Aboriya Japonê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Jiju (gotûbêj | beşdarî)
B HC: Zêdekirina Kategorî:Japon
Jiju (gotûbêj | beşdarî)
B HC: Zêdekirina Kategorî:Asya
Etîket: Betalkirî
Rêz 34: Rêz 34:


[[Kategorî:Japon]]
[[Kategorî:Japon]]
[[Kategorî:Asya]]

Guhartoya 09:49, 24 çiriya paşîn 2020

Shinjuku, Tokyo, Japon

Aboriya Japonê, aboriya bazara serbest a gelek pêşketî ye.[1] Li gori GDP Nominal (Dahatûya Naxweyî ya Nesade ya Nomînal) sêyemîn aboriya heri mezin e û li gorî PPP (Parîteya Hêza Kirînê) çaremîn e li dinyayê [2][3] û her wiha duyemîn aboriya pêşketî ya herî mezin a dinyayê ye. [4] Dewleta Japonê endamê G7 û G20ê ye. Li gorî Fona Pereyî ya Navneteweyî (IMF) Dahatûya Naxweyiya Nesade ya serane ya vê dewletê di 2016an de 38,937 bû.[5]

Japon, li dinyayê sêyemîn dewleta herî mezin a hilberînerê otomobîlan e,[6] xwediyê endustriya tiştên elektronîk a herî mezin e û li gorî patentên gerdûnî, yek ji dewletên sereke yên herî nûger e. Ji ber reqabeta Çîn û Koreya Başûr a roj bi roj zêde dibe,[7] Japon bala xwe ya ser sektora hilberandina teknolojîk zivirandine aliyê teknolojiya bilind û tiştên bihêja yên wek alavên optîkal, wesayîtên hîbrîd û amûrên robotîk.

Japon, bi pirranî li ticareta salane nirxê zêdek dide û li veberanîna navneteweyî xwediyê nirxê zêdek e. Ji 2010an ve Japon xwediyê 13.7% (15.2 trîlyon dolar) ê dewlemendiya finansî (li dinyayê sêyemîn) ya taybetî ya dinyayê ye[8]. Ji 2017an ve, 51 şîrketên Fortune Global 500ê girêdayî Japonê ne. Sêyemîn aboriya herî mezin a dinyayê ye.

Pêşketinên aborî yên piştî 1960an, di deh salan de, mezinbûna bi lez a wek mûcizeya ekonomik a piştî-şer a Japonî hatiye binavkirin dest pê kiriye. Bi rêberiya Wezareta Aborî, Bazirganî û Endustrîyê, bi rêjeyên 10% di salên 1960an, 5% di salên 1970yan, û 4% di salên 1980yan de, dewleta Japon kariye ku heta 2010an bi awayek berdewam bibe duyemîn aboriya herî mezin a dinyayê, ku 2010an de Komara Gel a Çînê ew bihurandiye. Piştî 1990an, dahatûya serane ya Japonê gelek dewletên rojavayi re wekhev bûye an jî bihurandiye.

Dîroka Aborî

Dîroka aborî ya Japonê gelek serdemên mezin bihurandiye. Sê serdemên mezin ên aboriya Japonê hene: yekemîn damezirandin û belavkirina Edoyê (di sala 1603an de) bo hemû pêşketinên aborî yên welatê bû, duyemîn Restorasyona Meijiyê ya ku bû yekemîn hêza ne-Ewropayî ye, sêyemîn piştî têkçûna Şerê Cîhanî yê Duyem, ji nû ve avabûna welêt û bûna duyemîn aboriya herî mezin a dinyayê.

Sektorên Aboriya Japonê

Çandin

Zeviyên Bîrincê yên Tawaramotoyê

Sektora çandinê ya Japonan nêzikê 1.1% a GDP ya welêt e.[9] Tenê 12% ya erdên Japonê ji bo çandinê misaîd e.[10] Hema hema hemû çandina Japonan birinc e. Japon duyemîn ithalatvana hilberînên çandiyan a herî mezin e. Birinc, bi baca 777.7%an, genima herî girîng e.

Masîvanî

Sektora masîvaniyê ya Japonan piştî felaketa nûkleer a Fukushimayê ya 2011an derbeke mezin xwariye. 1996an de, bi girtina tonek masiyan, Japon bûye çaremin li dinyayê.[11]

Endustrî

Sektora endustrî û hilberandina Japonê gelek cûr bi cûr a teknolojiya pêşketî ye ku gelek serkeftî ne. Rêjeya endûstrî 30.1% a GDP ê digire.[12] Encama hilberinda vî welatê li dinyayê sêyemîn herî mezin e.[13]

Hilberandina Otomobîlan

Japon, li dinyayê sêyemîn hilberînera otomobîlan a herî mezin e[14]. Toyota li gorî îstatîstîkên nû çêkera erebeyan a herî mezin, û çêkerên wek Nissan, Honda, Suzuki û Mazda jî din nav şîrketên heri mezin de ne.[15][16]

Çavkanî

  1. ^ "Lechevalier, Sébastien (2014). The Great Transformation of Japanese Capitalism. Routledge. p. 204. ISBN 9781317974963".
  2. ^ ""World Economic Outlook Database, April 2016 – Report for Selected Countries and Subjects". International Monetary Fund (IMF)".
  3. ^ "Kyung Lah (14 February 2011). "Japan: Economy slips to Third in world". CNN".
  4. ^ ""Country statistical profile: Japan". OECD iLibrary. 28 February 2013".
  5. ^ "Japan: 2017 Article IV Consultation : Press Release ; Staff Report ; and Statement by the Executive Director for Japan. International Monetary Fund. Asia and Pacific Department. Washington, D.C.: International Monetary Fund. 2017. ISBN 9781484313497. OCLC 1009601181".
  6. ^ ""2013 Production Statistics – First 6 Months". OICA".
  7. ^ "Morris, Ben (12 April 2012). "What does the future hold for Japan's electronics firms?". BBC News".
  8. ^ ""Allianz Global Wealth Report 2015" (PDF). Allianz" (PDF).
  9. ^ ""The World Factbook". Central Intelligence Agency".
  10. ^ ""As Farmers Age, Japan Rethinks Relationship With Food, Fields". PBS".
  11. ^ ""World review of fisheries and aquaculture". Food and Agriculture Organization".
  12. ^ ""The World Factbook". Central Intelligence Agency".
  13. ^ ""Manufacturing, value added (current US$) | Data". data.worldbank.org".
  14. ^ ""2013 Production Statistics – First 6 Months". OICA. Retrieved 16 October 2013".
  15. ^ ""Toyota Again World's Largest Auto Maker". The Wall Street Journal".
  16. ^ "Dawson, Chester (2012). "World Motor Vehicle Production OICA correspondents survey" (PDF). OICA" (PDF).