Zimanê inglîzî: Cudahiya di navbera guhartoyan de
GPinkerton (gotûbêj | beşdarî) BKurteya guhartinê tine |
Rescuing 1 sources and tagging 0 as dead.) #IABot (v2.0.8 |
||
Rêz 192: | Rêz 192: | ||
* [http://www.soundcomparisons.com Accents of English from Around the World] Hear and compare how the same 110 words are pronounced in 50 English accents from around the world - instantaneous playback online |
* [http://www.soundcomparisons.com Accents of English from Around the World] Hear and compare how the same 110 words are pronounced in 50 English accents from around the world - instantaneous playback online |
||
* [http://www.global-english.co.nr/ The Global English Survey Project] A survey tracking how English is used by non-native speakers around the world |
* [http://www.global-english.co.nr/ The Global English Survey Project] A survey tracking how English is used by non-native speakers around the world |
||
* [http://arael.shtooka.net/swf/english/ 6000 English words recorded by a native speaker] |
* [http://arael.shtooka.net/swf/english/ 6000 English words recorded by a native speaker] {{Webarchive|url=https://web.archive.org/web/20080915095439/http://arael.shtooka.net/swf/english/ |date=2008-09-15 }} |
||
* [http://itcansay.com More than 20000 English words recorded by a native speaker] |
* [http://itcansay.com More than 20000 English words recorded by a native speaker] |
||
Guhartoya 12:16, 30 tîrmeh 2021
Inglîzî | ||
---|---|---|
English | ||
Welatên lê tê axaftin | Li Brîtanya, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, Keneda, Awistralya, Zelandaya Nû û 94 welatên din tê axiftin | |
Herêm | Brîtanya, DYA û gelek welatên cihanê | |
Axiverên zimanê zikmakî | Derdora 340 milyon (zikmakî) 350 milyon - 1 milyar (zimanê duyem) | |
Malbata zimanî | Zimanên hind û ewropî
| |
Şiklê kevn | ||
Sîstema nivîsê | Tîpên latînî | |
Kodên zimanî | ||
ISO 639-1 | en | |
ISO 639-2 | eng | |
ISO 639-3 | eng | |
ji sedî yên îngilîzîaxêv 80-100% 60-80% 40-60% 20-40% 0.1-20% jimare tune (Antarktîka û Korêya Bakur) |
Zimanê inglîzî yan zimanê îngilîzî (bi inglîzî: English) zimanê serekî yê li welatên Brîtanya, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, Keneda, Awistralya, Zelandaya Nû û hin welatên din e. Inglîzî zimanek ji binemala zimanên hindo-ewropî ye. Li gelek welat ên din jî wek zimanê fermî û herwisa li piraniya welatên dinyayê wek zimanê duhem tê bikarhînan. Ew niha bûye zimanê serekî yên têkiliyên navneteweyî.
Înglîzî zimanek Germanî ya Rojavayî ye ku yekem car li Îngilistan a destpêka Serdema Navîn hate axaftin. Ew di sedsala 21-an de bûye zimanê sereke yê nîqaşa navneteweyî. Navê ziman ji Anglî (bi inglîzî: Angles) e, yek ji gelên kevnar Germenî ye ku koçî beşa Brîtanya Mezin a ku piştre li ser navê wan hate kirin: Îngilistan (bi inglîzî: England). Navê vî gelî bi eslê xwe ji Anglia, nîvgiravek li Deryaya Baltîk e. (Di hin zimanan de, Anglia niha navek din ê Îngilistanê ye.)
Zimanê inglîzî xizmekî nêzîk yên bi zimanê Frisian û ji zimanê Saksonî yê Jêrîn. Vokabûla wê ji hêla zimanên din ên Germanî ve, bi taybetî zimanê Vîkînga (bi inglîzî: Old Norse: zimanek Germenî ya Bakur), û her weha Latînî û Fransî bi bandor bûye.
Înglîzî di nav zêdetirî 1400 salan de pêş ket. Formên herî pêşîn ên înglîzî komek zaravayên Germanî ya Rojavayî bûn ku di sedsala 5-an de ji hêla koçberên Anglo-Saksonî (Anglî û Saksonî: bi inglîzî: Anglo-Saxons) ve hatin anîn Brîtanya Mezin. Ji van formên destpêkê re bi komelî Înglîzi Kevnar (bi inglîzî: Old English an Anglo-Saxon; bi inglîziya kevn: Ænglisc) tê gotin. Zimanê Înglîzî Navîn di dawiya sedsala 11-an, de bi Normanî dagirkirina Îngilistan a re dest pê kir ji 1066-an. Ev serdemek bû ku înglîzî di bin bandora Fransî Kevn (bi inglîzî: Old French; bi fransî: ancien français) de bû, nemaze bi devoka xwe ya Normanî Kevn (bi inglîzî: Old Norman).
Destpêka Înglîzî Nûjen (bi inglîzî: Early Modern English) ya di dawiya sedsala 15-an de dest pê kir. Di vê demê de Guhestina Dengdêr a Mezin hebû. Di Destpêka Dema Nûjen, de çapxaneyên çapkirinê cara yekem hatin Londonê û de King James Bible (bi kurdî: Încîl Qiral James) hate çap kirin. Ev zimanê William Shakespeare e.
Înglîzî Nûjen (bi inglîzî: Modern English) ji sedsala 17-an de ji hêla bandora cîhanê ya Împeratoriya Brîtanî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve li cîhanê belav dibe. Bi saya hemû cureyên medyaya nivîskî û elektronîk yên van welatan, înglîzî bûye zimanê sereke yên vegotina navnetewî. Înglîzî li gelek herêman û warên pîşeyî yên wekî zanist, navîgasyon, û hiqûq lingua franca ye. Inglîzî yek ji zimanên fermî di Neteweyên Yekbûyî de û yek ji zimanên fermî yên Yekîtiya Ewropayê ye.
Berfirehbûna zimanê inglîzî
Zimanê inglîzî îro li seranderê cihanê ji aliyê 340 milyon kesî weke [zimanê zikmakî] tê axaftin, ango 340 milyon kes inglîzîaxêv in. Eger kesên ku inglîzî weke zimanê duyemîn diaxivin jî werin jimartin, wê demê hejmara inglîzîaxêvan digihijê 510 milyon kesan.
Li Yekîtiya Ewropayê inglîzî zimanekî fermî ye. (Tiqandina ser herêman derbasî gotarên li ser wan herêman dikê)
Welatên ku inglîzî zimanê fermî anjî de-facto-fermî ye. Welatên ku inglîzî zimanek fermî ye lê ji hêla pirraniyê ve nayê axaftin |
Zimanê fermî
Inglîzî zimanê fermî yê van dewletan e. Hejmarên li paş dewletan hejmara kesên ku inglîzî zimanê wan ê zikmakî ye:
|
|
Wekî din zimanê inglîzî yek ji 23 zimanê fermî yê Yekîtiya Ewropayê, zimanê fermî yê Yekîtiya Efrîqayê, yê Rêxistina Dewletên Amerîkayê û yek ji şeş zimanên fermî yê Neteweyên Yekbûyî ye.
Bikaranînên din
Inglîzî weke zimanê danûstandinê li van dewlet û herêman tê bikaranîn:
Binêre
Girêdanên derve
- National Clearinghouse for English Language Acquisition Girêdana arşîvê 2013-11-13 li ser Wayback Machine
- Accents of English from Around the World Hear and compare how the same 110 words are pronounced in 50 English accents from around the world - instantaneous playback online
- The Global English Survey Project A survey tracking how English is used by non-native speakers around the world
- 6000 English words recorded by a native speaker Girêdana arşîvê 2008-09-15 li ser Wayback Machine
- More than 20000 English words recorded by a native speaker