Dêra Rastîn a Îsa: Cudahiya di navbera guhartoyan de
B MikaelF navê Dêra Îsa yê rastîn weke Dêra Îsayê rastîn guhert |
B MikaelF navê Dêra Îsayê rastîn weke Dêra Rastîn a Îsa guhert: OK? |
(Cudahî nîne)
|
Guhartoya 12:03, 13 nîsan 2021
Dêra ya Îsa yê rastîn (bi çînî: 真耶穌教會/真耶稣教会) an TJC (bi inglîzî: True Jesus Church) dêreyeke serbixwe ye ku di sala 1917 li Pekîn, paytextê Çînê, hate damezrandin.
Serokê encumena navnetewiya wî Yung-Ji Lin e. Li cîhanê de nêzîkî 1,5 milyon bawermendên wî hene.
Gotinên xwe
- "Gihiştina ruhê pîroz, bi axaftina zimên, Mîrata keyaniya bihuştê mîsoger dike."
- "Mêrûna avê ayîna efûkirina gunehan û nûbûnê ye. Mêrûn bi ava di nava xwezayê de pêk tê. Mînak; çem, derya an rûbar. jixwe mêrûnkerê ku berê mêrûn bûye, karê mêrûn li ser navê Îsa bi cih tîne. Kesê ku tê mêrûnkirin, bi awayê, serî li jêr û rû li erdê dinêre, bi hemû laşê xwe dikeve avê."
- "Ayîna pî dike ku kes û Îsa bibin yek. Di heman demê de bi vî awayî ew kes mutewazîbûn, pîrozbûn, hezkirin û efûkirinê bi bîr tîne. Her kesê ku mêrûna avê bûye, divê bi navê Îsa piyên xwe jî bişo. Bi beranberî pî şuştin dikare di demên musaît de bê kirin."
- "Ayîna pîroz, ayîna ji bona bibîranîna mirina Îsa ye. Bi xêra vê ayînê mirov dikare bibe perçak ji goşt û xwîna Îsa û bi wî re di nava yekitiya baweriyê de be da ku karibe bibe xwedî jiyana bêdawî, û roja dawî derkeve esmanan. Ev ayîn hetanî ji dest tê bênavber tê kirin. tenê ava tirî û nanê bêmaya tê bikaranîn."
- "Roja Şabatê, Şemiya ku roja heftêmîn tê qebûlkirin, roja pîroz e û ji aliyê xwedê ve hatiye pîrozkirin. Divê ev roj bi bîranîna afirineriya xwedê, û bi hêviya aramiya ebedî ya li bende me ye, were derbaskirin."
- "Peyamber Îsa yê ku gotinên xwedê digihand mirovan, bû kurê bi ruh û can, ji bona gunehkaran rizgar bike hate çarmixkirin. Roja sêyemîn dîsa ew anîn jiyanê û çû bihuştê. Ew rizgarvanê yekane yê mirovahiyê, afirênerê bihuşt û cîhanê ye û tenê ew xwedayê rastî ye."
- "Incîla ku ji aliyê xwedê ve hat afirandin bi beşên xwe yên kevn û nû ve, rastiya pîroz a yekane û standarda jiyana Xristiyanan e."
- "Rizgarî alîkariya (diyariya) xwe ya ji bona baweriyê ye. Divê yên bibawerî; ji bona berdewamiya pîrozbûnê, firazwerkirina xwedê û hezkirina mirovan, ji Ruhê pîroz bawer bikin."
- "Dêra Îsa'yê Rastîn, di dema baranên duyemîn, gava Ruhê pîro bû ji aliyê Îsa Mesîh ve hate avakirin. Dêra Îsa'yê Rastîn, ji dera rast a dema Papa hatiye restorekirin."
- "Hatina duyemîn a Mesîh dê bibe "Roja Dawî". Ewê ji bihuştê ji bona damezirandina cîhanê were; yên dilpak dê wê bibin xwedî jiyanek bê dawî û yên di giyana wan de xerabî hene dê ji bona jiyanek bêdawî werin lanetkirin."