Şemseddîn Samî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Balyozbot (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 31: Rêz 31:


[[Kategorî:Nivîskarên alban]]
[[Kategorî:Nivîskarên alban]]
[[Kategorî:Jidayîkbûn 1850]]
[[Kategorî:Jidayikbûn 1850]]
[[Kategorî:Mirin 1904]]
[[Kategorî:Mirin 1904]]

Guhartoya 11:41, 7 kanûna pêşîn 2020

Sami Frashëri bi hevjîna xwe Emîne re

Sami Frashëri (* 1'ê pûşperê 1850 li Frashër, Albanya; † 5'ê pûşperê 1904 li Stenbol) wêjevan û çalakvanekî tevgera azadiya albanî bû.

Hêdî hêdî împeratoriya Osmanî belav dibû, gel azad bûn. Sala 1899'ê bi nivîsara xwe ya Shqipëria – ç´ka qenë, ç´është e ç´do të bëhet (ku.: "Albanya – çi bûbû, çi ye û dê çi bibe") balê dikişîne ser azadiya gelê albanî, avakirina neteweyeke nûjen.

Ew bi xwe yek ji zana û pisporê zimanê romî (tirkî) bû. Yekem ensîklopediya tirkî wî nivîsîbû. Herwiha bi xwe gelek ferhengên tirkî jî amade kiriye. Ji bi ziman û wêjeya tirkî, ew kesekî gelekî girîng e.

Ji ber ku gelek xizmet ji tirkî re kiriye, di avabûna nêrîna neteweperwer a tirkî de keda wî mezin e, neteweperwerên tirk albanbûna wî û helwesta wî ya bo azadiya albanan ji çavan dûr digirin. Di hin çavkaniyên tirkan de bêî ku behsa albanbûna wî bê kirin, wî wekî neteweperwer û osmanîperwerekî didin nîşandan.

Berhem

  • Taaşşuk-i Tal’at ve Fitnat (Evîna Tal’at û Fitnat, Roman) - 1872
  • Besa yahud Ahde Vefâ (Drama) - 1875
  • Kamus-i Fransevî (fransî-romî/tirkî û romî-fransî, ferheng) - 1882 & 1885
  • Abetare e gjuhës shqipe - 1886
  • Shkronjtore e gjuhës shqipe (gramatîka albanî) - 1886
  • Dheshkronjë - 1888
  • Kamusü´l-A´lâm (yekem lexikona bi tirkî) - 6 cîld. 1889-1896
  • Shqipëria – ç´ka qenë, ç´është e ç´do të bëhet. Mendime për shpëtimt të mëmëdheut nga reziket që e kanë rethuarë.
  • Kamus-i Türkî (fergenga tirkî) - 1901

Çavkanî

  • Peter Bartl: Die albanischen Muslime zur Zeit der nationalen Unabhängigkeitsbewegung - Misilmanên alban di dema hewlên serbixwebûna gelan de (1878-1912). Wiesbaden 1968. (almanî)
  • Mathias Bernath u.a. (Hrsg.): Bibliographisches Lexikon zur Geschichte Südosteuropas. Bd. 1. München 1974.
  • Bülent Bilmez: Sami Frashëri or Semseddin Sami? Mythologization of an Ottoman Intellectual in the Modern Turkish and Socialist Albanian Historiographies based on "Selective Perception". In: Balkanologie. 7(2003), Heft 2.
  • Johannes Faensen: Die albanische Nationalbewegung. Wiesbaden 1980.

Girêdan