Ahûra Mezda

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Firawer, rê û sembola rewanê pak ê biserketî
Dîmenek din
Nexşe Ristem (Îran)
(Erdeşîrê Yekê û Ahûra Mazda)

Ahûra Mezda, bi zimanê Avestayî, tê wateya (rewan)a ji xwe re mezin e an Uhrmezd an jî Hurmezd, ê tê re xwe dike ango pir zana ye. Ev rengdêra herî mezin û pîroz a ji bo Xwedê ye. Kurdan di dema Zerdeştiyê de jî bo Xwedê digotine Xwedê. Lê eger bipirsiyana Xwedê kê ye, digotin: Ahura Mazda. Ango îcar bi rengdêrên pîroz binavdikirin. Di îslamê de jî gelek navê Xwedê hene. Lê binavka herî pîroz Allah e.

Ma Hurmuz Xwedê ye[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kurd derbareyê ola xwe ya berê de ji kanên xelkê agahiyan werdigirin ku pirranî ne bêalî, zanîstî ne. Hin ronakbîrên kurd nivîsîne ku Hurmuz, Ahura Mazda ango Xwedê ye. Ev ne rast e.

Hurmuz rewan û peywirdariya başî û xêrê ye. Mirov behsa Hurmuz bike, ji ber ku berê mirovên baş, Hurmuz berî bi Xwedê (Ahura Mazda) ne, mirov Xwedê tîna bîra xwe. Ji ber vê prînsîbê, carnan peyva Hurmuz di wateya Xwedê de hatiye bikaranîn. Lê di rastiyê de Hurmuz jî di bin ferman û parastina Xwedê de ye. Ji ber ku Ahura Mazda tevlî karên mirovan nabe, bêalî û birehm e, fitrata mirov azad kiriye daku riya xêrê bibînin, rola Hurmuz bilind dibe.

Di Zerdeştiyê de mirov, xwedayî (bo mînak Hurmuz) û Xwedê ji heman tîrêjê ne, li ser heman kokê ne. Lewra Xwedê ji materyal û hebûnên bi wî ne biyanî ne, bi xwe afirandine mirov çêkiriye.

Li gora baweriya Zerdeştî, Ahûra Mazda xaliqê hemû gerdûnê ye û her du ruhên ku bi navê Ehrîman dihên navandin ji aliyê wî ve hatine çêkirin. Spenta Maînyu ruhê rastiyê, ronahî û heyatê temsîl dike. Angra Maînyu jî derewan, tarîtiyê û mirinê temsîl dike. Li gora kitêba pîroz ya dînê zerdeşt, Avestayê, şerê di navbera van herdu ruhan de tarîxa dinyayê pêk diîne.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]