Husein Muhammed: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Balyozbot (gotûbêj | beşdarî)
B →‎top: Infobox >> agahîdank AWB
Balyozbot (gotûbêj | beşdarî)
B parametreyên standard AWB
Rêz 1: Rêz 1:
{{Agahîdank nivîskar
{{Agahîdank nivîskar
| nav = Husein Muhammed
| nav = Husein Muhammed
| navê rastî =
| bernavk =
| wêne =
| mezinahiya wêne =
| binnivîs =
| pîşe = Nivîskar, zimannas, parêzer
| pîşe = Nivîskar, zimannas, parêzer
| zayîn = {{Zayîn|1|11|1980|temen=erê}}
| roja_jidayikbûnê = {{Zayîn|1|11|1980|temen=erê}}
| cihê zayînê = [[Zaxo]], [[Herêma Kurdistanê]], [[Iraq]]
| cihê_jidayikbûnê = [[Zaxo]], [[Herêma Kurdistanê]], [[Iraq]]
| mirin =
| cihê mirinê =
| netewe = Kurd
| netewe = Kurd
| hevwelatî =
| eslê xwe =
| ziman = Kurdî, erebî, farisî, finî, swêdî.
| ziman = Kurdî, erebî, farisî, finî, swêdî.
| tevger = <!-- Tevgera wêjeyî -->
| şêwe =
| bandorbar =
| bandorker =
| malper =
| berhem = <!-- Berhemên navdar -->
| agahî = <!-- Agahiyên din (xelat, bûyer, ...) -->
| îmze =
}}
}}


'''Husein Muhammed''' ([[z.]] [[1ê kanûna pêşîn]] [[1980]] li [[Zaxo]]<ref>{{Cite web|url=https://peoplepill.com/people/husein-muhammed/|title=Husein Muhammed|last=|first=|date=|website=People Pill|archive-url=|archive-date=|dead-url=|access-date=}}</ref>, [[Başûrê Kurdistanê]]), [[wergêr]], [[dad|dadnas]] û [[nivîskar]]ekî [[kurd]] e. Husein Muhammed sala 1980ê li gundekî nêzî [[Zaxo]]yê li [[Başûrê Kurdistanê]] hatiye dinyayê. Ew ji sala 1994ê ve li [[Fînlenda]]yê dimîne û niha [[parêzer]] e.
'''Husein Muhammed''' ([[z.]] [[1ê kanûna pêşîn]] [[1980]] li [[Zaxo]]<ref>{{Cite web|url=https://peoplepill.com/people/husein-muhammed/|title=Husein Muhammed|last=|first=|date=|website=People Pill|archive-url=|archive-date=|dead-url=|access-date=}}</ref>, [[Başûrê Kurdistanê]]), [[wergêr]], [[dad]]nas û [[nivîskar]]ekî [[kurd]] e. Husein Muhammed sala 1980ê li gundekî nêzî [[Zaxo]]yê li [[Başûrê Kurdistanê]] hatiye dinyayê. Ew ji sala 1994ê ve li [[Fînlenda]]yê dimîne û niha [[parêzer]] e.


== Jiyan û kar ==
== Jiyan û kar ==
Rêz 44: Rêz 27:


=== Werger ===
=== Werger ===
Husein Muhammed bi berdewamî klasîkên cîhanî li zimanê kurdî werdigerîne.
Husein Muhammed bi berdewamî klasîkên cîhanî li zimanê kurdî werdigerîne.


=== Kovara Kanîzar, 2015-2018 ===
=== Kovara Kanîzar, 2015-2018 ===
Rêz 70: Rêz 53:


== Girêdanên derve ==
== Girêdanên derve ==
{{Wîkîgotin-b|{{PAGENAME}}}}<br />
{{Wîkîgotin-b|{{PAGENAME}}}}


== Çavkanî ==
== Çavkanî ==

Guhartoya 10:06, 6 kanûna pêşîn 2020

Husein Muhammed
Jidayikbûn1ê çiriya paşîn a 1980an (43 salî)
Zaxo, Herêma Kurdistanê, Iraq
PîşeNivîskar, zimannas, parêzer
Zimanê nivîsinêKurdî, erebî, farisî, finî, swêdî.
NeteweKurd
biguhêreBelge

Husein Muhammed (z. 1ê kanûna pêşîn 1980 li Zaxo[1], Başûrê Kurdistanê), wergêr, dadnas û nivîskarekî kurd e. Husein Muhammed sala 1980ê li gundekî nêzî Zaxoyê li Başûrê Kurdistanê hatiye dinyayê. Ew ji sala 1994ê ve li Fînlendayê dimîne û niha parêzer e.

Jiyan û kar

Husein Muhammedî berî karê xwe yê dadweriyê ji gelek dezgehên kargêrî (îdarî) yên Fînlendayê re tercimaniya zimanê kurdî (kurmancî û soranî) û zimanê tirkî kiriye. Di wan daîreyan de ew herwiha wek şêwirmendê zimanên Rojhilata Navîn jî (kurdî, tirkî, erebî û farisî) bû.

Ji 1995an pê ve bi kurdî dinivîse

Husein sala 1995an dest bi nivîsîna bi kurdî kiriye. Ta niha berhemên wî di çendîn kovar û rojnameyan de belav bûne. Ew ji 1999an ve yekemîn kovara kurdî ya xwerû-elektronîkî, Mehnameyê, bi rêya Internetê diweşîne. Tevî ku Husein hem helbest, hem kurteçîrok û hem jî gelek gotar nivîsîne jî, ew herî zêde wek wergêr tê nasîn. Wî berhemine Xelîl Cibran, Anton Çexov, William Shakespeare û gelek ji nivîskarên din ên li hemî cîhanê navdar bi zimanê kurdî arasteyî xwendevanan kirine. Husein herwiha ferhengokek peyvên dadwerî ya kurdî-inglîzî amade kiriye. Niha ew li ser ferhengokek soranî-kurmancî dixebite[çavkanî hewce ye].

Xebatên wî

Kovara Mehname li ser înternetê, 1999-2004

Husein Muhammed ji salan 1999ê ve sernivîserê Kovara Mehname ye. Ji bilî Mehnameyê, ew di heman demê de li ser gelek projeyên çandeyî, wêjeyî û zimannasî dixebite.

Wîkîferheng

H. Muhammed yek ji çalaktirîn avakerê Wîkîferhengê ye ku yekem ferhenga kurmancî - kurmancî ya berdest e. Ferhenga din ya ku Husein Muhammed amade dike ferhengek soranî - kurmancî ye ku ta niha ji tîpa A ta ya P hazir e[çavkanî hewce ye].

Ferhengsazî

Yek ji xebatên wî yên giring jî amadekirina rêzimanek hevbeş ya kurmancî - soranî ye wek pêşniyar bo danîna bingehekî bo zimanek yekgirtî yê kurdî.

Werger

Husein Muhammed bi berdewamî klasîkên cîhanî li zimanê kurdî werdigerîne.

Kovara Kanîzar, 2015-2018

Kanîzar kovareke zimanî û zimannasiyê bû. Nivîskarên kovarê hem lêkolînên zanistî yên li ser zimanê kurdî û zimannasiya giştî bi kurdî belav kirin û hem jî dîtin û nêrînên kurttir li ser awayê rastnivîsîna kurdî weşandin. Gelek gotarên zimannasiyê yên Husein Muhammed tê de hatine weşandin.

Li gorî nivîskarên redaksyona kovarê armanca wan ev bû: "Armanca kovara me ne tenê zimannasên gihiştî û pîşedar in lê hemû bikaranînerên zimanê kurdî ne: nivîskar, rojnamevan, xwandekarên zimanê kurdî, xwandevanên berhemên kurdî û hwd. Mijara Kanîzarê ziman û zimannasî ye lê sîngê me vekirî û berê me li dûr e: em ê lêkolînên zimannasî belav bikin lê em ê herwiha xwandevanên xwe bigihîn devok û zaravayên cuda, em ê wan ji berhemên hêjayî yên bi kurdî yan li ser kurdî nivîsandî agadar bikin."[2]

Bloga zimannas.wordpress.com, 2015-2020

Bloga Husein Muhammed a bi navê "Zimannas" ji sala 2015an pê de berdewam e.[3]

Pendnivîs

Ji bilî wergerên xwe, Husein Muhammed belkî herî baş bi pendên anku aforîzmayên xwe têt nasîn. Wî ev pend di rojnivîskên xwe de nivîsîne û paşî ew di Kovara Mehname û derin din de belav kirine.

Berhemên wergerandî

Malper û kovar

Girêdanên derve

Wikiquote-Logoq:
Wikiquote-Logo
Di Wîkîgotin da gotarek li ser Husein Muhammed heye.

Çavkanî

  1. ^ "Husein Muhammed". People Pill.
  2. ^ https://zimannas.files.wordpress.com/2015/08/hejmar11.pdf
  3. ^ https://zimannas.wordpress.com/2020/04/
  4. ^ https://zimannas.wordpress.com