Maria Goeppert-Mayer: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Balyozbot (gotûbêj | beşdarî)
Balyozxane (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 27: Rêz 27:


[[Kategorî:Xelatgirên Nobela Fizîkê]]
[[Kategorî:Xelatgirên Nobela Fizîkê]]
[[Kategorî:Alman]]
[[Kategorî:DYA]]
[[Kategorî:Jidayikbûn 1906]]
[[Kategorî:Jidayikbûn 1906]]
[[Kategorî:Mirin 1972]]
[[Kategorî:Mirin 1972]]
[[Kategorî:Jin]]
[[Kategorî:Jinên alman]]

Guhartoya 11:07, 29 gulan 2021

Maria Goeppert-Mayer

Maria Goeppert-Mayer (* 28'ê pûşperê 1906 li Kattowitz, Oberschlesien; † 20'ê reşemiyê 1972 li San Diego, California) fîzîknaseka navdar a alman-amerîkayî bû, guncavê Xelata Nobel a fîzîkê hatibû dîtin.

Jiyan

Goeppert-Mayer sala 1906 wekî yekemîn zaroka profesorê pedîatriyê Friedrich Göppert (1870–1927) û hevjîna wî, mamosteya ziman û mûzîkê Maria Göppert tê jiyanê. Bapirê wî profesorê dadê bû, Heinrich Robert Göppert (1838–1882), bavbapîrê wî profesorê botanîkê bûye, Heinrich Göppert û bavbavbapîrê wî jî profesorê dermannasiyê bûye.

Bi tevî dê-bavê xwe sala 1910 bar dikin Göttingenê. Piştî dibistana amadeyî sala 1924 dest bi perwerdeya fîzîkê dike. Sala 1930 doktoriya xwe li ser qûantan dide, li cem xelatwergirê Nobelê Max Born.

Bi Joseph Edward Mayer (1904–1983) re marî dibe (dizewice), ku ew paşê dibe serokê Civaka Fîzîkhezên Amerîkayê, diçe DYAyê. Du zarokên wan çêdibin. Sala 1940 bi tevî hevjînê xwe pîrtûka bi navê Mekanîzma Statîstîkî diweşîne.

Di salên 30yî de bi tevî Karl Herzfeld dixebite. Herwiha bi Herzfeld re li ser çêkirina çekên atomî jî dixebite. Sala 1946 dibe profesor li Zanîngeha Chicago.

Xebat

Ew sala 1949 bi bandora Enrico Fermi dest bi fêhmkirin û tesbîtkirina hejmarên bisêhr ên fîzîkê dike ku zû de bû bi stabîlîteya dendikên atomî dihate zanîn. Bêî wê J. Hans D. Jensen jî dixwest tesbît bike. Ew bi hev re sala 1955 pirtûka bi navê „Elementary theory of nuclear shell structure“ dinivîsînin.

Goeppert-Mayer sala 1963 bi J. Hans D. Jensen re nîvê Xelata Nobel a fîzîkê parve dike ku ji bo rohnîkîrina wê ya dendikên atomî ji wan re hatibû dayîn. Nivê din ê xelatê jî didin Eugene Paul Wigner.

Li ser Maria Goeppert-Mayer

  • Judith Rauch: Werde nie eine Frau, wenn du groß bist - Ti carî nebe jinek, dema mezin dibî. In: Charlotte Kerner: Nicht nur Madame Curie - Frauen, die den Nobelpreis bekamen - Ne tenê Madame Curie - Jinên Xelata Nobelê wergirtine. Beltz Verlag (Weşanxaneya Beltz) li Weinheim û Basel 1999, ISBN 3-407-80862-3

Girêdanên derve