Bêrîvan Arîn: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Balyozxane (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Balyozxane (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 7: Rêz 7:
| cureyê_muzîkê = Muzîka kurdî
| cureyê_muzîkê = Muzîka kurdî
| pîşe = Solîst
| pîşe = Solîst
|çînaser = solo
}}
}}
'''Bêrîvan Arîn''' (z. 1981, [[Xelfetî]], [[Riha]]) stranbêjeke kurd e.
'''Bêrîvan Arîn''' (z. 1981, [[Xelfetî]], [[Riha]]) stranbêjeke kurd e.

Guhartoya 21:00, 29 kanûna pêşîn 2020

Bêrîvan Arîn
Bêrîvan Arîn, sal 2010
Jiyan
Jidayikbûn1981
Xelfetî (Riha)
Cureyê muzîkêMuzîka kurdî
PîşeSolîst
biguhêreBelge

Bêrîvan Arîn (z. 1981, Xelfetî, Riha) stranbêjeke kurd e.

Kurtejiyan

Bêrîvan di sala 1981ê de li navçeya Xelfetî (Riha) jidayikbû. Bi 13 saliya xwe digel malbata xwe koçberiya Swîsreyê dike û perwerdehiya xwe li wir diqedîne. Ji zarokatiya xwe pê ve dildariya wê ya herî mezin muzîk e, lewra di salên lîseyê de bala xwe dide muzîkê.

Wê ji sala 2000'an heta sala 2004'an solîstiya Koma Arîn kir û digel komê di sala 2003'an de albûmek bi navê Bengiya Rojê derxist. Dii albûmê de çend awazên Bêrîvanê jî – wek Berfîn û Bêrîvanê - cih digirin. Piştî belawbûna koma Arînê ya di sala 2004'an de wê li ser navê xwe bi muzîkê berdewam kir.

Di sala 2006'an de hunermendê tirk Mehmet Ali Demren (Mali) bi wê re duetek kişand: navê stranê Kürdüm (« Kurda min ») e û li ser evîndariya lawekî tirk û keçeka kurd yên ku evîna wan ji aliyê malbatên her duyan ve tê qedexekirin hatiye nivîsandin. Strana Kürdüm di albûma Mali ya bi navê Işte böyle (« Fermo, wiha ») de cih digire.

Bêrîvan car caran tevli bernameyên çandî yên kanalên kurd dibe û di sala 2009'an de cara ewil hunera xwe li welêt (Amed, Şirnex, Wan, Sêrt û Riha) pêşkêşî guhdarvanan dike. Di sala 2010'an de ew klîpa xwe ya ewil ya bi navê Gazinc dide kişandin. Ev stran ji aliyê hozan Dîno ve hatiye nîvîsandin. Bêrîvan di sala 2011'an de ji bo stranên Berfîn, Cano û Zeyno - Zêriyê klîban dikişîne. Taybetiya van sê klîban ev e ku, her sê li welatê wê Xelfetî hatiye kişandin û dîmenên hêja yên xweza û dîroka Xelfetî dike mijar.

Dîskografî

Albûm

Duet û hevkariyên bi hunermendên din re

  • Kürdüm (Kurda min), digel Mali (2006)
  • Vokalîstî ji bo albûma dawî ya Dîno (2011)
  • Şemmamê (verziyona Hiphopê), digel Rêzan Cemal (2012)

Girêdanên derve