Helîm Yûsiv: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 26: Rêz 26:


== Girêdanên Derve ==
== Girêdanên Derve ==
[http://www.http://www.helimyusiv.com Malpera Fermî ya Helîm Yûsiv]
*[http://www.helimyusiv.com Malpera Fermî ya Helîm Yûsiv]





Guhartoya 15:53, 27 gulan 2007

Helîm Yûsiv
Helîm Yûsiv

Nivîskarê kurd Helîm Yûsiv di sala 1967an de li Amûdê (binya xetê) hatiye dinyayê. Wî li Unîversîteya Helebê xwendina hiqûqê qedandiye û ji sala 2000î û vir ve li Almanyayê dijî.

Bi dehan gotarên wêjeyî di kovar û rojnameyên erebî û kurdî de weşandine. Heta niha berhemên wî bi Kurdî, Erebî, Tirkî û Elmanî hatine weşandin. Hemû berhemên wî yên bi Kurdî ji hêla weşanxaneya Avesta yê ve li Stenbolê hatine weşandin.

Heta niha ev berhemên Helîm Yûsiv çap bûne: Mêrê avis, çîrok, 1991 bi erebî, 1997 bi kurdî. / Jinên qatê bilind, çîrok, 1995 bi erebî, 1998 bi kurdî. / Mirî ranazin, çîrok, 1996 bi kurdî, 1998 bi tirkî. / Sobarto, roman, 1999 bi kurdî û erebî.

Wekî din çend çîrokên Helîm Yûsiv bûne şano û wî herweha li Sûriyê di antolojiyeke çîrokên Sûriyê de jî cih girtiye.

Berhem

  1. Mêrê avis, çîrok, (1991 bi erebî, 1997 bi kurdî, 2004 bi elmanî)
  2. Jinên qatê bilind, çîrok, (1995 bi erebî, 1998 bi kurdî)
  3. Mirî ranazin, çîrok, (1996 bi kurdî, 1998 bi tirkî)
  4. Sobarto, roman, (1999 bi kurdî û erebî)
  5. Memê bê Zîn , roman, 2003 bi kurdî
  6. Tirsa bê diran, roman, 2006 bi kurdî

Ji Şanoyên ku ji nivîsên wî hatine girtin

  1. Komara dînan
  2. Bidarvekirina pozekî
  3. Sol û serî

Xebatên Televizyonê

Ji 11'ê sermawezê sala 2000an, bernameyeke wêjeyî, bi navê Gava Sêyemîn, heftane, di Medya TV û Mezopotamya TV û niha jî di Roj TV de amade û pêşkêş dike.

Girêdanên Derve