Kercos: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Balyozbot (gotûbêj | beşdarî)
B Infobox >> Agahîdank AWB
Balyozbot (gotûbêj | beşdarî)
B +Şablon:Bikarnanîna dîroka rms
Etîket: Betalkirî
Rêz 1: Rêz 1:
{{Bikaranîna dîroka rms}}
{{Agahîdank navçe
{{Agahîdank navçe
| Nav = Navçeya Kercosê
| Nav = Navçeya Kercosê

Guhartoya 22:47, 16 tebax 2021

Navçeya Kercosê
Gercüş
Kercosê
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Batman
Serbajar Kercos

Hejmara bajarokan 3 bajarok
Hejmara gundan 56 gund

Gelhe (2008) 26.111[1] kes
Rûerd 1.070[2] km2
Berbelavî 24,4 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2008) 5.880 kes
Koordînat 37°33′57″Bk 41°23′6″Rh / 37.56583°Bk 41.38500°Rh / 37.56583; 41.38500
Bilindayî 980 m
Koda postayê 72300
Koda telefonê (+90) 488
Kercos li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Kercos
Kercos
Kercos (Tirkiye)

Kercos an jî Kercews (bi tirkî, Gercüş) bajarok û navçeyeke Batmanê (Bakurê Kurdistanê) ye. Li başûrê wê Midyad, li başûrê rojhilat Kerboran, li rojava bi navçeyên Bismil û Stewrê li bakûr bi Heskîfê re cîran e. Kercos jî wekî piraniya qezayên cîran di nav mintiqaya torê de cih digire. 59 km'yî dûrî navenda wîlayetê ye.

Dîrok

Derheqê dîroka wê de agahiyên zelal tam nînin. Lê belê li gundê Selhê yê li ser Midyadê ve pirtûkeke ku ji avabûna Kercosê behs dike heye. Li gora vê kitêbê ev bajarok ji wî gelê ku ji zordariya hikûmdarê bi navê Kefergevson reviyan ve hatiye ava kirin û ji ber wê yekê jî navê Kercos lê hatiye kirin. Ev bûyera navborî berî Îsa bi 400 salî qewimiye. Ango cihekî gelekî kevn e. Lê belê tevî vê kevinbûna xwe jî zêde eserên dîrokî lê nîn in. Ancax li hin gundên wê li şikeftinan nivîsine kevin hene. Her çiqasî cihekî cihwarbûnê ê kevin jî be nifûsa wê pir kêm e. Sedema vê jî destnedana îmkanên madî û zilma li ser gel e. Dîsa li gorî melûmata ku gelê bajêr dide, navê wê ji "devera ku gûz lê hene" hatiye. Kercos di tarîxa 10ê gulanê 1926an ji Midyadê veqetiyaye û ketiye statûya navçetiyê. Di 18ê temûza 1987an de jî bi ser Elîhê ve hatiye girêdan. Li gundên Hesarê, Arica, Kirkat û Yamanlar cihên cihwariyê yên ku dîroka wan digihe beriya Mîladê jî hene. Lê belê li ser dîroka wê agahiyên berfereh nîn in.

Gelê wê bi giştî halekî mihafezekar şanî dide. Dibe ku ev mihafezekariya ha ji ber biçûkbûn û pêşveneçûna wê be.

Gelhenasî

Ji ber zilm û zordariya dewletê nifûsa wê piştî salên 90 î bi lezgînî kêm bûye. Pêkutî tu carî ji vî bajarî kêm nebûye.Bi ser de feqîrî û tuneyî yekcar pişta gel şikandiye û mecbûr mane ku warê bavûkalên xwe terk bikin.îro ji navenda wilayetê (Batman) pê de li qezaya Misircê (bi tirkî: Kurtalan) ya li ser Sêrtê nifûseke baş a Kercosiyan heye. Jê pê de li Nisêbîna Mêrdînê jî Kercosiyên bicih bûyî hene. Gelê ku ji ber feqîrî û rewşa nebaş a ekonomiyê barkirin jî li herêma Akdenîz, mintiqaya Ege û ya marmarayê bi cih û war bûne. Aboriya bajêr bi giştî li ser çandinî û xwedîkirina heywanan e. Pişesazî bi pêş ve neçûye.

Nifûsa bajarok bi gelemperî kurdên sunî ne. Ji xeynî vê kêm ereb jî lê dijîn. Di salên 90an de şerê qirêjî ê ku li Kurdistanê dihat meşandin Kercos jî xistiye bin tehsîra xwe û gelek gundên wê hatine şewitandin. Ev nifûsa ku hatî koçber kirin li navenda parêzgehê a Batmanê û li makebajarên (metropolên) Tirkiyeyê bi cih bûne. Niha nifûsa navenda qezayê ji 9 hezari zêdetir e. Nifûsa qezayê her sal teqrîben 16% kêm dibe. Nîsbeta xwendewariyê wek %90 xuya dike. Ev jî li gor Batman û herêma başûrê rojhilat nîsbeteke gelekî bilind e.

Tevî gundên wê teqrîben 28-30 hezar nifûs lê dijî. Di serê navdarên vê bajarokê de jî helbestkarê bi nav û deng Seydayê Cegerxwin cih digirê ku bi eslê xwe ji gundê Kercosê yê bi navê hesarê ye.Ji wê pê de gundê Bêcirman (Vergili) ku di nav sinorê vê navçeyê de cih digire tirbeya Seyîd Bilal lê heye û ziyaretgeh e. Her sal bi hezaran ziyaretkar têne serdana tirbê.

Navdarên Bajêr

Galerî

Çavkanî