Mela Huseynê Bateyî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Balyozbot (gotûbêj | beşdarî)
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Rêz 14: Rêz 14:
| zarok = Du keç û yek law
| zarok = Du keç û yek law
| perwerde = Medreseya Mîr Hesenê Welî
| perwerde = Medreseya Mîr Hesenê Welî
| bandorbar = [[Muhemmed]], [[Elî]]
| bandorbar = [[Muhemmed]], [[Elî]], [[Fexredîn Razî]]
| pîşe = [[Helbestvan]], [[Wêje]]van û [[Nivîskar]]
| pîşe = [[Helbestvan]], [[Wêje]]van û [[Nivîskar]]
| bandorker = [[Wêjeya kurdî]], [[Zeynelabidin Zinar]], [[Muhemmed Emînê Heyderî]]
| bandorker = [[Wêjeya kurdî]], [[Zeynelabidin Zinar]], [[Muhemmed Emînê Heyderî]]

Guhartoya 11:36, 12 sibat 2021

Mela Hesenê Bateyî
Jidayikbûn1417
Mirin1491 (74 Salî)
Colemêrg
EsilKurd
BernavMelayê Batê
Hevwelatî Kurdistan
PerwerdeMedreseya Mîr Hesenê Welî
PîşeHelbestvan, Wêjevan û Nivîskar
BandorbarMuhemmed, Elî, Fexredîn Razî
BandorkerWêjeya kurdî, Zeynelabidin Zinar, Muhemmed Emînê Heyderî
DînÎslam
ZarokDu keç û yek law
Dê û bav
  • Mistefa (bav)
MalbatErtûşî
biguhêreBelge

Melayê Batê[1] yan jî Mela Hesenê Bateyî (z. 1417, Colemêrg - m. 1491 Colemêrg) helbestvan, wêjevan û nivîskarekî klasîk ê kurd bû.

Navê Melayê Bateyî yê rastîn Hesen/Husên e. Lê belê di pirtûka Ensîklopediya Îslamê de hatiye nivîsandin ku navê wî Ehmed e. Her wisa nivîskar û lêkolîner doktor Belîc Şêrko, Mihemed Emîn Zekî û Eladîn Secadî jî vî navî dipejirînin û di berhemên xwe de jî nivîsandine.

Mewlûda ku Melayê Bateyî nivîsandiye, ji aliyê Zeynelabidin Zinar ve hatiye tîpguhastin û di sala 1992’yan de li Stenbolê ji aliyê Weşanxaneya Firatê ve hatiye çapandin. Li ser pişta wê çapê Mele Ehmedê Batê nivîsandî ye. Lê li ser Mewlûda Melayê Bateyî ku di dema osmaniyan (Rumî 1323, Mîladî 1907’an) de, li bajarê Stenbolê hatiye çapkirin, Hesenul Ertoşî (Hesenê Ertoşî) nivîsandî ye. Tê zanîn ku Bate navê gundê wî û Ertoş jî navê eşîra wî ye. Ji xwe Bate gundê ertoşiyan e. Ebdulreqîb Yûsif di Dîwana Kurmancî de dibêje ku navê wî "Husên" e. Dibêje: Carekê riya min bi herêma Hekariyê ket, min ji malbata Bateyî pirsî û bersiv "Husên" bû. Jixwe mela û gelê wê herêmê hemû jî dibêjin ku navê wî Husên e [2] Dibe ku navê wî "Hesen/Husên" be û "Ehmed" jî leqeba wî be.

Berhemên wî

Bi qasî ku tê zanîn, berhemên wî ev in:

Binihêre

Girêdanên derve

Çavkanî