Gansu: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Rasti (gotûbêj | beşdarî)
Penaber49 (gotûbêj | beşdarî)
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Rêz 34: Rêz 34:


{{Şablon:Gansu}}
{{Şablon:Gansu}}
{{BDabeşbûna îdarî ya Çînê li asta parêzgehan}}
{{Dabeşbûna îdarî ya Çînê li asta parêzgehan}}


[[Kategorî:Çîn]]
[[Kategorî:Çîn]]

Guhartoya 23:48, 22 îlon 2020

Gansu

Gansu (çînî:甘肃 / 甘肅, Gānsù) parêzgeheke Çînê ye. Ji ber ku korîdoreke teng bû, ew ji bo sedsalan wekî derî di navbera herêma Huangheya jor (çemê Zer) û deverên rojavayê Çînê re xizmet kir.

Serbajarê parêzgehê Lanzhou ye, rûerdê parêzgehê 454.000 km² ye, di 2004an de hejmara niştecîhên parêzgehê digihe 454.000 kesî.

Dîrok

Gansu di xanedana Qin (221-206 B.Z.) de tevlî axa Çînê bû. Marco Polo ji vir ra ketiye Çînê û gelek kesan serdana vê deverê kiriye. Navê Gansu ji navên deverên Ganzhou û Suzhou di dema xanedana Yuan de hate afirandin (1206-1368). Ji 1644an heta 1911an, ew di bin rêveberiya xanedana Qing (Manchu) de ma. Zuo Zongtang (1812-1885), yek ji serwerên herî navdarê vê serdemê, piştî serhildanên Taiping û misilmanan (1862-1877), nêzîkî 50 salî demeke bi aştî pêk anî. Di sala 1920an de yek ji erdhêja herî mezin ya cîhanê li vir pêk hat. Li rojhilatê Gansuyê erdheja bi mezinahiya 8,6 qewimî. Nêzîkî 200.000-250.000 kesan jiyana xwe ji dest da û pir bajar û bajarok hilweşiya.

Erdnîgarî

Taybetmendiya herî berbiçav a bingeha xwezayî di Gansu de plato ne. Gansuya rojhilat, navenda erdhejê ya Çînê ye. Li Gansu di navbera havîn û zivistanê de cûdahiyên germê yên mezin hene.

Demografî

Piraniya nifûsa Çînê Han e (92%). Di nav gelan de civakên mongol, tirk û tîbetî jî hene.

Aborî

Pembo, rûnê felq, zebeş, garis hilberên bazirganî yên çandinî yên sereke ne. Lêbelê, aboriya Gansu bi piranî li ser bingeha maden derxistinê ye. Neft û komir û hesin tê derxistin.

Parêzgeh li Çînê navendek hêza nukleer e.

Galerî

Çavkanî


Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya tirkî pêk tê.