Kuderî: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Rescuing 1 sources and tagging 0 as dead.) #IABot (v2.0.8 |
Ê gund bes in, ji xwe agahî nêzîkî hev e Etîket: Beralîkirineke nû Betalkirî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî |
||
Rêz 1: | Rêz 1: | ||
#BERALÎKIRIN [[Çaqmaqa]] |
|||
{{Infobox Êl û eşîr |
{{Infobox Êl û eşîr |
||
| nav = Eşîra Kuderî |
| nav = Eşîra Kuderî |
Guhartoya 15:36, 26 adar 2021
Beraliyê vir bike:
Eşîra Kuderî | |
Agahiyên gelemperî | |
Serekeşîr | Îsmaîlê Kuderî |
Esil | Kurd |
Ziman | Kurdî (Kurmancî) |
Herêmên dîrokî | Bakûrê Kurdistanê |
Belavbûn | Çaqmaqa Gomika Pornaga |
Demografî | |
Gelhe | 801[1] |
Bawerî | |
Dîn | Îslam |
Ziyaretgeh | Li gundê Mîrseîdê mezelê Îsmaîlê Kuderî |
biguhêre |
Eşîra Kuderî, Kuderiyan yan jî Mala Kuderî eşîrekî çiqilekî dimiliyan e, Kuderiyan li navçeya Erzîrom qeza Xinûsê li gundên Çaqmaqa, Gomika û li Pornaga dijîn.
Dîroka Eşîra Kuderiyan
Mezinan Kuderiyan di sala 1770î de ji Bîngolê qeza Solxanê ji gundê Kors hatine Xinûsê. Mezinê Kuderiyan Îsmaîlê Kuderî ye, navê bavê wî jî Mele Ehmed e. Ew bi xwe jî dimilî bûne.
Dema Îsmaîlê Kuderî hatiye Xinûsê sê kurê wî hebûne; Osman, Memed û Hemîd, Kurê wî yê Hemîd mixabin di rê de wenda dibe; Îsmaîlê Kuderî û herdû zarokên xwe jî tên Xinûsê, gundê Siwaran disekinin li wê derê aşekî jî çêdikin, lê, piştî çend sal şûnda îjar tênê gundê Mîrseîdê li vê derê gelek zeman diçe Îsmaîlê Kuderî li vir diçe ser dilovaniya xwe, kurrê wî Memed bi salixa diçe Narmanê, yê din Osman jî di zewice sê law û qîzekî wî çêdibe û diçe gundê Axwêranê, mêze dike cihê Axwêranê ji cotkarbûnê re ne cihekî xweş e ji wê derê jî bar dike tê gundê Çaqmaqa ava dike.
Çend sal derbas dibe êdî zarrê wî Eyûb, Ûsiv û Hesenxan mezin dibin dizewicin û ji hevdû vediqetin yê mezin Eyûb diçe Pornagê ava dike yê ortê Ûsiv diçe Gomikê ava dike, birayê piçûk Hesenxan jî dizewice û ser malê di Çaqmaqa de dimîne.
Her waha hersê gundê Kuderiyan dimilîne û hemî pismamên hev in. Hemî zarokên Osman in û torinên Îsmaîlê Kuderî ne.
Gundê Kuderiyan bi eslê xwe kurd in, mezinên Kuderiyan berê zazakî qisekiribûne lê naha her sê gund êdî bi zimanê kurmancî qise dikin.[2]
Gelhe
Ol û bawerî
Her sê gundê Kuderiyan Misilman in û li ser mezhebê Îmam Şafiî ne. Hersê gunda da mizgeft û minare heye.
Mezinên Kuderiyan
Mezinên Kuderiyan heta îro ev in:
- Mele Îbrahîm
- Mele Muhemed
- Mele Ehmed
- Îsmaîlê Kuderî
- Osmanê kurrê Îsmaîl
- Eyûb - Yûsif - Hesenxan
Osman bavê her sê gundê Kuderiyan e, bavê Çaqmaqa, Gomikan û Pornaga ye.
- Eyûb bavê Pornagê ye
- Yûsif bavê Gomikê ye
- Hesenxan jî bavê Çaqmaqa ye.
Çavkanî
- ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 20 çiriya pêşîn 2013 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 2 çiriya pêşîn 2014
{{citation}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk) - ^ http://m.kuderitarihi.tr.gg
- ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 20 çiriya pêşîn 2013 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 2 çiriya pêşîn 2014
{{citation}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk)