Behram (gerstêrk): Cudahiya di navbera guhartoyan de
Kurteya guhartinê tine Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî |
Kurteya guhartinê tine Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî |
||
Rêz 29: | Rêz 29: | ||
'''Behram''' an '''Mars''' an jî '''Merîx''' yek ji her neh gerstêrkên pergala [[Roj|Rojê]] ye. Behram bi nêzîkbûna xwe ji Rojê piştî gerstêrkên [[Tîr (gerstêrk)|Tîr]] , [[Gelawêj (gerstêrk)|Gelawêj]] û Cîhanê (Dinyayê, [[Erd|Erdê)]] gerstêrka çaran e. Ew jî 227,9 milyon km ji rojê dûr e. |
'''Behram''' an '''Mars''' an jî '''Merîx''' yek ji her neh gerstêrkên pergala [[Roj|Rojê]] ye. Behram bi nêzîkbûna xwe ji Rojê piştî gerstêrkên [[Tîr (gerstêrk)|Tîr]] , [[Gelawêj (gerstêrk)|Gelawêj]] û Cîhanê (Dinyayê, [[Erd|Erdê)]] gerstêrka çaran e. Ew jî 227,9 milyon km ji rojê dûr e. |
||
Behram gelekî ji dineyê piçûktir e, du gerstêrk jî li dora Behramê digerin, navê yekê [[ |
Behram gelekî ji dineyê piçûktir e, du gerstêrk jî li dora Behramê digerin, navê yekê [[Fobos (peyk)|Fobos]] e û ya din [[Deimos (peyk)|Deimos]] e. |
||
Eger hûn li ser Merîxê bijîn hingî dê jiber tinebûna [[Rakêş|Hêza Kaš]] ( gravity), welidandin û zarokanîn pir pir dijwar be. |
Eger hûn li ser Merîxê bijîn hingî dê jiber tinebûna [[Rakêş|Hêza Kaš]] ( gravity), welidandin û zarokanîn pir pir dijwar be. |
||
Guhartoya 20:36, 3 kanûna paşîn 2021
Behram (1980) | |||
Taybetmendiya rêgehê | |||
Rojdûrk | 249,209,300 km 1.665 861 PA | ||
---|---|---|---|
Rojnêzk | 206,669,000 km 1.381 497 PA | ||
Hevrêzbûn bi erdê re | 779,9643 roj | ||
Taybetmendiya fizîkê | |||
Nîveşkêla ekwatorê | 3,396.2 ± 0.1 km 0.533 (Dine 1) | ||
Nîveşkêla cemseran | 3,376.2 ± 0.1 km 0.531 (Dine 1) | ||
Dahatîbûn | 0.005 89 ± 0.000 15 | ||
Rûpîvan | 144,798,500 km² 0.284 (Dine 1) | ||
Qeware | 1.6318 × 1011 km³ 0.151 (Dine 1) | ||
Bariste | 6.4185 × 1023 kg 0.107 (Dine 1) | ||
Rakêşa rûxarî | 3,711 m/s2 | ||
Gera li dora xwe | 24,62 saet 24st 37d 22s | ||
Hişkiya axa xwe | 3.9335 ± 0.0004 g/cm³ | ||
Têhna ser rûyê | kêm 186 K |
nîvekî 210 K |
zêde 293 K |
Taybetmendiya atmosferê | |||
Pestoya atmosferê | 0.636 (0.4–0.87) kPa | ||
Elementên sereke | * Duanoksîda karbon: 95,32 % |
Behram an Mars an jî Merîx yek ji her neh gerstêrkên pergala Rojê ye. Behram bi nêzîkbûna xwe ji Rojê piştî gerstêrkên Tîr , Gelawêj û Cîhanê (Dinyayê, Erdê) gerstêrka çaran e. Ew jî 227,9 milyon km ji rojê dûr e.
Behram gelekî ji dineyê piçûktir e, du gerstêrk jî li dora Behramê digerin, navê yekê Fobos e û ya din Deimos e.
Eger hûn li ser Merîxê bijîn hingî dê jiber tinebûna Hêza Kaš ( gravity), welidandin û zarokanîn pir pir dijwar be.
Dîrok
Behrem gerstêreke ji berê de ji mirovên li ser rûyê Zemînê dijîn re nas e, ew jî ji ber rengê wê yê sorî geş ê di asîmên de ye . Dibe ku ji vî rengê sor jî Behram li cem Babîlan û Yewnaniyên kevin bûbe sembola Xwedayê şer û cengê bi navê Nergal (Babîl) û Ares (Yewnan). Di Romayê de navê Mars stand. Di sedsalên dawî de piştî Galileo Galilei sala 1564-1642 û çêkirina teleskopan gelek zana bi gerstêrka Behram mijûl bûn. Wan guman dikir, ku bajarvaniyeke pir bilind lê heye, nemaze piştî ku çîrokên zanistiya leylanî li ser hatine nivîsandin, êdî gerstêrka Behram kiribû ser her zimanî. Pir fîlmên sînema yên fantastîk li ser mirovên kesk ji gerstêrka sor hatine çêkirin, ên ku dihatin serdana dinyayê, carinan bi aşîtî û carinan jî bi şer ji bo kolekirina mirovan.
Li gor zanînên dawî Behram hişk û hola û bê av e. Bi axeke rengê zer an ber bi sor ve rûgirtî ye, yan ji asîdên hesinî bi hev ketiye. Dema li ser rûyê Behram ba radibe, ew axê bi xwe re radike û bablîsokên tozê çêdike, yên bi teleskopê wekî ewrên zer tên dîtin ew e. Sala 1956 li ser planêtê ewrekî zerî pir mezin hate dîtin. Hêdî hêdî aliyê polê başûr tev girt û piştî neh rojan ji ber çavan winda bû. Berî niha bûyerek halo tu caran nehatibû dîtin. Bablîsokên tozane bêhtirên caran di destpêka havînê de peyde dibin. Ji bilî van ewrên zer carinan ewrên spî jî tên dîtin. Ew jî yan ji ewrên bilind in, ên ji krîstalên qeşayê bi hev ketine û yan jî mija nizm e, nêzîkî rûyê gerstêrkê di ser berfê re ne.
Ne hemû rûyên Behramê çola hişk û hola ye. Li gelek cihan, nemaze nêzîkî nîvê başûr em dikarin cihên tarî bibînin, ên ku navên derya, cezîre, çem û yên din li wan hatine kirin. Li gor baweriya hin zanayan ew cih hewa ne û giha û şînî lê heye. Di zivistanê de ew cihên tarî gewr dibin, bê reng dibin û pir ji wan di wê saldemê de nayên dîtin. Lê ku bihar tê, berfa serê her du kumên polî dibişive, ji ava wan çem diherikin û ji nişka ve ew deqên tarî dîsa bel dibin û xuya dikin. Wekî ku şîn bibin. Di destpêka havînê de pir xweşik diyar dibin. Piştre dîsa gewr dibin ta ku zivistan tê careke din winda dibin.
Keştiyên gerdûnî, yên li ser danîne gelek informasionên nû û hêja ji Zemînê re şiyandine. Lê pirsa mezin a "Gelo tu formên jiyanê li ser Behramê hene an na" hîn ne bi erê û ne bi na hatiye bersivandin. Tiştê xuya ew e, ku tu formên jiyana bilind li ser vê gerstêrkê nîn in. Dibe, ku formeke jiyana prîmîtîv di destpêkê de hebe, wekî bakteriyan û şîniyên yekşanik. Lê heke bi tenê bakterî jî hebin dîsa wê li pir pirsên fîlosofî û olî bi dîtineke din were nerîn. Gelo di gerdûnê de em bi tenê ne? Gelo di nav milyonên gerstêrk, stêrk û galaksiyan de tu kaniyên jiyane yên din nîn in? Tîna mirov naşikê ta ku bersivê nestîne.