Berpêyên panîkî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Berpêyên panîkî, reksiyonên panîkî yan panîkatak navê nexweşiyeke û tabloyeke psîkolojîk e.

Panîkatak ne tenê tabloyeke psîkolojîk e. Hin rewş û nexweşiyên fîzyolojîk, biyolojîk jî heman reaksiyonê dertînin holê.

Hin sîmptomên panîkatakê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Tirsa dînbûn an hiş ji derkirinê
  • Tirsa mirinê
  • Êşa sing (pirranî singê çepê, li ser dil)
  • Madelihevketin, îshal an verêşandin
  • Di lêdana dil û kutana xwînê de zêdebûn
  • Jixweveçûn, zikêş an serêş
  • Xwêdana sar

Bi pirranî ev nexweşî an tablo xwe di salên 18-40´î de dide der. Heger bingeheka organîk neyê dîtin, wê gavê êdî ne tablo lê nexweşiyeke psîkolojîk e. Ji bo teşhîseke rast divê berê testên laşî werin kirin. Bo mînak sîmptomên nexweşiyên dil (Înfarkta-mirina masûlkeyên dil, nexweşiyên koronar ên dil, îşemî hwd) jî dişibin viya. Bijîşk divê hişyar û agahdar be, nexweşê xwe nasbike. Heger tenê psîkolojîk be, wê gavê teşhîsa "Berpêyên panîkî - panîkatak" tê dayîn û gorî wê çareserî tên kirin.

Divê mirov asta sîmptoman ji hev nasbike, veqetîne. Mirina masûlkeyên dil, hîpokondriya, panîkatak hwd. ji gelek aliyan ve dişibin hev. Li ser bingehên genetîk gelek lêkolîn tên kirin, lê ti agahî hêj nîne. Mirov nikare bêje bingeh-genetîk e. Panîkatak pirranî 5-45 deqîqe didome. Nexweş dikeve tirs, xof û kelakela mirinê. Ji wê ye, dilê wê ketiye înfarktê, nikare bêhna xwe vede. Heger derbarê înfarkta dil (qeyrana dil, krîza dil, mirina masûlkeyên dil) de hin agahî bihîstibe dikare têkeve vê şikê û bi ambûlansê xwe zûtir bigihîne nexweşxaneyê û serî li kardiyologan bide. Hin caran nexweş herçendî nîşaneyên laşî dernayên jî, doktor bi doktor digerin. Bawer nabin.

Berpêyên panîki çi bingeh organîk, çi jî nexweşiya psîkolojîk bin, divê werin kontrolkirin û tedawîkirin.

Tedawiya vê nexweşiyê gengaz û hêsan e. Tenê divê nexweş bi bijîşkê xwe bawer be. Hin cureyên dermanan, test, teknîkên bêhvedan û aerobîk, desteka sosyal hwd di tedawiyê de pêwîst in.