bi navbeynariya [[Gehînkeya kîmyayî|gehînkeyê]] têkilî çê dike.
Parzûna hinek tewereyan tazî ye, lê bi gelemperî demarexaneyên navê û yên livînê bi xaneyên glîa pêçayî ne. Xaneya Schwann û xaneya olîgodendrosîd mînak in ji boy xaneyên glîa. Parzûna xaneyên glîa, madeyek bi navê maylîn lixwe digirin. Maylîn madeyek [[Lîpîd|çewrî]] ye û bi rengê xwe spî ye<ref name="VILLEE"/>. Pêçanên xaneyên Schwann li ser tewereyê bergek ava dike, ev berg wekî bergê maylînî tê navkirin<ref name="OpenStax, Biology"> Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,</ref>. Xaneyên Schwann tewereyên demarexaneyên demarekoendama çêwe dipêçinin, herwisa olîgodendrosîd jî tewereyên demarexaneyên demarekoendama navendî dipêçînin. valahî dimîne, ango xanyen Schwann bi navber rêz dibin li ser tewereyê. Navbera herdu bergê maylînî wekî [[girêya Ranvier]] tê navkirin<ref name="VILLEE"/>. Kotahiya tewereyê liqdar e. Serê van liqan wekî [[tewerekotahî]] an jî demarekotahî tê navkirin. Tewerekotahî bi xaneyên din ve bi navbeynariya [[Gehînkeya kîmyayî|gehînkeyê]] têkilî çê dike.
 
==== Fîzyolojiya demarexaneyê ====
[[Wêne:Action potential ku.svg|thumb|287x287px|Dema demareragihandinê de guherina bargeya elektrîkî ya demarexaneyê.]]
Demarexane sînyalan bi şêweyî elektrîkî û kîmyayî diguhêzîne. Sînyal li seranserê demarexaneyê, ji dendrîdan hetanî kotahiya tewereyê bi şeweyê elektrîkî tên guhêztin. Lê ji demarexaneyêk ber bi xaneyek din ve ragihandina demarî, di gehînkeyê de, bi gelemperî bi şeweyê kîmyayî rû dide.
 
Li herdu aliyê parzûnê de cudahiya bargeya elektrîkî dibe sedema çêbûna erkê parzûne (bi îngilîzî: ''membrane potential''). Iyonên sodyum (Na<sup>+</sup>) û potasyum (K<sup>+</sup>) iyonên sereke ne ji boy çêbûn û berdewamiya erkê parzûnê. Iyonên Na<sup>+</sup> û K<sup>+</sup> bi navbeynkariya pompeya sodyum-potasyum, an jî bi navbeynkariya cogên iyonan ber bi derveyî an jî ber bi nava xaneyê li parzûna xaneyê de tên guhêztin. Erkê parzûnê du cure ye, [[erkê bêhnvedanê]] (bi îngilîzî: ''resting potential'') û [[erkê kar]] (bi îngilîzî: ''action potential''). Dema demarexaneyêk ji derdora xwe kartêkir negire an jî demareragîhandin nediguhêzîne, demarexane di qonaxa bêhnvedanê da ye. Ev rewşa xaneya demarê wekî cemsergirî (bi îngilîzî:''polarization'')tê navkirin. Di qonaxa cemsergirî de, di navbera herdu aliyên parzûna demarexaneyê de cudahiya bargeyê elektrîkê peyda dibe. Aliyê hundirê parzûnê bi bargeya negativ, aliyê derveyî parzûnê jî bi bargeya pozîtiv ve barkirî tê hiştin<ref name="Modern Biology"/>. Di qonaxa cemsergirî de xestiya potasyuma (K<sup>+</sup>) nav xaneyê ji xestiya potasyuma derve zêdetir e<ref name="Human Biology.">Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company. </ref>. Li derveyê parzûna xaneyê de xestiya sodyumê (Na<sup>+</sup>) û ya klorînê (Cl<sup>-</sup>) ji ya hundir zêdetir e. Wergirtina ragihandinek , dawî li qonaxa cemsergiriyê, ango erkê bêhnvedanê tîne. Xerabûna erkê parzûnê dibe sedema çêbûna demareragîhandinê. Ji tûmika tewereyê ber bi kotahiya tewereyê li ser parzûna tewereyê de veguhêztina demareragîhandin, wekî erkê kar tê navkirin (bi îngilîzî: ''action potential''). Alûgorkirina iyonên sodyum û potasyumê yên li herdu aliyên parzûnê dibe sedema guherîna cemsergiriya xaneyê. Guherîna cemsergiriyê jî dibe sedema peydabûna herrika elektrîkê, erkê kar ji herrika elektrîkî peyda dibe. Erkê kar li demarexaneyan de dibe sedema çêbûna demareragîhandinê. Bargeyên parzûna demarexaneyê dema erkê kar de, berevajiyê dema erkê bêhnvedanê ye, nava tewereyê pozîtîv, derveyî parzûna tewereyê bi bargeyê negatîv barkirî ye.
[[Wêne:Ragihandina bazdar ku.png|thumb|315x315px|Bergê maylînî tewereyan ji hev cuda dike û guhêztina erkê kar leztir dike.]]
Di qonaxa erkê kar de, xestiya Na<sup>+</sup> li nav xaneyê zêde ye, xestiya potasyumê jî li derveyî xaneyê zêde ye. Ev rewş wekî berevajîbûna cemsergiriyê (bi îngilîzî: ''depolarization'') tê navkirin<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>. Xane tenê di qonaxa erkê bêhnvedanê de ji boy wergirtina kartêkir amade ye, loma divê demarexane demildest vegere qonaxa erkê bêhnvedanê, ango divê li ser rûyê parzûna demarexaneyê de cemsergirî dubare bê avakirin. Ligel cogên potasyumê, pompeyên alûgorkirina sodyum-potasyumê jî kar dikin ji boy vegeriyana cemsergiriyê. Erkê kar ji tûmika tewereyê dest pê dike gav bi gav ber bi tewerekotahiyê didome. Kotahiya tewereyê bi demarexaneyêk din ve di nav têkiliyê de ye. Hin caran jî dibe ko kotahiya demarexaneyê bi xaneya masûlke an jî bi xaneya rijên ve di nav têkiliyê de be. Divê demareragîhandin( erkê kar) ji kotahiya tewereya demarexaneyê derbasî xaneyên din bibe<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>. Ew beşa ko demarexane nezikê hev dibin wekî gehînke an jî gehînkeya demarî tê navkirin<ref name="Biology with Physiology">Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.</ref>. Erkê kar ji xaneyek bo xaneya din, bi navbynkariya gehînkeya demarî tê gihandin. Ji boy pirraniya demarexaneyan, ragihandina erkê kar di gehînkeyê de bi navbeynkariya demareguhêzeran, bi şêweyê kîmyayî rû dide<ref name="OpenStax, Biology"/>.
 
=== Xaneyên glîa ===
{{Gotara bingehîn|Xaneyên glîa}}
[[Wêne:Glial cells ku.png|thumb|308x308px|Xaneyên alîkar in ji boy demarexaneyan,palpişta demarexaneyan dikin û wan xwedî dikin.]]
Xaneyên alîkar in ji boy demarexaneyan,palpişta demarexaneyan dikin û wan xwedî dikin<ref name="visualizing-human-biology">Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.</ref>. [[Xaneyên glîa]] ji demarexaneyan hûriktir in, tewere û dendrîtên wan tune ye. Loma xaneyên glîa ji boy gihandina sinyalên elektrîkî kar nakin. Hin ji xaneyên glîa, xwe li ser tewereyên demarexaneyan ve dipêçînin. Pêçên xaneyên glîa ên li ser tewereyê wekî [[bergê maylînî]] tê navkirin. Bergê maylînî çînek negihîner e. Bergê maylînî, tewereyên demarexaneyan ji hev dadibirrine (ji hev cihê dike), bi vî awayê demareragîhandin hêsantir û leztir dibe. Şeş cureyê xaneyên glîa heye. Ji vana çar heb di demarekoendama navendî de, du heb jî di demarekoendama çêwe de cih digirin.Xaneyên glîa yên demarekoendama navendî; stêrkexane, olîgodendrosît, mîkroglîa û ependîmî ne. Xaneyên peykê(peykexane) û xaneyên Schwann jî xaneyên glîa yên demarekoendama çêwe ne<ref name="OpenStax, Biology"/>.
 
 
{{Gotara bingehîn|Dirkepetik}}
[[Wêne:Spinalcord ku.png|thumb|Refleks ne li bin bandora demax, lê di bin kontrola dirkepetikê de çê dibin.|280x280px]]
Dirkepetik gurzek [[şaneya demarê]] ye di nav [[Movik|hestiyên birrbirrê]] de, ji [[qedê demax]] dirêj dibê heta jêrê qefesa singê. Dirkepetik, di navbera demax û [[demarekoendama çêwe]] de navbeynkariya ragihandinê dike<ref name="Human biology"/>. Ji bilî veguhêztina demareragihandinan, dirkepetik wekî navenda refleksên livînê jî kar dike<ref name="Human biology"/>. Refleks tevgera masûlkeyan a lezgîn ve û bêhemd e. Refleks ne li bin bandora demax, lê di bin kontrola dirkepetikê de çê dibin. Dirêjiya dirkepetikê bi qasî 45 cm ye. Birgeha panî (bi înglîzî: ''cross section'') ya dirkepetikê bi du çînî ye. Çîna derve bi rengê spî, çîna navî jî bi rengê gewr e. Beşa gewr wekî madeyê gewr tê navkirin. Madeyê gewr ji tewereyên ne maylînî, laşê demarexaneyan û [[xaneyên glîa]] pêk tê. Madeyê gewr bi madeyê spî dorpeçî ye. Şeweyê beşa gewr dişibe perperperokê, an jî pîta H yê<ref name="Human biology"/>. Beşa gewr li gel hin beşên [[Demarexane|demarexaneyên]] hestê û livînê, demarexaneyên navê lixwe digire. Demarexaneyên navê, demarexaneya hestê bi demarexaneya livînê ve girê dide. Beşa spî ya dirkepetikê ji tewereyên bi maylînî pêk tê. Rîşalên(tewere) demarexaneyên hestê ji laş ber bi demax ve rişalên demarexaneyên livînê jî ji demax ber bi laş ve dirêj dibin. Herwiha rîşalên demarexaneyên navê jî di nav madeyê spî de cih digire. Beşên madeyê spî li gor stûnan (bi îngilîzî: ''column'') tê polenkirin. Di nav van stûnan de rîşalên [[koendama demarê]] yên ber bi demaxê hildikêşin, ji [[endamên hestê]] ragihandinên hestê diguhêzînin ji boy [[Demaxê mirov|demaxê]]. Herwîsa stûnên ji demaxê dadikêşin ji boy masûlkeyan sinyalên livînê diguhêzînin.
Beşa spî ya dirkepetikê ji tewereyên bi maylînî pêk tê. Rîşalên(tewere) demarexaneyên hestê ji laş ber bi demax ve rişalên demarexaneyên livînê jî ji demax ber bi laş ve dirêj dibin. Herwiha rîşalên demarexaneyên navê jî di nav madeyê spî de cih digire. Beşên madeyê spî li gor stûnan (bi îngilîzî: ''column'') tê polenkirin. Di nav van stûnan de rîşalên [[koendama demarê]] yên ber bi demaxê hildikêşin, ji [[endamên hestê]] ragihandinên hestê diguhêzînin ji boy [[Demaxê mirov|demaxê]]. Herwîsa stûnên ji demaxê dadikêşin ji boy masûlkeyan sinyalên livînê diguhêzînin.
 
=== Demax ===
 
{{Gotara bingehîn|Mejî}}
[[Wêne:Demax ku.png|thumb|310x310px|Demax ji çar beşên serekî pêk tê.]]
[[Wêne:Brain Anatomy (Sagittal) ku.png|thumb|Demaxê mirov ji çar beşên serekî pêk tê.|305x305px]]
'''Mejî''' (bi îngilîzî: ''cerebrum'', ''telencephalon'') beşa herî gir e di [[Demax|demaxê]] mirov de. Navanda çêbûna hizir, hest, bîrhatin, hînbûn, peyvîn, dîtin û kontrola masûlkeyan e. Ji derdor û nav laş de ragihandin û kartêkir ji aliyê [[Demarexane|demarexaneyên]] hestê ve tên şandin bo demax. Mejî ji aliyê derve ve werpêçik e. Mejî ji du pişkan pêk tê, nîvê rastê û nîvê çepê<ref name="Human anatomy"/>. Herdu nîvên mejiyê bi navbeynkariya tenê req, bi hevre girêdayî ne.
Her nîvek mejiyê dabeşê çar pila dibe. Her pilek ji hev cudaye li gor erkê xwe. Navbera pilan de xetek berçav tune ye. Pila li aliyê herî pêşî ya li kiloxê wekî pila eniyê (navçavepil) (bi îngilîzî: ''frontal lobe'') tê navkirin. Li paş navçavepilê de pila tasê (dîwarepil) (bi îngilîzî: ''parietal lobe'') cih digire. Li paş dîwarepilê de pila patikê (patikepil) (bi îngilîzî: ''occipital lobe'') heye. Li bin navçevepil û dîwarepil de pila cênikê (cênikepil) (bi îngilîzî: ''temporal lobe'') cih digire<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>.
 
Di [[coga herisê]] de an jî di coga henasedanê de hebûna tiştek an jî madeyek ko nerehetî dide laşê mirov, navenda refleksan a [[Qedê demax|lakêşemoxê]] çalak dike. Lakêşemox bi refleksên verişînê, kuxikê an jî bêhnijînê bertek nîşan dide û hewl dike ko ew tiştê nerehetî dide mirov ji laş dûr bixe.
[[Wêne:Imgnotraçat arc reflex ku.svg|thumb|Kevanê refleksê ya destkişandinê.|341x341px]]
 
=== Kevanê refleksê ===
== Demar ==
{{Gotara bingehîn|Demar}}
[[Wêne:Nerve structure ku.png|thumb|Bi gelemperî demar ne ji gurzek, lê ji gurza, gurzikên tewereyê [[Demarexane|demarexaneyan]] pêk tê.|315x315px]]
'''Demar''', '''damar''' yan '''tamar''' (bi îngilîzî:''nerve'') beşa [[Koendama demarê|demarekoendamê]] ye, [[Demaxê mirov|demax]] û [[Dirkepetik|dirkepetikê]] bi hemû beşên laş ve girê dide. Gurza [[Tewere|tewereyan]] a li [[demarekoendama çêwe]](DKÇ) wekî demar tê navkirin<ref name="Anatomy and physiology"/>. Demar ji demax û dirkepetikê dirêjê hemû beşên laş dibin.
Demar li gel [[Şaneya demarê|şaneya]] demarê, [[bestereşane]] û lûleyên xwînê jî lixwe digire. Bestereşane beşên demarê dipêçîne û bi hev re girê dide, lûleyên xwînê jî ji boy demarê xurek, oksîjen û madeyên pêwist dabîn dikin. Bi gelemperî demar ne ji gurzek, lê ji gurza, gurzikên tewereyê [[Demarexane|demarexaneyan]] pêk tê<ref name="Anatomy and physiology"/>. Ango gurza demar hîn ji pîçûktir gurzên demaran pêk tê, gurzên pîçûk jî ji tewereyên demarexaneyan pêk tê. Demar bi kîjan beşa demarekoendama navendî ve girêdayî be li gor wê beşê tê polenkirin. Hin demar bi demaxê ve girêdayî ne û wekî [[demaxedemar]] (kiloxedemar) tê navkirin. Hinek demar jî bi dirkepetikê ve girêdayî ne, ji wan demaran re jî dirkedemar tê gotin<ref name="Cambridge International AS and A Level Biology">Jones, M., Fosbery, R., Gregory, J., & Taylor, D. (2014). Cambridge International AS and A Level Biology Coursebook with CD-ROM (4th ed.). Cambridge, MA: Cambridge University Press </ref>. Demaxedemar 12 cot in û ji demaxê ber bi serî, stû, sing û zikê ve dirêj dibin. Hinek ji van cotan, [[Demarexane|demarê hestê]] ne, hinek demarên livînê ne û hinek jî demarên têkel in. Tewereyên hestedemarê, dirêjê nav demax dibin û bi demaxê ve girêdan çê dikin. Tewereyên demarên livînê ji demax derdikevin, bi masûlkeyên serî, stû an jî dil û rûvî ve girêdayî ne. 31 cotên dirkedemarê, ji herdu aliyên dirkepetikê derdikevin û demarekoendama navendiyê bi masûlke, rijên û hestewergirên laş ve girê didin. Dirkedemar bi yekbûna hezaran tewereyên demarxaneyên livînê û yên hestê çêbûyî ye. Hemû dirkedemar, ji demarên têkil pêk tên<ref name="Mader,Biology"/>. Ango Hemû coten dirkedemarê ligel tewereyên demarexaneyên hestê, tewereyên demarexaneyên livînê jî lixwe digirin. Dirkdemarên ji endamên hestê ragihandin tînin dirkepetikê, wekî demarên hatî ( bi înglîzî: afferent nerve) tên navkirin. Demarexaneyên demara hatî jî,wekî demarexaneyên hatî tên navkirin. Hin ji dirkedemaran demareragihandinên ji DKN diguhêzînin masûlke û rijênan, ji van demaran re demarên derketî(bi îngilîzî: efferent nerve) tê gotin. Di laşê mirov de belavbûna 31 cotên dirkedemar û navkirina koma wan bi vî awayî dibe;
== Demarekoendama çêwe ==
{{Gotara bingehîn|Demarekoendama çêwe}}
[[Wêne:Demarekoendama çêwe ku.png|thumb|306x306px|Demarekoendama çêwe ya mirovan]]
'''Demarekoendama çêwe''' '''(DKÇ)''' (bi îngilîzî: ''peripheral nervous system'' (PNS)) beşa koendama demarê ya ji [[Demaxê mirov|demax]] û [[Dirkepetik|dirkepetikê]] belavê laş dibe. DKÇ, kartêkirin ji hawirdorê ber bi DKN ve dişîne, bersîva [[Demarekoendama navendî|DKN]] jî diguhêzîne [[Xane|xaneyên]] armanc ên [[masûlke]] an jî [[Rijên|rijênan]]. Ango DKÇ di navbera DKN û laş de navbeynkarî dike. Çalakiya DKÇ bi navbeynkariya du cure [[demarexane]] pêk tê, demarexaneyên hestê û demarexaneyên livînê. Li tewerekotahiya demarexanyên hestê de hestewergir hene, demarexane bi alîkariya van wergiran kartêkiran ji hawirdorê werdigire û dişîne DKN, loma demarexaneyên hestê wekî demarexaneyên hatî (bi îngilîzî: ''afferent'' ''neuron'') jî tên navkirin. Ragihandinên DKN, bi navbeynkariya demarexaneyên livînê ji boy masûlke û rêjênan tên şandin. Laşê demarexaneyên livînê di DKN de, [[Tewere|tewereyên]] wan di DKÇ de cih digire. Ji ber ko demarexaneyên livînê ji DKN dirêjê derûdorê dibe, wekî demarexaneyên derketî (bi îngilîzî: ''efferent neuron'') jî tên navkirin. Demarekoendama çêwe bi demax û dirkepetikê ve bi şeweyê cotên demarî girêdayî ye. DKÇ ji 43 cotên demar pêk tê. 12 cot demar li hêla demaxê de girêdayî ne, ji van 12 cot demaran re demaxedemar tê gotin. 31 cot demar ji bi dirkepetikê ve girêdayîne. Ji van demaran re dirkedemar tê gotin. Dirkedemar ji demarên hestê (demarên hatî) û demarên livînê (demarên derketî) pêk tên. Her yek ji dirkedemar bi du regan, singereg û zikereg bi dirkepetikê ve girêdayî ne. Demarên hatî li pişteregê, demaren derketî jî li zikeregê de cih digirin.
 
1638

guhartin

Menûya navîgasyonê