Hemreş Reşo: Cudahiya di navbera guhartoyan de
B →Girêdanên Derve: Kategorî sererastkirin jidayîkbûn >> jidayikbûn AWB |
|||
Rêz 28: | Rêz 28: | ||
[[Kategorî:Siyasetmedarên kurd|Reşo, Hemreş]] |
[[Kategorî:Siyasetmedarên kurd|Reşo, Hemreş]] |
||
[[Kategorî:Nivîskarên kurd|Reşo, Hemreş]] |
[[Kategorî:Nivîskarên kurd|Reşo, Hemreş]] |
||
[[Kategorî: |
[[Kategorî:Jidayikbûn 1939]] |
||
[[Kategorî:Mirin 2003]] |
[[Kategorî:Mirin 2003]] |
Guhartoya 11:20, 7 kanûna pêşîn 2020
Hemreş Reşo (z. 1939 − m. 2003) siyasetmedar û nivîskarekî kurd e.
Kurtejiyan
Hemreş Reşo li mêjuyê 11'ê reşemiyê sala 1939'ê li gundê Saqo'yê li qeza Kolik ê ku li nav herêma bajarê Semsûrê ye, ji dayîka xwe bû ye. Dibistana dest pê kî û navînî li Kolikê xwendiye. Kolêja Amerîkî li bajarê (Qeyserî) biriye li serî. Di navbera salên 1957-1960'î de li Stanbolê xwandina xwe ya dibistana madehiye yê kiriye. Di salên 1961-1963'yî de jî, li Enqerê xwendina zankoyî ya Zanîngeha Enqere biriye li serî.
Di sala 1963'yî de hatiye Swîsrê û paşê ji wir jî derbasê Elmanya'yê bû ye. Di navbera sala 1967-1975'ê de jî li zankoya Berlîn'ê xwandina aboriyê kiriye.
Piraniya jiyan û têkoşîna watedar a rewşenbîr û siyasetmedarê kurd mamoste Hemreş Reşo, ji bo vejandin, pêşvexistin û parastina ziman û çanda kurdî bûye.
Hemreş Reşo van salên xwe yên li dîasporayê ku tam 40 sal dike, bi tevayî di riya pêşvexistin û parastina çand û zimanê kurdî de buhurandiye. Ji me re sê govarên kurdî yên di dîroka çand û zimanê me de, her yek bi serê xwe sê dîmen û bihnên geş û xweş in, pêşkêş kiriye;
Kovarên Ku Derxistiye
- KURDISTAN (multi-lingual kurd/îng/ereb),
- HÊVIYA WELÊT
- ÇIYA.
Doz û têkoşîna Hemreş Reşo'yî, xebata wî ya di warê çand û zimanî de, di dîroka xebata li derveyî welêt, gavên pir ber bi pêş de ne û di dîroka ziman û çanda kurdî de wê her dem xwedî ciyek herî diyar be.
Hemreş Reşo di roja 27'ê berfanbarê sala 2003'yî de li bajarê Dîsburg'ê li Elmanya'yê koçê dawiyê kiribû.
Hemreş Reşo gava ji dunyayê bar kir, serokê Partiya Demokrat a Kurdistan - Bakur bû.
Girêdanên Derve
Çavkanî:Malpera Pirtûkxaneya SARA