Girê Mirazan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Balyozxane (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Add 1 book for Wîkîpediya:Dirûvbarîtî (20210712)) #IABot (v2.0.8) (GreenC bot
Rêz 114: Rêz 114:
* {{cite book |ref=CITEREFFlanneryMarcus2012|last1=Flannery |first1=Kent |authorlink1=Kent Flannery |last2=Marcus |first2=Joyce |authorlink2=Joyce Marcus |date=2012 |title=The Creation of Inequality |location=Cambridge MA |publisher=Harvard University Press |isbn=978-0674064690 }}
* {{cite book |ref=CITEREFFlanneryMarcus2012|last1=Flannery |first1=Kent |authorlink1=Kent Flannery |last2=Marcus |first2=Joyce |authorlink2=Joyce Marcus |date=2012 |title=The Creation of Inequality |location=Cambridge MA |publisher=Harvard University Press |isbn=978-0674064690 }}
* {{cite journal |ref=CITEREFGreskyHaelmClare2017|last1=Gresky |first1=Julia |last2=Haelm |first2=Juliane |last3=Clare |first3=Lee |title=Modified human crania from Göbekli Tepe provide evidence for a new form of Neolithic skull cult |journal=Science Advances |date=2017 |volume=3 |issue=6 |pages=e1700564 |doi=10.1126/sciadv.1700564 |url=https://advances.sciencemag.org/content/3/6/e1700564 |language=en |issn=2375-2548|doi-access=free }}
* {{cite journal |ref=CITEREFGreskyHaelmClare2017|last1=Gresky |first1=Julia |last2=Haelm |first2=Juliane |last3=Clare |first3=Lee |title=Modified human crania from Göbekli Tepe provide evidence for a new form of Neolithic skull cult |journal=Science Advances |date=2017 |volume=3 |issue=6 |pages=e1700564 |doi=10.1126/sciadv.1700564 |url=https://advances.sciencemag.org/content/3/6/e1700564 |language=en |issn=2375-2548|doi-access=free }}
* {{cite book |ref=CITEREFMithen2004|last=Mithen |first=Steven |authorlink=Steven Mithen |date=2004 |title=After the Ice:A global human history, 20,000–5000 BC |location=Cambridge MA |publisher=Harvard University Press |isbn=0-67401570-3 }}
* {{cite book |ref=CITEREFMithen2004|last=Mithen |first=Steven |authorlink=Steven Mithen |date=2004 |title=After the Ice:A global human history, 20,000–5000 BC |url=https://archive.org/details/aftericeglobalhu00mith|location=Cambridge MA |publisher=Harvard University Press |isbn=0-67401570-3 }}
* {{cite journal |ref=CITEREFSchmidt2000|last=Schmidt |first=Klaus |year=2000 |title=Zuerst kam der Tempel, dann die Stadt." Vorläufiger Bericht zu den Grabungen am Göbekli Tepe und am Gürcütepe 1995–1999 |journal=Istanbuler Mitteilungen |issue=50 |pp=5–41 }}
* {{cite journal |ref=CITEREFSchmidt2000|last=Schmidt |first=Klaus |year=2000 |title=Zuerst kam der Tempel, dann die Stadt." Vorläufiger Bericht zu den Grabungen am Göbekli Tepe und am Gürcütepe 1995–1999 |journal=Istanbuler Mitteilungen |issue=50 |pp=5–41 }}
* {{cite journal |ref=CITEREFSchmidt2000b |last=Schmidt |first=Klaus |date=2000b |title=Göbekli Tepe, Southeastern Turkey. A preliminary Report on the 1995–1999 Excavations |journal=Palèorient |edition=CNRS |location=Paris |issue=26.1 |pp=45–54 |issn=0153-9345 |url=http://www.persee.fr/web/revues/home/prescript/article/paleo_0153-9345_2000_num_26_1_4697 }}
* {{cite journal |ref=CITEREFSchmidt2000b |last=Schmidt |first=Klaus |date=2000b |title=Göbekli Tepe, Southeastern Turkey. A preliminary Report on the 1995–1999 Excavations |journal=Palèorient |edition=CNRS |location=Paris |issue=26.1 |pp=45–54 |issn=0153-9345 |url=http://www.persee.fr/web/revues/home/prescript/article/paleo_0153-9345_2000_num_26_1_4697 }}

Guhartoya 21:59, 12 tîrmeh 2021

Girê Mirazan
Bermahiyên Girê Mirazan
Girê Mirazan li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Girê Mirazan
Girê Mirazan (Tirkiye)
Girê Mirazan li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Girê Mirazan
Girê Mirazan (Bakurê Kurdistanê)
Girê Mirazan li ser nexşeya Riha nîşan dide
Girê Mirazan
Girê Mirazan (Riha)
Girê Mirazan li ser nexşeya Rojhilata Deryaya Navîn nîşan dide
Girê Mirazan
Girê Mirazan (Rojhilata Deryaya Navîn)
Girê Mirazan li ser nexşeya Rojhilata Navîn nîşan dide
Girê Mirazan
Girê Mirazan (Rojhilata Navîn)
CihXirabreşk, Parêzgeha Rihayê, Tirkiye
Koordînat37°13′23″Bk 38°55′21″Rh / 37.22306°Bk 38.92250°Rh / 37.22306; 38.92250
CurePeristgeh
Dîrok
AvakirinHezarsala 10em b.z.
TerikandinHezarsala 8em b.z.
HeyamNeolîtîka A heta B
Agahiyên cihê
Vedîtin1963
RewşBaş parastî
Navê fermîGöbekli Tepe
CureÇandî
Krîter(i), (ii), (iv)
Destnîşankirin2018 (kombûna 42em)
Hejmara referansê1572
Terefa dewletêTirkiye
HerêmRojhilata navîn

Girê Mirazan[1][2][3] an Xirabreşk[4] / Xerabreşkê[5] (bi tirkî: Göbeklitepe "Girê navikê / Girê navokê"), cihekî arkeolojîk ê neolîtîkê ye ku li nêzîkî gundê XirabreşkêRihayê ye[6] û dibe cihê bermahiyên herî kevn ên perestgehê yên cîhanê be.[7]

Dirêjiya vî girê destçêkirî 15 metre ye, tîreya wî nêzîkê 300 metre ye,[8] û nêzîkî 760 metre ji asta behrê li jor e. Ev du qonaxên bikaranînê dihundirîne. Li gorî arkeologê alman Klaus Schmidt, kaşif û vekolerê vî girî, armanca bikaranînê civakî yan dînî bû[9] û ji hezarsala 10ê-8ê b.z. maye.[10]

Di qonaxa yekem de, ya ku di dema Neolîtîka A ya berî Cervaniyê (NABC, bi inglîzî: Pre-Pottery Neolithic A) de pêk hatiye, stûnên kevirî yên bi şiklê T-yê hatine çikandin—ev stûn megalîtên herî kevn ên dinyayê ne.[11] Dîroka van megalîtan hatiye diyarkirin ku ji sala 9.500 b.z. mane û ev megalît 5.500 sal ji bajarên yekem ên Mezopotamyayê û 7.000 sal ji Stonehengeê mezintir in.[12] Di qonaxa duyem de, ya ku di dema Neolîtîka B ya berî Cervaniyê (NBBC, bi inglîzî: Pre-Pottery Neolithic B) de pêk hatiye, stûnên çikandî biçûktir in û li odeyên çargoşeyî yên bi zemînekî kirêc de radiweste.

Ji 200î zêdetir stûn nêzîkî di 20 çemberan de bi rêya lêkolînên jeofîzîkî hatine kişfkirin (heta gulana 2020an). Dirêjiya her stûnan nêzîkî 6 metre ye û giraniya wan digihîje 10 tonan. Li erdî, qulên taybet hatine kolandin û her stûn li wan qulan hatine rûniştandin.[9]

Piştî dema Neolîtîka B ya berî Cervaniyê (NBBC) Girê Mirazan hatiye terikandin. Hûrguliyên armanca avahiyê ne eşkere ne. Ji sala 1996an ve kolandin ji aliyê Înstîtûta Arkeolojiyê ya Alman ve berdewam dike, lê beşên mezin hîn jî nehatine kolandin. Girê Mirazan di 2018an de ji aliyê UNESCOyê ve wekî Kelepora Cîhanê hatiye destnîşankirin.[13]

Konteksta kronolojîk

Peykerê berazekî kovî, Girê Mirazan, 9000 b.z.

Girê Mirazan di dema Neolîtîka berî Cervaniyê (NBC) de (qonaxa herî pêşîn a serdema neolîtîkê) hatiye avakirin û mirov lê dijîn, ku dîroka wê di navbera 9600 b.z. û 7000 b.z. de ye.[14] Neolîtîka berî Cervaniyê (NBC) di dawiya Pleîstosenê (Serdema Qeşayê ya dawîn) de dest pê kiriye. Di dema NBCyê de "destpêka jiyana gundan li Asyaya Başûr-rojavayê"[15] û li cîhanê jîngehên mirovan ên mayinde yên yekem hatine pê.[15][16] Gundên NBCyê ji komên xaniyên kevir an kerpîçan[15] û carinan jî avahiyên abîdeyî yan 'civakî' ên girîng pêk dihatin.[16]

Tê texmîn kirin şêwejiyana şêniyên Girê Mirazan nêçîrvanî û komkerî bû lê belê şênî herî kêm demekê li gundan dijiyan.[17] Dîsa jî heta niha delîla jiyana li gundan nehatiye dîtin. Bi rêbaza radyokarbonê, dawiya Qonaxa III dikare li dîroka 9000 b.z. were diyarkirin, lê belê hin arkeolog hîpotez dikin dibe ku devera bilindkirî di 10.000 b.z. an pêştir de, yanî di dawiya Pleîstosenê de wekî navendeke dînî hatibe bikaranîn.[çavkanî hewce ye]

Li gorî texmînên arkeologan ji bo derxistana stûnên giran ji kanên keviran û barkirina 100-500 metre heta gir nêzîkî 500 kes hewce bû.[18] Giraniya stûnan 10-20 ton bû.[19]

Dîroka vedîtin û lêkolînê

"Kevirê Qijikê", Girê Mirazan

Berî kişfkirinê, girê ku Girê Mirazan li ser e, ji aliyê xelkê ve wekî cihekî pîroz dihate dîtin.[2][20]

Girê Mirazan yekem car ji hêla Zanîngeha Stenbolê û Zanîngeha Chicagoyê ve bi rêya lêgerînên arkeolojîk di sala 1963an de hatiye dîtin.[21] Arkeologê amerîkî Peter Benedict tarîxa amûrên kevirî yên ku ji gir hatine berhevkirin wekî Neolîtîka berî cervaniyê diyar kiriye[22] lê perçeyên jorîn ên stûnên bi şiklê T wek kêlikên gorê xelet nîşan daye û bawer kiriye ku goristaneke Bîzansê li serî qonaxa prehistorîk heye.[23] Li ser gir ji zû ve çandinî dihate kirin, û çend nifşên niştecihan bi gelemperî ji bo paqijkirina zêviyê kevir bar kiribûn û li cihekî kom kiribûn. Dibe ku loma tebeqeyên jorîn ên gir xirab bûn. Herwiha dibe ku carinan cotkar hewl dabe ku hin stûnan bişkinîn, ji ber ku bi xeletî bawer kiribûn ku ew kevirên normal in.[9]

Li çîriya pêşîn a 1994an,[24] arkeologê almanî Klaus Schmidt, ê ku berê li Newala Çorî dixebitî, li cihekî din digeriya ku bikolîne. Wî lîteratura arkeolojiyê ya li ser wê herêmê nirxandiye, rastî vegotina kurt a lêkolînerên Chicagoyê ya ji sala 1963an li ser Girê Mirazan hatiye û biryar daye ku vî cihî ji nû ve vekolîne. Ji ber ku berê avahiyên bi heman rengî li Newala Çorî dîtibû, wî ihtimala ku wan kevir û stûnan berî dîrokê mane nas kiriye. Wî di sala 1995an de dest bi kolandinê kiriye û di demeke kurt de yekem stûnên mezin ên bi şiklê T derxistiye.[9] Schmidt li ser navê Mûzeya Rihayê û Înstîtûta Arkeolojiyê ya Alman heta mirina xwe (2014) kolandinan bi rê ve birine. Ji hingê ve, lêkolîna Înstîtûtê li ser gir ji hêla Lee Clare ve tê birêvebirin.[13] Kolandinên vê dawiyê bi qasî yên Schmidt mezin nînin, bi gelemperî li ser belgekirin û parastina deverên ku berê hatine kolandin disekinin.[25]

Avahîsazî

Cihê li derdora Girê Mirazan

Göbekli Tepe şiklekî geometrîk dişopîne. Ev şikil sêgoşeyek e ku her goşeya wê wekhev in û dorpêçên A, B, û D bi hev ve girêdide. Ev tê vê wateyê ku kesên ku Girê Mirazan ava kirine, herî kêm xwedî zanîna geometriyê ya seretayî bûn. Lêgerîneke ji sala 2020 bi navê "Geometrî û Plankirina Avahîsaziyê li Girê Mirazan (bi inglîzî: Geometry and Architectural Planning at Göbekli Tepe)" dide pêş ku dorpêçên A, B û D hemû ji kompleksekê pêk tên û tê de hîyerarşiyek heye ku dorpêça D li herî jor e. Ev lêgerîn red dike ku her dorpêç yek bi yek hatine avakirin û bikaranîn.[26]

Stûna 2 ji Dorpêça A (Qonax III) bi rolyefên ga, rovî û qulingê.

Kanên keviran

Platoya herêmê ji ber erozyon û kanên keviran guheriye, ku ev guherîn hem di serdema Neolîtîkê hem jî serdemên klasîk de pêk hatiye. Çar coyên ku dirêjiyên wan 10 metre û berfirehîyên wan 20 santîmetre ne li başûrê platoyê hene. Ew co wek bermahiyên kanên kevnare tên şirovekirin ku qalibên çargoşeyî jê hatine birin. Ihtimal e ku têkiliya wan bi avahiyeke çargoşeyî ya ku tenê bingeha wê hatiye heta îro heye. Tê gotin ku ev avahî bermahiyên birceke nobedariyê ya romayî ye, lê ew tenê texmînekê ye.[27] Avahiyên li platoyê bi gelemperî encama derxistina keviran ji kanan e. Ew kan wek cihên derxistina kevirên gewre yên avahisaziyê hatine bikaranîn.

Gir

Kompleksa E

Li rojavaya girê şiklekî mîna şêran hatiye dîtin. Li vî cihî parçeyên kevirê hestê û kevirê kilsî zêdetir hene. Ji ber vê yekê tê gotin ku ew der wek cureyekî atolyeyeke heykelan dihate şixulandin.[28]

Herwiha platformeke ku hatiye qutkirin û bi didu qulan ku van stûnan hildida û sehneyeke pehn heye. Ev platform kompleksên ji Qonaxa III teqabil dike. Navê "kompleksa E" lê hatiye kirin. Ji ber ku dişibin avahiyên li Newala Çorî, ev kompleks carinan wek "Mabeda Kevirê" jî hatiye binavkirin. Zemîna wê bi dîqetî hatiye tiraşîn û pehnkirin. Li bakura rojavayê ya vî cihî qulên wek sarincan hene ku tên bawerkirin parçeyeke kompleksa E ne.[29]

Qonaxa III

Stûna bi neqşa roviyê

Di vê qonaxa ewil ya dîroka girî de cara pêşîn dorpêçên girover tên dîtin. Tîreyên wan ji 10 metreyê heta 30 metreyan diguhere. Taybetmendiyên wan yên herî girîng ev e ku li vir kevirên kils yên bi şiklê-T di nava dîwarên stûr yên hindûrîn de hatine danîn. Heta niha 4 avahiyên girover mîna wan ji binê axê hatine derxistin. Lêgerînên jeofizîkî diyar dikin ku 16 dorpêçên din, di her yekê de 8 stûn hene, bi temamî 200 stûn di bin axê de ne. Ev stûn ji nêzîkî 100 metre dûr hatine anîn.[30]

Di navenda her çemberê de didu stûnên dirêjtir rû bi rû radiweste. Li serê çemberan banek hebû yan tunebû ne diyar e. Kursiyên kevirî yên ji bo rûniştinê hatine çêkirin di hundirê de hatine dîtin.[31] Gelek ji van stûnan bi pîktogramên neberbiçav û rolyefên heywanan ve hatine xemilandin. Dibe ku ev pîktogram sembolên pîroz yên ji herkesî ve dihate zanîn temsîl bikin, ku pîktogramên mîna van li neqşên şikeftên Neolîtîkê yên din de jî tên dîtin. Rolyef guhandarên mîna şêr, ga, beraz, rovî, xezal û ker; mar û xişokên din; xêzikên mîna tevnpîrk; û çûk nîşan didin. Di wexta çêkirina vê avahiyê de xwezaya wê ihtimalên cuda bû, ku tê de daristanên ku van heywanan dijîn jî hebûn. Ji ber rûniştina însanan û çandinê ev der êdî bûye çol.[9]

Monolîta bi şiklên çûkan

Çend şiklên wekî mirovan jî li hunerê Girê Mirazan de heye. Li ser hin stûnên bi şiklê-T destên însanan hatine neqişandin, lê belê li gorî vekoler, Schmidt ew mirovan (an jî belkî xwedawendan) temsîl dikin. Kevirên asoyî yên li jorê stûnan li gorî Schmidt milên mirovan temsîl dikin, ku tê maneya serên stûnan tunebûn.[32] Bi çi taswîrê (xwedawend, mirov, pêşiyên wan) ev stûn hatine çêkirin nayê zanîn.

Qonaxa II

Cureyekî totemê, bi hin parçeyên mîna însanan. Qonaxa II, 8800–8000 b.z. – Muzeya Rihayê.

Afirandina dorpêçên çember yên di qonaxa III de piştra di qonaxa II de cihê xwe da çêkirina odeyên çargoşeyî ên piçûk. Avahiyên çargoşeyî li hemberî avahiyên çember valahiya heyî baştir bi kar tînin. Ew bi gelemperî bi derketina neolîtîkê re têkildar in,[33] lê stûnên bi şiklê-T, taybetmendiya sereke ya dorpêçên kevnare, di vir de jî hene. Ev diyar dike ku avahiyên qonaxa II ji bo çanda wan heman fonksiyonê pêk dianî, ihtimalên wek pîrozgeh.[34] Qonaxa II li Neolîtîka B ya berî Cervaniyê (NBBC) de ye. Bi riya metoda radyokarbonê dîrokên wan di navbera 8800 û 8000 b.z. de hatiyê nîşankirin.[35] Stûnên bi şiklê-T bi dirêjiya heta 1,5 metreyê di navenda odeyan de cih digirin.[36]

Stûneke kevirî ya ku dişibe totemekê di 2010an de qonaxa II ya li Girê Mirazan hatiye vedîtin. Ew 1,92 metre bilind e. Di totemê de sê şikl hene, ya herî jorîn lawirek, ihtimalên hirçek, û li binê wê jî şiklekî mîna însanek. Ji ber ku peyker xesar dîtiye, şîrovekirina wê bi tevahî ne zelal e. Parçeyên totemekê din a mîna vê jî nêzîkê 20 sal berê li Newala Çorî hatibû dîtin. Di heman demê de, qonaxeke kevntir a Girê Mirazan hin peykerên têkildar ên ku heywanên li ser serê mirovan nîşan didin hene.[37]

Qonaxa I

Qonaxa I parçeya herî jor ya girî ye. Ev qonaxa herî tenik e, ku ji tortên sist yên ji ber erozyonê çêbûye pêk tê.

Li dora destpêka hezarsala 8ê b.z. Girê Mirazan girîngiya xwe winda kiriye. Pêşveçûna çandinî û kedîkirina ajalan li jiyana mirovahiyê ya li herêmê rastiyên nû pêk anîne, û "Bexçeyê heywanan a Serdema kevirî" (hevoka Schmidt a bi taybetî li ser Qonaxa III, Dorpêça Dyê) çi girîngiya xwe ji bo civaka xwe ya kevn ya nêçîrvan û komker hebû winda kiriye. Lêbelê, ev cih nehatiye terikandin û jibîrkirin da ku hêdî hêdî ji hêla hêmanên sirûştî ve werin hilweşandin, dewsa wê, her dorpêça gir bi zanebûnî di binê 300-500 metresêcar herî û keviran de hatiye binaxkirin, pê re girekî çêkirî bi piranî ji perçeyên keviran û amûrên kevirî pêk tê çêkirine. Di cihê dagirtî de gelek hestiyên heywanan û hetta yên mirovan jî hatine dîtin.[38]

Girîngî

Girê Mirazan ji hêla hinekan ve wekî vedîtineke arkeolojîk a xwedî girîngiyeke mezin tê dîtin ji ber ku ew dikare têgihiştina qonaxeke girîng a di pêşketina civaka mirovan de bi kûrahî biguherîne.[39] Hin lêkolîner bawer dikin ku avakirina Girê Mirazan dibe ku bibûye alîkar di pêşketina şaristaniya bajarî ya paşîn de, an jî, wek vekolêr Klaus Schmidt got, "Pêşî perestgeh hat, paşê bajar."[40]

Girêdanên derve

Çavkanî

Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya îngilîzî pêk tê.
  1. ^ Kosen, Hesen (24 tîrmeh 2019). "Girê Mirozan Rihayê dike navenda geshtyariyê". Kurdistan 24. Roja gihiştinê 25 çiriya paşîn 2020.
  2. ^ a b ""Kêmasîya ku li Girê Mirazan derketîye holê bêdewletbûna kurdan e" | Le Monde diplomatique Kurdî". diplo-kurdi.com. Roja gihiştinê 27 adar 2021.
  3. ^ Çîroka Girê Miraza behsa çi dike?, roja gihiştinê 30 gulan 2021
  4. ^ "XIRABREŞK - (Girê Miradan/Navokê) Göbekli Tepe". www.saradistribution.com. Roja gihiştinê 31 gulan 2021.
  5. ^ "Hunermend çûn Xirabreşkê". trtnuce.com. Roja gihiştinê 31 gulan 2021.
  6. ^ Bakırcı, Çağrı Mert (30 çiriya paşîn 2019). "Göbeklitepe Neyi Saklıyor? İnsanlık Tarihi İçin Neden Bu Kadar Önemlidir?" (bi tirkî).
  7. ^ "Gobekli Tepe - the World's First Temple?". World History Encyclopedia (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 31 gulan 2021.
  8. ^ Schmidt 2009.
  9. ^ a b c d e Curry 2008.
  10. ^ Oliver Dietrich; Jens Notroff (2015). "A sanctuary, or so fair a house? In defense of an archaeology of cult at Pre-Pottery Neolithic Gobekli Tepe". Bi Laneri, Nicola (edîtor). Defining the Sacred: Approaches to the Archaeology of Religion in the Near East (bi îngilîzî). Oxbow Books. r. 75. ISBN 978-1-78297-685-1. Roja gihiştinê 22 gulan 2020.
  11. ^ Sagona, Claudia (25 tebax 2015). The Archaeology of Malta (bi îngilîzî). Cambridge University Press. r. 47. ISBN 978-1107006690. Roja gihiştinê 25 çiriya paşîn 2016.
  12. ^ Archeology; article; The Guardian on-line; (2008); assessed February 2021
  13. ^ a b Centre, UNESCO World Heritage. "Göbekli Tepe". whc.unesco.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 1 tîrmeh 2018.
  14. ^ Gresky, Haelm & Clare 2017.
  15. ^ a b c Banning 2002.
  16. ^ a b Watkins 2017
  17. ^ The Guardian report 23 April 2008
  18. ^ "Which came first, monumental building projects or farming?". Archaeo News. 14 kanûna pêşîn 2008.
  19. ^ Taracha, Piotr (2009). Religions of second millennium Anatolia. Eisenbrauns. r. 12. ISBN 978-3-447-05885-8.
  20. ^ "The guard of Göbeklitepe, humanity's 'ground zero'". Hürriyet Daily News (bi îngilîzî). 27 adar 2018. Roja gihiştinê 5 nîsan 2021.
  21. ^ Peter Benedict (1980): Survey Work in Southeastern Anatolia. In: Halet Çambel; Robert J. Braidwood (ed.): Prehistoric Research in Southeastern Anatolia I. Edebiyat Fakültesi Basimevi, Istanbul, pp. 151–191.
  22. ^ Schmidt 2011.
  23. ^ "Turkey's Ancient Sanctuary". The New Yorker. Roja gihiştinê 26 tebax 2017.
  24. ^ "Expedition Magazine - Penn Museum". www.penn.museum. Roja gihiştinê 4 adar 2021.
  25. ^ Kazanci, Handan (8 adar 2020). "Turkey: Conservation, not excavation, focus in Gobeklitepe".
  26. ^ Haklay, Gil; Gopher, Avi (gulan 2020). "Geometry and Architectural Planning at Göbekli Tepe, Turkey". Cambridge Archaeological Journal (bi îngilîzî). 30 (2): 343–357. doi:10.1017/S0959774319000660. ISSN 0959-7743.
  27. ^ Schmidt 2006, r. 105.
  28. ^ Schmidt 2006, rr. 109–11.
  29. ^ Schmidt 2006, r. 109.
  30. ^ Schmidt 2000b, rr. 52–3.
  31. ^ Mithen 2004, r. 65.
  32. ^ Schmidt 2010, rr. 244, 246.
  33. ^ Flannery & Marcus 2012, r. 128.
  34. ^ Schmidt 2010, rr. 239, 241.
  35. ^ Schmidt 2009, r. 291.
  36. ^ Schmidt 2009, r. 198.
  37. ^ The Göbekli Tepe ‘Totem Pole’. News & Notes from the Göbekli Tepe Research Staff – 2017-03-01
  38. ^ Schmidt 2010.
  39. ^ Symmes 2010.
  40. ^ Schmidt 2000.

Bîbliyografî