Zanîngeha Rojava: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Wêneyê bi navê Logo_rojava_university.jpg ji gotarê hate jêbirin, ji ber ku ew li Commonsê ji aliyê JuTa ve hate jêbirin. Sedema jêbirinê: No permission since 7 December 2020
Wêneyê bi navê Zanîngeha_rojava.jpg ji gotarê hate jêbirin, ji ber ku ew li Commonsê ji aliyê JuTa ve hate jêbirin. Sedema jêbirinê: No permission since 7 December 2020
Rêz 2: Rêz 2:
|nav=Zanîngeha Rojava
|nav=Zanîngeha Rojava
|class=|style=|indent=
|class=|style=|indent=
|logo=Zanîngeha_rojava.jpg
|logo=
|mezinahiyaLogo=|binnivîs=
|mezinahiyaLogo=|binnivîs=
|derawa=|hejmar=
|derawa=|hejmar=

Guhartoya 09:45, 4 adar 2021

Zanîngeha Rojava
Zimanê perwerdehiyê Kurdî, Erebî, Înglîzî
Malper http://rojavauni.com/en/
https://facebook.com/Rojavauni
https://twitter.com/RojavaUniv

Zanîngeha Rojava (inglîzî: University of Rojava, erebî: جامعة روجآفا‎, suryaniya klasîk: ܒܝܬ ܨܘܒܐ ܕܪܘܓܐܦܐ‎), zanîngeheke nenaskirî ya Rojavayê Kurdistanê (Sûrî) ye. Zanîngeha Rojava di tîrmeha 2016an de hate avakirin. Li bernameya perwerdehiyê de bijîşkî, endezyarî, zanîstî, huner û zanîstên mirovî hene. Ji bilî vê, Zanîngeha Rojava ji bo perwerdehiya Dibistana Wêjeya kurdî[1][2] bernameyan pêşkêş dike. Zanîngeha Rojava bi Zanîngeha Paris 8a li Saint-Denis, Fransa, û Enstîtuya Lêkolînên Integral a Californiayê li San Franciscoyê re hevkariyek dom dike. Zanîngeha Rojava di tebaxê de, bo perwerdeya sala 2016–2017ê ji bo xwendekaran tomar vekir[3]. Di 20ê Sermawezê 2016 de[4] merasîmê vekirina zanîngeh hate avakirin.

Fakulte û Peymangehên Rojava

Fakûlteya Petrol-Petrokîmya

Sala 2016 hate damezrandin. Avahiya fakûlte û xewgeha xwe li Rimêlan e. Xwendina xwe pênc sal in.

Fakûlteya Çandinî

Sala 2016 hate damezrandîn. Avahiya xwe li Qamişlo ye. Xwendina xwe pênc sal in.

Fakûlteya Zanistên Perwerdê

Sala 2016 hate damezrandin. Ji beşên Fîzîk, Kîmya, Bîrkarî, Bîyolojî, Erdnîgarî, Dîrok û Mamostetiya Refê pêk tê. Avahiya xwe li Qamişlo ye. Xwendina xwe çar sal in.

Fakûlteya Avahîsaziya Ekolojîk û Endazyariya Avakirinê

Sala 2019 hate damezrandin. Avahiya xwe li Hesekê ye. Avahîsaziya Ekolojîk pênc sal in û Endazyariya Avakirinê wek peymangeh du sal in.

Fakûlteya Ziman û Zanistên Civakî

Beşên weke Ziman û Wêjeya Kurdî, Hunerên Bedew û Jineolojî ku salên 2016 û 2017 hatibûn damezrandin û beşê Wergêra Inglîzî ku sala 2019 hate damezrandin di sala xwendinê ya 2019-2020 di bin banê Fakûlteya Ziman û Zanistên Civakî de hatin rêxistin kirin. Ziman û Wêjeya Kurdî û Hûnerên Bedew çar sal in; Jineolojî û Wergêra Inglîzî du sal in.

Peymangeha Bilind a Mekatronîk

Sala xwendinê ya 2019-2020 li bajarê Qamişlo hate damezrandin. Xwendina xwe sê sal in.

Peymangeha Darayî û Rêveberî

Sala 2018 li Qamişlo hate damezrandin. Xwendina xwe du sal in. [5]

Çavkanî

  1. ^ "'University of Rojava' to be opened". anfenglish.com. ANF. 4 tîrmeh 2016. Ji orîjînalê di 19 çiriya pêşîn 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 10 tebax 2018.
  2. ^ Arafat, Hisham (17 nîsan 2017). "Kurds establish university in Rojava amid Syrian instability". www.kurdistan24.net. Kurdistan24. Ji orîjînalê di 18 tîrmeh 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 10 tebax 2018.
  3. ^ "Rojava university seeks to eliminate constraints on education in Syria's Kurdish region". aranews.net. ARA News. 15 tebax 2016. Roja gihiştinê 10 tebax 2018.
  4. ^ "First university of Rojava opens in Qamishlo". www.anfenglish.com. ANF. 20 çiriya paşîn 2016. Ji orîjînalê di 24 çiriya paşîn 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 10 tebax 2018.
  5. ^ https://www.rojavauni.com/ku/derbare-me/