Kelhûrî (Kirmaşanî): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Etîket: Betalkirî
Etîket: Betalkirî
Rêz 39: Rêz 39:
* [[Kirmaşahî]]: Li bajarê [[Kirmanşan]]ê tê axavtin, gelek ji devokên kelhûrî yê din cuda ye.
* [[Kirmaşahî]]: Li bajarê [[Kirmanşan]]ê tê axavtin, gelek ji devokên kelhûrî yê din cuda ye.
* [[Gûranî]]: Ev devok li herêma [[Gûran]], bi girsî ji aliyê kurdên [[Yarsan]] tê axavtin.
* [[Gûranî]]: Ev devok li herêma [[Gûran]], bi girsî ji aliyê kurdên [[Yarsan]] tê axavtin.
* [[Gerrusî]] : Li girtûperê (derdorê) [[Bîcar]]ê tê axaftin.
* [[Sencabî]] : Ev bi taybetî devoka êlên [[Sencabî]] û [[Babacanî]] ye, ev êl li herêmê [[Hawraman]] û [[Gûran]] dijîn.
* [[Sencabî]] : Ev bi taybetî devoka êlên [[Sencabî]] û [[Babacanî]] ye, ev êl li herêmê [[Hawraman]] û [[Gûran]] dijîn.
* [[Zengeneyî]], devoka êla Zengene.
* [[Zengeneyî]], devoka êla Zengene.

Guhartoya 04:09, 6 kanûna paşîn 2021

Kelhûrî (Kirmaşahî)
Kurdî, Gûranî, Kelhûrî, Feylî, Lurî
Welatên lê tê axaftin  Îran
 Îraq
Herêm Kirmaşan
Îlam
Xaneqîn
Hamedan
Bîcar
Qurwe
Axiverên zimanê zikmakî 3.000.000
Malbata zimanî Zimanên hind û ewropî
Şiklê kevn
Kodên zimanî
ISO 639-3 sdh

Kelhûrî an Kirmaşahî an jî kurdiya başûr bi kurmancî û soranî ve yek ji serzaravayên zimanê kurdî ye. Kelhûrî herêmên Kirmanşah, Loristan, Gûran û Îlamê û li hindek herêmên Başûrê Kurdistanê wek Xaneqîn, Mendelî, Cesan tê axavtin. Binavkirina vê zaravayê wek 'kurdiya başûr' nebesî ye. Birastî kurdiya başûr dibin hemî zarava û devokên kurdî yên ji tîpên devokên kelhûrî û lekî. Ev serzarava nêzîkê hev in. Ev dûrayiya navbera xwe ya îroyî ji bandora lûrî û farisî ya li ser lekî re deyndar in.

Nav

Kurdên kelhûrîaxiv ji zaravaya xwe re gûranî an tênê kurdî dibêjin. Gelek zimannas vê zaravayê wek 'zarava kurdiya jêrîn' an jî kurmanciya jêrîn bi navkirine. Şerefxan Bedlîsî di Şerefnamê de, kurdên kelhûrîaxiv ji tipa Goranan qetandiye; li gorî wî kurd ji çar tipan pêk tên; Kurmanc, Kelhor (Kelhûr), Lor û Goran. Lêbelê li gorî Şerefxan wê deme jî êlen Kelhûr bi navê "gûran" dahatin nasîn - Kelhûr tenê navê torinên (begzadeyên) wan bûye.

Tîpolojî

Zaravaye kelhûrî wek zaravayen kurdî yên dinê li başûrê welat, bi tîpen erebî tê nivîsandin. Wan salan dawîn de alfabeyeke alternatîf a latînî ji bo kelhûrî li ser înternetê û di çend kovaran de tê bikaranîn.

Devokên Kelhûrî (Kirmaşahî)

Zaravayên Kurdî li parêzgehên Kirmaşan, Loristan û Îlamê

Kelhûrî ligel zaraveyên kurdî yên din

Kelhûrî Soranî Lekî Kurmancî Zazakî
men, me min, emin mi, min ez, min ez, mi/min
tû, te to, eto tu tu, ti, te ti, to
men/me kem min/emin ekem/dekem min/mi mekem ez dikim ez kena
men/me çem min/emin eçim/deçim min/mi meçim ez diçim ez şina
fera/perr zor, fire fira pirr, zaf zaf, gelek
wet, wit wût, wit wit, vit, got got, bêt* vat
îrênge, îse êste, henûke îske, îse nûha, nika nika, enka
hat- hat- het- hat- ame-
hina, dang deng, bang hina, deng deng veng
kelin, gewra gewre, ket kelin(-g) gir, girs, mezin gird, girs, pîl
wa ba wa, va ba va
waran baran, waran, werişt waran, varan, veşt baran varan, variş
gen, xeraw gen, xirap gen, xiraw xirab,genî xirab

Hindek peyvên Kelhuri li gel danberheva peyvên Kurmancî

Kelhûrî Kurmancî
Jin Jin
Piyag Mirov,peya
Bawg Bab,Bav
Dalêg Dayik,Da,Dê
Bira Bira
Xweşig, xweşk Xwûşk
Bapîr Bapîr
Nenig, Dapîr Dapîr
Memûû Mam,Ap
Mîmig Met
Xalû Xal
Mîmig Xalet,Xaltî
Zawa Zava
Vîv(ڤیڤ) Bûk
Mamûjin Jinmam,Amojin
Xalûjin Jinxal,Xalojin
Şümîmig Mêrê metê
Şümîmig Mêrê xaletê
Berajin Jinbira
Deş Diş
Haw vîv Hewî
Hawzawa Hevling
Amûza Kurmam,Pismam
Amûza Keçmam,Dotmam,Amoza
Xallûza Kurxal
Mîmeza Keçxalet
Mîmeza Kurxalet
Mîmeza Keçmet
Mîmeza Kurmet
Biraza Biraza
Xwarza Xwarza

Girêdanên dêrve