Çewlîg: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Balyozbot (gotûbêj | beşdarî)
B +Şablon:Bikarnanîna dîroka rms
Etîket: Betalkirî
Balyozbot (gotûbêj | beşdarî)
B →‎top: --Bikaranîna dîroka rms
Etîket: Betalkirina destî
Rêz 1: Rêz 1:
{{Bikaranîna dîroka rms}}
{{Agahîdank navçe
{{Agahîdank navçe
| Nav = Navçeya Çewlîgê
| Nav = Navçeya Çewlîgê

Guhartoya 18:42, 21 tebax 2021

Navçeya Çewlîgê
Çolîg
Bingöl
Navçe
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Bîngol (parêzgeh)
Serbajar Çewlîg

Hejmara nahiyan 4 nahiye
Hejmara bajarokan 3 bajarok
Hejmara gundan 88 gund

Gelhe (2008) 131.666[1] kes
Rûerd 1.790 km2
Berbelavî 73,6 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2008) 86.113 kes
Koordînat 38°53′5″Bk 40°29′45″Rh / 38.88472°Bk 40.49583°Rh / 38.88472; 40.49583
Bilindayî 1.155 m
Koda postayê 12xxx
Koda telefonê (+90) 426
Çewlîg li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Çewlîg
Çewlîg
Çewlîg (Tirkiye)
Çewlîg li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Çewlîg
Çewlîg
Çewlîg (Bakurê Kurdistanê)
Çewlîg li ser nexşeya Bîngol nîşan dide
Çewlîg
Çewlîg
Çewlîg (Bîngol)

Çewlîg, Çolîg an Çebexçûr (bi tirkî, Bingöl) bajarekî li parêzgeha Bîngolê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Nav

Navê herî kevn yê bajar "Srmanc" e ku di çavkaniyên ermeniyan û ereban de ev nav derbas dibe. Nawek din yê bajêr jî Çebexçûr e, di Încîlê de maneya wî tê "ava paqij" yan jî ava cennet (bihuşt) ê. Nahrî jî navek din yê bajêr e. Çewlîg û Bîngol jî navê wî yê vê demê ye.

Dîrok

Kronolojî

Berî zayînê:

  • 200 dema aramiyan
  • 800 dema asûriyan
  • 200 dema hukumdarî ya arasiyan
  • 38 dema romayiyan

Piştî zayînê:

  • 395 dema bîzansiyan
  • 636 dema ereban
  • 1230 dema selçûqiyan
  • 1243 dema moxolan
  • 1515 dema osmaniyan

Erdnîgarî û sînorên bajêr

Bajar di nav parelelên 41° 20´ û 39° 54´ bakûr û merîdyenên 38° 27´ û 40° 27´ rojhilat de ye. Sînorên bajêr li bakur bi Erzirom û Erzînganê re, li rojava bi Dêrsim û Mezrayê re, li başûr bi Amedê re û li rojhilat jî bi Mûşê ve tê giradan.

Taybetiyên erda bajêr

Pîvana erda herêmê 8.319 km² ye, ji vê erdê ji % 83,3'yê wê ji çiyayan,ji % 2,3 ji deştan,ji % 2,7 ji zozanan û ji % 11, 7'ê wê jî ji platoyan pêk tê. Ji van erdan ji % 50,7'ê wê ji bo çandiniyê bikêrhatî ye. Tene û garis li herêmê tên çandin.

Avhewa

Herêm ji behrê pir bilindtir e, loma jî avhewayeke reşahî û sar li herêmê derbas dibe. Zivistanan sar, dirêj û bi berf, havînan jî hênik derbas dibe.

Çiyayên herêmê

Karîr (2.373 m), Şeytan (2.906 m), Çavreş (2.246 m), Serçelîk (2.900 m), Cotela (2.940 m)

Deşt û zozanên herêmê

Ji ber ku herêm bi piranî çiya ye, deşt û zozan kêm in li herêmê. Bilindbûna zozanan digihîje heta 1.500 m yî, zozanên herî naskirî, wekî Bazirgan, Qandîl, Mirgemir û Masla ne. Deştên herî naskirî jî, deşta Darehênê (60 km²) û deşta Bîngolê (80 km²) ye.

Çem û gol

Çemê herî mezin Çemê Miradê ye. Çemê Perî jî çemekî din ê herêmê ye. Li herêmê pir golên biçûk jî li ser çiyayan hene. Bajar navê "Bîngol (hezargol)" ê ji van golan digire. Hinek ji van ev in: Golbehrî, Zirlir, Gola Sar, Haren û hwd.

Serjimarî û Navçeyên Bajêr (2013)

Tevayiya serjimarî herêmê (tevî gundan) 265.514 e.

Babetên meywanan

Herêm ji alî nêçira heywanan ve pir dewlemend e. Heywanên wekî kuze, darbir (semasî), rovî, kîvroşk û kew û qaz ên herî pir in ku li herêmê peyde dibin. Herêm ji alî heywanên kedî ve jî dewlemend e. Piraniya gel bi xwedîkirina heywanan mijûl dibe.

Aborî

Serwetên bin erdê

Li Çewligê maden kêm in tenê li Gêncê hesin û li Kanî Reşê jî lînyît peyde dibe.

Ciyên turîstîk û gerê

Herêm ji alî dîrok ve ne pir dewlemend e, li ji alî tebîatê ve çiyên gerê û turîstîk pir in. wek; Mendo, Soğuksu, li Kox, Temaşekirina Rojê tema. Li çiyayên herêmê îmkanên sporên zivistanê jî hene.

Çand û huner

Ol û civak:

Piraniya gel misilman e. Elewî û sunnî civaka misilmanan teşkîl dike. Piraniya nifusê ji zaza û kurmancan pêk tê.

Xwarinên herêmê

Nan li herêmê ji genim, lê carinan jî ji garis çêdibe. Gel bi piranî "nanê sêlê" dixwe. Li gundan bi piranî dew, mast, şorbe, bilxur û toraq tê xwarin. "Avsîrk" û "keşkeh" xwarinên naskirî yên herêmê ne.

Kincên herêmê

Li gundan jin, şalwarek gulgulî li xwe dikin û bi serde jî kefiyek sipî lê girêdidin. Bi ser şalwar de îşlik û êlek li xwe dikin. Kitanên bi gulan nexşkirî û sipî jî didin serê xwe. Li hinek deveran jî jin "kofî" (ku bi perên hesin xemilkirî ne)" didin serê xwe. Qondere û gorên ji hirî, yên rengîn li nigê xwe dikin.

Zilamên herêmê şalwarên reş li xwe dikin û bi serde jî kefiyên rengin girê didin. Îşlik û çakêt jî bi serde li xwe dikin. Şewqe, kum yan jî kefî didin serê xwe, gorên ji hirî û qondere dikin nigê xwe.

Çavkanî