Besta

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Besta gundekî bi ser navenda Şirnexê ve ye. Navê wê yê tam Besta Bêrguva ye. Ev gund bi texmînî herî hindik ji beriya 400-500 sala ava bûye. Di sala 1987an de ji aliyê dewleta tirkî hatiye valekirin. Niha jî vale ye.

Gund ji her çar aliyan bi çiyayê Herkol, çiyayê Mehmed Yûsif, çiyayê Kor û çiyayê Qendîl dorpêçkirî ye. Li gundî de ji ber erdnîgariya çiyayan çandînî nîn e. Bi tenê çavkaniya aborî ya wan gundiyan ajaldarî bû. Li gorî lêkolînên li herêma wî gundî hatî kirin nîşandin ku dewlemendiya binerdî gelek zêde ye, lê belê, berdewama şerî titişt nehatiye kirin. Li wî gundî mêve zêde ne, wekî rêrî, , hirmî û tûşemî hene. Li aliyê wî gundî kanî û newal jî pir in, mîna kaniya Hiliya, kaniya Şofra, Serkanî, newala Berguva, newala Çalê û hwd. Zivistana pir sar e û havînê pir germ e.