Roşan Lezgîn: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Etîket: 2017 amûra guhartina çavkaniyê
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Rêz 32: Rêz 32:
| îmze =
| îmze =
}}
}}
'''Roşan Lezgîn''' [[çîroknivîs]], [[helbestvan]] û [[wergêr]]ekî kurd e. Zêdetir bi kirmanckî ([[zazakî]]) û [[kurmancî]] dinivîse. Lê hinde gotarên wî bi tirkî jî weşiyane.
'''Roşan Lezgîn''' [[çîroknivîs]], [[helbestvan]] û [[Werger|wergêrekî]] kurd e. Zêdetir bi kirmanckî ([[zazakî]]) û [[kurmancî]] dinivîse. Lê hinde gotarên wî bi tirkî jî weşiyane.


== Jiyan û kar ==
== Jiyan û kar ==

Guhartoya 10:03, 24 tîrmeh 2020

Roşan Lezgîn
Zimanê nivîsinêKirmanckî, kurmancî û tirkî
Berhemên navdar
biguhêreBelge

Roşan Lezgîn çîroknivîs, helbestvan û wergêrekî kurd e. Zêdetir bi kirmanckî (zazakî) û kurmancî dinivîse. Lê hinde gotarên wî bi tirkî jî weşiyane.

Jiyan û kar

Roşan Lezgîn di sala 1964an de li gundê Dingilhewa ya bi ser Licêya Diyarbekirê hatiye jiyanê. Di tevayî jiyana xwe de tenê 4 sal çûye xwendegehê, lê paşê dibistana navîn, lîse û unîversîteyê (beşa ziman û edebiyatê) ji derve xwendiye.[1] Ji sala 1996an û vir de li gelek kovar û rojnameyan bi kurdî (kirmanckî û kurmancî) û tirkî nivîsên wî hatine weşandin. Roşan Lezgînî bi pirtûka xwe ya çîrokan (Binê Dara Valêre de) xelata edebîyatê ya Apec Förlag AB-2002 girtîye. Her wiha, bi çîrokekê jî (Serketina Kewan) di Pêşbaziya Çîrokên bona Zarokan a Yekem ku Şarevaniya Sûrê ya Dîyarbekirê organîze kiribû de xelata duyemîniyê girtîye. Berhemên wî di pirraniya kovar û rojnameyên kurmancî û kirmanckî (zazakî) de derketine.

Yekemîn pirtûka wî ya çîrokan "Binê Dara Valêre de" (Weşanxaneya Apecê, Stockholm) bi kirmanckî û wergera wê "Li Bin Dara Biyê" (Weşanxaneya Elma, Stembol) bi kurmancî weşiyabû.

Roşan Lezgînî pirtûka Suzan Samanciyê "Siya Bêdengiyê" û pirtûka Malmîsanijî, Cemîlpaşazadeyên Diyarbekirî Û Neteweperweriya Kurdî ji tirkî, pirtûka Sadiqê Hîdayetî "Sê Dilop Xwîn" jî ji farisî bo kurmancî wergerandine. Ew niha li Amedê dijî.

Roşan Lezgîn pirziman e. Ew ji bilî zaravaya xwe ya kurdiya zazakî, herwiha kurdiya kurmancî baş dizane û soranî jî fêm dike. Wî çendîn lêkolînên girîng ji soranî kirine kurmancî. Ew bi kêmî tirkî û farisî jî dizane. Wî hin çîrokên Sadiq Hîdayet ji farisî bo kurmancî wergerandine.

Edîtorî û redaktoriya yekemîn rojnameya kirdkî Newepel, kovara edebî û hunerî Şewçila, Weşanxaneya Roşnayê û malpera Zazaki.net-ê dike.

Berhem

Berhemên wî yên ku weşiyane

  • Binê Dara Valêre de, Çapa yewine, Weşanxaneya Apecê, Stockholm 2002. Çapa dîyine, Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul 2003
  • Dêsan de Sûretê Ma Nimite, Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul 2005
  • Ferhengê Îdyomanê Kurdkî, Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul 2005
  • Halîn, Weşanxaneya Komalê, Îstanbul 2006
  • Ez Gule ra Hes Kena, Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul 2007
  • Sanikanê Dîyarbekirî ra Guldesteyêk, Estîtuya Kelepûra Kurdî, Duhok 2009
  • Gotin Diçe Nivîs Dimîne, Weşanxaneya Pêrî, Stenbol 2009
  • Edebîyatê Kirmanckî ra Nimûneyî, Weşanên Enstîtuya Zimananên ku li Tirkîyê Dijîn ya Unîversîteya Artukluyê, Mêrdîn 2012
  • Tarîyîya Adirî de, Weşanxaneyê Roşna, Dîyarbekir 2012
  • Dersê Ziwanî, Weşanxaneyê Roşna, Dîyarbekir, 2012, 128 rîpelî
  • Ferhengê Kurdî (Zazakî)-Tirkî û Tirkî- Kurdî (Zazakî), Weşanxaneyê Roşna, Dîyarbekir 2013, 358 rîpelî
  • Ji bo Kurmancan bi Awayê Muqayeseyî: Gramera Kirdkî (Zazakî), Weşanxaneya Roşna, Dîyarbekir 2013, 224 rûpel
  • Sorgu (Pirsyarî), Weşanên Weqfa Smaîl Beşîkçî, Stembol, 2015
  • Toplumsal Kürt Gruplarından Zazalar (Ji Komên Civaka Kurd Zaza), Weşanxaneyê Roşna, Diyarbekir, 2016, Lêkolîn.
  • Ap Hus, Weşanxaneya Roşna, Diyarbekir 2018, Hîkaye
  • Kevoke, Weşanxaneya Roşna, Diyarbekir, 2019, Hîkaye

Wergerandinên wî yên ku weşiyane

  • Suzan Samancı, Siya Bêdengiyê (Wergerandina ji tirkî), Weşanxaneya Aram, Stembol 2001
  • Roşan Lezgîn, Li Bin Dara Biyê, (Wergerandina ji kirmanckî), Weşanxaneya Elma, Stembol 2003
  • Sadiq Hîdayet, Sê Dilop Xwîn (Wergerandina ji farisî), Weşanxaneya War, Diyarbekir 2004
  • Malmîsanij, Cemîlpaşazadeyên Diyarbekirî Û Neteweperweriya Kurdî, Weşanxaneyê Vateyî, Stembol 2008
  • Îsmaîl Beşîkçî, Ziman - Nasname - Netewe Û Neteweperwerî, Weşanxaneya Pêrî, Stembol 2008
  • Andranîk, Dêrsim - Raywanî û Cografya, Weşanxaneyê Vateyî, Stembol 2010
  • Berfîn Zenderlioglu & Mîrza Metîn, Mêrdeyê Şewe Weşanên Avesta, Stembol 2011
  • Perwerde de Tetbîqê Ziwanê Dayîke, Weşanên DÎSA, Dyarbekir 2013
  • Polîtîkayê Zafziwanîye û Plankerdişê Ziwanî, Weşanên DÎSA, Diyarbekir 2013
  • Rêberê Bikarardişê Setê Gulgulînê Gedeyan (Amadekar: Ferîdûn Bîrgul), Kurmanckî ra Çarnayiş: Roşan Lezgîn, Weşanê DÎSA, Diyarbekir 2016
  • Dewlet û Kurd (ji Îsmaîl Beşîlçî), Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn, Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, Îstanbul, 2016
  • Çawanîya Rejîmê û Kurd (ji Îsmaîl Beşîlçî), Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn, Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, Îstanbul, 2016
  • Vera Trawma de Muqawemetê Tutan, Tirkî ra Tercume: Roşan Lezgîn, Weşanê DÎSA, Diyarbekir 2018
  • Xewn (ji Nadîre Güntaş Aldatmaz), Wergerandina ji kirmanckî: Roşan Lezgîn, Weşanxaneyê Roşna, Diyarbekir, 2019
  • Serketina Kewan, Weşanxaneya Roşna, Diyarbekir, 2020

Çavkanî

  1. ^ Serketina Kewan. Diyarbekir: Weşanên Roşna. 2020. rr. Ji otobiyografiya wî ya li ser rûpela pêşî ya kitêbê. ISBN 9786056919398.