Roj TV: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 53: Rêz 53:
*[[Tîşkî Huner]]
*[[Tîşkî Huner]]
*[[SînemaTeka Kurdî]]
*[[SînemaTeka Kurdî]]
*[[Gava Sêyemîn]]
*[[Welatê Rojê]]
*[[Welatê Rojê]]
*[[Dîdar]]
*[[Dîdar]]

Guhartoya 15:58, 27 gulan 2007

Roj TV
Roj TV

Televîzyona kurdî Roj TV di sala 2004an de hat saz kirin. Bi kurdî, tirkî, erebî û farsî weşanê dike. Bi riya satelitê Roj TV li tevayê Kurdistanê, li Rojhilata Navîn, li Ewrûpayê û li Bakûrê Efrîkayê dikare were temaşe kirin.

Bingeha ROJ TV li bajarê Kopênhag a Danmarkayê hatiye danîn. Kompaniyeka mediya ye û li ser bingeha pêdivîyên netewa kurd, li Kurdistan û Mêzopotamyayê hatiye damezirandin. Ev televîzyon li ser bingeha objêktîvbûn û serxwebûnê kar û xebata xwe pêş de dibe. Bernameyên ROJ TV li gor pîvanên weşana Danîmark û pîvanên Ewropayê tên çêkirin.

ROJ TV di 21ê Sibatê de dest bi weşana testê û di 1ê Adara 2003an de bi resepsiyoneke vekirinê bi fermî dest bi weşanên asayî kir. Ji gulana 2004an û şûnda Roj TV di înternetê de zindî tê temaşe kirin.

Prodîksiyona ROJ TV li bajarê Belçîka Denderleuw e.

ROJ TV rojane rêze bernameyan pêşkêş dike. Ji nûçeyan bigir ta bernameyên dokumanter, fîlm , şahî, çandî û yên zarokan. Ev bername bi sê zaravayên sereke yên Kurdî; Kurmancî, Soranî û Dimilkî û bi zimanên Suryanî, 'Erebî û Tirkî tên pêşkêşkirin. Mebesta sereke ya naveroka hemû bernameyan baldayîna ser pêşketina civakî ye.

Profîla Temaşevanên Kurd ên ROJ TV, 40 mîlyon e ku tenê Kurdin. Ev kanal bi rêya satelaytê digehêje Kurdên li 77 welatan.

ROJ TV, di heman demê de ji reklam û peyamên bazirganî re vekiriye. Her wiha di warê tenduristî, tevgera mirovanî, dîrok, şêwaza jiyanê, zanist û teknolojî, xoza, perwerde û wekî din de derfeta rêklam kirinê maqûl dibîne. Wekî din di warê sponsor kirinê jî de derfet û mecal hene.

Televîzyoneke nêzî PKK ye.

Bername

Bernameyên Sîyasî

Bernameyên Civakî

Bernameyên Çandî û Hunerî

Bernameyên Zarokan

  • Xalxalok

Girêdanên Derve