Marê reş: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Talizok (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Talizok (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 1: Rêz 1:
[[Wêne:Dolichophis jugularis-2015.jpg|thumb|280px|Marê reş ([[Amed]])]]
[[Wêne:Dolichophis jugularis-2015.jpg|thumb|280px|Marê reş ([[Amed]])]]
'''Marê reş''' (navê [[Latînî]]: ''Dolichophis jugularis''), marekî bê hejr û bê zerar e. Li herdera Kurdistanê li nêzî avan, ciyên kevirokî û tahtokî, li nava bexçeyan û rezan dihê dîtin.
'''Marê reş''' (navê [[latînî]]: ''Dolichophis jugularis''), marekî bê hejr û bê zerar e. Li herdera Kurdistanê li nêzî avan, ciyên kevirokî û tahtokî, li nava bexçeyan û rezan dihê dîtin.


== Çand ==
== Çand ==

Guhartoya 19:17, 24 hezîran 2021

Marê reş (Amed)

Marê reş (navê latînî: Dolichophis jugularis), marekî bê hejr û bê zerar e. Li herdera Kurdistanê li nêzî avan, ciyên kevirokî û tahtokî, li nava bexçeyan û rezan dihê dîtin.

Çand

Marê reş yek ji elementên çîroka Kurdî ye. Xorteke rind, dilzêrîn û baş e. Ji derve mar û ji hundir ve xort e. Hin caran bi kesên ku li ser kevirê xwazgîniyê yê li derê koşka key rûdine û bi berendamên din re dikeve pêşbirka bicihanîna şertên key. Pirranî biserdikeve û bi keça key re dizewice. Her kes pê henekên xwe dikin û ji ber ku ew mar e jê ditirsin. Lê roja dizewice bi keça paşê re nişkave ji jor tê xwarê û kirasê martiyê ji xwe dike.

Marê reş alîkarê xizanan e jî. Hin caran ji wan re zexîreya zivistanê jî bi dizî tîne, datîne kulînê.

Girêdanên derve