Şêx Seîd: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Balyozbot (gotûbêj | beşdarî)
B +Şablon:Bikarnanîna dîroka rms
Etîket: Betalkirî
Balyozbot (gotûbêj | beşdarî)
B →‎top: --Bikaranîna dîroka rms
Etîket: Betalkirina destî
Rêz 1: Rêz 1:
{{Bikaranîna dîroka rms}}
{{Agahîdank mirov
{{Agahîdank mirov
| nav = Şêx Seîdê Pîran
| nav = Şêx Seîdê Pîran

Guhartoya 18:31, 21 tebax 2021

Şêx Seîdê Pîran
Ji aliyê çepê de (jor): Şêx Şerîf, Bînbaşî Qasim Beg (Kasım Ataç), Şêx Celaledinê Çanê,
Ji aliyê çepê de (jêr): Şêx Ebdilahê Malekan, Şêx Seîd (1925)
Jidayikbûn1865
Mirin29ê hezîrana 1925an (60 salî)
Amed
Cihê goristanêNe Kifş e
EsilKurdê Zaza
Bernav
  • Şêx Seîdê Paloyê
  • Şêx Seîdê Pîranî
  • Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî
Hevwelatî Împeratoriya Osmanî
PerwerdeMedreseyên Kurdî
PîşeTefsîrzan, Hedîsvan û Fiqihzan
XebatSerhildana Şêx Seîd
BandorbarMewlana Xalidê Kurdî
Zarok
  • Pênc law
  • Pênc keç
Dê û bav
biguhêreBelge

Şêx Seîd an jî Şêx Seîdê Pîranî (z. 1865 li Qollhêsara Xinûsê Erzîrom − m. 29 pûşper 1925 li Amedê), şêxê neqşîbendî, pêşawa û şoreşgerê Kurd bû. Di sala 1925'an de li bakurê Kurdistanê Serhildana Şêx Seîd da dest pê kirin.

Li hemberî zorbetî û îxanetên kemalîstan kalê Şêx Seîd di 13'ê reşemiyê 1925'an de serî bilind kir. Kurdistanê bajar bi bajar ji destên dewleta romiyan (navê niha Tirkiye) derxistin. Êrişê ser Amedê kirin û bi mehan bajar dorpêç kirin. Berhingariyeke dirêj da nîşan ku Amed nakeve. Dagirkirin bi qerera şûrayê hat rakirin. Têkoşer pêl bi pêl derbasî başûr û rojavayê Kurdistanê bûn. Rêberê bizavê Şêx Seîd û 49 hevalên wî ji bo derbasî Başûr bibin, bi rojê xwe diveşartin û bi şev dimeşiyan. Armanc berdewam kirina cenga awarte û xeyrî nîzamî bû. Bi xiyaneta bacenaxê Şêx Seîd ê serdar Qasim (Qaso), serokên serhildanê, Şêx Seîd û hevalên wî hatin dîlgirtin.

Di 10'ê gulana 1925'an de wan derxistin Dadgeha Serxwebûnê ya Rojhilatê (Şark İstiklal Mahkemesi) ya Diyarbekirê. Nêzîkî pêncî rojan darizandina wan dewam kir. Di 28'ê hezîranê 1925'an de, derbarê Şêx Seîd û 47 hevalên wî de dadgehê biryara darvekirinê (îdam) da. Du kes bi çend salan ceza xwarin. 28 kes di heman rojê de û yên din û Şêx Seîd di 29'ê hezîrana 1925'an de li taxa Deriyê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin.[1]

Mijarên têkildar

Çavkanî

Girêdanên derve