Kâzım Koyuncu: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Kurteya guhartinê tine Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî |
B →Dîskografî: Kategorî sererastkirin jidayîkbûn >> jidayikbûn AWB |
||
Rêz 51: | Rêz 51: | ||
[[Kategorî: |
[[Kategorî:Jidayikbûn 1971]] |
||
[[Kategorî:Mirin 2005]] |
[[Kategorî:Mirin 2005]] |
||
[[Kategorî:Hunermendên laz]] |
[[Kategorî:Hunermendên laz]] |
Guhartoya 11:26, 7 kanûna pêşîn 2020
Kazim Koyuncu | |
---|---|
Malper | www.kazimkoyuncu.com |
biguhêre |
Kâzım Koyuncu (z. 7'ê sermawezê 1971 li Hopa, Artvîn − m. 25'ê tîrmehê 2005 li Stenbol) hunermendekî laz bû û weke damezrînerê rocka lazî tê pejirandin.
Kurtejiyan
Di sala 1992'an de wî bi hevalên xwe Cafer Gürsoy Tanc, Ugurcan Sezen, Zulfîkar Murat Dilek, Mahmut Turan, Metin Kalac û Mehmed Ali Baris Besli yekemîn koma rocka lazî Zuxaşî Berepe (bi kurdî: Zarokên behrê) avakir. Yekemîn albuma komê ya bi navê Va Mîşkunan (bi kurdî: Em nizanin) di sala 1995'an de, dûwemîn album Îgzaz (Diçe) jî di sala 1998'an de hatin weşandin. Albuma wan a dûwem di heman demê de albuma dawî ya komê bû.
Piştî belavbûna komê Kâzim Koyuncu di sala 2001'an de dest bi kariyera xwe ya solo kir. Hê nu dest bi serkeftinên muzîkî dikir ku di sala 2004'an de bijîşkan li canê wî yê ciwan kanser tespît kirin.
Kâzim Koyuncu di roja 25'ê pûşperê 2005 de jiyana xwe ji dest da û laşê wî li gundê xwe yê ku tê de hat dunê hat defnkirin.
Muzîka wî
Meriv kare bêje ku di dengê Kâzim Koyuncu de girêdayiyeke bi xwezayê deryaya reş re heye: ev deng, weke hewa, ba û barana herêmê him qert e, him jî mîna sîsên li ser daristanên herêmê nerm e.
Muzîka wî guhdarvanan ewqas dixe bin bandora xwe ku, gava meriv çavên xwe digire xwe weke li Behra Reş hîs dike.
Piştî wefaatkirina wi, muzîka wî li hemû welêt dengveda û muzîka lazî û hemşînî gihande asteke populer. Bi rêya fîlma 'Auf der anderen Seite' (Yaşamın Kıyısında/Li Ber Qeraxa Jiyanê) ya derhênerê tirko-elman Fatih Akin dengê wî li Ewropa jî hate naskirin.
Di fîlmê de, gava strana Koyuncu ya bi navê 'Ben senî sevdugumî' (Tu ya ku min ji te hezkirî) tê leystin, petrolfiroşek bal dikişîne ser mirinên ji qanserê yên ku - li gorî herêmên din ên Tirkiyê - li dorên deryaya reş zêdetir pêk tên û mirina Kâzim Koyuncu bi felaketa Çernobîlê girêdide.
Dîskografî
- Digel Zuxaşî Berepe
- Digel Grup Dinmeyen
- 1996: Sisler Bulvarı
- Albumên wî yên solo