Bro Omerî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Helbestvan Bro Omerî

Bro Omerî (jdb. 1942 - m. 4ê kanûna paşîn 2007) nivîskar û helbestvanekî kurd e. Ew (Operator Dr. Îbrahîm Yildirim) di sala 1942yan de li gundê Çalê a Nisêbînê hatiye dinê.

Omerî, 1957an de li Nisêbînê dibistana navîn temam kir pişt re, li Mêrdînê lîse û ji pê re jî li Stenbolê li zanîngeha Cerrahpaşa xwendina xwe xelas kir û 1969an de bû bijîşk.

Bro Omerî, di 1978an de giştî bû pisporê cerahiya, li Meraş û Mêrdînê midûrîtiya tenduristiyê dike. Di nexweşxaneya Mêrdînê de dişixûle. Di sala 1980Î de, bi darbeya leşkerî tê binçavkirin û paşê jî tê sirgûnkirin. Ji pê re wî li nexweşxaneya Sînopê kar kir. Piştre dev ji kar berdide û li Qoser û Mêrdînê cihek taybetî vedike. Demekê li nexweşxaneya Mêrsînê dixebite û di sala 2002yan de teqawît dibe.

Heta niha di gelek kovar û rojnemayan de nivîs û helbestên wî bi navê Bro Omerî hatin weşandin. Omerî di 2ê îlona 2006an de bû endamê Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê.

Bro Omerî (Operator Dr. Îbrahîm Yildirim) di 4ê kanûna paşîn a 2007an de li Nisêbînê ji ber nexweşiya dil diçe ser dilovaniya xwedê

Berhemên Wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Carekê ji caran, Avesta

Pira navbera Axreşkê û Şêxan, Avesta

Rewşa Welêt, Avesta

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

[1] Girêdana arşîvê 2007-09-27 li ser Wayback Machine