Dabeşbûna Koreyê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Jiju (gotûbêj | beşdarî)
Jiju (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 67: Rêz 67:
''Gotara sereke [[Şerê Koreyê]] ye.''
''Gotara sereke [[Şerê Koreyê]] ye.''


Ev dabeşkirina Koreyê, ya ku hezar salan zêdetir yek bû, hem ji aliyê Bakur ve hem jî ji aliyê Başûr ve wekî demkî hate dîtin. Ji 1948an heya destpêkirina şerê navxweyî ya di 25a hezîrana 1950 de, hêzên çekdar ên her aliyekî li ser sînorê ketin nav pevçûnên xwînrijî. Di 1950 de, dema ku hêzên Koreya Bakur Koreya Başûr dagir kirin, [[Şerê Koreyê]] dest pê kir û ev pevçûn bi rengekî berbiçav zêde bûn. [[Neteweyên Yekbûyî|NYê]] ji bo parastina [[Komara Korêyê|Başûr]] bi hêzek midaxileyî şerê kir ku ev hêz li bin pêşengiya DYAyê bû. [[Korêya Bakur|Komara Demokratîk a Gel a Koreyê]] hewl da ku hemû girav di bin rejîma xwe de bike yek û ji ber wê jî bi dagirkirinê ve dest bi sepandina polîtîkayên xwe kir wekî neteweyîkirina endustriyê, reforma axê û nûkirina Komîteyên Gel.<ref />[[Wêne:Korea_at_night.png|girêdan=https://ku.wikipedia.org/wiki/W%C3%AAne:Korea_at_night.png|rast|thumb|Dabeşbûna giravê bi saya ronahiyên hêla Başûr bi zelalî ji fezayê jî tê dîtin.]][[Neteweyên Yekbûyî]] sebeba midaxileya xwe wiha îzah kir ku ew dixwazin sînoran bi ya peymanê dîsa ava bikin a ku dora paralela 38em e. ''Syngman Rhee'' yê ku serokê Başûr bû, ragihand ku êrişa Bakur sînor ji holê radike. Bi heman awayî Serfermandarê Giştî yê NYyê, ''General Douglas MacArthur'' diyar kir ku wî dixwest ku Koreyê yek bike, ne ku tenê hêzên Koreya Bakur paşde vegerîne.<ref>{{Cite book|url=https://archive.org/details/rethinkingkorean0000stue|title=Rethinking the Korean War: A New Diplomatic and Strategic History|last=Stueck|first=William W.|publisher=Princeton University Press|year=2002|isbn=978-0-691-11847-5|location=Princeton, NJ|pages=[https://archive.org/details/rethinkingkorean0000stue/page/87 87]–88|url-access=registration}}</ref> Lê belê, Bakur ji % 90ê başûr dagir kir heya ku êrişa hêzên pêşengiya DYAyê dest pê bike. Gava ku hêzên Koreya Bakur ji başûr hatin derxistin, hêzên Koreya Başûr di 1ê çiriya paşîn de ji paralela 38ê derbas bû û ket hêla Bakur û hêzên DYAyê û yên NYê jî piştî hefteyekê paş artêşa Başûr ketin Bakur. Ev tevî hişyariyên [[Komara Gel a Çînê]] bû ku ragihandibûn, heke leşkerên DYAyê paralelê derbas bikin dê ew ê midaxile bikin.<ref>{{Cite book|url=https://archive.org/details/rethinkingkorean0000stue|title=Rethinking the Korean War: A New Diplomatic and Strategic History|last=Stueck|first=William W.|publisher=Princeton University Press|year=2002|isbn=978-0-691-11847-5|location=Princeton, NJ|page=[https://archive.org/details/rethinkingkorean0000stue/page/89 89]|url-access=registration}}</ref> Gava ku wî bakur dagir kir, Komara Koreyê hewil da ku hemû girav di bin rejîma xwe de bike yek û dest bi polîtîkayên xwe kir.<ref name="Cumings20056">{{Cite book|title=Korea's Place in the Sun: A Modern History|last=Cumings|first=Bruce|publisher=[[W. W. Norton & Company]]|year=2005|isbn=978-0-393-32702-1|location=New York|author-link=Bruce Cumings}}</ref> Gava ku hêzên DYAyê berê xwe dan bakur, Çîn êrîşî wan kir û ew vegerandin başûr.
Ev dabeşkirina Koreyê, ya ku hezar salan zêdetir yek bû, hem ji aliyê Bakur ve hem jî ji aliyê Başûr ve wekî demkî hate dîtin. Ji 1948an heya destpêkirina şerê navxweyî ya di 25a hezîrana 1950 de, hêzên çekdar ên her aliyekî li ser sînorê ketin nav pevçûnên xwînrijî. Di 1950 de, dema ku hêzên Koreya Bakur Koreya Başûr dagir kirin, [[Şerê Koreyê]] dest pê kir û ev pevçûn bi rengekî berbiçav zêde bûn. [[Neteweyên Yekbûyî|NYê]] ji bo parastina [[Komara Korêyê|Başûr]] bi hêzek midaxileyî şerê kir ku ev hêz li bin pêşengiya DYAyê bû. [[Korêya Bakur|Komara Demokratîk a Gel a Koreyê]] hewl da ku hemû girav di bin rejîma xwe de bike yek û ji ber wê jî bi dagirkirinê ve dest bi sepandina polîtîkayên xwe kir wekî neteweyîkirina endustriyê, reforma axê û nûkirina Komîteyên Gel.
[[Wêne:Korea_at_night.png|girêdan=https://ku.wikipedia.org/wiki/W%C3%AAne:Korea_at_night.png|rast|thumb|Dabeşbûna giravê bi saya ronahiyên hêla Başûr bi zelalî ji fezayê jî tê dîtin.]]
[[Neteweyên Yekbûyî]] sebeba midaxileya xwe wiha îzah kir ku ew dixwazin sînoran bi ya peymanê dîsa ava bikin a ku dora paralela 38em e. ''Syngman Rhee'' yê ku serokê Başûr bû, ragihand ku êrişa Bakur sînor ji holê radike. Bi heman awayî Serfermandarê Giştî yê NYyê, ''General Douglas MacArthur'' diyar kir ku wî dixwest ku Koreyê yek bike, ne ku tenê hêzên Koreya Bakur paşde vegerîne.<ref>{{Cite book|url=https://archive.org/details/rethinkingkorean0000stue|title=Rethinking the Korean War: A New Diplomatic and Strategic History|last=Stueck|first=William W.|publisher=Princeton University Press|year=2002|isbn=978-0-691-11847-5|location=Princeton, NJ|pages=[https://archive.org/details/rethinkingkorean0000stue/page/87 87]–88|url-access=registration}}</ref> Lê belê, Bakur ji % 90ê başûr dagir kir heya ku êrişa hêzên pêşengiya DYAyê dest pê bike. Gava ku hêzên Koreya Bakur ji başûr hatin derxistin, hêzên Koreya Başûr di 1ê çiriya paşîn de ji paralela 38ê derbas bû û ket hêla Bakur û hêzên DYAyê û yên NYê jî piştî hefteyekê paş artêşa Başûr ketin Bakur. Ev tevî hişyariyên [[Komara Gel a Çînê]] bû ku ragihandibûn, heke leşkerên DYAyê paralelê derbas bikin dê ew ê midaxile bikin.<ref>{{Cite book|url=https://archive.org/details/rethinkingkorean0000stue|title=Rethinking the Korean War: A New Diplomatic and Strategic History|last=Stueck|first=William W.|publisher=Princeton University Press|year=2002|isbn=978-0-691-11847-5|location=Princeton, NJ|page=[https://archive.org/details/rethinkingkorean0000stue/page/89 89]|url-access=registration}}</ref> Gava ku wî bakur dagir kir, Komara Koreyê hewil da ku hemû girav di bin rejîma xwe de bike yek û dest bi polîtîkayên xwe kir.<ref name="Cumings20056">{{Cite book|title=Korea's Place in the Sun: A Modern History|last=Cumings|first=Bruce|publisher=[[W. W. Norton & Company]]|year=2005|isbn=978-0-393-32702-1|location=New York|author-link=Bruce Cumings}}</ref> Gava ku hêzên DYAyê berê xwe dan bakur, Çîn êrîşî wan kir û ew vegerandin başûr.


Di sala 1951an de eniyên li rex paralela 38em aram bûn û her du alî dest bi nirxandina agirbestê kirin. Lê belê, ''Rhee'' disxwest ku şer dewam bike heya ku Kore li bin serokatiya wî bibe yek.<ref>{{Cite book|url=https://archive.org/details/rethinkingkorean0000stue|title=Rethinking the Korean War: A New Diplomatic and Strategic History|last=Stueck|first=William W.|publisher=Princeton University Press|year=2002|isbn=978-0-691-11847-5|location=Princeton, NJ|page=[https://archive.org/details/rethinkingkorean0000stue/page/141 141]|url-access=registration}}</ref> Aliyê komunîst piştgirî da xeta agirbestê ya ku li ser paralela 38em hatibû damezrandin, lê NYê piştgirî da xetek li ser bingeha erdekî hevpar ku ji hêla leşkerî ve tê parastin.<ref>{{Cite book|url=https://archive.org/details/rethinkingkorean0000stue|title=Rethinking the Korean War: A New Diplomatic and Strategic History|last=Stueck|first=William W.|publisher=Princeton University Press|year=2002|isbn=978-0-691-11847-5|location=Princeton, NJ|pages=[https://archive.org/details/rethinkingkorean0000stue/page/139 139], 180|url-access=registration}}</ref> Pozîsyona NYê, ku ji hêla DYAyê ve hatibû formulekirin, li dijî lihevhatineke din a mizakireyan derket.<ref>{{Cite book|title=Korea: Where the American Century Began|last=Pembroke|first=Michael|date=2018|publisher=Hardie Grant Books|pages=187–188}}</ref> Di destpêkê de, DYAyê xetek pêşniyaz kir ku di [[Pyongyang]]<nowiki/>ê re derbas dibe ku ev der dûrî eniyên şerî bû û pir li bakur bû.<ref>{{Cite book|title=Korea: Where the American Century Began|last=Pembroke|first=Michael|date=2018|publisher=Hardie Grant Books|page=188}}</ref> Çînî û Koreya Bakur di dawiyê de li şûna paralela 38em li ser xeta erdekî leşkerî yê hevpar li hev kirin, lê gelek nerazîbûn bûn sedema pêvajoyeke mizakereyê ya zor û zehmetî.<ref>{{Cite book|title=Korea: Where the American Century Began|last=Pembroke|first=Michael|date=2018|publisher=Hardie Grant Books|pages=188–189}}</ref>
Di sala 1951an de eniyên li rex paralela 38em aram bûn û her du alî dest bi nirxandina agirbestê kirin. Lê belê, ''Rhee'' disxwest ku şer dewam bike heya ku Kore li bin serokatiya wî bibe yek.<ref>{{Cite book|url=https://archive.org/details/rethinkingkorean0000stue|title=Rethinking the Korean War: A New Diplomatic and Strategic History|last=Stueck|first=William W.|publisher=Princeton University Press|year=2002|isbn=978-0-691-11847-5|location=Princeton, NJ|page=[https://archive.org/details/rethinkingkorean0000stue/page/141 141]|url-access=registration}}</ref> Aliyê komunîst piştgirî da xeta agirbestê ya ku li ser paralela 38em hatibû damezrandin, lê NYê piştgirî da xetek li ser bingeha erdekî hevpar ku ji hêla leşkerî ve tê parastin.<ref>{{Cite book|url=https://archive.org/details/rethinkingkorean0000stue|title=Rethinking the Korean War: A New Diplomatic and Strategic History|last=Stueck|first=William W.|publisher=Princeton University Press|year=2002|isbn=978-0-691-11847-5|location=Princeton, NJ|pages=[https://archive.org/details/rethinkingkorean0000stue/page/139 139], 180|url-access=registration}}</ref> Pozîsyona NYê, ku ji hêla DYAyê ve hatibû formulekirin, li dijî lihevhatineke din a mizakireyan derket.<ref>{{Cite book|title=Korea: Where the American Century Began|last=Pembroke|first=Michael|date=2018|publisher=Hardie Grant Books|pages=187–188}}</ref> Di destpêkê de, DYAyê xetek pêşniyaz kir ku di [[Pyongyang]]<nowiki/>ê re derbas dibe ku ev der dûrî eniyên şerî bû û pir li bakur bû.<ref>{{Cite book|title=Korea: Where the American Century Began|last=Pembroke|first=Michael|date=2018|publisher=Hardie Grant Books|page=188}}</ref> Çînî û Koreya Bakur di dawiyê de li şûna paralela 38em li ser xeta erdekî leşkerî yê hevpar li hev kirin, lê gelek nerazîbûn bûn sedema pêvajoyeke mizakereyê ya zor û zehmetî.<ref>{{Cite book|title=Korea: Where the American Century Began|last=Pembroke|first=Michael|date=2018|publisher=Hardie Grant Books|pages=188–189}}</ref>

Guhartoya 13:31, 13 çiriya paşîn 2020

Nexşeya Komara Koreyê û Komara Demokratîk a Gel a Korêyê (1953)

Dîroka dabeşbûna nûjen a Koreyê digihîje desthilatdariya mêtingeriya Japonyayê (1910-1945). Di dema Şerê Cîhanî yê Duyemîn de, serokên hêzên Hevpeymaniyê yên ku li Japonyayê bi japonan re şer dikirin piştî şerî pirsgirêka paşeroja Koreyê nîqaş kirin. Hevpeyman gihîştin vê encamê ku Kore dê ji desthilatdariya Japonyayê were azadkirin lê dê di bin wesayeta navneteweyî de bimîne heya ku Koreyî ji bo xwerêvebirinê amade bin. Ji xeynî vê peymana nezelal, di derbarê paşeroja Koreyê de gelek pirsgirêk nehate zelalkirin.[1]

Dabeşbûna nûjen a Koreyê di dawiya şerî de di sala 1945an de dest pê kir. Hêzên Hevpeymaniyê Japonyayê têk birin û têketin Koreyê yê ku mêtingeheke Japonyayê bû. Bi ya lihevkirina Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Yekîtiya Sovyetê (YKSS) ya ku di rojên dawî yên şerî de îmze kiribûn, dê leşkerên YKSSê beşa Koreya bakurî ya ser paralela 38em dagir bikin û dê leşkerên DYAyê jî başûrê vê paralelê dagir bikin. Bi ya vê peymanê, leşkerên Sovyetê di tebaxa 1945an de dest danîn ser Koreya bakur û leşkerên DYAyê jî di îlona 1945an de Koreya başûr dagir kirin.[2]

Bi ya vê lihevhatinê ev dabeşbûn demkî bû û armanc ev bû ku devleteke yekgirtî ya Koreyê li seranserê nîvgiravê were avakirin. Piştre, di Konferansa Wezîrên Karên Derveyî ya Moskowê (1945) de peymanekê pênç salî ya li ser wesayeta Koreyê hate îmzekirin. Lê belê, destpêkirina Şerê Sar û faktorên din ên navneteweyî û navxweyî û dijberiya koreyiyan bo wesayetê, di nav danûstandinên navbera DYAyê û YKSSê de astengiyan derxistin û van hêmanan bandoreke neyînî li ser avakirina dewleteke yekgirtî ya Koreyê kirin.[3]

Bi vê yekê, pirsgirêka Koreyê ji Neteweyên Yekbûyî re hate beralîkirin. Di sala 1948an de, piştî ku YKSSê pêşnîyazên NYê qebûl nekir, tenê li herêma başûr a ku li bin dagirkirina DYAyê bû, hilbijartin hat lidarxistin. Syngman Rhee yê ku DYA di hilbijartinê de pişgirî da wî û bi ser ket, di heman wê demê de li herêma bakur a ku li bin dagirkirina Sovyetê bû, Kim Il-sungî pozîsyona xwe wekî serokê Koreya Bakur xurt kir. Bi vê yekê 15ê tebaxa 1948an de li başûr Komara Koreyê hat damezrandin û di 9ê îlona 1948an de li bakur jî Komara Demokratîk a Gel a Korêyê hate avakirin. DYAyê piştgirî da Başûrî, YKSSê jî piştgirî da Bakurî û her hikûmetên du herêmê jî di serdemên xwe de îdîaya heqê li ser tevahiya girava Koreyê anîn zimên.

Di 1950an de Koreya Bakurî Koreya Başûr dagir kir û hewil da ku nîvgiravê di bin desthilardariya xwe ya komunîst de ji nû ve bike yek. Vî Şerê Koreyê ji 1950 heya 1953an dewam kir û bi bêencamiyê xilas bû û her du alî dîsa çûn hêlên xwe yên ku bi Herêma Bêçek a Koreyê her du herêm ji hev vediqetîne.

Di 27ê nîsana 2018an de, di dema Civîna Nav-Koreyî de, Rêberê Bilind ê Koreya Bakur, Kim Jong-un û Serokê Koreya Başûr, Moon Jae Deklarasyona Panmunjomê bo Aşitî, Zengînî û Yekîtiya Nîvgirava Koreyê pejirandin. Piştî Civîna Nav-Koreyî ya îlonê, ji bo yekîtiyê gelek çalakî hatin lidarxistin wekî hilweşandina çeperên cerdevaniyê û afirandina herêmên tampon ji bo pêşîgirtina pevçûnan. Di 12ê kanûna pêşîn a 2018an de, leşkerên her du alî di dîrokê de yekem car ji Xeta Sînorî ya Leşkerî re derbasî welatên hemberî bûn.[4][5]

Hejmara penaberên Koreya Bakur ên ku ji Koreya Başûr reviyane û ketine sînorên Koreya Bakur niha 33,523 ye.[6]

Paşxana dîrokî

Mêtingeriya Japonî (1910–1945)

Dema ku Şerê Rûs û Japonan di 1905an de bi dawî bû, Kore ket destê Japonyayê û di 1910an de ji aliyê Japonyayê ve bi giştî hate dagirkirin. Împaratoriya Koreyê ku Gojong wê bi rê ve dibir, hate hilweşandin. Di dehsalên paşîn de, komên neteweperwer û radîkal derketin û ji bo serxwebûna Koreyê têkoşiyan. Ev kom ji aliyê fikrên xwe yên polîtîk û planên xwe yên bo paşeroja Koreyê ji hev cuda bûn û loma nikarîbûn li bin banê neteweyî hevre tevbidin.[7][8] Hikûmeta Koreyê ya ku piştî dagirkirina japonan îltîca kiribû Çînê, ji aliyê dewletên navnetewî ve bi berfirehî nedihate nasîn.[8]

Lyuh Woon-hyung di 16ê tebaxê 1945an de li Seulê di Komîteya Amadekirina Serxwebûna Koreyê de dipeyive

Şerê Cîhanî yê Duyemîn

Di Konferansa Qahîreyê (1943) de, a ku di dema lidarxistinê de Şerê Cîhanî yê Dûyemîn hîn dewam dikir, Franklin D. Roosevelt, Winston Churchill û Chiang Kai-shek li hev kirin ku divê Japonya dest ji hemû waran bikişîne yên ku bi zorê dagir kiribû. Bi vê konferansê, her sê hêz ragihand ku "dê Kore azad û serbixwe bibe."[9][10] Roosevelt fikra wesayeta li ser Koreyê pêşnîyaz kir, lê ji hêzên din peyman negirt. Di Konferansa Tehranê (1943) û ya Yaltayê (1945) de Roosevelt, pêşnîyaza xwe bi Joseph Stalin re parve kir û dîsa anî rojevê. Stalîn ji vê pêşnîyazê razî nebû, lê di kurtbûna dema wesayetê de pê re hemfikir bû.[11][12]

Di Konferansên Tehran û Yaltayê de, Stalin sond xwar ku piştî du-sê mehan ser serfiraziya Ewropayê dê beşdarî hevpeymaniyan be, yên di Şerê Pasîfîkê de bûn. Di 8ê tebaxa 1945an de, du roj piştî ku DYAyê bombeya yekem a atomî li Hiroşimayê avêt, lê berî ku bombeya duyemîn li Nagazakiyê biavêje, YKSSê li dijî Japonyayê îlana şerê kir.[13] Gava ku şer dest pê kir, fermandarê giştî yê hêzên YKSSê yê Rojhilata Dûr, Marshal Aleksandr Vasilevsky, bang li koreyiyan kir ku li dijî Japonyayê serî hildin û got "li Seulê ala azadî û serxwebûnê bilind dibe".[14]

Leşkerên YKSSê zû pêşve ketin û hukumeta DYAyê jê dilgiran bû ku ew ê tevahiya Koreyê dagir bikin. Di 10ê tebaxa 1945an de du leşkerên ciwan -Dean Rusk û Charles Bonesteel- ji bo diyarkirina herêma DYAyê hatin peywirdarkirin. Bi agahdariyeke pir kurt û kêm dest bi xebatê kirin û dema diyarkirina sînoran a ku ser paralela 38em bû, nexşeyeke National Geographicê bikar anîn. Wan parelela 38em hilbijart ji ber ku hem ev parelel welatê Koreyê hema hema du par dikir û hem jî Seul diket kontrola DYAyê. Ji bo dabeşbûna Koreyê bi tu pisporan re neşêwirîbûn. Agahiya wan du leşkeran tunebû ku çil sal berê, Japonya û Rûsyaya Çarî di heman paralelê de parvekirina Koreyê gotûbêj kiribûn.[15][16] Vê dabeşbûnê şanzdeh mîlyon koreyî li herêma DYAyê û neh mîlyon jî li herêma YKSSê bi cîh kir.[17][18] Ji bo DYAyê surprîz bû ku YKSS bênîqaş dabeşbûnê qebûl kir.[19][20] Ev lihevkirin li Fermana Giştî ya Jimare 1an (di 17ê tebaxa 1945an de hate pejirandin) hate tevlîkirin. [20]

Nîvgirava Koreyê ji 1945an heya 1950 bi ya parelala 38em a bakurî û ji 1953an heya îro jî bi Xeta Sînorî ya Leşkerî hate dabeşkirin.

Hêzên Sovyetê di 14ê tebaxê de bi amfîbiyan têketin Koreyê û bilez bakurê-rojhilatê welêt dagir kirin û di 16ê tebaxê de ketin nav Wonsanê.[21] Di 24ê tebaxê de, Artêşa Sor gihîşte Pyongyangê ku duyemîn bajarê mezin ê Koreyê bû.[22]

Piştî Şerê Cîhanî yê Duyemîn

Dagirbûna bakurê Koreyê ji aliyê Sovyetê ve

Dema ku Artêşa Sovyetê ketin Pyongyangê, wan şaxekê herêmî ya Komîteya Amadekirina Serxwebûna Koreyê dît ku di bin serokatiya netewperestê kevn Cho Man-sikî de dixebitiya.[23] Artêşa Sovyetê destûr dan wan "Komîteyên Gelî" ku kar bikin (ji ber ku bi YKSSê re dost bûn). Di sala 1946an de, General Terentii Shtykov berpirsiyariya rêvebiriyê girt ser xwe û dest bi avakirina lobiyê kir di nav hikûmeta Sovyetê de ji bo aboriya nebaş a Koreyê fon bistîne.[24]

Pîrozbahiya xêrhatinê ji bo Artêşa Sor li Pyongyangê, 14.10.1945

Di sibata 1946an de bi serokatiya Kim Il-sungî hikûmeteke demkî ya bi navê Komîteya Gel a Demkî hate damezirandin, yê ku salên paşîn ên şerê li Mançuryayê ji Sovyetê perwerdeya leşkerî standibû. Pevçûn û şerên desthilatdariyê di astên jorîn ên hikûmetê de derketin, ji ber ku dilxwazên cihêreng manevra dikirin ji bo ku di hikûmeta nû de meqamên hêzê bi dest xin. Di adara 1946an de hukumeta demkî reformeke berfireh a erdê da destpêkirin: erdên japonên mêtinkar û hevkarên wan hatin dabeşkirin û wan belavkirin cotkarên hejar. Kampanyayekê girseyî ya ku tê de sîvîlên hejar û karkerên erdan hebûn, li tevahiya welêt kontrola çînên kevnar ên erdan şikênand. Ev kampanya destûr da xwediyên erdan ên kevn ku qasî mezinahiya erdên xelkên din erd di destên wan de bimîne û bi vî rengî dabeşkirineke wekhevtir derket meydanê. Reforma erdê ya Koreya Bakur ji aliyê tundiyê ve ji ya Çîn û Viyetnamê bi rengeke diyar bêpirsgirêk hate pêkanîn. Çavkaniyên fermî yên DYAyê diyar dike ku: "Bi ya hemû planan, serokên gundên berê wekî hêzeke polîtîk ji holê hatin rakirin bêyî ku xwîn were rijandin, lê bi îhtimameke gelek mezin rê li ber vegera wan a desthilatdariyê jî hate girtin."[25]Ji ber van reforman cotkarên hejar kêfxweş bûn lê axayên berê, hevkarên Japonyayê, Amerîkayê û axayên berê û xelkên xiristiyan reviyan hêla başûr, li wir hinin ji wan di hikûmeta nû ya Koreya Başûr de peywirdar bûn. Bi ya hikûmeta leşkerî ya DYAyê, 400.000 koreyiyên bakurî wekî penaber derbasî başûr bûne.[26]  

Endustriyên sereke hatin neteweyîkirin. Rewşa aboriya bakurî hema hema ji ya başûrî dijwartir bû, ji ber ku japonan çandinî û endustriyên karûbar li başûr û endustriyên giran jî li bakurê saz kiribûn.

Hêzên Sovyetê di sala 1948an de derketin.[27]

Dagirbûna başûrê Koreyê ji aliyê DYAyê ve

Welatiyên Koreya Başûr di kanûna pêşîn a 1945an de wesayeta Hevpeymaniyan protesto kirin.

Ji ber ku hikûmeta DYAyê ji pêşdeçûna artêşa YKSSê ditirsiya û rayedarên japonî yên li Koreyê derheqê valahiya desthilardariya Koreyê ew haydar dikirin, DYA tarîxa destpêkirina dagirkirinê sê caran anî pêş.[28] Di 7ê îlonê 1945 de, fermandar Douglas MacArthur ragihand ku General Lieutenant John R. Hodge dê karûbarên Koreyê bi rê ve bibe û bi vê peywirê ve Hodge roja din bi leşkerên xwe têket Incheonê. Hikûmeta Demkî ya Komara Koreyê, ku li Çînê bû, şandek bi sê wergêran şand Hodgeî, lê belê fermandar pêşnîyaza şandeyê ya hevdîtinê red kir.[29] Pê re Hodgeî red kir ku Komara Demokratîk a Gel a Korêyê nas bike û wî ew hikûmet di 12a kanûna pêşîn de qedexe kir.[30]

Di îlona 1946an de, hezaran karker û gundî li dijî hikûmeta leşkerî ya DYAyê rabûn. Ev serhildan bi lez hate têkbirin û nekarî rê li hilbijartinên çiriya pêşîn bigire yên ji bo Meclîsa Qanûnsaz a Demkî ya Koreya Başûr.

Antîkomunîstê mezin Syngman Rhee, yê ku bû serokê yekem ê Hukumeta Demkî û paşê jî bû lobîvanekî Koreya yek perçeyî û li DYAyê xebitî, li başûr bû siyasetmedarê herî berbiçav. Rheeyî zext li hikûmeta leşkerî ya DYAyê kir ku dev ji heqê wesayetê berde û li başûr Komara Koreya serbixwe ava bike.[31] Di 19ê tîrmeha 1947an de, Lyuh Woon-hyung, siyasetmedarê mezin ê herî dawîn ê ku diyaloga çep-rast saz dikir, ji hêla zilamekî 19 salî yê bi navê Han Chigeun ve hat kuştin ê ku penaberekî nû bû û endamekî çalak ê komeke rastgiriyeke neteweperestî bû.[32]

Hikûmeta dagirker li hemberî serhildêrên çepgir gelek kampanyayên leşkerî meşandin. Di nav çend salên paşerojê de, di navbera 30,000[33] û 100,000î de gelek koreyî hatin kuştin.[34]

Komîsyona Hevpar a DYA-Sovyetê

Dabeşa Girava Koreyê di nav DYA û YKSSê de

Di kanûna pêşîn a 1945an de, di Konferansa Moskowê de, Hevpeymanî lihevhatin ku Yekîtiya Soviyetê, DYA, Komara Çîn û Brîtanya dê heya pênc salan di pêşengiya serxwebûnê de beşdarî wesayeta Koreyê bibin. Gelek Koreyî tavilê serxwebûnê xwestin; lêbelê, Partiya Komunîst a Koreyê ya ku nêzî Partiya Komunîst a Sovyetê bû, piştgirî da wesayetê.[35][36] Bi ya rojnamevan Fyodor Tertitskiy, dokumentên 1945an nîşan dide ku planên dabeşkirineke mayînde ya Sovyetê tune ye.[37]

Komîsyona Hevpar a DYA-Sovyetê di 1946 û 1947an de civiya ji bo ser rêveberiyeke yekgirtî bixebite, lê ji ber zêdebûna dijminatiya Şerê Sar û ji ber dijberiya koreyiyan bo wesayetê pêşdeketinek pêk nehat.[38] Di 1946an de, Yekîtiya Sovyetê, Lyuh Woon-hyung wekî serokê Koreya yekbûyî pêşniyaz kir, lê ev ji hêla DYAyê ve hate redkirin.[39] Di vê kêliyê de, di navbera her du herêman de dabeşbûn kûrtir bû. Cûdahiya siyasetên dagirkeran bû sebeba polarîzasyona siyasetên koreyiyan û veguheztina gelheyê di navbera Bakur û Başûr de zêdetir bû.[40] Di gulana 1946an de derbasbûna ji ser parelala 38em wekî neqanûnî hate îlankirin.[41] Di civîna dawîn a Komîsyona Hevpar a îlona 1947an de delegeyê Sovyetê Terentii Shtykov pêşniyaz kir ku hem leşkerên YKSSê û hem jî yên DYAyê vekişin û derfetê bidin gelên Koreyî ku hikûmeta xwe ava bikin. Ev ji hêla DYAyê ve hate redkirin.[42]

Midaxileya NYê û avakirina hikûmetên cuda

Xwepêşandana Koreya Başûr ji bo piştgiriya Komîsyona Hevpar a DYA-Sovyetê 4 di 1946an de

Piştî ku Komîsyona Hevpar di derheqê rêgirtina pêşveçûnê de bi ser neket, DYA di îlona 1947an de vê pirsgirêkê anî pêşiya Neteweyên Yekbûyî. YKSSê li dijî midaxileya NYê bû.[43] NYê di 14ê çiriya paşîn a 1947an de biryarek da û ragihand ku divê hilbijartinên azad werin kirin, leşkerên biyanî ji erdên Koreyê vekişin û Komîsyona Demkî ya Neteweyên Yekbûyî li ser Koreyê (UNTCOK) were avakirin. YKSSê dengdanê boykot kir û bi hinceta ku NY nikare hilbijartinên adil garantî bike, vê biryarê red kir. Ji ber ku hevkariya Sovyetê tune bû, biryar hat girtin ku hilbijartinên bi çavdêriya NYê dê tenê li başûr were çêkirin.[44][45] Ev biryar berovajiya rapora serokê komîsyonê, KPS Menon bû, ku li dijî hilbijartineke cûda bû.[46] Hin delegeyên UNTCOKê pê hesiyan ku şert û mercên li başûr avantajeke neheq dide namzetên rastgir, lê belê ew hatin paşguhkirin.[47]

Gelek koreyî ji biryara sepandina hilbijartinên cûda nerazî bû, ku texmîn dikirin dê van hilbijartinan dabeşkirina welêt daîmî bikin. Di sibata 1948an de grevên giştî yên li dijî vê biryarê dest pê kirin.[48] Di nîsanê de, giraviyên Jejuyê li dijî dabeşbûna berbiçav a welêt serî hildan. Leşkerên Koreya Başûr hatin şandin ku serhildanê bişkênînin. Bi deh hezaran giravî hatin kuştin û bi texmînekê ji % 70ê gundên giravê ji aliyê leşkerên Koreya Başûr ve hatin şewitandin.[49] Serhildan bi destpêkirina Şerê Koreyê re dîsa gur bû.[50]

Di Nîsana 1948an de, konferansek ji aliyê rêxistinên bakurî û başûrî ve li Pyongyangê civiya. Siyasetmedarên başûrî Kim Koo û Kim Kyu-sik beşdarî konferansê bûn û mîna siyasetmedar û partiyên din hilbijartinên başûr boykot kirin.[51][52] Di konferansê de hat bangkirin ku bila hikûmeteke yekbûyî bê avakirin û leşkerên biyanî ji erdên Koreyê vekişin.[53] Syngman Rhee û General Hodgeî konferans şermezar kir.[53] Kim Koo sala din hate kuştin.[54]

Hilbijartina giştî ya Koreya Başûr di 10ê gulana 1948an de

Di 10ê gulana 1948an de li başûr hilbijartineke giştî pêk hat. Hilbijartin hem di nav tundûtûjî û tehdîdeke berfireh de û hem jî boykotkirina dijberên Syngman Rheeyî pêk hat.[55] Di 15ê tebaxê de, Komara Koreyê (Daehan Minguk) desthilatdariya Koreya Başûr bi fermî ji leşkerên DYAyê stend û Syngman Rhee bû serokkomarê yekem. Li bakur, di 9ê îlonê de Komara Gel a Demokratîk a Koreyê (Chosŏn Minjujuŭi Inmin Konghwaguk), ji aliyê Kim Il-sungî ve hat ragihandin.

Di 12ê kanûna paşîn a 1948an de, Civata Giştî ya NYê rapora UNTCOKê pejirand û Komara Koreyê wekî hikûmeta qanûnî ya tevahiya Koreyê qebûl kir.[56] Lê belê, ti endam nefikirîn ku ev hilbijartin parlementoyeke meşrû ava kiriye. Hikumeta Awistralyayê, ku di komisyonê de nûnerekî wî hebû, da xuyakirin ku ew ji hilbijartinê "nerazî ne".[57]

Li Başûr alozî berdewam kir. Di çiriya paşîn a 1948an de, Serhildana Yeosu-Suncheon pêk hat, ku tê de alîgirin hebûn ku dengê xwe bo şikênandina Serhildana Jejuyê bilind kirin û li dijî hikûmetê serî hildan.[58] Di 1949an de, hikûmeta Syngman Rheeyî ji bo ku çav li dijberên xwe yên siyasî bigire, Lîga Bodoyê ava kir. Piraniya endamên lîgê cotkar û sivîlên bêguneh bûn ku bi zorê wan xistin lîgê.[59] Endamên vê lîgê yên qeydkirî û malbatên wan di destpêka Şerê Koreyê de hatin darvekirin. Di 24ê kanûna paşîn a 1949an de, Artêşa Koreya Başûr welatiyên Mungyeongê kuştin ku guman dikirin ew sempatîzanên komunîstan in û wan ev tawan avêt ser komunîstan.[60]

Şerê Koreyê yê navxweyî

Gotara sereke Şerê Koreyê ye.

Ev dabeşkirina Koreyê, ya ku hezar salan zêdetir yek bû, hem ji aliyê Bakur ve hem jî ji aliyê Başûr ve wekî demkî hate dîtin. Ji 1948an heya destpêkirina şerê navxweyî ya di 25a hezîrana 1950 de, hêzên çekdar ên her aliyekî li ser sînorê ketin nav pevçûnên xwînrijî. Di 1950 de, dema ku hêzên Koreya Bakur Koreya Başûr dagir kirin, Şerê Koreyê dest pê kir û ev pevçûn bi rengekî berbiçav zêde bûn. NYê ji bo parastina Başûr bi hêzek midaxileyî şerê kir ku ev hêz li bin pêşengiya DYAyê bû. Komara Demokratîk a Gel a Koreyê hewl da ku hemû girav di bin rejîma xwe de bike yek û ji ber wê jî bi dagirkirinê ve dest bi sepandina polîtîkayên xwe kir wekî neteweyîkirina endustriyê, reforma axê û nûkirina Komîteyên Gel.

Dabeşbûna giravê bi saya ronahiyên hêla Başûr bi zelalî ji fezayê jî tê dîtin.

Neteweyên Yekbûyî sebeba midaxileya xwe wiha îzah kir ku ew dixwazin sînoran bi ya peymanê dîsa ava bikin a ku dora paralela 38em e. Syngman Rhee yê ku serokê Başûr bû, ragihand ku êrişa Bakur sînor ji holê radike. Bi heman awayî Serfermandarê Giştî yê NYyê, General Douglas MacArthur diyar kir ku wî dixwest ku Koreyê yek bike, ne ku tenê hêzên Koreya Bakur paşde vegerîne.[61] Lê belê, Bakur ji % 90ê başûr dagir kir heya ku êrişa hêzên pêşengiya DYAyê dest pê bike. Gava ku hêzên Koreya Bakur ji başûr hatin derxistin, hêzên Koreya Başûr di 1ê çiriya paşîn de ji paralela 38ê derbas bû û ket hêla Bakur û hêzên DYAyê û yên NYê jî piştî hefteyekê paş artêşa Başûr ketin Bakur. Ev tevî hişyariyên Komara Gel a Çînê bû ku ragihandibûn, heke leşkerên DYAyê paralelê derbas bikin dê ew ê midaxile bikin.[62] Gava ku wî bakur dagir kir, Komara Koreyê hewil da ku hemû girav di bin rejîma xwe de bike yek û dest bi polîtîkayên xwe kir.[63] Gava ku hêzên DYAyê berê xwe dan bakur, Çîn êrîşî wan kir û ew vegerandin başûr.

Di sala 1951an de eniyên li rex paralela 38em aram bûn û her du alî dest bi nirxandina agirbestê kirin. Lê belê, Rhee disxwest ku şer dewam bike heya ku Kore li bin serokatiya wî bibe yek.[64] Aliyê komunîst piştgirî da xeta agirbestê ya ku li ser paralela 38em hatibû damezrandin, lê NYê piştgirî da xetek li ser bingeha erdekî hevpar ku ji hêla leşkerî ve tê parastin.[65] Pozîsyona NYê, ku ji hêla DYAyê ve hatibû formulekirin, li dijî lihevhatineke din a mizakireyan derket.[66] Di destpêkê de, DYAyê xetek pêşniyaz kir ku di Pyongyangê re derbas dibe ku ev der dûrî eniyên şerî bû û pir li bakur bû.[67] Çînî û Koreya Bakur di dawiyê de li şûna paralela 38em li ser xeta erdekî leşkerî yê hevpar li hev kirin, lê gelek nerazîbûn bûn sedema pêvajoyeke mizakereyê ya zor û zehmetî.[68]

Agirbest

Herêma Bêçek a Koreyê.

Piştî sê salên şerê Peymana Agirbestê ya Koreyî hate îmzekirin. Her du alî li ser herêmekê tampon a bi dirêjahiya 4 km (2.5 mi) li hev kir, ku wekî Herêma Bêçek a Koreyê (Korean Demilitarized Zone - DMZ) tê zanîn. Ev sînora nû, erdên her du alî nîşan dide ên ku di dawiya şerî de ketiye destên wan û ev sînor bi çeprastî ji ser paralela 38ê derbas dibe. Rhee agirbest qebûl nekir û xwest ku bi darê zorê yekîtiya welêt pêk bîne.[69] Tevî hewildanên yekkirina welêt ên her du aliyan, ev şer dabeşbûna Koreyê da dewamkirin û bû sebeba hevalbendiyeke mayînde di navbera Koreya Başûr û DYAyê û bi vê şerê garnîzoneke domdar a DYAyê li Başûr hat avakirin. [70]

Wekî ku bi şert û mercên Agirbesta Koreyî hatibû ferzkirin, di 1954an de li ser pirsgirêka Koreyê Konferansa Cenevreyê hate lidarxistin. Tevî xîretên neteweyên têkildar, konferans bêyî daxuyaniyek derbarê yekîtiya Koreyê bi dawî bû.

Bi peymana agirbestê Neutral Nations Supervisory Commission (NNSC) hate avakirin, ev komîsyon ji bo şopandina agirbestê wezîfedar bû. Ji sala 1953an ve hêzên çekdar ên Swîsreyê [71] û yên Swêdê[72] endamên NNSCyê ne ku li nêzî DMZê bi cîh bûne. Polonya û Çekoslovakya neteweyên bêalî bûn ku ji hêla Koreya Bakur ve hatibûn hilbijartin. lê belê piştî ku ew welat pergala kapîtalîzmê qebûl kirin, Koreya Bakur hêzên wan ên çavdêrî dersînor kirin.[73]

Têkiliyên piştî agirbestê

Moon Jae-in û Kim Jong-un li ser xeta sînorê destên xwe didin hev

Piştî şerê navxweyî, girava Koreyê bi Herêma Bêçek re dabeşkirî ma. Bakur û Başûr di rewşa pevçûnê de man, hîn jî hikûmetên her du alî îddîa dikin ku hikûmeta legal a hemû welêt ew bi xwe ye. Danûstandin û hevdîtinên bêpergal tevkarî û feyde li yekitiyê nekir.[74]

Di 27ê nîsana 2018an de rêberê Koreya Bakur Kim Jong-un û serokê Koreya Başûr Moon Jae-in li nav Herêma Bêçek a Koreyê civiyan. Deklerasyona Panmunjomê ku ji aliyê her du rêberan ve hate îmzekirin, banga bidawîkirina çalakiyên leşkerî yên derûdora sînorê û ji nû ve yekkirina Koreyê kir.[75]

Di 1ê çiriya paşîn a 2018an de, li seranserê DMZê deverên tampon hatin damezirandin da ku bibe alîkar ku dawiya dijminahiya bejahî, deryayî û hewayî were.[76][77] Erdên tampon ji bakurê Girava Deokjeok heya başûrê Girava Choyê ya li Deryaya Rojava û bakurê bajarê Sokchoyê û başûrê Tongchonê ya li Deryaya Rojhilat (Zer) dirêj dibin.[77][76] Wekî din, qadên firînê nehatin sazkirin.[76][77]

Di çanda populer de

Televîzyon

  • Eyes of Dawn (rêzefilma MBCê, 1991-1992)
  • Serdema Rûstîk (rêzefîlma SBSê, 2002-2003)
  • Seoul 1945 (rêzefîlma KBS 1ê, 2006)

Çavkanî

  1. ^ unikorea.go.kr/. 13.11.2020 https://www.unikorea.go.kr/unikorea/business/NKDefectorsPolicy/status/lately/. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî); Nirxên tarîxê kontrol bike: |date= (alîkarî)
  2. ^ Buzo, Adrian (2002). The Making of Modern Korea. London: Routledge. rr. 31–37. ISBN 978-0-415-23749-9.
  3. ^ Cumings, Bruce (2005). Korea's Place in the Sun: A Modern History. New York: W. W. Norton & Company. ISBN 978-0-393-32702-1.
  4. ^ "Cairo Communique, December 1, 1943". Japan National Diet Library. 1 kanûna pêşîn 1943. Ji orîjînalê di 6 kanûna pêşîn 2010 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 10 çiriya paşîn 2012.
  5. ^ Savada, Andrea Matles; Shaw, William, edîtor (1990), "World War II and Korea", South Korea: A Country Study, GPO, Washington, DC: Library of Congress, ji orîjînalê di 29 hezîran 2011 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 16 gulan 2006
  6. ^ Buzo, Adrian (2002). The Making of Modern Korea. London: Routledge. rr. 31–37. ISBN 978-0-415-23749-9.
  7. ^ Cumings, Bruce (2005). Korea's Place in the Sun: A Modern History. New York: W. W. Norton & Company. ISBN 978-0-393-32702-1.
  8. ^ a b "Cairo Communique, December 1, 1943". Japan National Diet Library. 1 kanûna pêşîn 1943. Ji orîjînalê di 6 kanûna pêşîn 2010 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 10 çiriya paşîn 2012.
  9. ^ Savada, Andrea Matles; Shaw, William, edîtor (1990), "World War II and Korea", South Korea: A Country Study, GPO, Washington, DC: Library of Congress, ji orîjînalê di 29 hezîran 2011 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 16 gulan 2006
  10. ^ Cumings, Bruce (2005). Korea's Place in the Sun: A Modern History. New York: W. W. Norton & Company. ISBN 978-0-393-32702-1.
  11. ^ Stueck, William W. (2002), Rethinking the Korean War: A New Diplomatic and Strategic History, Princeton, NJ: Princeton University Press, ISBN 978-0-691-11847-5
  12. ^ Walker, J Samuel (1997). Prompt and Utter Destruction: Truman and the Use of Atomic Bombs Against Japan. Chapel Hill: The University of North Carolina Press. r. 82. ISBN 978-0-8078-2361-3.
  13. ^ Tertitskiy, Fyodor (6 çiriya paşîn 2018). "How Kim Il Sung became North Korea's Great Leader". NK News. Ji orîjînalê di 15 çiriya paşîn 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 15 çiriya paşîn 2018.
  14. ^ Oberdorfer, Don; Carlin, Robert (2014). The Two Koreas: A Contemporary History. Basic Books. r. 5. ISBN 9780465031238.
  15. ^ Seth, Michael J. (16 çiriya pêşîn 2010). A History of Korea: From Antiquity to the Present. Rowman & Littlefield Publishers (roja weşandinê 2010). r. 306. ISBN 9780742567177. Ji orîjînalê di 1 kanûna paşîn 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 16 çiriya paşîn 2015.
  16. ^ Buzo, Adrian (2002). The Making of Modern Korea. London: Routledge. r. 53. ISBN 978-0-415-23749-9.
  17. ^ Goulden, Joseph C (1983). Korea: the Untold Story of the War. New York: McGraw-Hill. r. 17. ISBN 978-0070235809.
  18. ^ Tertitskiy, Fyodor (6 çiriya paşîn 2018). "How Kim Il Sung became North Korea's Great Leader". NK News. Ji orîjînalê di 15 çiriya paşîn 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 15 çiriya paşîn 2018.
  19. ^ Hyung Gu Lynn (2007). Bipolar Orders: The Two Koreas since 1989. Zed Books. r. 18.
  20. ^ a b Seth, Michael J. (2010). A Concise History of Modern Korea: From the Late Nineteenth Century to the Present. Hawaìi studies on Korea. Rowman & Littlefield. r. 86. ISBN 9780742567139. Ji orîjînalê di 19 gulan 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 16 çiriya paşîn 2015.
  21. ^ Hyung Gu Lynn (2007). Bipolar Orders: The Two Koreas since 1989. Zed Books. r. 18.
  22. ^ Buzo, Adrian (2002). The Making of Modern Korea. London: Routledge. rr. 54–55. ISBN 978-0-415-23749-9.
  23. ^ Tertitskiy, Fyodor (6 çiriya paşîn 2018). "How Kim Il Sung became North Korea's Great Leader". NK News. Ji orîjînalê di 15 çiriya paşîn 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 15 çiriya paşîn 2018.
  24. ^ Cumings, Bruce (1981). The Origins of the Korean War: Liberation and the Emergence of Separate Regimes, 1945–1947. Princeton University Press. ISBN 0-691-09383-0.
  25. ^ Allan R. Millet, The War for Korea: 1945–1950 (2005) p. 59.
  26. ^ Gbosoe, Gbingba T. (îlon 2006). Modernization of Japan. iUniverse (roja weşandinê 2006). r. 212. ISBN 9780595411900. Ji orîjînalê di 28 nîsan 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 6 çiriya pêşîn 2015. Although Soviet occupation forces were withdrawn on December 10, 1948, [...] the Soviets had maintained ties with the Democratic People's Republic of Korea [...]
  27. ^ Cumings, Bruce (2005). Korea's Place in the Sun: A Modern History. New York: W. W. Norton & Company. ISBN 978-0-393-32702-1.
  28. ^ Hart-Landsberg, Martin (1998). Korea: Division, Reunification, & U.S. Foreign Policy. Monthly Review Press. rr. 71–77.
  29. ^ Buzo, Adrian (2002). The Making of Modern Korea. London: Routledge. r. 57. ISBN 978-0-415-23749-9.
  30. ^ Stueck, William W. (2002). Rethinking the Korean War: A New Diplomatic and Strategic History. Princeton, NJ: Princeton University Press. rr. 49, 55–57. ISBN 978-0-691-11847-5.
  31. ^ Buzo, Adrian (2002). The Making of Modern Korea. London: Routledge. r. 65. ISBN 978-0-415-23749-9.
  32. ^ Arthur Millet, The War for Korea, 1945–1950 (2005).
  33. ^ Halliday, Jon; Cumings, Bruce (1988). Korea: The Unknown War. Viking Press. ISBN 0-670-81903-4.
  34. ^ Buzo, Adrian (2002). The Making of Modern Korea. London: Routledge. r. 59. ISBN 978-0-415-23749-9.
  35. ^ Bluth, Christoph (2008). Korea. Cambridge: Polity Press. r. 12. ISBN 978-07456-3357-2.
  36. ^ Tertitskiy, Fyodor (8 tebax 2018). "Why Soviet plans for Austria-style unification in Korea did not become a reality". NK News. Ji orîjînalê di 15 çiriya paşîn 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 15 çiriya paşîn 2018.
  37. ^ Buzo, Adrian (2002). The Making of Modern Korea. London: Routledge. rr. 59–60, 65. ISBN 978-0-415-23749-9.
  38. ^ Tertitskiy, Fyodor (8 tebax 2018). "Why Soviet plans for Austria-style unification in Korea did not become a reality". NK News. Ji orîjînalê di 15 çiriya paşîn 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 15 çiriya paşîn 2018.
  39. ^ Robinson, Michael E (2007). Korea's Twentieth-Century Odyssey. Honolulu: University of Hawaii Press. rr. 108–109. ISBN 978-0-8248-3174-5.
  40. ^ Hyung Gu Lynn (2007). Bipolar Orders: The Two Koreas since 1989. Zed Books. r. 20.
  41. ^ Pembroke, Michael (2018). Korea: Where the American Century Began. Melbourne: Hardie Grant. r. 43. ISBN 978-1-74379-393-0.
  42. ^ Lone, Stewart; McCormack, Gavan (1993). Korea since 1850. Melbourne: Longman Cheshire. rr. 100–101.
  43. ^ Buzo, Adrian (2002). The Making of Modern Korea. London: Routledge. r. 66. ISBN 978-0-415-23749-9.
  44. ^ Jager, Sheila Miyoshi (2013). Brothers at War – The Unending Conflict in Korea. London: Profile Books. r. 47. ISBN 978-1-84668-067-0.
  45. ^ Pembroke, Michael (2018). Korea: Where the American Century Began. Melbourne: Hardie Grant. r. 45. ISBN 978-1-74379-393-0.
  46. ^ Cumings, Bruce (2005). Korea's Place in the Sun: A Modern History. New York: W. W. Norton & Company. ISBN 978-0-393-32702-1.
  47. ^ Hyung Gu Lynn (2007). Bipolar Orders: The Two Koreas since 1989. Zed Books. r. 20.
  48. ^ "Ghosts of Cheju". Newsweek. 19 hezîran 2000. Ji orîjînalê di 15 hezîran 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 2 îlon 2012.
  49. ^ Robinson, Michael E (2007). Korea's Twentieth-Century Odyssey. Honolulu: University of Hawaii Press. rr. 112. ISBN 978-0-8248-3174-5.
  50. ^ Cumings, Bruce (2005). Korea's Place in the Sun: A Modern History. New York: W. W. Norton & Company. ISBN 978-0-393-32702-1.
  51. ^ Jager, Sheila Miyoshi (2013). Brothers at War – The Unending Conflict in Korea. London: Profile Books. rr. 47–48. ISBN 978-1-84668-067-0.
  52. ^ Pembroke, Michael (2018). Korea: Where the American Century Began. Melbourne: Hardie Grant. r. 46. ISBN 978-1-74379-393-0.
  53. ^ a b Jager, Sheila Miyoshi (2013). Brothers at War – The Unending Conflict in Korea. London: Profile Books. rr. 48, 496. ISBN 978-1-84668-067-0.
  54. ^ Pembroke, Michael (2018). Korea: Where the American Century Began. Melbourne: Hardie Grant. r. 47. ISBN 978-1-74379-393-0.
  55. ^ Buzo, Adrian (2002). The Making of Modern Korea. London: Routledge. r. 67. ISBN 978-0-415-23749-9.
  56. ^ Pembroke, Michael (2018). Korea: Where the American Century Began. Melbourne: Hardie Grant. r. 47. ISBN 978-1-74379-393-0.
  57. ^ "439 civilians confirmed dead in Yeosu-Suncheon Uprising of 1948 New report by the Truth Commission places blame on Syngman Rhee and the Defense Ministry, advises government apology". The Hankyoreh. 8 kanûna paşîn 2009. Ji orîjînalê di 11 gulan 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 2 îlon 2012.
  58. ^ "Gov't Killed 3,400 Civilians During War". The Korea Times. 2 adar 2009. Ji orîjînalê di 4 çiriya pêşîn 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 19 çiriya pêşîn 2014.
  59. ^ 두 민간인 학살 사건, 상반된 판결 왜 나왔나?'울산보도연맹' – '문경학살사건' 판결문 비교분석해 봤더니.... OhmyNews (bi koreyî). 17 sibat 2009. Ji orîjînalê di 3 gulan 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 2 îlon 2012.
  60. ^ Lone, Stewart; McCormack, Gavan (1993). Korea since 1850. Melbourne: Longman Cheshire. r. 112.
  61. ^ Stueck, William W. (2002). Rethinking the Korean War: A New Diplomatic and Strategic History. Princeton, NJ: Princeton University Press. rr. 87–88. ISBN 978-0-691-11847-5.
  62. ^ Stueck, William W. (2002). Rethinking the Korean War: A New Diplomatic and Strategic History. Princeton, NJ: Princeton University Press. r. 89. ISBN 978-0-691-11847-5.
  63. ^ Cumings, Bruce (2005). Korea's Place in the Sun: A Modern History. New York: W. W. Norton & Company. ISBN 978-0-393-32702-1.
  64. ^ Stueck, William W. (2002). Rethinking the Korean War: A New Diplomatic and Strategic History. Princeton, NJ: Princeton University Press. r. 141. ISBN 978-0-691-11847-5.
  65. ^ Stueck, William W. (2002). Rethinking the Korean War: A New Diplomatic and Strategic History. Princeton, NJ: Princeton University Press. rr. 139, 180. ISBN 978-0-691-11847-5.
  66. ^ Pembroke, Michael (2018). Korea: Where the American Century Began. Hardie Grant Books. rr. 187–188.
  67. ^ Pembroke, Michael (2018). Korea: Where the American Century Began. Hardie Grant Books. r. 188.
  68. ^ Pembroke, Michael (2018). Korea: Where the American Century Began. Hardie Grant Books. rr. 188–189.
  69. ^ Stueck, William W. (2002). Rethinking the Korean War: A New Diplomatic and Strategic History. Princeton, NJ: Princeton University Press. rr. 189–193. ISBN 978-0-691-11847-5.
  70. ^ Stueck, William W. (2002). Rethinking the Korean War: A New Diplomatic and Strategic History. Princeton, NJ: Princeton University Press. rr. 188–189. ISBN 978-0-691-11847-5.
  71. ^ "NNSC in Korea" (PDF). Swiss Army. Ji orîjînalê (PDF) di 29 tebax 2011 de hat arşîvkirin.
  72. ^ "Korea". Swedish Armed Forces. Ji orîjînalê di 25 tebax 2010 de hat arşîvkirin.
  73. ^ Winchester, Simon (2015). Pacific: The Ocean of the Future. William Collins. r. 185.
  74. ^ Feffer, John (9 hezîran 2005). "Korea's slow-motion reunification". Boston Globe. Ji orîjînalê di 23 tebax 2007 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 13 tebax 2007.
  75. ^ Taylor, Adam (27 nîsan 2018). "The full text of North and South Korea's agreement, annotated". Ji orîjînalê di 12 hezîran 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 16 gulan 2018 – bi riya www.washingtonpost.com.
  76. ^ a b c 이치동 (1 çiriya paşîn 2018). "Koreas halt all 'hostile' military acts near border". Yonhap News Agency. Ji orîjînalê di 20 sibat 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 sibat 2019.
  77. ^ a b c "Two Koreas end military drills, begin operation of no-fly zone near MDL: MND - NK News - North Korea News". 31 çiriya pêşîn 2018. Ji orîjînalê di 1 adar 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 sibat 2019.