Roj TV: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
BKurteya guhartinê tine
Etîket: Betalkirî
Rêz 21: Rêz 21:
}}
}}
[[Televîzyon]]a kurdî '''Roj TV''' di sala 2004an de hat saz kirin. Bi [[Zimanê kurdî|kurdî]], [[tirkî]], [[erebî]] û [[farsî]] weşanê dike. Bi riya satelitê Roj TV li tevayê [[Kurdistan|Kurdistanê]], li [[Rojhilata Navîn]], li [[Ewrûpa|Ewrûpayê]] û li [[Efrîkaya Bakur|Bakûrê Efrîkayê]] dikare were temaşe kirin.
[[Televîzyon]]a kurdî '''Roj TV''' di sala 2004an de hat saz kirin. Bi [[Zimanê kurdî|kurdî]], [[tirkî]], [[erebî]] û [[farsî]] weşanê dike. Bi riya satelitê Roj TV li tevayê [[Kurdistan|Kurdistanê]], li [[Rojhilata Navîn]], li [[Ewrûpa|Ewrûpayê]] û li [[Efrîkaya Bakur|Bakûrê Efrîkayê]] dikare were temaşe kirin.

PKK


Bingeha ROJ TV li bajarê [[Kopenhag]] a [[Danmarka]]yê hatiye danîn. Kompaniyeka mediya ye û li ser bingeha pêdiviyên netewa kurd, li Kurdistan û [[Mêzopotamya]]yê hatiye damezirandin. Ev [[televîzyon]] li ser bingeha objêktîvbûn û serxwebûnê kar û xebata xwe pêş de dibe. Bernameyên ROJ TV li gor pîvanên weşana [[Danîmark]] û pîvanên Ewropayê tên çêkirin.
Bingeha ROJ TV li bajarê [[Kopenhag]] a [[Danmarka]]yê hatiye danîn. Kompaniyeka mediya ye û li ser bingeha pêdiviyên netewa kurd, li Kurdistan û [[Mêzopotamya]]yê hatiye damezirandin. Ev [[televîzyon]] li ser bingeha objêktîvbûn û serxwebûnê kar û xebata xwe pêş de dibe. Bernameyên ROJ TV li gor pîvanên weşana [[Danîmark]] û pîvanên Ewropayê tên çêkirin.

Guhartoya 09:32, 29 kanûna pêşîn 2020

Ji bo maneyên din li Roj binêre.
Roj TV
Wêne:Roj tv.PNG
Destpêk1'ê adarê 2004
Welat Danîmarka (Kopenhag)
Zimankurdî, tirkî, erebî, farsî, ingilîzî, suryanî
Qada weşanêWorldwide
Navê kevnMED TV (1995-1999)
MEDYA TV (1999-2004)
MalperRoj TV
Berdestî
Peyik
Intelsat 1 W11092 H SR 15551
Eurobird 9A11843 V 27500 3/4
Nillsat11355 V 27500 3/4

Televîzyona kurdî Roj TV di sala 2004an de hat saz kirin. Bi kurdî, tirkî, erebî û farsî weşanê dike. Bi riya satelitê Roj TV li tevayê Kurdistanê, li Rojhilata Navîn, li Ewrûpayê û li Bakûrê Efrîkayê dikare were temaşe kirin.

PKK

Bingeha ROJ TV li bajarê Kopenhag a Danmarkayê hatiye danîn. Kompaniyeka mediya ye û li ser bingeha pêdiviyên netewa kurd, li Kurdistan û Mêzopotamyayê hatiye damezirandin. Ev televîzyon li ser bingeha objêktîvbûn û serxwebûnê kar û xebata xwe pêş de dibe. Bernameyên ROJ TV li gor pîvanên weşana Danîmark û pîvanên Ewropayê tên çêkirin.

ROJ TV di 21ê Sibatê de dest bi weşana testê û di 1ê Adara 2004an de bi resepsiyoneke vekirinê bi fermî dest bi weşanên asayî kir. Ji gulana 2004an û şûnda Roj TV di înternetê de zindî tê temaşe kirin (Weşana zindî - kEditor).

Prodîksiyona ROJ TV li bajarê Belçîka Denderleuw e.

ROJ TV rojane rêze bernameyan pêşkêş dike. Ji nûçeyan bigir ta bernameyên dokumanter, fîlm , şahî, çandî û yên zarokan. Ev bername bi sê zaravayên sereke yên Kurdî; Kurmancî, Soranî û Dimilkî û bi zimanên Suryanî, 'Erebî û Tirkî tên pêşkêşkirin. Mebesta sereke ya naveroka hemû bernameyan baldayîna ser pêşketina civakî ye.

Profîla Temaşevanên Kurd ên ROJ TV, 40 mîlyon e ku tenê Kurdin. Ev kanal bi rêya satelaytê digehêje Kurdên li 77 welatan.

ROJ TV, di heman demê de ji reklam û peyamên bazirganî re vekiriye. Her wiha di warê tenduristî, tevgera mirovanî, dîrok, şêwaza jiyanê, zanist û teknolojî, xoza, perwerde û wekî din de derfeta rêklam kirinê maqûl dibîne. Wekî din di warê sponsor kirinê jî de derfet û mecal hene.

ROJ TV, di 22´ê Çile de, weşanên wê ji ser seteleyte Eutelsat´ê û Eurobird´ê hat birrîn. Balyozê giştî yên DYA'yê li Enqereyê Francis Ricciardone, Got ku "Me ji dostên xwe yên ewropî rica kir ku weşanên Roj tv were girtin." Lê ROJ TV, dîsa weşanên xwe da domandin. ROJ TV, televizyona kurd, ya netewî ya. Lê li gorî hemû komên civakê ûcudahîyên civakê ên ku li Kurdistanê hene weşanê dike. ROj TV, qadaxaya li ser zimanê kurdî şikand. Ji ber vê yekê jî, hertimî herîşên dewletê lê bûn. Roj tv, piştî wê birrîna weşanên wê ji ser Eutelsat û Eurobird, piştre bi hefteyekê li ser peyka Intelsatê bidest weşanên kir. Lê çend ku weşanên wê ji ser pyekê hatin birrîn jî, bênavber roj tv weşanên xwe li ser Internettê domand, heta ku carek din çû ser peykê û weşanên xwe domand.

Li Kurdistanê, televizyona ku herî zêde tê temaşa kirin a. Ji ber ku dîrok, çand, komelgerîya kurdistanê diihê berçav, ji bo kurdan bû televizyona yekem, Lê bi heman sedemê ji ber ku çand û dîroka kurdistanê weşana wê kir, bi hedefa hêrîşên dewletê ku lê dibin jî. Ji ber ku pêşî li pêşketina kurdan û çanda were girtin, herîş lê bûn.

Bername

Bernameyên Sîyasî

Bernameyên Civakî

Bernameyên Çandî û Hunerî

Bernameyên Zarokan

  • Xalxalok

Girêdanên Derve