Heft xortên razayî yên Efesê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Jiju (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 81: Rêz 81:
Li Çiyayê (Der) Reqîm (tirkî Inceburun) a [[Licê|Lîcêya]] [[Amed|Amedê]] bi navê Sadulkêf (Eshabê Kehf) şikeftek heye ku di nav xelkê de wekî zîyaretek tê qebilandin.<ref>{{Cite web|url=http://www.zazaki.net/haber/cay-rastn-y-eshab-kehf-78.htm|title=Cayê Rastîn yê Eshabê Kehfî|last=Lezgîn|first=Roşan|date=06 Tebaxe 2009|website=zazaki.net|archive-url=|archive-date=|dead-url=|access-date=22.11.2020}}</ref><ref>{{Cite web|url=https://m.bianet.org/bianet/tarih/203576-lice-nin-ashabul-kehf-inin-cagristirdigi|title=Lice’nin Ashabül Kehf'inin Çağrıştırdığı|last=DİKEN|first=ŞEYHMUS|date=14 Aralık 2018|website=bianet|archive-url=|archive-date=|dead-url=|access-date=22.11.2020}}</ref>
Li Çiyayê (Der) Reqîm (tirkî Inceburun) a [[Licê|Lîcêya]] [[Amed|Amedê]] bi navê Sadulkêf (Eshabê Kehf) şikeftek heye ku di nav xelkê de wekî zîyaretek tê qebilandin.<ref>{{Cite web|url=http://www.zazaki.net/haber/cay-rastn-y-eshab-kehf-78.htm|title=Cayê Rastîn yê Eshabê Kehfî|last=Lezgîn|first=Roşan|date=06 Tebaxe 2009|website=zazaki.net|archive-url=|archive-date=|dead-url=|access-date=22.11.2020}}</ref><ref>{{Cite web|url=https://m.bianet.org/bianet/tarih/203576-lice-nin-ashabul-kehf-inin-cagristirdigi|title=Lice’nin Ashabül Kehf'inin Çağrıştırdığı|last=DİKEN|first=ŞEYHMUS|date=14 Aralık 2018|website=bianet|archive-url=|archive-date=|dead-url=|access-date=22.11.2020}}</ref>


Li nêzîkî [[Emman]] a [[Urdun|Urdunê]] jî şikeftek heye, ku wekî şikefta eshabê kehf tê zanîn, tê de heft gor û kanala hewayê hene.<ref>THE SLEEPERS OF THE CAVE - THE QURAN, HISTORICAL SOURCES AND OBSERVATION, Joseph A Islam; www.quransmessage.com</ref><ref>[https://www.lonelyplanet.com/jordan/amman/attractions/cave-of-the-seven-sleepers/a/poi-sig/1105549/361068 Cave of the Seven Sleepers] (at [[Lonely Planet]])</ref>
Li nêzîkî [[Emman]] a [[Urdun|Urdunê]] jî şikeftek heye, ku wekî şikefta eshabê kehf tê zanîn, tê de heft gor û kanala hewayê hene.<ref>THE SLEEPERS OF THE CAVE - THE QURAN, HISTORICAL SOURCES AND OBSERVATION, Joseph A Islam; www.quransmessage.com</ref><ref>[https://www.lonelyplanet.com/jordan/amman/attractions/cave-of-the-seven-sleepers/a/poi-sig/1105549/361068 Cave of the Seven Sleepers] (at [[Lonely Planet]])</ref><gallery caption="Wêneyên şikeftên Eshabê kehfê">
Wêne:Seven-sleepers efesus turkey.jpg|Şikefta li [[Efes|Efesê]].
Wêne:Seven Sleeper Cave Entrance.jpg|Devê şikefta ku li [[Emman|Emmanê]] ye.
Wêne:Graves of the cave of seven sleepers.jpeg|Gorên ku di nav şekfta [[Emman|Emmanê]] de ne.
Wêne:Cave of seven sleepers.jpeg|Lewheya ber şikefta [[Emman|Emmanê]].
Wêne:Eshab-ı Kehf - panoramio.jpg|Mizgefta Eshab-ı Kehf Kulliyesi, ku şikeft tê de ye, li [[Avşîn, Mereş|Avşînê]].
Wêne:137 Yediuyurlar.Tarsus.07.2006 resize.JPG|Şikefta li [[Tarsus|Tarsusê]].
</gallery>


== Çavkanî ==
== Çavkanî ==

Guhartoya 10:40, 23 çiriya paşîn 2020

Împeratorê romayî Decius (Deqyanûs) ferman dide ku dîwar li ber şikefta Heftên Razayî[1] ava bikin, destnivîsek ji sedsala 14an.

Bi ya îslamê Eshabê Kehf (bi erebî: اصحاب الکهف‎, lat. Aṣḥāb al-kahf, "rêhevalên şikeftê" yan jî "xelkên şkeftê"[2]) an jî bi ya xiristiyanî Heft Xortên Razayî yên Efesê an jî bi kurtasî Heftên Razayî[3] (bi latînî: Septem dormientes) çîrok û serpêhatiya komeke ciwanan e di bawerî û kevneşopiya xiristiyanî û îslamî de ku ji ber zilma dînî ya desthilatdaran direvin û xwe vedişêrin hundirê şikeftekê[4] li derveyê bajarê Efesê di dora sala 250 ya mîladî de û piştî xewekê dora 300 salî ji şikeftê derdikevin derve. Ev çîrok ne di Tewrat û Zebûrê de ne jî di Încîlê de derbas dibe. Lê di Quranê de di sûreya Kehfê de ji wan tê behskirin.[2]

Guhertoya herî kevn a vê çîrokê ji metranê suryanî Yaʿquḇ Sruḡāyâ (Yaqûbê Sirûcî) (450-521 a PZ) tê, ku bi xwe ji çavkaniyeke yewnanî wergirtiye û niha winda ye. Kurtasiyekê girîng a vê çîrokê di Gregoriyê Toursî (538–594) de û di History of the Lombards a Paulus Diaconus (720–799) de cih digire.[5] Guhertoya herî baş û naskirî ya rojavayî di Legenda sanctorum a Jacobus da Varagine de qeydkirî ye.

Qeydên ku herî kêm di neh zimanên serdema navîn de hatine dîtin û di nav zêdeyî 200 destnivîsan de hatine parastin, bi taybetî di navbera sedsalên 9 û 13 de hatine nivîsîn. Di nav van de 104 destnivîsên latînî, 40 yewnanî, 33 erebî, 17 suryanî, 6 etiyopî, 5 kiptî, 2 ermenî ne û 1 îrlendî, 1 jî îngilîzî ye.[6][7] Di heman demê de bi sogdî jî hatiye wergerandin. Di sedsala 13an de, helbestvan Chardri guhertoya fransî ya kevn nivîsandiye. Guhertoyeke çîrokê di nav sûreya Kehfê (18: 9–26) ya Quranê de jî derbas dibe. Ji ber wê çîrok di wêjeyên gelên misilmanan de gelek caran hatiye honandin. Her wiha li farisî, qirgizî, tirkî û tatarî jî hatiye wergerandin.[8]

Martyrologium Romanum (Şehîdolojiya romayiyan) li bin tarîxa 27ê tîrmehê (hezîran bi ya salnameya Vatîkana IIem) behsa "Heftên Razayiyên Efesê" dike.[9] Salnameya bîzansî wan di 4ê tebaxê û 22ê çirîya paşîn de bi cejnan bi bîr tîne. Salnameya metranê îrlendî Óengus mac Óengobann a bi navê Félire Óengusso ya sedsala nehem di 7ê tebaxê de wan bi bîr tîne.[10] Salnameyên suryaniyên ortodoks tarîxên cihêreng dide: 21ê nîsanê, 2ê tebaxê, 13ê tebaxê, 23 çiriya paşîn û 24ê çiriya paşîn.[11]

Hejmar, midet û nav

Berhevoka çîrokên navdaran a almanî Der Heiligen Leben (Jiyana ezîzan), di nav xwe de çîroka "Heft Xortên Razayî" jî dihewîne, sedsala 15an PZ, Almanya

Guhertoyên destpêkê yên vê çîrokê di hejmarên razayiyan de ne hemfikir in û bi ser de di hinin guhertoyan de hejmarê wan kesan ên ku xwe spartine şikeftê bi zelalî nehatiye diyarkirin. Cihû û mesîhiyên Necarê tenê ji sê birayan bawer dikin, Dêra Rojhilat a Suryanî jî hejmara pênc dide.[12] Di piraniya qeydên suryaniyan de hejmara heşt derbas dibe.[13] Li qeydên Teberî hejmarên heft, heşt an jî neh hatine tomarkirin û bi ser de kûçikek di çîrokê de heye. Heft kes û kûçikek bi navê Reqîm an jî Qitmîr hatiye qeydkirin di berhemên kanonîk ên misilmanan de.[12]

Hejmara mideta xewê ya heft xortên razayî jî di navbera berheman de diguhere. Hejmara herî mezin û sala herî dirêj 373 sal in ku ji hêla Gregoriyê Toursî ve hatiye dayîn. Hin qeyd dibêjin 372 sal in. Bi ya hesibandina Jacobus da Varagine razayî 196 sal di xew de mane (ji sala 252 heya 448).[14] Di hinin guhertoyan de hejmara 195 tê pêşniyazkirin.[15] Qu'ran di ayeta 25em a sûreya Kehfê (18) de dibêje: "Ew di şikefta xwe de sê sed salî (razayî) man û neh salên din jî li vê hatine zêdekirin." Yanî bi ya hesabê rojê sê sed salî û bi ya hesabê heyvê sê sed û neh salan di şikeftê de razayî man.[2]

Bartłomiej Grysa bo Heftên Razayî heft komên navê yên ji hev cuda rêz dike:[16]

  • Maximilian, Malkhus, Martinian, Dionisius, John, Serapion, Constantine, Anthony
  • Malchus, Maximian, Martinian, Dionisius, John, Serapion, Constantine
  • Yamblikh (Iamblichus), Maximilian, Martinian, Dionisius, John, Constantine, Anthony
  • Achillides, Diomedes, Diogenus, Probatus, Stephanus, Sambatus, Quiriacus (bi ya Gregoryê Toursî)
  • Yamlīḫā (Yamnīḫ), Makṯimilīnā (Maksimilīnā, Maḥsimilīnā), Mišlīnā, Marnūš (Marṭūs), Saḏnūš, Dabranūš (Bīrōnos), Kafašṭaṭyūš (Ksōṭōnos), Samōnos, Buṭōnos, Qālos (bi ya Teberî û ed-Demîrî)
  • Ikilios, Dionisios, Istifanos, Fruqtis, Sebastos, Qiryaqos (bi ya Mīkhaʾēl el Sūryani)
  • Aršellītīs, Diōmetios, Sabbastios, Probatios, Avhenios, Stafanos, Kīriakos (bi ya guhertoya kiptî)

Reh

Çîroka orîjînal bi suryanî an yewnanî hatibû nivîsandin, bûye mijara nîqaşê, lê îro bi gelemperî ya zimanê yewnanî wekî orijînal tê pejirandin.[17][18] Berhema De situ terrae sanctae, ku di navbera 518 û 531 de hatiye nivîsandin, behsa dêrekê dike ku ji bo Heft Xortên Razayî hatiye avakirin li Efesê.[18]

Çîrok berî Gregoriyê Toursî di gelek çavkaniyên suryanî de hatibû qeydkirin. Nusxeya destnivîs a suryanî ya herî pêşîn di MS Sankt Petersburg hejmar 4ê de ye, ku digihîje sedsala 5an.[19] Çîrok ji hêla Symeon Metaphrastes ve dîsa hatiye vegotin. Eshabê Kehf di nav berhema Yaqûb Sirûcî (mirin 521) de[20] derbas dibe ya ku navê wê Acta Sanctorum e. Guhertoyekê din a sedsala şeşan a suryanî heman çîrokê dihewîne û li Muzeya Brîtanî (Cat. Syr. Mss, p. 1090) parastî ye.

Guhertoya xiristiyanî

Çîrok

Wêneyekê gazîkirina xwedayî ya sedsala 19an a almanî. Di ser de dinivîse: "Ji me re dua bikin, (ya) Heft Xortên Razayî."

Di çîrokê de tê gotin ku di dema împeratorê Romayê Deciusî de, di dora sala 250 yê PZ de, heft xort ji ber baweriya xiristiyaniyê hatin tawanbarkirin. Çend midet ji wan re hat dayîn ku dev ji wan berdin, lê wan red kir ku li ber pûtên Romayî serî bitewînin. Di şûna wê de wan tercîh kir ku hemû alavên xwe yên dinyayî belav bikin belengazan û xwe vekişînin şikeftekê çiyayî ku tê de dua bikin. Împerator gava dîbîne ku helwesta wan a li hember paganiyê baştir nebûye lê berevajiya wê baweriyên wan xurttir bûye, ferman dide ku devê şikeftê were morkirin û wan bi saxî tê de bidefînin. Berî girtina devê şikeftê yekî lewhayek nivîsî diavêje hundir a ku di ser de qala girtinê dike. piştre heft xort û kuçikên wan di xew re diçin.[1]

Decius di 251ê de mir û gelek sal di ser re derbas bûn. Xiristiyanî ji zilmê derbas bû û bû dînê dewletê yê Împeratoriya Romê. Piştre bi gelemperî di dema Theodosiusê IIem (408–450) de û piştî wî di 447an a PZ de di navbera mezhebên cûrbecûr ên xiristiyantiyê de nîqaşên germ li ser vejîna laşan diqewimin di roja darizandinê û jiyana piştî mirinê de. Di wan deman de xwediyê erdekî ji ber hewcedariya xwe biryar dide ku devê morkirî yê şikeftê veke û wan keviran bo karê xwe bi kar bînin. Bi vekirinê dibîne ku tê de kesin raketî hene. Heft Xortên Razayî şiyar dibin wekî ku tenê rojek di xew de mane. Ji nav xwe yekî dişînin Efesê da ku xwarinê ji wan re bikire.[21]

Gava ku ew kes digihîje bajêr û avahiyên bi xaçan xemilandî dibîne û navê Îsa Pêxember dibîhîse ku bi rehetî tê gotin, pê ecêbmayî dibe. Her wiha bazirganên bajêr jî diheyirin ji ber ku ev mêrikê xerîb dixwaze bi pereyên kevn ên dewra Deciusî bazariyê bike. Metran tê bangkirin ku bi wan re bipeyive; Heft Xortên Razayî çîroka xwe jê re vedibêjin û ji Xwedê re hemd dikin û dimirin.[1]

Di hinin guhertoyan de bajar Fîledelfiya ye yê ku îro dikeve nav sînorên Emmanê.[22]

Gelek guhertoyên vê çîrokê bi yewnanî û zimanên din de hene û di Bibliotheca Hagiographica Orientalis de hatine rêzkirin.[23]

Belavbûn

Kevirê gorekê li Siebenschläferkirche (Rotthof), Almanyayê

Çîrok bi lez û bez li seranserê cîhana xiristiyaniyê belav bû. Çîroka Heft Xortên Razayî yên Efesê bi saya De gloria martyrumê (Rûmeta Şehîdan) ve li rojava populer bû a ku ji aliyê Gregoryê Toursî ve hatibû nivîsandin û berhevokek ser keramet û mûcîzeyên dawiya sedsala 6an e.[24] Gregoryyî gotiye ku wî ev çîrok ji "wergêrekî suryanî" (Syro quidam interpreante) stendiye, lê ev anekdot belkî tê vê maneyê ku ew suryanî yewnanîaxêvê Levantê be.[25] Di dema seferên xaçperestan de, hestiyên gorên li nêzî Efesê, ku wekî bermahiyên Heft Xortên Razayî hatin qebilandin, di nav tabûteke kevirîn a mezin de wekî xelatek hatin birin Manastira Ezîz Victorî ya li Marsîlya, Fransayê.

Heft Xortên Razayî di berhevoka Legenda sanctorumê de cih girtiye, ya ku pirtûka herî populer a serdema navîn e û tê de ji bo vejîna wan xortan tarîxeke diyarkirî, 478 ê PZ. hatiye dayîn ku rastî desthilatdariya Theodosiusî tê.[26][27]

Guhertoya îslamî

Çîroka Eshabê Kehfê (bi kurdî: xelkên şkeftê an jî rêhevalên şikeftê[2]) di Quranê de di sûreyê Kehfê (18em, ayetên 9-26em) de bi çend qise û meselan re tê vegotin.[28][2]  

Eshabê Kehfa Quranê ji aliyê mufesîran wekî qise hatiye binavkirin ku qise ji mirovahiyê re ji bo şîret û îbretê bigirin hatine nizûlkirin. Di vê qiseyê de jî armanc xurtkirina baweriya jiyana axiretê ye. Loma li ser hûrgiliyan nasekinin lê giringî didin fikran. Bi ya rîwayetan ev qise ji ber pirsa cihûyan a ser Eshabê Kehfê nizûl bûye û di hinin rîwayetan de navên wan xortan û cihê şikeftê tê gotin lê bi ya pisporan ev agahî ji îsraîliyatê têketiye.[29][30]

Taybetiyên naverokê

Wêneya Eshabê Kehf di Falnameyê de

Hejmara xortên razayî nayê gotin û bi ya ayetan gelek kes ser vê meseleyê "texmînên betal/bêfeyde" tîne serzimên. Ji bo vê yekê di ayeta 22an de wiha derbas dibe: "Bibêje: Xwedayê min, bêhtir bi hejmara wan dizane. (...) tu minaqeşeyeke din neke û der barê wan de ji tu kesî (ji yên xwedankitêb) malûmatan nexwaze."[31]  

Quran, di derheqê mideta xewê de wiha dibêje: "Ew di şikefta xwe de sê sed salî (razayî) man û neh salên din jî li vê hatine zêdekirin."[32] Bi ya hinekan, ew neh sal ferqa nav salnameya heyv û tavê ye.[33] Wekî Îbn Kesîr û bi ya Keşşafa Zemahşerî hinin kes dibêjin ku ev hejmar ne hejmarê Xwedê ye, lê texmînên wan kesan e ku dixwazin mizgeftek li şûna şikeftê çêbikin.[34]

Quran di ayeta 18an de dibêje ku "... û segê wan jî, li hewşa şikeftê lingên xwe yên pêş dirêj kiribû û raketî bû."[35] Li ser navê segê nîqaşek heye. Di ayeta 9an de wiha derbas dibe: "... tu guman neke ku rewşa Eshabul Kehfî (xwedanên şikeftê) û Reqimê ji wan nîşanên me yên herî balkêş bin." Bi ya hinin ev Reqîm navê segî ye û bi ya hinan jî navê çîyayê ye ku şikeft li wê derê ye û Mîna Teberî û Îbn Kesîr hinin jî dibêjin ku ji ber maneya bêjeya Reqîmê divê ew bibe kîtabe ya ku berî esker devê şikeftê mor bikin ji aliyê yekî re li ser wê lewhayê sebaba girtina vê şikeftê hatibû nivîsandin û wî ew avêtibû nav şikeftê.[29][30]

Gelek psipor li ser dînê Eshabê Kehfê hemfikirin ku divê ew bibin xiristiyan ji ber ku ev çîrok di seranserê cîhana xiristiyanî de berbelav bû. Lê belê ji ber ku Quran bi eşkere dînê wan nabêje hin teorî jî hatine bilêvkirin wekî ya Ihsan Eliaçik. Bi ya wî ew Essenî ne, yên ku piştî dagirkirina Fîlîstînê reviyane çiyayan û berevajiya romayiyên pagan û zalim li ser dînê Îbrahim û Mûsa pêxember jiyana xwe dewam kirine. Heman pispor dibêje ku Eshabê Kehf ne tenê heft kes e lê navê xelkek e ku sedan sal li ber zilma romayiyan ber xwe dane li ser çiyayan. Her wiha bi ya wî Reqîm jî Destxetên Gola Mirî ye.[36]

Ji ber ku Xwedê di heman sûreyê de ferman daye ku li ser navên xortan û bajêr û agahiyên din nîqaş nekin û ji xwedankitêban agahî nestînin riwayetek ji Muhemmed pêxemberî jî tune ye. Di nav sahebeyan de jî tenê ji Ibn Abbasî rîwayetek heye lê siheta wê jî ji aliyê pisporan ve wekî nebaş tê senifandin.

Qise

Çîroka "Qissat Ehl el-Kahaf" bi zimanê erebî, 1494 PZ., anonîm.

Gotara sereke Kehf e.

Qiseya Quranê wiha ye: Ew xortinên wisa bûn ku wan bi Xwedayê xwe bawerî anîbû. Ew li hemberî taxût û muşrikan rabûn ser piyan û gotin "Xwedayê me, Xwedayê erd û asîmanan e, em ji bilî wî bi tu îlahan naperizin". Yekî ji wan xortan pêşnîyaz dike ku li şikeftekê vehewin. Wiha têdikevin şikeftê û radikevin lê "digel ku ew razaybûn jî çavên wan vekirî bû." Wiha sedan salan derbas dibin. Dema hişyar dibin, bi wan tê ku "rojekê yan jî hinekî ji rojê di xew de mane". Yekî ji nav xwe dişînin bajêr ku bi diravên xwe xwarinek bikire. Ew kes ji ber tirsê bi tedbîrî dihere bajêr. Lê mirov wan dihisin û bi hebûna wan xortên şikeftê re gumana wan a roja qiyametê xelas dibe û îmana xwe bi axiretê tînin. Xelkên bajêr piştî nîqaşan, dixwazin mizgeftek li dora şikeftê ava bikin.[2][34]

Şikeftên Eshabê Kehf

Di gelek malperan de[37] lîsteyên wekî "Şikefta Heft Xortên Razayî" têne rêzkirin, lê ji wan yek jî bi arkeolojiyê ve nehatiye rastandin. Guhertoyên herî pêşîn ên vê çîrokê ji Efesê belav bûn û katakombayeke wê derê bala gelek heciyên xiristiyan kişandiye. Li ser qûntarên Çiyayê Pion (~Coelian, îro Çîyayê Panayir) a nêzî Efesê (nêzîkî Selçuka nûjen a Tirkiyeyê), li dora şikefta Heft Xortên Razayî kolana arkeolojîk hate çêkirin di navbera 1926 û 1928an de.[38] Di encama kolandinê de sedan gorên bi tarîxa sedsalên 5 û 6an hatin derxistin. Nivîsên derheqê Heft Xortên Razayî li ser dîwêr û goran hatin dîtin. Ev şikeft hîn jî ji geştyaran re tê nîşandayîn.[39]

Cihên din ên gengaz ên şikeftên Heft Xortên Razayî dîsa li Tirkiyê, li navçeyên Avşîn û Tarsusê ne. Avşîn nêzîkî bajarê kevnare yê Romayî, Arabissus e, ku împaratorê Romayê yê Rojhilat Justinian ew der ziyaret kiribû. Împerator ji bo vê sîteyê wekî diyarî ji rojavaya Anatolyayê nîşên mermerê anîbûn ku niha wekî mizgefta Eshab-ı Kehf Kulliyesi tê parastin. Ev sîte berê perestgeheke hîtîtî bû, piştre bûye perestgeheke romayî û di dema Bîzansê de jî bûye dêr. Selcûqî cihê îbadetê wekî dêr û mizgeft bi kar aniye lê bi hatina îslamê re gelheya herêmê ber bi misilmaniyê ve guheriye û sîte jî bi demê re bi temamî bûye mizgeft.

Li Çiyayê (Der) Reqîm (tirkî Inceburun) a Lîcêya Amedê bi navê Sadulkêf (Eshabê Kehf) şikeftek heye ku di nav xelkê de wekî zîyaretek tê qebilandin.[40][41]

Li nêzîkî Emman a Urdunê jî şikeftek heye, ku wekî şikefta eshabê kehf tê zanîn, tê de heft gor û kanala hewayê hene.[42][43]

Çavkanî

  1. ^ a b c Fortescue, Adrian (14 March 2015). "The Seven Sleepers of Ephesus". The Catholic Encyclopedia. Roja gihiştinê 22.11.2020. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |access-date= (alîkarî)
  2. ^ a b c d e f Êsî, M. Huseyn; Girdarî, M. Se'îd; Bêrkevanî, M. Muhemmed (2008). Wergera Qur'ana Pîroz Bi Zimanê Kurdî. Istanbul: Ravza Yayincilik ve Matbaacilik. rr. 294–297. ISBN 978-605-5402-12-9.
  3. ^ Şemoyê Memê (July 08, 2017). "Jimara heft di bawerî û zargotina kurdî de". riataza.com. Roja gihiştinê 22/11/2020. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |access-date= û |date= (alîkarî)
  4. ^ "Cave of Ashabe Kahf (The Cave of the Seven Sleepers)". Madain Project. Ji orîjînalê di 2 çiriya paşîn 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 2 çiriya paşîn 2020.
  5. ^ Liuzza, R. M. (2016). "The Future is a Foreign Country: The Legend of the Seven Sleepers and the Anglo–Saxon Sense of the Past". Bi Kears, Carl; Paz, James (edîtor). Medieval Science Fiction. King's College London, Centre for Late Antique & Medieval Studies. r. 66. ISBN 978-0-9539838-8-9.
  6. ^ Bartłomiej Grysa, "The Legend of the Seven Sleepers of Ephesus in Syriac and Arab Sources: A Comparative Study", Orientalia Christiana Cracoviensia 2 (2010): 45–59.
  7. ^ Hugh Magennis, "The Anonymous Old English Legend of the Seven Sleepers and its Latin Source", Leeds Studies in English, n.s. 22 (1991): 43–56.
  8. ^ Witold Witakowski, "Sleepers of Ephesus, Legend of the", in Gorgias Encyclopedic Dictionary of the Syriac Heritage: Electronic Edition, edited by Sebastian P. Brock, Aaron M. Butts, George A. Kiraz and Lucas Van Rompay (Gorgias Press, 2011; online ed. Beth Mardutho, 2018).
  9. ^ Martyrologium Romanum (Libreria Editrice Vaticana 2001 ISBN 88-209-7210-7)
  10. ^ Stokes, Whitley (1905). The Martyrology of Oengus the Culdee: Félire Óengusso Céli Dé. Harrison and Sons. r. 4.
  11. ^ Witold Witakowski, "Sleepers of Ephesus, Legend of the", in Gorgias Encyclopedic Dictionary of the Syriac Heritage: Electronic Edition, edited by Sebastian P. Brock, Aaron M. Butts, George A. Kiraz and Lucas Van Rompay (Gorgias Press, 2011; online ed. Beth Mardutho, 2018).
  12. ^ a b Bartłomiej Grysa, "The Legend of the Seven Sleepers of Ephesus in Syriac and Arab Sources: A Comparative Study", Orientalia Christiana Cracoviensia 2 (2010): 45–59.
  13. ^ Witold Witakowski, "Sleepers of Ephesus, Legend of the", in Gorgias Encyclopedic Dictionary of the Syriac Heritage: Electronic Edition, edited by Sebastian P. Brock, Aaron M. Butts, George A. Kiraz and Lucas Van Rompay (Gorgias Press, 2011; online ed. Beth Mardutho, 2018).
  14. ^ Bartłomiej Grysa, "The Legend of the Seven Sleepers of Ephesus in Syriac and Arab Sources: A Comparative Study", Orientalia Christiana Cracoviensia 2 (2010): 45–59.
  15. ^ Witold Witakowski, "Sleepers of Ephesus, Legend of the", in Gorgias Encyclopedic Dictionary of the Syriac Heritage: Electronic Edition, edited by Sebastian P. Brock, Aaron M. Butts, George A. Kiraz and Lucas Van Rompay (Gorgias Press, 2011; online ed. Beth Mardutho, 2018).
  16. ^ Bartłomiej Grysa, "The Legend of the Seven Sleepers of Ephesus in Syriac and Arab Sources: A Comparative Study", Orientalia Christiana Cracoviensia 2 (2010): 45–59.
  17. ^ Bartłomiej Grysa, "The Legend of the Seven Sleepers of Ephesus in Syriac and Arab Sources: A Comparative Study", Orientalia Christiana Cracoviensia 2 (2010): 45–59.
  18. ^ a b Witold Witakowski, "Sleepers of Ephesus, Legend of the", in Gorgias Encyclopedic Dictionary of the Syriac Heritage: Electronic Edition, edited by Sebastian P. Brock, Aaron M. Butts, George A. Kiraz and Lucas Van Rompay (Gorgias Press, 2011; online ed. Beth Mardutho, 2018).
  19. ^ Witold Witakowski, "Sleepers of Ephesus, Legend of the", in Gorgias Encyclopedic Dictionary of the Syriac Heritage: Electronic Edition, edited by Sebastian P. Brock, Aaron M. Butts, George A. Kiraz and Lucas Van Rompay (Gorgias Press, 2011; online ed. Beth Mardutho, 2018).
  20. ^ Baring-Gould, Sabine. "The Seven Sleepers", Curious Myths of the Middle Ages, London. Rivington's, 1877, p. 94
  21. ^ Baring-Gould, Sabine. "The Seven Sleepers", Curious Myths of the Middle Ages, London. Rivington's, 1877, p. 94
  22. ^ Refiye Şenesen; Pagandan Hristiyanlık ve Müslümanlığa Bir İnanç Merkezi: Ashab-ı Kehf ve Günümüzde Tarsus Ashab-ı Kehf'te Hıdırellez Şenlikleri; Çukurova Üniversitesi Türkoloji Araştırmaları Merkezi; Erişim Tarihi: 25 Aralık 2015
  23. ^ Peeters, P.; Société de Bollandistes (25 çiriya pêşîn 2018). "Bibliotheca hagiographica orientalis". Bruxellis, apud editores [Beyrouth (Syrie) Imprimerie catholique] – bi riya Internet Archive.
  24. ^ Baring-Gould, Sabine. "The Seven Sleepers", Curious Myths of the Middle Ages, London. Rivington's, 1877, p. 94
  25. ^ Witold Witakowski, "Sleepers of Ephesus, Legend of the", in Gorgias Encyclopedic Dictionary of the Syriac Heritage: Electronic Edition, edited by Sebastian P. Brock, Aaron M. Butts, George A. Kiraz and Lucas Van Rompay (Gorgias Press, 2011; online ed. Beth Mardutho, 2018).
  26. ^ "The Seven Sleepers". The Golden Legend. Ji orîjînalê di 6 kanûna paşîn 2003 de hat arşîvkirin. It is in doubt of that which is said that they slept three hundred and sixty-two years, for they were raised the year of our Lord four hundred and seventy-eight, and Decius reigned but one year and three months, and that was in the year of our Lord two hundred and seventy, and so they slept but two hundred and eight years.
  27. ^ Jacobus (1899). "XV — The Seven Sleepers". Bi Madge, H.D. (edîtor). Leaves from the Golden Legend. C.M. Watts (illustrator). rr. 174–175 – bi riya Google Books. It is doubt of that which is said that they slept ccclxii. years. For they were raised the year of Our Lord IIIICLXXXIII. And Decius reigned but one year and three months and that was in the year of our Lord CC and LXX., and so they slept but iic. and viii. years.
  28. ^ "Sura 18: The Cave (Al-Kahf)". 3 hezîran 2009.
  29. ^ a b ŞENTÜRK, Mustafa (2013/2). "KUR‟ÂN‟DA BİR PASİF DİRENİŞ ÖYKÜSÜ: ASHÂB-I KEHF". Gümüşhane Üniversitesi İlahiyat Fakültesi Dergisi. c. 2, sayı: 3: 224–237. {{cite journal}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |date= (alîkarî)
  30. ^ a b ERSÖZ, İSMET (22.11.2020). "ASHÂB-ı KEHF". TDV İslâm Ansiklopedisi. Roja gihiştinê 22.11.2020. {{cite web}}: Nirxa |archive-url= kontrol bike (alîkarî); Nirxên tarîxê kontrol bike: |access-date= û |date= (alîkarî)
  31. ^ The Message of the Quran, by M. Asad, Surah 18:22.
  32. ^ The Message of the Quran, by M. Asad, Surah 18:25-26.
  33. ^ Kuran-ı Kerim'in Gizli Öğretisi, by E. Candan.
  34. ^ a b b. Ömer b. Muhammed el-Hārizmî ez-Zemahşerî, Ebu’l-Kāsım Cârullah Mahmûd (2018). EL-KEŞŞÂF ‘AN HAKĀ’İKI ĞAVÂMİDI’T-TENZÎL VE ‘UYÛNİ’L-EKĀVÎL FÎ VUCÛHİ’T-TE’VÎL (4. Cild). Istanbul: Türkiye Yazma Eserler Kurumu Başkanlığı. rr. 8–46. ISBN 978-975-17-4044-1. {{cite book}}: di |title= de di cihê 41 de line feed character heye (alîkarî)
  35. ^ Islam Folktales The Dog of Ashab Al-Kahf The 7 Sleepers (The People of The Cave); By Mega Hikari Aminah, Muham Taqra;
  36. ^ Eliaçik, R. Ihsan (2014). Yaşayan Kur'an (Nuzul Sirasina Gore Tûrkçe Meal -Tefsir). Istanbul: Inşa Yayinlari. rr. 548–552. ISBN 978-605-88003-0-4.
  37. ^ "Cave of Ashabe Kahf (The Cave of the Seven Sleepers)". Madain Project. Ji orîjînalê di 2 çiriya paşîn 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 2 çiriya paşîn 2020.
  38. ^ de Grummond, N. T., ed., Encyclopedia of the History of Classical Archaeology (London & New York: Routledge, 1996), p. 394.
  39. ^ TÜRKOĞLU, Sabahattin (22.11.2020). "Selçuk Yedi Uyurlar Efsanesi - İzmir". kulturportali. Roja gihiştinê 22.11.2020. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |access-date= û |date= (alîkarî)
  40. ^ Lezgîn, Roşan (06 Tebaxe 2009). "Cayê Rastîn yê Eshabê Kehfî". zazaki.net. Roja gihiştinê 22.11.2020. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |access-date= û |date= (alîkarî)
  41. ^ DİKEN, ŞEYHMUS (14 Aralık 2018). "Lice'nin Ashabül Kehf'inin Çağrıştırdığı". bianet. Roja gihiştinê 22.11.2020. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |access-date= û |date= (alîkarî)
  42. ^ THE SLEEPERS OF THE CAVE - THE QURAN, HISTORICAL SOURCES AND OBSERVATION, Joseph A Islam; www.quransmessage.com
  43. ^ Cave of the Seven Sleepers (at Lonely Planet)