Akadî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nûneriya nîşandayî ya deverê ku ji hêla Akkad ve bandorkirî bû

Akadî, gelekî ku bi eslê xwe samî ne. Akadiyan di salên b.z. 3000'an de li Mezopotamyayê 200 salî serdestî kirine. Cara yekê akadiyan timamê Mezopotamyayê xistine bin destê xwe û cara yekemîn keyê akadiyan ne keyê bajêr mîna keyê gerdûnê hatiye pejirandin. Akadiyan li pê çanda sumeriyan meşiyan e. Avakerê sulala akadiyan Sargon û neviyê wî Naram-Sîn Împeratorê wan ên herî grîng in. Bi zeîfbûna akadiyan bajarên sumeran dîsa serbixwe bûne û bi bilindbûna 3'emîn sulala Ûr a li Mezopotamyayê hukumdariya akadiyan bi dawî bûye.

Akad û Sumer

Derketin û welatbûna akadîyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Akad, tê gotin ku paytaxta wan navê wê "akad a. Akadî, weke yê pêşî dewleta bi pergalî ku avakirina na, têna ziman. Keyê Akadî Key Sargon, wûsa tê zanîn ku wî împaratorîya pêşî ya mazin ava kirîya ya. Ji ber ava firatê, wî ew împaratorîya temenê wê avêt û ava kir û bi ber Asya ve dînorê wê mazin kir.

Akadîyan berî zayînê, tê gotin ku nêzî sê hezar salan li mezopotamya serdestîya xwe kirina. Di dema wan de, mazinbûna key ku weke "keyê cîhanê" ku tê gotin, pêşket. Di dema Akadîyan de, key Sargon û newîyê wê Naram-Sîn weke keyên wê yê giring têne dîtin. Bi dawî lê hatina serdestîya Akadîyan li ser axa mazoptamyan, bi li ber wan serîhildana bajar-welatên sumerî û bi serketina wan re, dibê. Bi wê re, êdî "dema duyemin ya sumer" dest pê dike. Di vê demê de, wê Ur derkevina li pêş. Urî, wê xanadantiyê pêş biixin û pêş bikevin. Bi sadsal û hezar salan wê serdestîya wan li herêmê bibe. Urî, berî derketin û mezinbûna Akadîyan jî li ser axên xwe bi xanadantî jîyan. Demna dirêj buhurandin. Wan, piştî ku Akadîyan serdestî stand jî, Urî, serdestîya wan ji holê ranabe. Ew, bi xanadantî, dijîn. Ew dema wan wan ya bi xanadanî ya di dema Akadîyan de, weke deme wan ya xanadanî ya duyemin dibê. Piştî kêmbûna serdestîya Akadîyan, wê serdemeka xwe ya bidina dest pê kirin. Ew dema wan jî, weke "dema wan ya sêyemin" li dîrokê şûnpêya wê ma. Ev dema wan, weke dem û serdemeke wan ya zêr jî ya. Ew dema wan ya sêyemin ya xanadantî, wê pêş bikeve û bigihijê astaka împaratorî û welatî.

Akadî, bi levkirina wan ya bi bajar-welatên sumerîyan re, pêş dikevin. Akadî, hem bi nirx û hem jî bi çandî û hem jî bi fêr û cerba welatî, ji sumerîyan fêrbûn û pêşketin. Nirxên Sumerîyan, di dema wan de jî jiyan. Lê pêşketina teybet ya Akadîyan, ew bû ku wan sînorê welatîtîyê ji yê bajartiyê buhurandin. Welatê ku avakirin, derxistina wê asta Împaratoriyê. Sargonê Mezin, piştî ku bi konfaradasyonî li Mezopotamya, bi sumerîyan re dijî,û ku bi wê serderst jî dibe, êdî berê xwe dide axên Anatolia bixwe jî. Dixwezê ku wan bike bi destê xwe de. Piştî Sargon re, ku bû keyekî mezin neviyê wê Naram-Sîn, wê xwe weke "keyê çar herêmên cihanê" bidenezêne û weke Sargon ku xwûdayê di wê demê de û yê hemû deman yê herê mezin a ji Şamaş re bawerîya xwe têne û dibe key. Şamaş, çanda wî, li Zagrosan û dora wê bicih bû. Naram-Sîn jî, weke Sargon û tê wir û bawerîya xwe bi wî têne. Bi wê, êdî pişgiriyê distêne û mezin dibe.

Key Sargon û bûna wî ya key[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Akadîyan, Nivîsand û tîpên nivîsê bixwe jî jio sûmerîyan girtin. Piştî wan re, wê bi destê wan, êdî nivîsandin pêş bikeve. Sargon bixwe jî, ku weke bajar-welatekî sumerî yê pirr pêşketî Kiş lê mazin dibe û di dema wî de li Kişê key Urzababa weke key serdest a. Di dema ku Key Urzababa, diçê şerekî û ji şer pirr wastîyayî û ku pirr windahî dana, di vegerihê, di wê demê de Sargon derbe dike û dibe key. Êdî, destpêka wî dest pê dike. Zimanê Sumer, weke ku di her demên wan yên berê de serdest bû, di dema wî de jî û Akadîyan jî serdest bû. Sumerîyan, hemû bineterên xwe yên pîroz ku nivîsandina, di dema wî de jî, hebûna xwe diparêzên. ew bineterên sumerîyan ên pîroz, weke ku di dema wan de temenê wan afirandin, di dema Akadîyan de jî, temenê wan diafirênin.

Naram-Sîn Û dewra wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Naram-Sîn, weke keyê Akadîyê ku dema Akadîyan gihandîya dema wê ya zêr a. Naram-Sîn, newîyê Sargon a. Naram-Sîn, desthilardarîya xwe mezin kir. Wî, Akad, dewra wê ya zêr da jînkirin. Di dema wî de, tê gotin ku pirr raperîn jî dibin, lê ew wan di tafisêne.

Di dema wî de, tê gotin ku Naram-Sîn, bi Tell-Brak ve diçê ber Diclê ve. Li wir, dike ku bike bin destê xwe de lê rastî berxwedanaka mazin tê. Piştre, ew, bi hêzeka mezin diçê bi ser Magan de. Piştre, Naram-Sîn bi Hûrîyan re dikeve şerna ku di dîrokê de êdî pirr bahse wan tê kirin. Piştre, tê gotin ku wî berê xwe weke Sargon kirîya ku bide anatolia jî.

Naram-Sîn jî, weke Sargon dizanê ku heta ku li Mezopotamyan serwerîya xwe çênekê û wir di bin destê xwe de ne hilde ewlatiyê û weke baxçê xwe yê paş nekê, wê di ti deran de jî serdestîya wî mayînda nebê. Lê ew çi dike û û nakê jî û çendî şerna mazin jî dike, nikarê serkevtinaka mazin li ber Hûrîyan bidest bixê.

Naram-Sîn, li dijî keyên Hûrî ên weke Zapanî û Pamba, keta şerna mezin de, lê bi serneket. Bi wan şeran re, êdî piştre, heta dawîya jîyan wî jî, ne hata ser xwe. Hûrî, li ser axên xwe biazadî dijîn. ku yekî qastî azadîya wan dikir, ji şêran maztir şer dikirin. Di wan şeran de, serkevtinên Hûrîyan, wê êdî pêşketina serdema wan bixwe re bêne jî.